Min,
salan berê li ser derew û xirabîyên mirovan mîsalek bihîsti
bu. Di vê meha remezanê da ew ket bîra min. Ez
dixwazim wî be we ra parva bikim.
Dema
çar Xelifeyan da du mirovên hevalbend, yekî belengaz û yekî bi fen
û fit, meha remezanê da dixwazin rocîya xwe bişkînin. Lê
wê demê da li bajarê ku ew tê da dijîn, tu cîyek vekirî tunebuye
ku lê xwarinê bixwin. Demek nav bajêr da digerin, dikanek vekirî
dibînin. Diçin ji dikanê hinek xwarin û vexwarine distînin. Derdikevin
der û dixwazin cîyekî minasib bibînin ku li wir xwarina xwe bixwin.
Hinek der dora xwe digerin, lê cîyek wusa nabînin. Wexta ku ber
derê camiyek ra derbas dibin, ê bi fen û fît ji hevalê xwe ra dibêje:
-
Kuro, were em herin derkevin ser minarê, li wir bê tirs û bê xof
runin û zikê xwe têr kin. Cîye herî baş wêderê ye. Tu kes li wir me nabîne.
Ê
belengaz, ji bo pêşnîyara hevalê xwe dengê xwe nake û li pê
wî dikeve. Her du bi hevra diçin, derdikevin ser minara
camiyê. Sifra xwe hazir dikin û dest bi xwarinê dikin. Lê
ji bo azandxwendinê, hesabê hatina melle nakin. Her du heval li
serefa minarê rudinên, li alikî xwarina xwe dixwin
li alikî jî bi hevra heneka dikin.
Lazek
şunda melê camîyê, ji bo azandina limêja nivro derdikeve jorê.
Waxta ku derdikeve şerefa camîyê, mele mêze dike ku
çi bibîne, du hev mirov meha remezanê da runiştine di mala
Xwedê da xwarinê dixwin. Mele, ser vê yekê hêdî hêdî peyayî jêrê
dibe û gazî inzibatan dike. Çend inzibat bi lez û bez derdikevin
jorê, herdu mirovan digrin û dibin davêjin zîndanê. Derî ser wan
da digrin û diçin.
Wexta
ku her du heval tenê dimînin, ser hevda diqêrin û dest bi şer
dikin. Lê ji wan ê ku plana xwarinê çêkiriye, ser ê din ra diqêre
û dibêje:
-
Kuro çi hundirê te qetîya ye. Min çawa plana xwarinê çêkir, ezê
wusa jî planek çêkim, hem xwe hem jî te xilaskim. Tu qe xem neke, ez birê te me. Bese ku tu li ba Qadî
dengê xwe dernexe û ji gotinên min ra îtiraz neke.
Çend
saet şunda inzibat tên, her du mirovan digrin û dibin dadgehê. Pişt ra Qadî tê, cîyê xwe rudinê û ji wan dipirse:
-
Ma hun ji Xwedê natirsin, hem rocîyê nagrin, hem ji meha remazanê
da diçin mala Xwedê da xwarinê dixwin.
Mirovê
bi fen û bi fît dibêje:
-
Belê em dizanin ev tişt güneyê, lê ji bo misilmana, ne ji bo
min.
Qadî:
-
Pekî tu misilman ninî, lê hevalê te ?
Mirov:
-
Hevalê min misilman e, lê ev proplema wî ye.
Qadî:
-
Madem kû tu ne misilmani, ji bo te tiştek tune. Tu dikarê biçî
mala xwe, lê cezayê hevalê te giran e.
Ser
vê yekê mirovê bi fen û bi fît misadê ji Qadî dixwaze û dibêje:
-
Qadî efendi, mirovek kafir wexta ku bixwaze, dikare bibe misilman?
Qadi bi
vê pirsê kefxweş dibe û bersiva wî dide:
-
Ki bixwaze, dikare bibe misilman, bese ku besmelê bikşîne û
bawerîya xwe bi Xwedê û pêxemberê wi ra bîne.
Mirov:
-
Pekî ez dinê we qebul bikim, hun ji bo xatirê min dikarin daxwazek
min bînin cîh ?
Qadî:
–
Daxwazâ te gorî quweta me be, serseran serçavan.
Mirov:
-
Daxwaza min ewe ku, ezê werim ser dînê we, lê hun jî bo xatirê min,
hevalê min efu bikin.
Qadî
wê teklifê qebul dike. Mirovê bi fen û fît besmelê dikşîne
û dibe misilman. Qadî jî daxwaza wi tinê cîh û her du mirovan azad
dike.
Her
du heval bi hevra derdikevin der, mirovê belengaz ê din ra dibêje:
-
Kuro, ez bi van derewên te şaş u metal mam. Xwedê pêsîra
mirova ji te xilas ke. Te çawa ew derew li hev anî û Qadî ikna kir.
Ê
din dikene û bersiva wî dide:
-
Kero, tu tiştê wusa fêm nakî, tu kes jî nikare min fêm bike.
Ez bum kafir min xwe xilaskir, dîsa bum misilman te xilaskir…
10
Çirîya Paşîn
2004
|