Keleş li welêt,
mektebê kuta dike, sedem şerten ne edilî, nikane here
zongoyê. Linav koma heval u hogira xwe zana u hostayê sîyasetê hisab
dike. Bi şev u bi roj di kar u barê rêxistinê de dixebite,
hetanî ku grêya wî ber heçik bikeve. Dost u heval jî, temaşe
dikin ku ev xortê lewend, gelek jêhatîye. Gazî wî Evrupayê dikin.
Dibêjin tu xortek jêhatî u lihevhatîyî, hemin li welêt jî, lidu
dewlet li du teye, hema zu bikeve rê u were Evrupayê. Keleş,
serê xwe nizim dike, dibêje: Wekî din wê kî li welêt şuna min
tije bike. Dibêjin: Feyde nake, tu were, lewra tu ji bome gelek
giringî. Keleş jî, dibêje: madem ku partî weha biryar daye,
em mecburin qebul bikin. Paşî, jî, qebul dîke. Ya rast jî ewe
ku Keleş ji, do ve hazirî wî tiştî bu, lê rol dikir, hetanî
ku karê wî here serî.
Partî, di wan hal
u mercên dijwar de, di wê dema teng u tengasî de, bi hemu hêz u
imkanên xwe ve, rê ji Keleş re vedike u wî dikşîne Evrupayê.
Keleş bi imkanatên partîyê diçe Evrupayê. Dibêjin:
''Mereheba Keleş,
bi xêr hatî nav bira u pismama
Mereq neke êdî tirs
u xeter lî durê tema
Vira Evrupaye, dimîne
mum u şema
Êrê, tu hatî xurbetê,
lê neke xema
Ev jîyana bê fesal
e, îro li hundir, sibê li derve
Mirov, li vira zu
şaş dibî, haya te ji te be
Zerîn u çavşîn
gelekin, ji wana bawer neke
Tu hêvîya gel î, vî, tucar ji bîr nebe.''
Keleş, vedigere
koma hevalan u wan rexne dike. Paşî, hinek xwe di xeyîdîne.
Bi tewrek payebilind.:
''Hun lî gel kî ne,
gelî hevalan, hişê we li serê we ye
Ma iro ku gel dibin
zilmê de, şahîne karê me ye
Yan, ji we, were
ku Keleş, hêj xortek xame ye
Carek din ez ne bîsim,
ev tişt li we qedexe ye.''
Heval u hogir şermezar
dibin, diçin cem Keleş dibêjin: Efu kekê delal. Bibore. Me
bi te re bê sîyanetîyê kir. Qisura me mêze neke. Tu mirovek zanayi,
tikaye me bibexşîne.
Roja din Keleş
diçe hizura serok u rêberan, ta ku wan nas bike. Rêber jêre bixêr
hatinê dikin. Pê re, hinek qise dikin. Di bînîn ku Keleş mirovek
li ser xwe ye. Qerar didin ku karek di rêxistinêde bispêrine wî.
''Ey Keleş,
baş ku tu hatî, em bi hatina te kêfxweş in
Ji îro u pê de, êdi
emê li gel hev bimeş in
Kes yeka te nake
didu, rojên pêş pir xweş in
Karê herkesi yek
u didone, yême bêje ku sed u şeş in.''
Li Evrupa sal u zeman
derbas dibin, Keleş roj bi roj derdikeve pêş, heval u
hogiran di hesîdîne. Mal u xanêk baş jêre amade dikin. Her
meh cêba wî, bi dolar u marqa tije dikin. Jîyana Keleş roj
bi roj xweştir dibe. Ew jî, her carek tiştek din
di xwaze u hema tînin cî. Rojek Keleş dibêje ez lî vî bajêrî
westîyam filan bajêr çawane hun min bîşeynin wir. Ez dibînim
ku kar u barên me li wê kême. Hevalên wêderê jî, parîyek sistin.
Ya baş ewe ku ez herim wira u wêderê sererast bikim.
Pêşnîyara Keleş
ji alîyê rêberan ve tê nirxandin, u paşî jî, tê qebul kirin.
Lê wextê me nema. Emê di jimareyek din de, qala Keleş
u bajêrê teze bikin. Niha bi xatirê we. Haya we, ji we hebe, serborîye
we u Keleşo ne bin yek.
|