Tirk
û biratî, an jî hevaltî gelo çiqas mimkûn e. Kingê ku Yekitîya Europa
an jî organîzasyonek biyanî ji bo Kurdên Bakur tiştek bîne
ziman, hemû Tirk dest bi çîrokan dikin û dibêjin, “Kurd birê me
ne, qasî me xwedîyê dewleta me ne.”
Lê wexta ku em ji bo xwe tiştek
bixwazin, disa hemû Tirk bi hevra lê bi dengek dijwar dibêjin;
“Kurd xayînin û neyarê dewleta me ne.”
Tirk û dewleta Tirk, heya îro gelek nav li me kirin. Hinek caran
ji me ra gotin, “Tirkên serê çîya û Êşqîya „, pirî
caran jî “terorîst”. Iro jî bi saya dewletên Europayî dîsa navê
me hat guhartin. Navê me bû
“Unsura Esasî ya Deweleta Kemalîst”.
Hinek Kurdên ji duh da Kemalist, bi dest û lingan xwe davêjin ser
vî sîyasetê û daxwazîyê xweyên duh ji bîra dikin û Tirkatîya xwe îlan dikin. Hinek jî dijî wan derdikevin
û navek din li xwe û li me dikin.
Bi
rastî problema Kurd û Kurdistanê ne lêkirina nevek nû ye, ne jî
bi navek nû va çareser dibe. Tiştên ku Europa ji bo me dixwaze,
ev jî nîne. Yekitîya Europî dibêje, Kurd jî wek Tirkan gerek xwedî
maf û dezgeyen xwe bin. Kurd jî wek Tirkan bi zimanê xwe ê zikmakî
biaxifin û xwe perwerde bikin. Ev daxwaz, problema Kurd ji binîva
çareser nake, lê gelek tiştan
jî hal dike.
Lê ne tenê dewleta Tirk, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarên Tirk
jî tistên ku Yekitîya Europa ne tenê ji bo me, ji bo sertên
endametîyê ji dewleta Tirk dixwaze, heqaret qebul dikin û
dijî wan derdikevin.
Bi navê biratî û hevaltîyê!
Bi navê demoqratî û aştîyê!
Lê biratîya bê rûmet û hevaltîya bê heq û bê hiquq!
Tirk kingê dikevin tengasîyê, dest bi biratiyê,
piştî
xilasbûnê jî dest bi dijwartîyê dikin.
Em ne dijî biratîya wan in, lê em cînartî
û hemwelatîyek bi heq û hiquq dixwazin. Kingê
ku ew nasname û mafên me bi durustî qebul bikin,
wê demê emê jî bi dil û can wan ji
xwe ra bira û heval, dost û cînar bihesibînin.
Lê îro ji çepên
wan heya
olperestên wan, ji gundîyên wan heya ronakbîrên wan, kîngê
ku navê Kurd û Kurdistanê dibihîsin, wek bi cina dikevin.
Ne me tenê, serok û berpirsîyarên Europa ê jî tehdît
dikin û navê Kurdistanê ji wan ra jî qedexe dikin. Lê bi navê “unsura
esasîya dewlata kemalist”, dixwazin carek dîsa me bixapînin.
Tecrubeyên
meyên ku derheqê Tirkan da he ne, ne kêmin. Heya îro em bi olperestîya
wan jî, bi demoqratîya wan jî hatin xapandin. Me biratî û hevaltîya
wan bi dil û can xwest, lê wan ne biratîyê ne jî hevaltîyê
bi me ra nekirin.
Wan, dîn jî demoqratî jî wek tişten
din herimandin. Şert û şurtên dîn jî, ê demoqratiyê jî
tenê ji bo xwe xwestin.
Hevalekî min, salan berê digot
„Tirk nikarin bibin demoqrat.“ Wê demê ev gotin zora min û yê wek
mîna min difikirîn, diçûn. Me wexta ku îtiraz dikir û bi rastî jî
hinek ronakbîr û nivîskarên Tirk ên demoqrat nîşan dida, daha
zêde diqahirî û wisa digot:
- Raste, lê mirovên ku hun dibêjin, ew ne Tirk in, hinekê wan digihêjin
Rum û Çerkez û Ermenîyan, hinekê wan jî teref bavû kalên
xwe da Kurd in.
Ser ev dialoga me da sal û zeman derbas bûn. Lê rewşa Tirka,
bi taybet a ronakbîr û niviskarên wan, gotina hevalê min rast derxistin.
Bi
salan e ez medya Tirka yeko yek teqip dikim. Ji çepên wan bigre
heya nijadperestên wan, ji olperestên wan heya liberalên wan, derheqê
gelek proplemên civakî û sîyasî da bi warekî demoqratîk raya xwe
tînin ziman, bese ku proplem ya Kurda ne be.
Mesela Kurdan da hemû, wek bi nijadperestî difikirin û bi dengekî
bilind dibin êrîşkar.
Tirkên Qibris bidin alîkî, tiştên ku ji bo Tirkên ku salên
60’î wirda ji bo xebatê hatine welatên Europayê, dixwazin, li Tirkîyê
ji Kurda ra zêde dibînin.
Tirkên ku li welatê qelkê, bi mêvantî dijîn xwedî heq dihesibînin,
lê Kurdê ku li welatê xwe, li ser axa xwe dijîn, xwedî heq nabînin.
Daxwazên ku ew ji bo koçber û karkerên xwe, ji Europîyan dixwazin,
ne xirabin. Xirabî ewe ku Tirk di dinê da xêncî xwe kesî ne dibînin
ne jî xwedî heq dihesibînin.
Bi rastî gorî rewşa jiyana wan û daxwazên wan, mirov dikare
bêje, ne demoqratên wan demoqratin, ne jî misilmanên wan misilman.
Mesela Kurdî da gunê wan ji gunê dewleta Tirk zêdetir e.
Sedem vê yekê, gere em ji Kurd û Kurdistanîya xwe fereqet nekin
û xwe bi Tirkatîya wan nedin nasîn.
18'ê
Çileya Pêşîn
2004
|