Wek mîsal tê gotin. Zemanên
berê mirovek kurd dixwaze dewlemend be, lê dinhêre ku ev bi xebatê
jî nabe. Ji bo dewlemendîyê bawerîya xwe winda nake. Rêyek din dicêribîne.
Ji sibê heta êvarê radibe, rudinê dua dike û ji Xwedê mal û milk
dixwaze. Dawîya duayên xwe da dibêje:
- Xwedayê min heger tu mal
û milk bidî min û ez dewlemend bim, ezê ji sibê heta evarê tu kar
û barekî nekim, heta dawîya emrê xwe ji te ra ibadet bikim û rêça
ku te ravayê me dayê, tê da biçim.
Hun jî dizanin Xwede li her
derê hazir û nazir e. Dengê mirovê meyê kurd jî diçe Xwedê. Çawa
ku tu kes badilhewa tiştekî nade kesi, Xwedê jî wusa ye. Sedem
vê yekê Xwedê serîda dixwaze qulê xwe yê belengaz bicêribîne. Gazî
Cebraîl dike û jê ra dibêje:
- Here ba felankesê silava
min jê ra bêje. Ez daxwaza wî ya ji bo dewlemendîyê qebul dikim,
çiqas ku dixwaze mal û milk jî didimê.
Lê ji bo wî yek şertek min heye; ji daxwaza wî dehan
yekî jî didim cîranê wî.
Cebraîl radibe bi rê dikeve,
diçe ba mirove meyê kurd. Berê silava Xwedê jê ra dibêje. Kurdê
me bi mizgînîya Cebrail ji şabunê nizane çi bike? Ji kêfê devê
wî digihêje guhê wî. Lê wexta ku Cebraîl şertê Xwedê jê ra
dibêje, ne ji şabuna wî ne
jî ji kêfa tu eser namîne. Hinek difikire, nişkêva ji cîyê
xwe qildibe û biryara xwe ji Cebraîl ra dibêje:
- Ja Cebraîl, silavên min
ji Xwedê ra bêje, ez daxwaza xwe ya dewlemendîyê şun va digrim.
Min ji bo xwe mal û milk xwestibu, cîranê min ji ku derket. Ez ne
hewceyê mal û milkê bi şert û şurt im. Ez ne tiştekî dixwazim,
ne jî bila Xwedê ji dehan yekî bide cîranê min.
Ev mesele ji bo dijwarîya Xwedê
neyê fêmkirin. Ev mîsal bi taybetî ji teref melle û dîndarên kurd
dihat gotin. Min jî ev ji meleyek bihîst. Lê ev mîsal iro jî, ji
bo me hemûyan rastîyek balkêş tîne ziman.
Ev şertê ku Xwedê ji bo
dewlemendîya mirovê kurd dide pêş, ji bo jîyana me hemûyan
pivanek e. Lê me ev pîvan ne warê dewlemendîyêda, ne jî karê xweyên
dinda neda ber çav. Ji bo
wê yekê jî em roj bi roj ji hev durketin, têkilîyên meyên hevaltî
kêm bun, navbera me da hesûdî û dijminatî zêde bu.
Heger me tiştên kû ji bo
xwe dixwest, ji dehan yekê wî ji bo heval û cîranên xwe jî bixwesta
em îro di vê merhelê da nediman.
Qasî ku me xeta û guneyên hevalên
xwe didît, xeta û gunekarîya xwe jî bidîta, ev dubendîtîya ku hê
di mêjuyê me da dilive, ne dima.
Lê me wusa nekir. Di her meseleyên
şexsî yan jî civakî de pivana me, yan reş yan jî spî bû.
Ji bo me tiştek yan rast,
yan jî xelet bu. Me her tiştî wek du rengî
dît. Ne tenê bi hezran tonên rengan, me rengên sereke jî neda berçavê
xwe.
Me kêmasyîyen xweyên rojane
ji bîr dikir, lê kêmasîyên ku hevalên me salan berê kiribû, herdem
li ruyê wî dixist.
Me xeletîyên hêz û partîyên
xwe rast, rastîyên hêz û partîyên din xelet nişan dida.
Me xwe û hevalên xwe welatparêz,
yên wek mina me nedifikirîn, xayîn û caş dihesiband.
Hevalê kû ji me durdiketin,
me wan xayîn, yan jî westok binavdikir, yên ji hêz û partîyên din
durketin ber bi medihatin, ji bo me nişkêva dibûn welatparêzên
herî mezin.
Ê kû hevalên xwe yên durketi
tade dikirin, gorî me dîktator û birakuj bun, lê tadeya ku me li
hevalên xwe yê ji me digetîyan dikir, nave wî dibu ders!.
Rewşa me ya
iro çawa ye?
Wek tê xuyakirin, hê
guhartinek baş çênebuye û wek mîna berê
ye.
|