Meha Adarê ji bo gelê Kurd;
Meha
şin û şahîyê ye.
Meha jenosîdê ye.
Meha tekoşîn û azadîyê ye.
Meha newrozê ye.
Meha dîlanê ye.
Destpêka jîyanek nû ye.
Zilm û zordarîya ku di vê mehê da hatîye serê gelê kurd,
tu mehekî din da neqewimîye.
Alîyê din meha Adarê meha berxwedan û serhildanê ye. Serhildana
Dersimê a di bin seroktîya Seyid Riza û serhildana Koçgirî di vê
mehê da destpêkir.
Meha Adarê meha şînê ye, şina serokê bi nav û deng
Melle Mistefa Berzanî, Qazî Mihemed û Ihsan Nurî Paşa ye.
Berzanîyê nemir 1’ê Adarê sala 1979’an da ji welatê xwe dur, li
sirgunê çû ser heqîya xwe.
Serokê Komara Mahabad Qazî Mihemed û sê hevalên wî 31’ê Adarê sala
1947’an da li meydana Çarçira bi destê rejima Iranê a qirêj hatin
dardakirin
Serokê serhildana Agirî Ihsan Nurî Paşa jî 25’ê Adarê
sala 1976’an da li Iranê bi qezayek tarî va hate kuştin.
Meha Adarê ji bo gelê Kurd meha jenosîdê, meha xizanî û koçberîyê
ye. 16’ê Adarê sala 1988’ê da li bajarê Helepçe 5000 Kurd bi destê
Saddam Huseyn bi çekên kimyewî va hatin kuştin, bi hezaran
hatin birîndarkirin, bi hezaran kes jî ji zilm û zordarîya rejima
Baas mal û milkê xwe hîştin û xwe avêtên serê çîya.
Meha
Adarê meha azadî û serkeftinê ye. Meha şahîya gelê kurd e.
Newroz e, destpêka jîyanek nû ye. Hewldana tekoşînê ye.
Du hezar sal berê gelê kurd 21’ê Adarê da di bin serokatîya Kawayê
Hasinkar, li dijî zilm a Dehaqê xwînxwar derket û rejima wî ya zordar
hilweşand, ev roj bi agirê newrozê li kolanên bajaran, li gundan
û li serî çîyan wek roja destpêka jîyanek nû pîroz kir.
Ji wê vir da 21’ê Adarê li seranserê Kurdistanê, roja azadî û serkeftinê
tê qebulkirin. Ev roj bi kilam û stranan, bi dîlana mêr û jinan,
bi lîstikên keç û xortan di bin ronahîya agirê newrozê da tê pîrozkirin.
Ew agirê ku bawerî û tekoşîna me xurt dike, dilê me geş
dike.
Sedem vê yekê ez bawerim meha Adarê ne ji bo eş û derdên gelê
Kurd, salên pêşî da ji bo pîrozkirina dewletek
serbixwe û jîyanek bi rûmet jî bê bîranîn.
Bi
vê bawerîyê newroza me hemûyan piroz be, hemû rojen me wek newroz
be...
21'ê
Adarê 2005
|