Salên
60’î da li gundê
me tenê du sê
malan da Radyo
hebun. Elektrik di gunda tune bu, radyo bi pîl
dixebitîn. Ji bo vê yekê, radyo tim nedihatin
vekirin. Ji bo programa kurdî a radyoya Êrivanê û jî bo xeberê ajansa
Tirka tenê dihatin vekirin.
Şevên zivistanê dirêjbun. Mirovên
gund hinek odan da dihatin ba hev, zemanê xwe bi hevra derbas dikirin.
Tercîha mirovên kal, odeyên xwedî radyo bun. Ji vana yek jî, mala
Mehmeemîn bu.
Nêzikî wexta xeberên êvarê hemû mirovên
ku li mala Mehmeemîn dihatin bahev, bi serê çav li hev mêzedikirin
û wek bi çavan ji hev dipirsîn: Gelo Mehmememîn radyoyê veke an
na?
Heger Mehmeemîn jî dest biavêta saeta xwe û mêze bikira, ew dihat
wê maneyê ku radyo vedibe. Ji hefta ra çar-pênc deqe dima, Mehmeemin
bişkoka radyoyê vedikir, ji radyoyê
dengê reklama dihat, lê tu kesî ji van qisedana tişt
fêm nedikir. Ser vê yekê Mehmeemîn dengê radyoyê kêm dikir,
heya ku tutika ajansê lêxe.
Ê kû saeten wan hebûn derdixistin û li hêvîya xeberên
19’ê evarê disekinîn. Wexta tutika serê saetê lêdixist, ê xwedî
saet, saetê xwe ravayê hevdu didan û pesnê saetên xwe ji hev ra
dikirin. Piştra bêdengîyek diket odê, hemû kês bi dil û can guhdarîya
radyoyê dikirin ku, tiştek
jê fêmkin.
Tu dengek ji kesi
dernediket. Ji
bo ku pîl
zêde neçin,
Mehmeemin jî dengê
Radyoyê zêde
venedikir. Loma, kesî dengê
ajansê baş nedibihîst.
Lê Mehmeemîn
Radyo dida ber
guhê xwe hetta
dawiya xebera serê xwe dihacand. Mirovên odê
da runiştibûn,
çavê wan jî li ser
Mehmeemîn û radyoyê
bûn. Alîyek dengê
Radyoyê dernediket,
alîyê din jî
deng bihîstana
jî Tirkî baş niznaibun ku
tiştek
fêm bikin. Ev bêdengîya odê
da her şev bi kêmasî
nîv saet dewam dikir.
Dawîya
xebera dihat,
Mehmeemîn dengê radyoyê dibirî. Piştra,
hemu mirovên
ku di odê da bi hevra ji Mehmeemîn diprisîn:
- Êê Memhmeemin xebera
da qe çi hebû.?
Mehmeemin
jî wek bi rewşek
zanayî xwe qure dikir û digot:
- Ê çi tunebun.
- Qe kî qisekir?
- Ê kî qisenekir, Ecewit,
Demirel, Erbakan Turkeş,
hemuyan qisekir.
Ma we jî
nebihîst.
- Ê qe çi gotin?
- Ê çi ne gotin, derheqê
her tiştî
da qisekirin.
Piştî dialoga
ku navbera wan da derbas dibu,
hemu mirovê
odê da runiştibun, fêm dikirin ku
Mehmeemin jî
wek mîna wan
tu tiştek
ji ajansê fêm nekirîye.
Ji wan wetrê Mehmeemin
xwedîyê radyoyê
ye û zimanê wî
fêm dike. Paşê yeko yek
radibun, xatir
dixwastin û diçun malê xwe.
Pirsê
ku wan ji
Mehmeemîn pirsîbûn,
jin û zarê wan
jî ji wan
dipirsîn,
bersivên ku Mehmeemin
dabu wan, ê
ja wan ji jin
û zarokên xwe
ra dubare dikirin.
Ev mesela radyo û ajansên tirkî di gunda hertim dihat
qisedan. Yê
ku qilfê xwe
bi yekî bikira,
ev nimune nîşan dida.
Lê ser vê demê
da sal û zeman
derbas bun. Ne ku radyo û telewizyon,
gundê bê internet neman. Dinya hat guhartin, mirovatî pêşta çû. Bi saya pêşveçûna
teknolojîyê dinya wek gundek piçuk
bu. Lê zîhnîyeta
me Kurda nehat guhartin. Duh, ji bo
nezanîna ziman
tiştê
ku fêm nedikirin
ji hevra dubare dikirin, iro jî du sê
hev bi navê
civata Kurd xeberdidin,
ê ku fêm dikin ji tirsa
denk nakin, ê ku
fêm nakin, ew
ji wek mîna
mirovên oda
Mehmeemîn, ji der dora xwe ra
dubare dikin.
05
Tebax 2004
|