Daxwaza mafên perwerdekirina zmanê zikmakî, di bernamên hemû
partî û hêzên kurd da xwedî cîyekî girînge.
Sedem vê yekê gelek partîyên legal û komel sirf ji bo vê
daxwazê li Turkîyê hatin girtin û revêbirên wan hatin cezakirin.
Ji van yek jî sendîqaya mamosteyên Tirk Eğitim-Sen
e. Dawa ku derheqê Eğitim- Senê
de vebuye hê berdewam dike.
Salên borî bi tesîra Yekitîya Europa, Dewleta Tirk hinek
gav avêtin û li Turkîyê serbestîyek ji bo hînbuna zimanê kurdî çêbu.
Piştra hinek bajarên kurd de qursên taybetî hatin vekirin.
Lê ew îro yeko yek tên girtin. Sebebê girtina wan dewleta Tirk nîne,
sebeb realîta me ye…
Rojnama Zaman roja 3’ê Gulanê nûçeyek weşandibu. Di
wê nûçeyê de dihat gotin ku, duh sal berê, li Istanbul, Edene, Diyarbekir,
Urfa, Wan, Batman û Kiziltepe qursên zmanê kurdî vebun. Qursa Edenê
hat girtin, ê din jî alî aborîda tengasîyên wan hene.
Xwedîyê qursa Edenê Abdurrahman Bakir, bo girtina qursê kêmasîya
beşdarwanan nişan dide.
Gorî mudurê qursa Diyarbekir Suleyman Yildiz, wan ji 14 Ilonê
2004 virda 216 sertifika dane û vî hêjmarê jî ji bo bajarê Diyarbekir
kemasîyek mezin dibîne.
Mudurê qursa Urfayê Ömer
Kurt ji bo qursê, kêmasîya mamosteyan işaret dike.
Mamosteyê qursa Batmanê Zubeyir Çelik jî dibêje, ji duh sal
virda 150 sertîfika tenê dane.
Wexta ku tê rojevê, hemû kurd iro jî li her derê daxwazên
xwe yên ji bo mafên perwerdekirina zimanê zikmakî tinin zman û ji
bo vê yekê dewleta Tirk şermezar dikin.
Di hemû daxuyanîyê partîyên kurd, ê ku hê di bin erdê da
jî, ev daxwaz ciyekî grîng digre û kîngê ji bo meseleyek daxuyanîyek
binivîsînin, bê îstisna qala vê meseleyê jî dikin.
Lê belê ji duh salan vir de, li gelek bajarên kurd qursên
taybetî vebun, îro hêdî hêdî tên girtin. Lê tu dengek ji kesî dernakeve.
Wexta kû dewleta Tirk ji bo pervazên derî, an jî boyax û
badana cîhên qursan proplem derdixist, ê ku destê wan qelem digirt,
di rojname û kovarên xwe da bi mehan ev propogande dikirin.
Piştî vebuna wan piranîya hêz û organîzasyonên kurd
ne li bajarek qursek vekirin ne jî alîkarîya ê vebune kirin. Ji
bo qursên vebune jî, bi hezaran qilif dîtin û xwe durve girtin.
Hinekên wan vê serbestîyê hê jî rexne dikin û dibêjin, „bila
dewlet bi vê serbestîyê me nexapîne, ew mecbure ji me ra mekteba
jî veke.“
Raste, ev qursên taybetî, ji bo perwerdekirina zmanê kurdî
ne besin, lê ji bo hînbuna ziman dîsa ji qezencek mezinin. Bese
ku em wan baş bikarbînin.
Alîyê din, hê gelek kes bi dewlemendîya zmanê kurdî xwe dixapînin
û dibêjin, „zmanê me zmanekî dewlemend e, bi hêsanî nayê jibîrkirin.“
Dewlemendîya zimanê kurdî tiştekî rast e, lê belê heya
dawîya dinê jî bi vî awayî nikare xwe biparêze. Heya îro di civatê
ta pêşveçunek mîna salên derbasbuyîda çênebibu. Têkilîya bajar
û gundan zêde ne bûn. Li her gundekî da mektebek tune bu. Televîzyonê
bidin alîkî, radyo tunebun. Cîyê ku radyo hebun, wan jî sirf ji
bo radyoya Êrîvanê û xeberên ajansa vedikirin ku, bila pîl zêde
neçin.
Gori qedexekirinê, dîsa ji zarok bi zimanê xweyên zikmakî
diaxifîn û heya dest bi mektebê dikirin, tu kelimeyek tirkî xebernedidan.
Lê îro rewş ne wusa ye. Ne ku zarokên bajaran,
ê ku li gundan dijîn, piranîyan wan bi dê û bavên xwe
ra tirkî xeberdidin.
Şertên irôyîn
de ne tenê zimanê gelên bindest, zimanên xwedî dewlet jî roj bi
roj bin tesîra zimanê dewlemend de dihelin. Ji bo vê yekê jî, ji
îro şunde dewlemendîya zimanek ji bo jîyandina wî tenê ne bese.
Gelo ew partîyen ku bi navên mezin hatine damezrandin û xwe
bi hêz û quwet dihesibînin, xwedî daxwazên xwêyên ji bo zmanê zikmakî
derkevin û gavên pratîk bavêjin, ji bo pêşerojê daha tişteki
baş nakin?
Ez ditirsim, ê ku îro qîmetên nadin qursên taybetî, sibê
ku dewlet ji bo perwerdekirina ziman mekteban jî veke, ewê bêjin;
„ji bo hinbuna ziman vekirina mekteban tenê ne bese, bila dewlet
ji bo vê yekê xwendevanan jî bibîne.“
25.05.2005
|