Keleşê
me, li Ewrupayê bajar bi bajar, dewlet bi dewlet digere. Hemu xerc
u mesrefê wî jî, partya wî dide. Heval u hogîr li benda gelek berjewendî
u berhemên Keleş in. Lê Keleşê gewr, Ewrupa teng dibîne.
Bêhna wî diçike. Keleş, mirovek girtîye. Zu bi zu li gel tu
kes dostanîyê danayne. Lewra her tim bi tenêye. Yek hevalê wî heye,
ew jî, ew bi xwe ye. Gelek ji xwe hez dike. Bixwe ve kubar e. Ji
xwe qail e. Car caran ku diçe ber aynê, li xwe mêze dike, dilşa
dibe, xwe, pîroz dike. Dibêje: Ev fistanê gulgevezo tev ezo.? Feleka
wî, vê demê jê re, yar e. Çî bixwaze li ber destan e. Çî b"je
wekî ferman e. Wekî din ji xwedayê alemê çî bixwaze.? Lê, dîsa jî
Keleş, têr nabe, çavên wî, têrbar nabin. Tiştên mezintir
dawe dike u weha dibêje:
''Ey heval u hogirên
gêj u mat
Ma hun nabînin ku, demame hat
We bo çî min li vira gîrtîye bê xebat
Lazime bi sosyalîzmê em bikin tebat. ''
Dîtin ku Keleş
li ser sosyalîzm u marksîzmê, dixwaze bibe pispor u lêzan. Hevalan
ketin xebatek kur ku, ka gelo çawa bikaribin wî bişeynin welatê
sosyalîzmê. Li gel çend rêxistinên dost, pêwendîyan danîn. Rêyek
ji Keleş efendî re dîtin u wî şandin Sovyetê. Gotin jê
re:
''Lo Keleş,
bab u bira Sovyet sar e miqayetê xwe be
Tu ji bo me gelek giringî, haya te ji te be
Xwe baş perwerde bike u dîsa li me vegere
Îhtîyaca vî gelê bindest gelek bi te heye. ''
Keleş bi nav
u karîyerê partyayê çu Sovyetê. Li wir jî, gelek qedr u qîmet danê.
Heval li benda wî bun ku her tim miqalayan binivse li ser sosyalîzm
u xelasîya gelên bindest. Lê roj borîn, meh borîn, heta sal borîn
tu deng ji Keleş nehat. Kesî pêşna wî negirt. Hevalên
wi, mereqa wî kirîn. Paşî, qirar dan ku, gazî bikin ku paşve
were. Gotin: Keleş, were li welatê xwe vegere. Xwişk u
bira lêvya tene, dilê wan tim kesere. Gel u millet li benda tene.
Çavê wan li rewşa teye. Were , ronî bike mala me, ku sîpî bibe
bextê me. ''
Dema
ku Keleş dît, vaye hevalan bêrîya wî kirine, xwe da hev u siwar
bu hat. Çendek lî welatek Evrupî ma. Gotin ka bêje: Di turê te de
çî heye çî tuneye. Bîne raxe em jê feydeyek bîbînin. Ewî her digot
temam u temam, lê ne dihat ew zeman ku turê xwe vala bike, raxe
ka gelo çî têde heye u çî tuneye. Paşî gote hevalan: Ez ji
vî welatî bêzar bum. Min bîşeynin cîyek din. Gotin başe
u paşî wî şandin. Got ezê niha gelek tiştên baş
u ciwan binivsînim ji were. Gotin gotina te ser serême u çavê me
ye.
Dîsa wextek dirêj
borî. Lê dengê Keleş dernehat. Gotin vê carê çiye derdê te
ya Keleş. Keleş cewaba wan da, weha got:
''Hevalno. ! hun
hemî di nav nivînên germ de li tenişta jinên xwe ne
Ma hun dizanîn ku weha bi tenê ez di çî halî deme
Gelo nayê bira we ku vaye wexta daweta min e
Omrê min derbas bu di ber kar u barê we
Nabêjin ku em Keleş
bi zewicînin qet yek ji we
Weha tenê bî serê xwe, tişt ji min nayên dere
Jinek ji min re bînin , paşî ezê binivîsim jî were
Dena tu karek ku hun ji min divên , naçe sere. ''
Gotin başe Keleş,
fermo bizewice. Keleş got: Lê bi kî re. Gotin vane gelek kes
hene li dor u tirafên me, yekî ji wan bibjêre ji xwere. Keleş
got: Ez nikarim bi tu kesi re pêwendî daynim. Lazime hun vê
wezîfeyê jî, bikar bînin jî min re. Lê tasa serê hevalan avêt, hêrs
bun ji Keleşre, pêra qirên kirin, gotin erwqas jî, şerme,
ma em xulam u bendeyê tene. Her yek ji me xwedî jina nin digel çend
hevalê xwe, tu ji wekame bibîne yekî ji xwere. Paşî çend rojan
Keleş cuda bu, got ji îro u pêda ne qabile ku ez bixebitim
ji were. Lê da çu ser karê xwe, ber mala xwe. Salek borî, Keleş
gelek tişt nivîsîn ji xelk u alemê re. Dost u hevalên wi ên
berê ji, mane bi sarîya xwere.
|