Van
rojên dawî da
mesela ziman
bi girîngayîyek tê minaqeşekirin. Hinek malper ji bo
vê yekê kampanya
jî vekirin.
Bi rastî hemû karên
ku ji bo
ziman tên avêtin bê fayde
nînin. Lê bi
tenê mesela me
û ziman jî çareser nakin. Ji bo çareserîya
vê meselê yek gavek lazim
e. Ew jî kingê ku kurdê
xwe welatparêz,
ronakbîr, nivîskar û xwedî hêz
dihesibînin, bi biryarek,
axaftina zimanê bîyanî di malê xwe da berdin
û kêmasî bi zarokên
xwe ra kurdî
bipeyivin, wê
demê ewê bikaribin
ji bo çareserkirina
ziman gavên
din jî bavêjin.
Mirovê ku bi zimanê xwe
ne axife, welatparêz be jî, nikarê welatparêzîya xwe bi cîh bîne.
Ji bo vê gotinê tu kesî wek mîna Mir Bedirxan izah jê ra ne anîye.
Çi gotibû Mir Bedirxan:
„Miletên bindest, heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan
bi quwetên du çekan diparêzin, ol yek, ziman dudu. Lê ola miletê
serdest û bindest yek be, hingî çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman
e.“
Îro li Turkîyê kurdek rabe eşkere bêje ez miroveki bas im,
an ji mirovekî dîndar im, hetta sosyalîstim. Tu kes dijî wî dernakeve û lê tade jî
nake. Heta ewê ji gelek
kesan hurmetê
jî bibine. Tu îtiraza
kesî ji mêranî
û ji jintîya
kurdekî ra jî
tune. Lê kingê
ku bêje ez
kurd im û mafê
xwe dixwazim, an jî gorî çand
û kultura xwe
dijim, wê demê
ne tenê dewlet,
ji karkerên tirkan
heya rewsenbîrên
wan ji bo
vê daxwazê nerazîbuna xwe tînin ziman.
Gorî wan kurd, wek mina
tirkan bijîn,
bira ne. Lê kingê
mafên xwe yên netewî bixwazin,
wê demê şunda
dibin neteperest.
Wexta mesela
zimanê zikmakî tê holê, gelek
ronakbîr, nivîskar
û demoqratên wanên herî baş jî yek tiştî dibêjin: „Çer hebe nav 50î salî da hemû ziman winda
dibin, ya baş
ewe ku ji
îro va zimanê
dewlemend bihabînin
ku feyda wî
ji we ra
hebe!“. Lê ev
mirovên wusa rê
ravayî me didin, di hemû jîyana xwe da xêncî
zimanê dayîka
xwe tu bi zimanekî ne di axifin ne jî dinivîsînîn.
Ev nimune tenê jî ravayê
me dide ku
di jiyana gelên
bindest da cîyê zimanê zikmakî
rollekî giring
dilîze. Gelên ku
zimanê xwe winda bikin, di demekî kurt da nasnama xwe ji winda
dikin û bê zor û zehmet asîmîle
dibin. Dewleta
Tirk jî ji
bo vê yekê
naxwaze Kurd
bi zimanê xwe perwerde
bibin.
Di jîyana gelên
serbixwe da jî ziman nasnameyek esasî ye. Di civatê
da her mirov bi gelek
nasnameyên xwe tê nasîn. Mêr
e, jin e, misilman
e, êzidî ye, spî
ye, res e, niviskar
e, hunermend e, zeneatkar e, karker e, gundî ye hwd. Mirov
dikare van nasnameyan
bi hezaran bijmêre. Piranîya wan pişti
bûyînê tên qezenckirin. Lê hinek nasname ji
hene, kes nikare gorî dilê
xwe wan hilbijêre.
Miroveki cuhî dikare bibe misilman, misilmanekî ji dikare dînek din qebul
bike, an ji dikare bê dîn jî jîyana xwe bidomîne.
Her mirov dîsa gorî daxwaza xwe dikare bibe endamê hêzekî an ji cemaatekî.
Hetta dikare cinsîyeta xwe ji biguherine. Lê tu kes nikare zimanê
xweyê zikmakî û netewa xwe û rengê xwe biguherîne.Kurdek dikare
bibe hemwelatîyê Alman an jî Îngilizan, lê ne dikare bibe Ingilîz
ne jî Alman. Xwe wusa bihesibîne ji, kes wi wusa qebul nake.
Ziman jî wusa ye. Zimanê dayîkê yek e, lê ew ji bo hînbuna zimanên
bîyanî kêmasî nîne. Heta kî ku zimanê xwe yê zikmakî çiqas baş
bizanibe, ewqas dikare zimanêkî
bîyanî, bi hêsanî
fêr bibe.
Nuha hinek dikarin bibêjin, kesên ku kurdî
nizanibin gelo
ne kurd in?
Zimanê
dayîkê ewe ku dê bi wî
zimanî bi zarokên
xwe ra diaxife,
ji wan ra
çîrokan dibê
u stranan dilorîne. Birastî eger kurdek xwe
kurd bihesibîne,
zimanê xweyê zikmakî
nizanibe jî
kurd e. Le belê ew, roj bi roj ji kurdayetîyê ji dur dikeve.
Ziman ji bo jîyana mirovan
wek av û nane. Sertê welatparêzîyê
û mirovatîyê jî
ewe ku mirov,
heta ku mecbur
nebe gere xêncî zimanê dayika
xwe bi zimanekî
din va neaxife.
|