Her
çend nav nam u unvanên Keleş hebin jî, disa ne besî wîne. Lewra
ew talibê hemu nav u dengane. Keleş baş dizane ku Kurd
civatek misliman in u zêde bi dînve gîrêdayîne, merheze dike ka
gelo ez çawa xwe zêdetîr li ber çavan şîrin bikim u gazî Wefai
dike:
''Ey Wefayî tu ji bo min
bab u birayî
Ka bêje min ev millet çawa
dibe çavgrêdayî
Ma ne ferze li ser me ji,
sefera hec
Eger tu rêk u pêk dibîni
hal u merc
Dagre jimere bi erzak du
xurc
Em berê xwe bidne kabeya
îslamê
Bila bi cî biminin minare
u birc.''
Wefaî, ku Keleş ji
re dibêje, ''Kî wefaye ew bab u biraye''li ser daxwazîya Keleşê
gewr, amadekarîyê dike u digel hev dikevin rê u berê xwe didin heccê.
Di rê de Keleş dibêje ''Yoldaşê min Wefaî, tu hêdî hêdî
bi meşe ezê, paşî bigêjime te. Wekî du satan Keleş
dimîne dereng. Paşî tê. Wefaî dibêjê:
''Ey Keleş tu mayî
li ku vaye sê saate ez mame li benda te
Ma hevaltî u yoldaşî
wiha erzane li gora te
Te ez kirim mîna dar, cavên
min man li rêya te
Çawa vê xedrê wiha qebul dike wujdana te.''
Keleş dibîne ku Wefaî
gelek hêrs u ture buye, sebeb u hicetek dertîne u dibêje: “Bira
bibore, u efu, ku ez derengî mam. Çend roje ku em seferîne. Nîmêj
li min bori bun, min wana qeza kir ku xwedayê alemê ji min re xêrek
binivsîne.''
Pîştî demek şunda,
vê carê Wefaî, desturê digre u diçe çar saatan nayê, dereng dimîne.
Dema ku hat dibîne ku Keleş mina har u dîn e. Ture u hêrs buye,
wexta ku xwe ji hev, biteqîne. Wefayî: ''Bibore Keleşê bira,
ez dizanim tu li benda min gelek westayî, ku ez bêjim ji tera, sebebê
dereng mana min, tu ê bêjî, aferîn Wefaî jî te ra. Lewra tu dibînî
ku ku ez mirovek nexweş u kalîm, çend sal dijîm, kengê dimrim,
nizanim. Min gelek gunehan kirdi ciwanîya xwe de, lê niha na xwazim,
bi wan gunehan herim dunya wî alî. Ez çum, min çen rekat nimêj kir.
Belku ez zu bimrim, yan jî, ji dest u pê bikevim, di rojên pêşde,
nimêj lî min ne mimkun bin. Min ji bo demên ayende nimêjan kir,
lewra ez dereng mam. ''Keleş: Hey bê aqil, ma xwedê nimêjên
ayende qebul dike.?
Wefayî: Çîma xwedê qerz
u deyna qebul dike ji bo te, u çîma ji bo min pêşîn qebul neke,
Keleş, hişê xwe bide serê xwe, neke karê xwedê tilya xwe.''
Wefayî u Keleş diçin,
digêjine ber dergê heccê. Polêz dibêje ji Keleş re: ''Ka veke
xurcên xwe, ez bibînim, te çî anîye li gel xwe. ''Keleşo xurca
yekan vedike ku tê de, goştê pehtî, fêkî, zerzewatên xwêkirî
u mezeyên taze hene. Polêz jê dipirse: Pismam, ev çîne.? Keleş:
Ez benî, tu dibînî, ku ez mirovek nexweş u kal u bi jan inm.
Ez wekî xelqê xwarin çêkirinê nikarim. Min ev tişt anîne ku
dema ez birçî bum, ji xurcê derînim u hazir bî xwim, zîkê xwe têr
kim. '' Polêz, paşî dibêje: Ka xurca mayîn ji veke, têde çî
heye, nîşanî min bide.'' Keleş, bêçare, xurcê vedike ku
tê de, çend şuşê ereq u şerabê hene. Polêz: Başe,
filankes ev çî ereq u şerab e.? Keleş: ''Biracan ne min
ji tere berê got ku ez mirovek kal u bê zarim. Ez nikarim mina herkesi
lî dara Kabeyê bigerim. Min van anîye ku ez vexwim, hem tênîtîya
bişkênim u hem jî, serêmin bigere u paşî, jî, Kabe li
dora min bi gere. ''Polêz:Ma seyda ev ereq çawa ku Quran di ferme
herame. Keleş birêzikek helbest cewabê didê.:
''Ki gotibe derewe, ku ereq
heram e,
Ereq baştîrin ilac
u derman e
Ji tiryê ku xwedê xulqandîye
hatîye meydane
Fermo tu jî vexwe keko,
ev ava hezma teaman e.''
Li ser vê gotubêjê Polêz
di temîne teamên di xurcên
Keleş, u dibêje jêre: Fermo, hec ji te re bê pere u beleş,
ey qencê xwedê Seydayê Keleş..
|