Keleşê me vê
carê jî, bi arîkarîya zirbabên
xwe u bî buyerek dengîn partya xwe karî bike ser kar u iqtîdar. Berî bîst salan daketibu gelîyê Qibrîsê, bi dar u kopalê xwe ve, erd u axa xelkê dagîr kirîbu ku van rojan ew
jî, ji dest çu. Di wan rojan de navek xweşîk lê dabun
ku tu kes binavê eslî gazî wî nedîkîr.
Herkes jê re digot ''Keleşêqemer'' lê em dibêjin ''Keleşgewro''
lewra di van rojên dawîyê de bu gur u kete du pezê navwelat.
Keleşêgewr, bi nav u dengê xwe, gelek difirîya u kubarîyê dikir. Ta ku bayek nu dest pêkir koşk u seraya
wî hîlweşîya, tarumar
bu, malwêran bu u ji rojevê ket, bu xwelî.
Paşî jî, ji
hola sîyasetê paşve kîşîya u xwe da ber rehma xwedê.
Hemu rojan Keleş
u Wefaî, digel hev şêwr
u mişêwre dikirin. Li
ser paşerojên welat hur u kur u dur di fîkiryan. Paşî pêşnîyarên xwe,
dibirin dîwana zirbaban u pêşkêşê wan dikirin. Zirbaban ji, qayîlbun u razîbuna xwe diyar dîkîrin. Keleş vedigerî konê xwe, axirîn
car ji, bi ''GEWRÊSITEWRÊ''
(Gewra bê dunda, ya sitewir)
dişêwrîya paşî bryarên xwe bi rêve dibir. Keleşo her weha Bextîyarî u Dewranî jî,
li tenişta xwe dabu runiştandin u wan li du xwe
kaş dikir. Keleş di wan rojan de, bi
gelek tiştan xemgîn dî bu.
Mina ku, digot şerîetxwaz
ha hatin ha hatin. Divê
zutirîn roj pêşî li wan bê girtin ku,
Zirbab hêrs nebin u wî u hevalbendên wî,
carek din ne avêjin Zincîrbozanê.
ango zindanê.
Lê, tirsa here mezin
a Keleş tevger u destkevtîyên kurda bu. Ew bi xwe jî, Kurd
bu, lê ji qewmê kewê bu. Dinya alem neyartîya esl u asasê wî, ango
qewmê wî dikir, lê ewî jî, neyartiya qewmê xwe dikir. Mirovek şîrheram
u bêesil bu. Qebul dikir ku Kurde. Lê digot ''Bab u kalê min Wisan
bun, lê elhemd u lilla u sed şikir ji xwedayê alêmê re ku ez
ne Kurd im. Lê gelek jî, ji Kurda di tirsîya. Berya bîst salan,
carek hate Bîtlîsê u êdî tobe kir ku carek din lingê xwe navêje
wî erd u aqari. Jê re dîgotîn:
''Ey Keleş ma
ne şerm e tu xeyidî jî navçe
Bab u kalên te, gelek
fêkî xwarin ji baxçe
Ma ne şerme
te xwe li qewmê xwe kirye neyar
Ku zevîyên te lî
erd u axa babê te mane beyar''
Keleş bi hêrs
u ture bersîv dida u derheqê vê babetê de bîr u raya xwe weha qal
dikir:
''Ey Wefaî, her kes
na, ma tu jî, nizanî
Ku ew kesên wê, na
bin ji min re yar , tu carî,
Qey ez ewqas bêmejî
me ku hilgirîm wî barî
Bi hêle, raneke ,
jî ser serê wan, vî darî
Hetanî em, derbaz
bibin, jî vî borî
Emê, kokê wan rakin
ji erdê, bi yekcarî.
Ku, tu wextek lî
gel me, ne karibin bikin neyarî
Ne başe, bo
wan dilgermî, her dem divê dijwarî. ''
Belê, her weha difikirî
Keleşêgewr. Ji, ya xwe, ne dihat xwarê. Lê tu tiştek li
li navçe ne bi kêfa wî bu. Gelek buyerên giring di qewîmîn ku Keleş,
xwe diçiritand. Dîyare, her av dî cîyê xwe de, di kişîya u
her tişt li ser qedera xwe di meşîya. Li herêmê, kevir
di lebitîn u axa binê pîyan di herikî. Keleş bi kul u bi xem
bu. Xemgînîya wî, diser u çavên wî de, xuya dikir. Kesên dora wî,
didîtin ku, roj bi roj, Keleş rengzer dibe, tîkên wî, zêde
dibin, xewa wi, nayê, hîşê wi, aqlê wi di reve. Lî ser vê yekê,
rojek Wefai, jê pirs kir u got:
''Ey Keleş,
Fatihê qibrîs, tu çima xemgîn î
Ma tîştek giring
heye ku tu ji min vedişêrî
Ka bêje derdê xwe
ku em bigerin li derman
Tenê işaret
bike, u bîde ferman.
Ezê her tiştî
çareser bikim heman
Lê, ji hinek tiştan
re lazime zeman
Ji bo pirsên biçuk
nekşîne kul u xeman
Ev dinya beredahîye,
tu ji, ruken be, bike seyran. ''
Lê kes bi derdê Keleş
ne dizanî, ka gelo çîye, çima , dikşîne kul u derd u xeman.
Lê wisa rengezer buye, çawan ku êşa zirav lê ketibî, ji kur
ve, kesera dikşîne, her tim dikşîna heywax. Keleş
gote Wefaî:
''Ey Wefai, tu dizanî
ka li ba min çend hêjayî
Min derdek heye ku
nayê bîra tu inanî
Ditirsim ku nemrim
u bibinim
Welatek çêbe bi navê
Kurdistanî. ''
|