Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îroyîn
da (12 Hezîran 2005) ji bo çar salan Mesûd Barzanî
wekî serokê Kurdistanê hilbijart. Bi vî karê xweyê dîrokî, daxwaza
Ehmedê Xanî ku sêsed sal berê ji bo gelê Kurd xwestibu, anî cîh.
Ji îro şunda gelê Kurd êdî ne bê xwedîye.
Ehmedê
Xanî di destana Mem û Zîn da li ser belengazî û bê xwedîtîya gelê
Kurd wiha nivîsî bû.
„Eger
hebûya
ji bo me padişahek
Xwedê
lîyaq bidîya ji bo wî kulahek
û bihata dîýarkirin ji bo wî wextek
eşkera eşkera dê vebubûya ji bo me bextek
….
em’ê nebûna belengaz û xizan, bindest
û bin ferman
zorbirî û stuxwarên Tirkan û Eceman“
Ji vê
daxwaza Ehmedê Xanî heta niha gelê Kurd ji ber vê bêxwedîtîyê û bê dewletîyê
gelek eş û derd kişand. Welatê wî hat parçekirin. Kilam û stranên wî, ziman û nasnameya wî hate qedexekirin.
Lê îro, li parçeyek tenê be jî gelê Kurd azad e. Xwedî dewlet û xwedî serok
e. Sedem vê yekê roja îro, roja 12ê Hezîranê ji bo gelê Kurd rojekî
dîrokîye. Parlamentoya Kurdistanê Kek Mesûd Barzanî ji bo serokatîya
Kurdistana Başur
hilbijart. Lê belê xewna wî, wek mîna xewna gelê Kurd ji Başûrê
Kurdistanê mezintir e.
Serokatîya
wî li hemû gelê Kurd û seranserê Kurdistanê
pîroz be.
12
Hezîran 2005
|