Hemê
mirovekî sêwî û lal bû. Şemê navê gundê wî bû. Du kerê wî hebûn,
ji wan navê yekî Ismetê kerr, ê din jî Kemalê kor bû. Wexta ku bêder
destpêdikir, Hemê bi kerê xwe va gund bi gund digerîya û ji xwe
ra zekat tovdikir.
Wê demê zarokên ku diçûn
xwendegehê, navê Ismet û Kemal bihîstibûn, lê haya wan ji kerr û
korbuna wan tunebûn. Kitabên ku têda bahsa wan dikirin, qala korbûn
û kerbuna wan jî nedikirin. Ji bo wê yekê tu mane nedidan navê kerên
Hemê. Lê mirovên mezin mexseda Hemê dizanîbûn. Kî rastî Hemê bihata,
pê henekê xwe dikir û serîda navê kerê wî dipirsî. Piştra jî
jê ra digotin „Hemê, te çima
navên kerên xwe wusa lêkirî ye?“
Hemê hêrs di bû, li der dora xwe dinihêrî
û bersiva wan dida.
Digot: „Kemalê kor û Ismetê kerr bi salan li me sahr bûn. Tade û
zilm li me kirin. Iro ji ez li wan sahr dibim û heyfa xwe ji wan distînim.“
Wan salên ku Hemê nav li kerê xwe kiri bû, zarokên kurda
jî hinek nav li kuçikan
dikirin. Ji wan ê bi nav û deng polês û cendirme bûn. Carcaran dihatin ba hev û dadgehek sazdikirin.
Yek dibu sawcî, yek dibu abuqat sê hev jî dibûn hakim. Kuçikên
ku navê wan polês an jî cendirme lêkiribûn, yek o yek danîn mahkeme
dikirin û cezayê wan dibirîn. Ceza, pirî caran kuçik
ji gund durdixistin û bi kevir û daran lêdidan. Heger kuçik
bê xwedî ba, cezayê mirinê didanê û wî idam dikirin. Ez piçuktîya
xwe da şahidê idamkirina kuçikekî
bu me û navê wî jî polês bû.
Ez mexseda Hemê nizanim, lê mexseda zarokên kurda tirs û xof bû.
Ji mezinên xwe zilm û zora polês û cendirman bihîstibûn. Ji kilam
û stranan idam û işkencekirina rêberên gelê xwe guhdarîkiribûn.
Ji bo wê yekê wan jî bi lîstikên xwe heyfa xwe wusa ji polês û cendirman
digirtin.
Lê ew ne wezîr bûn ne jî ulumdar bûn. Mexseda wan, dijminati û inkarkirina
Tirkan jî ne bû.
Duh navê gund û bajarên me, navê çîya
û deştên me hatin guhartin. Lêdana navên Kurdî ji bo zarokan
hat qedexekirin.
Iro jî Tirk hinek navên heywanan ê ku gorî zanyarîyê hatine dayin,
gorî dilê xwe diguherînin. Ez vîya ji ber xwe dernaxînim. Rojnama
Hurriyetê hejmara 5’ê Adarê da wuha tê gotin:
Wezareta tirkan navê rûviyê Kurdistanê guhart. Tirk dibêjin
navê rûviyekî li Kurdistanê, Vulpes Vulpes Kurdistanicum,
yekîtiya dewleta tirkan xirab dike. Navê rûviyê sorê Kurdistanê
yê navneteweyî Vulpes Vulpes Kurdistanicum e. Yekîtiya
Miletan jî ev qebûl kiriye. Lê wezareta tirkan ew nav guhart. Kurdistanicum
ji navê rûvî rakirin û tenê Vulpes Vulpes hîştin.
Disa gorî wezareta Tirkan Ovis Armeniana, mîya Anatolîa kûvî
bû Ovis Orien Anatolicus,
Xezala ku bi navê Capreolus Capreolus Armenius tê
zanîn wek Capreolus Caprelus Capreolus hat guhartin.
Mirovên pispor navkirina
heywanan gorî hinek qaideyan bikar tînin. Ji wan qaideyan jî yek
ewe kû, gorî cîyê ku lê dijîn tên navkirin.
Ê ku ev nav li ruvîyê sor kirine ne kurd in ne jî haya kurdan
jê hene. Gorî şert û şurtên zanyarîyê ev nav bi kar hatine.
Lê gorî alim û wezîrên Tirkan hinek navên heywanan ji bo dewleta
Tirk tehlîkeyekî mezin tên qebulkirin. Gerek ew nav bên guhartin.
Wexta kû min ev nûçe
xwand Hemê Şemê ket bîra min. Ji bo bîranîna Hemê, ji hinek
Kurdên ku hê xwe bi Tirkan ra bira dihesibînin, pêşnîyarek
min heye.
Werin navê hemû ker û kuçikên
xwe, çêlek
û gayên xwe wek mîna Hemê bi Tirkî lêkin ku bila „komara weya demoqratîk“
hilneweşe.
5’ê Adarê 2005
|