Berê,
kîjan dê û bav bibana xwedî zarok, zaroka wan jî law ba, di roja
ewlî de xeyala şahîya sunet û daweta wî dikirin. Ji bo hemû
dê û bavan ya herî giring ew bu ku, lawên xwe di hembêza kî de sunet
bikin û bi kê re bizewicînin. Daxwazên wan wek mîna dê û bavên îro
ne xwendinek, ne jî karek baş bû.
Ji bo wê yekê piranîyan zarên lawîn
hê çavê xwe li dinê venedikirin, qedera wan dihat birîn. Dê û bavê
wan bêşîga wan, yan bi ya dotmamekî wan re yan ji bi ya qiza
hevalêkî xwe re kertdikirin û 14-15 salîya wan de jî dizewicandin.
Der dora xwe re jî digotin: „Hê çavê wan venebûye, me wan serî bi
go kir.“
Wexta
ku zivistan destpêdikir, kar û barê gundîyan jî xilasdibû, dê û
bavê xortan li der dora xwe digerîyan. Heger li der dora wan keçikekî
baş heba, lawê xwe wê zivistanê dizevicandin û payîza pêşîda
jî daweta wî dikirin, tuneba li hêvîya zivistanekî din diman. Ji
bo vê yekê digotin, zivistan demsala qizxwestinê, bihar a nîşanê,
payîz jî a daweta ye. Zivistanê qîz dihatin xwestin, qelinên wan
dihat birîn, biharê şîranîya wan çêdibû. Malbata zavê heger
dawîya havînê qelin temamî bida, malbata bûkê jî dest bi hazirîya
dawetê dikir. Piştî hazirîyê herduh ali dihatin ba hev û roja
dawetê kifş dikirin. Malbata zavê, dawetnameyên xwe li hemû
eqrebe û nas û cînarên xwe belavdikir.
Şahîya
dawetê jî gorî rewşa aboriya herduh alîya dihat amedekirin.
Heftekî pêşta li mala bûkê hevalên bûkê, li mala zavê jî hevalên
zavê, êvaran dihatin ba hev û govendê digirtin. Heger mala bûk û
zavê di gundekî da ba, roja hinê, lê ji durve ba duh roj berê xandî
û berbûyên zavê li mala zavê dihatin ba hev û li hespên xwe sîyardibun
û diçûn mala bavê bûkê. Li wir, xwendi li malên eqrebayên bûkê,
berbû jî li mala bûkê dibun mevan. Roja yekem bi çûyin û hatinê
ve derbas dibû. Roja diduya, sibetirê ve şahîya dawetê li mala
kû serê bûkê dihat şustin, destpêdikir. Ber bi êvarê bûk ji
wir derdixistin û danîn mala bavê wî, durre li wir şahî berdewam
dikir û destê bûkê dihat hinekirin. Destê zavê jî li mala birazava,
teref hevalên wî va dihat hinekirin.
Piştî
hinê li mala bûkê sinîyek ji bo xelatan dihat xemilandin. Serî de,
dê û bavê bûk û zavê, piştre berbû, li pê berbûyan jî eqreba
û nas û cînarên malbata bûkê xelatên xwe davêtin ser sinîyê. Xelatên
eqrebeyan bi piranî zêr û pere, xelatên dinê jî ji bo bûkê qumaş
û eşyayên malan dibûn. Wexta ku dayîna xelatan diqedîya, disa
govend saz dibû û heya nivê şevê berdewam dikir. Sibetirê berbû
û hevalên bûkê, bûk dixemilandin, kincê wîyê herî baş lêdikrin.
Ser kincên wî da xêlîya wî, xêli ji şarên sor, zer û kesk dihat
çêkirin, davêtin sere wî û li hespekî xemilandî sîyardikirin. Wexta
ku bûk ji hundir derdixistin, birayek wî diket pişt derî û
ji bavê zavê xelata xwe digirt.
Berî
nîvro hemû xandî û eqrebayên bûkê li derê mala bavê bûkê dicivîyan
û bi klam û stranan bûk ji mala bavê wî derdixistin û berê xwe didan
ber bi mala zavê û birêdiketin. Di nav xandîya da ê ku sîyarê hespê
herî baş, qasid danî û ji bo hatina dawetê zava û derdora wî
agahdar dikir. Ji malbata zavê yekî sê şahr – sor, zer û kesk-
li hev badida û li histûyê hespa qasid girêdida. Qasid jî xelata
xwe digirt û şun ve vedigerîya.
Gava
ku bûk nêzikî mala zavê dibû, zave jî derdixistin ser xanî, li hevîya
bûkê disekinîn. Ji malbata zavê jinekî jî li ber derî sîtilek dadanî
û kevçîyek dar dida ser sîtilê. Bûk dihat ji hespê peya dibû, derdiket
ser sîtilê û bi lingekî xwe jî kevcî dişkand. Wê demê, zave
jî li ser sivderê sêva zavatîyê davêt li ser serê bûkê dixist, hevalekî
wî jî sahaneka ku çerez tê de, li ser serê bûkê dirijand. Bûk diket
malê, zava û hevalên xwe jî birev diçûn mala birazave. Zarokên gund
perçê sêvê û çerezên rijiyabûn tovdikirin, xandî jî ji bêrikên xwe
cekên xwe derdixistin, şarjorê xwe valadikirin. Piştrei du zavê û hevalên wî diketin û wan ditirsandin.
Qîz
û bûkê gund li ba bûkê, xort jî li ba zavê dicivîyan, govend sazdikirin
û heya nivê şevê dileyîstîn. Hemû beşdervanên şahîyê
dikişîyan malên xwe. Hevalên zavê jî zave dibirin dikirin gerdegê
û vedigerîyan. Dawet jî li wir diqedîya.
Roja
mayîn sandiqa bûkê dihat vekirin. Cêhêz ê ku di sanduqê de, li xandîya
dihat belavkirin. Xelatên xandîya, gorî eqrebatî û rûmetîya wan
dihat guhartin.
Xwedîye davetê û xandîyan tu carî hesabê xelatan nedikirin.
Carcaran gilî û gazin ji hev bikiraban jî, demek kurt de dihat jibîrkirin.
Dawêtên kurdên ku li gundan dijîyan, bi kurtayî wusa bûn,
ê bajêr jî ne ji wan cudatirbûn. Li welat îro jî ji bingeha wan
zêde tist nehatîye guhartin. Tenê îro şuna dengbêjan teyîb
û orkestra, ji bo çûyîn û hatinê jî, şuna hespan otomobîlan
girtiye.
Lê ji bo piranîya kurden li derveyî welat, ev şahîya
çandî û civakî bûye şahîyekî wek tîcarî.
Ew çawa ye?
Heger bûk û zava herduh jî li derva bin carek, jî wan yek
ji welat were, dawetê dubare dikin. Dema dawetê ne gorî rewşa
aborî ya her duh alîyan, gorî rewşa dawetvanan tê kifşkirin.
Ji bo wê yekê jî dawetên li derva di mehên biharê, an jî payîzê
çêdibin. Mesela tu kes meha 7 û 8’an de dawetê nake.
Roja dawetê, mehan berê tê kifşkirin. Malbata zavê dawetnameyên
xwe belavdike û gorî lîsteya dawetvana hesabê kesên ku têne û çi
xelatan tînin beri dawetê yek o yek derdixe.
Dawet di salonek de roja inê an jî şemîyê, saet di 16.00
de destpêdike û di 24.00ê şevê de diqede.
Muzîka dawetê jî gorî rewşa xwedîyên dawetê kurdî û
tirki tevlihev, an jî tenê kurdî ye. Lê zman çi dibe bila bibe,
bê istîsna muzikvan berê bi kilamê gelêrî destpêdikin. Bi hatina
buk û zavê re diguherînin meqamê walsê. Piştî dansa bûk û zavê
hêdî hêdî bi tirkî an jî bi kurdî hinek kilamên tuj tên gotin û
dawî bi hinek marşên siyasî ve tê girêdan. Lê yên ku dileyzin,
tiştekî ji wan fêm nakin, gorî rîtmê muzîkê xwe çep û rast
dihejînin. Piştî xelatdayînê, meqam û zmanê muzîkê tê guhartin.
Heya dawîya şahîyê muzîka cingena (roman) destpêdike. Hem û
kes li sahnê cîyê xwe digrin û vê carê li derdora xwe diçin tên.
Ber bi nivê şevê herkes berê xwe dide mala xwe, lê karê dê
û bavê zavê heya sibê berdewam dike. Ew, mîna bûk û zavê nakevin
gerdegê, le belê karê wan daha xeter e!
Wexta ku dayîna xelatê destpêdike, mirovekî navê xwedîyê
xelatan û çi anîne dinîvîse, heger xelat bazin be, mirovekî din
jî li ser du etîketên piçûk reqemek dinivîse, yekî li ser bazin
dixe, ya din jî li ser lîsta xelata, li ber navê ku kê anîye, dixîne.
Dê û bavê zavê piştî xelatdayînê xelat, listê û kasêtên
kamerayê digrin, berê xwe didin mala xwe. Ser masa xwe vala dikin.
Terazîya zêr û makîna ku perê sexte pê tên kifşkirin datinin
ser alîyek masê! Torbê xelatan jî didin aliyek din. Lista xwe didin
ber xwe. Berê bazinan yeko yek diwezinînin, yên ku bazinên avzêrkirî
anîne, gorî reqema ku li ser bazin xistine, tespît dikin û li ser
kaxizeki vala dinivîsînin. Durre perê xwe yeko yek kontrol dikin.
Heger perê sexte derkevin, wan ji gorî têkilîyên xwe û davetvanan,
kî anîbe texmîn dikin û wan jî dinivîsînin. Dawîyê de kaseta xwe
dixin wideoyê û serê dawetê heya dawîyê seyrdikin. Bi vî awayî,
yên ku bê xelat hatibin, wan jî tespîtdikin.
Serê sibê, dest davêjin telefonê û ji eqrebe û nas û cînarên
xwe re telefonê vedikin. Di derheqê dawetvanên ku ne bi dilê wan
xelat anîne, çi ji devê wan were tînin zman. Roja bazarê bi vî awayî
derbas dikin û daweta xwe diqedînin, lê arşîva xwe, heya roja
mirinê diparêzên.
1ê
Tîrmehê 2005
|