Hefteyek
şunda li seranserî Iraqê û Kurdistana Başur
hilbijartin çêdibe. Partîyên Kurd bi lîsteyek
têkilî hilbijartinê dibin. Ev yekitîya ku
navbera partîyên Kurd da hatîye sazkirin, hêmû
kurdên cîhanê kêfxweş dike. Xewnên
wan dixemilîne. Ev rewşa ku kurdên başur tê
da, salan berê bo me gelek dur bû, kesî xeyala
wê jî nedikir. Deh sal berê navbera partîyên
kurda da şer û birakujî hebû, dile gelê
kurd wek mîna welatê wî parçe parçe bû.
Lê îro, dilê wan, bi kurdê başur ra
li Kerkukê, li Hewlêrê û li Silêmanîyê
davê.
Têkilîyên
partî û serokên Kurdistana Başur,
meseleyek ku navbera duh bira da derbas bi bu, anî bîra
min.
Sal
1995, li bajareki
Almanya di komelekî Kurda da rasti
du bira hatim. Her du jî pênaber bûn. Lê birê
mezin pasaporta pênaberîyê
histandi bû. Birê piçûk, şixulê wî hê ne qedîya bû. Dewleta
Alman dixwest wî şunda bîşîne. Ser wê yekê birê
piçûk diçe ba abukatê xwe û dixwazê îtirazî biryara dadgeha pênaberîyê
bike. Abukatê wî jê ra dibêje:
- Biçe kopîya
pasaporta birê xweyê mezin ji min ra bîne. Ezê wî
ji dadgehê ra bişînim û bêjim, ev her duh bira jî dê û bavekî
ne. Li gundekî da mezin bû ne. Her duh jî
ji ber tade û ezîyeta dewleta Tirk revîyane û hatine. Madem kû hun
heqê pênaberîyê didin ê mezin, gere hun bidin ê piçuk jî.
Ser wê
yekê birê piçûk diçê ba birê xwe. Gotinên
abukatê xwe jê ra dibê û kopîya pasaporta wî jê dixwaze. Lê birê
mezin daxwaza birê xwe nayne cîh.
Wê
rojê di komelê da li ser yekitîya Kurda civînek hatibû amadekirin.
Ji bo wê yekê komelê da gelek kes hebûn.
Civîn qedîya.
Mirov belav bûn. Lê hinekê wan jî hê li komelê da
runiştibûn û bi hev ra sohbet dikirin. Nav wan ev her duh bira
jî hebûn.
Birê mezin bi
rewşek zanayî gilî û gazinê xwe ji serok û hêzên kurd dikir
û digot; “Ew çima nayên ba hew û yekitîyek nettewî saz nakin? Ew
çima dibin sebebê şerê birakujîyê? “
Berî vê sohbetê
ew mesela ku navbera her duh bira da qewimî bû, min bihîstibû. Ji
bo wê yekê min jê ra got:
- Bira, gotinên
te basê. Lê navbera serok û hêzên Kurda da bi taybet a Barzanî û
Talabanî da parvakirina welatekî seranser heye. Lê navbera te û
birê te da çi heye ku hun nikarin duh hev kaxizan parve bikin. Tu
naxwazî kopîya pasaporta xwe bi birê xwe ra parva bikî, çawa dikarî
bi hêsanî dibê jî bila Barzanî û Talabanî Kurdistanê bi hev ra bê
proplem parva bikin.
- Birê min mirovekî
ser hişk ê. Min xwest kû bila hinek zahmetîyê bikşine
û bila qedr û qimetîya tişta hîn bibe, got.
Ser gotinên wî
ez gelek qahirîm û min jê ra got, kîngê ku tu kopîya pasaporta xwe
bidê birê xwe, bawer ke wê demê Barzanî û Talabanî jî bikarin werin
ba hev û proplemên kû navbera wan da henê, ewê wek birati hal bikin
û bi yekitîyek xurt mesela kurdên başur çareser bikin.
Ji wê demê vir
da deh sal derbas bû. Lê ew proplema ku navbera her duh bira da
qewimî bû, tu ji bîra min dernediket. Hê jî nizanim, gelo birê mezin
alîkarîya birê xwe kir an na.
Lê îro ez gelek
kêfxweşim. Yekîtîya kû navbera partîyên kurd da
çêbûye, roj bi roj xurttir dibe.
Ez bawerim Kurd
di vê hilbijartinê
da ne tenê parlamena Kurdistan da, li parlamena Iraqê
da jî bi hêzek xurt ewê werin temsîlkirin.
Serkeftina wan
ji bo kurdên başur mizgînîya Kurdistanek federal an jî serbixwe
ye. Lê ji bo me hemû kurdan ra jî bawerîya azadî û aşitîyê
ye.
23’ê
Çileya Paşin 2005
|