Mesut
Barzanî û heyeta Kurdistanê li ser daweta Serok Georg W. Busch çun
Amerîkayê. Ji bo çuyîna wan ji teref Amerîkîyan balafirek eskerî
hat tahsîs kirin û ew bi vê balafirê, roja 23.10.2005’da ji Hewlêrê
firîyan. Di heyeta Kurdistanê da, serokê hukûmeta herêmî Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê plankirinê
ê Îraqê Dr. Berhem Salîh û gelek nunerên hukûmetê û nunerên herdu
partîyên sereke jî cîh girtibun.
Duh
(25/10) piştî nîvro serokê Amerîkayê George W. Bush, li
Qesra Sipî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi resmî qebûl
kir û civîna navbera herdu serokan, di Oval Ofice’da derbas bu,
qasî saetekê ajot.
Piştî
hevdudîtinê, civîna çapemeniyê hat darxistin. Serokê Amerîkaye George
W. Bush, li wir bi germî bixêrhatina Mesûd Barzanî kir. Pesnê xebata
Barzanî a li diji diktatorîyê kir û xebata wîya îro ji bo Iraqek
azad, demoqrat û federe dike, nîşan da.
Serokê
Kurdistanê Mesud Barzanî jî di vê civîna çapemenîyê da bi kurdî
axifî û kêfxweşiya xwe bi dîtina serok Bush diyar kir. Bi navê
gelê Kurd, ji bo gelê Amerîkayê û hukumeta wî spasîya xwe anî ziman.
Ev ziyareta Barzanî ku li Amerîkayê bi resmî derbas dibe,
ji bo gelê kurd gelek girîng û dîrokîye.
Dîrokîya vê ziyaretê ewe ku, cara yekemine serokekî kurd,
wek serokê Kurdistanê bi wareki resmî ji teref serokê Amerîkayê
va tê dawet kirin û li Qesra Sipî dibe mêvan.
Wek tê zanîn Celal Talabanî jî mehên borî da çubu Amerîkayê
û teref Serokê Amerîkayê George W. Bush va li Qesra Sipî hatibu
qebul kirin. Lê di wê zîyaretê da Talabanî wek serokkomarê Iraqê
cîh girtibu.
Girîngîya
ziayaretê jî ewe ku, ev zîyaret ji bo naskirina herêma Kurdistan
a Iraqê gava yekemine û ji bo dewletên derdora Iraqê jî mesajeke
vekirîye.
Bi taybeti ev mesaj ji dewleta Tirk ra ye, lewra Tirk
hê li dijî Iraqek federal derdikevin û di her firsendê da federalîzmê
wek sebebê parçebuna Iraqê nîşan didin.
Ji ber vê yekê ye ku ew, hukumeta herêma Kurdistanê
hê jî bi resmî nasnakin û di gotinên xwe da serokê herêma Kurdistanê
Mesud Barzanî wek serokê PDK’ê binav dikin. Çapemenîya Tirka jî
di vî warî da mîna dewletê difikire û di nuçeyên xwe da behsa serokatîya
wî ya Kurdistanê nakê.
Serokê Dewleta Iraq a Federal Celal Talabanî jî zîyareta
Mesud Barzanî ya Amerikayê ji bo naskirina Kurdistanê gavek dîrokî
dibîne. Talabani, di hevpeyvîna ku rojnamevanê Tirk Ilknur Cevîk
pê ra çêkirîye, zîyaretê Mesut Barzanî waha şirove dike: „
Serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Emerîkayê îtiraf û
naskirina herêma Kurdistana Iraqê ye û ev cara pêşiyê ye ko
serokê herêma Kurdistanê di asteka wiha bilind de ji aliyê serokê
Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ve têt pêşwazî kirin.“
Ev jî mesaja Serokê Iraqê Celal Talabanî ye, ji bo dewletên
herêmê.
Wusa tê xuyakirin, ev zîyaret û tesîra wê di rojên pêş da,
bi taybetî di rojeva dewletên derdora Iraqê da cîh digre û tê şirovekirin.
Lê
netîca wê jî ji îro va tê xuyakirin ku ew jî qebulkirina meşruîyet
û resmîyeta Kurdistana Başur e. Tu rêyekî din ji
bo wan tune.
26.10.2005
[email protected]
|