Kingê
ku berf bibare û kurşe bigre, Resul û kap a gur dikeve bîra
min.
Resul
mirovekî çirokvan bû. Di çîrokên xwe da mutlaqa qala xwe dikir û
jîyana xwe pê va girê di da. Ji bo wê yekê jî çîrokvantîya wî zêde
bi qedr û qîmet ne bu. Wî jî tu li tiştekî wisa mêze nedikir.
Li kîderê cimaatekî bidîta, gorî rewşa wir dest bi çîrokekî
dikir û guhdarvanên dora xwe mest dikir. Pirs dibir danî, di nav
guhdarvanan da bê şik ji xwe ra şahidek jî didît û çîroka
xwe diqedand.
Resul rojekî zivistanê li gundê me, bibu mêvan. Evarê li dora Resul cemaata
gund tov bibu. Hemu kes bi dil û can guhdarîya Resul dikirin. Resul
pir kêfxweş bu û çîrok li ser çîrokan digot.
Evarekî pirs hat ser nêçîrvanîya Resul.
Resul dest pêkir û got:
- Çend roj berê ez li gund, li ser xanî sekinibûm. Min bala xwe dayê gureki
har li rextê gundê me berbi çîyê diçe. Ez bi lez û bez peyayî malê
bum, çûm oda mêran. Bêşlîya Alman ji nav histêrê nivîna derxist, gule tijî kir
û derketim ser xanî. Li ser xani min çok da û nişan girt. Bê derew, navbera min û gur da ez
bêjim pêncsed, hun bêjin hezar mêtro hebu. Min nişan girt û tilîya xwe avêt tetika bêşlîyê.
Gulle çu li lingê gur ket, gur hevekî tewişî û lê dîsa ber bi çîyê bi revşekî acep revîya û lazek şûnda winda bû. Piştra, ez ji ser xani peyabum, çum li malê
lekanê xwe yê berfê kir
pê û li pê gur ketim. Waxta kû ez çûm cîyê kû gur bi tesîra gula
min tewişî bibu, min mêze kir ez çi bibînim: Gula
ku min berdabu gur, li çoka gur keti bu û kapa gur ji çoka wî firya
bu, bi qewlê Pêxabmer çubu li ser buzê mir hatibu. Min kap girt,
gavekî li wir sekinîm û çavê xwe li der dora xwe gerand. Lê gurê
me zuda rêça xwe winda kiri bu. Ez jî bi kor û poşmam
şunda vegerîyam gund. Lê heya iro jî ew gurê topal ji bîra
min derneket. Min ji bo bîranîna wê demê kapa gur tu ne da zarokan.
Min ew hê li malê hilda ye û wesîyet kirîye ku tevî beşlîya
min ji nebîyê min ra bimînin.
- Mirovekî ji cemaatê musade xwest û got:
- Xalê Resul, çend roj berê ez li ber derîyê me sekinibûm. Li serê Topa Şehit tişteki bala min kişand. Min dirbun ani, lê mêze kir kû ez çi bibînim. Gureki topal hêdi hêdi ber bi çîyê diçe. Gelo ew gurê ku te gule berdabuyê ew nebe ?
Resul :
- Hah rihmet li dê û bavê te. Te neditîya we ê bigota, gello Resul derewa
dike.
Pilqîni ket cemaatê, lê tu xema Resul nebû. Lewra nav cimaatê da şahidek wî hebû.
24'ê Sibatê 2005
|