Salan berê di kanala Show-TV de cara yekemin bu ku filmek
bi zimanê kurdi „Mem û Zîn“ hat lîstikandinê. Piştî lîstikandina
filmê Mehmet Ali Birand di programa xwe ya bi navê 32. GÜN de got;
„Belê filmek bi zimanê Kurdî leyîst, lê ne Tirkîye parçe bû, ne
jî qiyamet qetîya“.
Piştî vê filmê di televîzyonên Tirkan de klîbê kilam
û stranên kurdî hatin weşandinê. Muzîkvanên Kurd ê ku bi salan
kasetên wan li Tirkîyê qedexebûn, di televîzyonên Tirka da bun mêvan,
kilam û stranên xwe gotin. Di kanalên dewletê de, bi kêmasî be jî,
weşana Kurdî destpêkir. Dîsa jî ne Tirkîye parçe bû, ne jî
qiyamet qetîya...
Zimanê kurdî hat nasîn, li gelek bajarên Kurdistanê qursên
ziman yên taybetî hatin vekirin. Hebuna Kurda bi warê resmî hat
qebulkirin. Sedem wê yekê îro di dadgeha da Kurdên welatparêz xwe
bi zimanê xwe yên zikmakî diparêzin û hakim û sawcîyên Tirk jî mecburin
wan bi axaftinên wanên Kurdî guhdarî bikin. Di zagona Tirkan de
gelek guhartinên baş çêbun. Ev guhartin û gavên hatine avêtin
ji bo çareserkirina mesela Kurd ne besin, lê ji pêşveçuna demoqrasîyê
jî balkêş in. Serokwezîrê Tirka Tayyip Erdogan, ne tenê hebuna
Kurdan, hebuna proplema Kurdî jî li Dîyarbekir anî ziman. Lê dîsa
ew qiyameta ku digotin diqete hê jî ne qetîya û Tirkîye jî hê wek
mîna berê çîyê xwe da ye.
Ev tirs û xof û dijminatî ne tenê ji bo Kurd û mesela Kurdî,
di hemû meseleyên civakîyên Tirkîyê da jî tên pêş. Kesên nijadperest
û kemalîst ev tişt ji xwe ra kirine wek kar û barê rojane.
Kingê ku ji bo çareserkirina proplemek civakî pêşnîyarek were
holê, li dijî wê pşnîyarê teorîyên bi nijadperestî jî derdikevin
pêş. Bi vî awayî hewldana pêşveçûnê disekine û proplemê
nav civatê da jî wek mîna berê didomin û roj bi roj mezin dibin.
Çend meh berê ji bo amadekirina konferans a ku bi navê „Dawîya
Imparatorîya Osmanîyan de Rewsa Fila“ jî wusa bû. Bi orgazîsyona
du hew Uniwersîtên Tirk (Boggaziçi û Sabanci) bername û beşdarên
konferansê hat îlankirin. Di nav beşdarvanan de gelek dîroknasên
bi nav û deng jî hebûn. Mexseda amadekirina konferansê ew bu ku,
gorî arşîv û lêkolînan trajedîya ku hati bû serê Filan, bi
warekî zanyari were gengeşikirin.
Noijadperest û kemalist bi dengekî bilind dijî vê konferansê
derketin. Hatta vezirê adaletê û berdevkê hukumetê Cemîl Ciçek wê
demê got; „Ewên ku vê konferansê amade dikin hemû xayînin û ew pişta
me da xençeran diçikînin.“
Ser vê yekê konferans rojek berî çêkirinê iptal bû. Her kes di cîyê
xwe da runişt, gorî Tirkê kemalist û nijadperest parçebuna
Tirkîyê jî berteref bû.
Lê mehan şunda ji bo konferansê carek din biryar hat
girtin ku wê çêbe. Ijar jî hinek parêzerên Tirk yên nijadperest
derheqê vê konferansê da dawe vekirin. Dadgeha Istenbolê jî biryara
idarî girt ku konferans di her duh Unîversîtan da neyê çêkirin.
Ji bo vê biryara dadgehê Serokwezîrê Tirk Erdogan, ne razîbuna
xwe nîşan da. Piştra jî ew wezîrê ku çend meh berê konferansçîyan
xayîn ilan kiribû, rê ravayê wan da ku ew bikaribin konferansê li
cîyekî din çêbikin.
Bi rêya ku vezîrê adaletê û berdevkê hukumetê nîşan
da, konferans li unîversiteyek din (Bilgi Üniversietesi) hat çêkirin.
Li ber derê Universîtê hinek nijadperestên çep û rast bi hevra karê
dijî çêkirina konferansê derketin û êrişî beşdarvan û
guhdarvanan kirin. Xwe welatparêz, yên hundur da jî File û xayîn
ilan kirin.
Lê konferans duh roj kudîya, bê qeza û bê bela jî qedîya.
Bi vê konferansê ve ne rojhilata Tirkîyê ket destê Filan ne jî dawîya
dinê hat.
Ew kesên ku telalîya qiyametê dikin dîsa jî dev ji pravakasyonên
xwe bernadin. Her kîngê gavekî demoqratîk were avêtin, wî wek alametê
qiyametê nîşan didin. Her tiştî ji bo xizmeta xwe û armancên
xweyên qirêj diemlînin.Gelek caran ser jî dikevin.
Lê nizanin ku bi van kirinên xwe yên qirêj, qiyametê ji bo
xwe pêşve tînin.
26’ê Ilonê 2005
|