Salên
çûyî da li
herêmek Kurdistanê navbera yêkî yêrli
û mihacirek da şer derketi
bu. Piştra hemû yêrlî û mihacir bibûn dijminê hev.
Yê ku hevdu
nas bikin nekin, hemu yêrlî
û mihacirê wê
hêlê bi hevra dijminatîyê
dikirin. Mihacir kêm bun û ji
yêrlîyan jî
ditirsîyan. Mesele wisa belav bibu
ku, yêrlî waxta derdiketin rêwîtîyê perçekek
kulav bi xwe ra
digerandin. Eger
li ser rêyekî
rasti mirovek
xerîb bihatana, perçê kulav
ji cêva xwe
derdixistin û ravayê mirovê xerib didan
û dipirsîn.
Eger bersiva wî kulav
ba mesele tune
bu, lê bersiv kulêv
ba, yêrlî
fêm dikir ku
ev mihacire
û heqê wî kuştine.
Ev şerê navbera
yêrlî û mihaciran
derketi bu, bi salan berdewam kir. Li wê heremê pevçuna du kurda bu sebebê kuştin û tadekirina gelek mirovan. Gorî yêrlîya
hemû mihacir
dijmin bun, gorî
mihaciran jî hemû yêrli. Salan
şunda mihacir
û yêrlî xetayê xwe
dîtin u li hev hatin. Lê
mesela kulav
û kulêv hê li
wê heremê tê qisedan.
Ew neyartî
û dijminatî, îro di navbera
hemû kurdan da bi rewşekî cuda berdewam dike û roj bi roj zirarê dide hemû
kurda.
Ev nexweşî
di navbera hêzên
kurda da roj bi roj zêde dibe. Ne hêzek rastîya hêzekî din qebul dike,
ne jî xetayên
xwe hebe, dibîne. Her hêzek, xwe herî mezin
dihesibîne û gorî
wê propaganda xwe
di ke. Lê ev ne tiştekî acêb
e, mirov wana
fêm dike, ku
ev sîyaset e. Sîyaset, wek yek
û yek mîna me ne be jî,
li hemû civatê
din da jî cuda nîne.
Lê ev nexweşîya
ku navbera rewşenbîr
û hunermendên kurdan da heye, mirov wî
fêm nake.
Ne hatîye dîtinê ku,
rewşenbîrekî
kurd xênjî xwe kesî
rewşenbîr bibîne,
Lê her kes xwe
rewşenbîr dihesibîne.
Hunermendê kurdan jî wisa
ne. Mesela, kî
di cemiatekî da kulamek bibêje, xwe hunermendê
herî mezin dihesibîne û xenjî
xwe tu kesî hunermend
qebul nake.
Tu kesek li rastî
û zanatîyê jî
mêze nake. Rasti,
eger wî gotibe,
rast e. Huner, eger
kirina wî be, huner
e.
Ji vê nexweşîyê ye
ku îro di jîyana me hemû
kurdan da tu kuralek
hevbeş nîne.
Ev bêkurali di warê rezimana kurdî da ji hê
berdewam dike.
Yê ku kurdî
dinivîsînin, gorî
dîtina xwe, an jî gorî kurdîya
herêma xwe qeydeyek derdixin û xwe otorite îlan
dikin.
Loma,
ne tu kes rojnama
kesi dixwîne, ne hunermendek xenci xwe guhdari hunermendek,
ne jî nivîskarek tenezulî xebatên niviskarekî din dike. Gorî
piranîya nivîskaran,
hemû niviskarên din pirtukê xwe
an ji kesên
din dizîne, an jî fasa fîso
ne.
Ji bo vê yekê jî,
yekitîyek netewî
di navbera nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurda da çênebû ye. Yê ku
hatine sazkirin
jî,
yekrengin e.
Yekitîya
ku di vî warî
de were sazkirin, ne tene li ser
hêzên kurda, ewê li ser
civata kurda da
ji tesirek baş çêbike û her
alî da civata kurd pêşve
bibe.
20 Adarê
2004
|