Merheba
gelî mêvana,
dibêjîn mêvan ji
mêvana aciz
xwehîyê malê ji
herdukan. Yê
me jî ev
behs e. Çend
roj berê ez li
ser computerê
digerîyam ew mal ya te ev
mal ya min, min pencereyek
dît ku gelek
kêfxweş bûm.
Bêjin ka çima?
Ez rastî malperek hatim jê re gotine
'NAVKURD' Halla halla...
Min got "gelo
ev kî
ye û ev çî ye?" Ez hur û kur û dur
li ser mijûlbûm,
vî alî wî
alî, min dit
ku tam li gora
min e. Sedema vê
yekê, min jî go "ezê mektubek ji
xweymal re bişeynim,
ka gelo çiqas
democrat e, gelo wê di
mal û perê xwe
de wê cîh bide min yan na?"
Paşî mala
camêr ava
be ji min re mektubek
şand û got "keremke Keleş bibe mêvanê me." Dîyar e niha
gelek radyo û televîzyon
û paparazî li
du min in. Hemû dem û wextên min dagirtîne jî, lê
min soz daye
wan camêran, eger
di mesela peran
de em li hev
bên, ezê di
vê malperê de binivsînim.
Ha,
hunê niha bêjin Keleş Efendî kî ye? Belê, heqê
we ye ku hûn
Keleş nas bikin.
Baş e, Keleş
kî ye?
Berî
her tiştî, Keleş Kurd e. Sedem ku mirovek
xweşvîn û xwîn
şîrin e, jê re dibêjin Keleşo. Tiştek nabe bila bêjin. Ez tu
car naxeyîdim. Lewra Keleş ez im, tu yî, ew
e, hûn in, em
in, ew in. Keleş li vir e, li
wir e, li derva
ye, li hundir
e, car car li xurbetê ye,
hinek caran
di nav sîyasetê de ye, niviskar e, hozan e, şair e, dengbêj e, sitranbêj e, tarîxzan e, ulimdar e, reşenbîr e, ronakbîr e, serdar e serok e, karker e, xebatkar e, karmend e, dewlemend e, zengîn e, feqir e.... Keleşo gelek kes û gelek tişt
e. Her tişt waxtek
xwe heye. Eger
emrê me wefa
bike emê huner û merîfetên Keleş raxin ber çavan. Keleş
neynik û eynika
civata me ye.
Keleşo babê
dost e, yar e, biraye, ronîya sera ye.
Ez dizanim nîha hûnê bêjin
baş e Keleşo ji
ku ye, ji
çî erdî ye,
ji kîjan eşîrî ye, xwegirtîyê kî ye,
li ser navê
kî dixebite,
ajan e, mît e, hevkar û şîrîkê kî ye, kî
van tiştan pê
dide nivsandin. Ê tabî heqê we
heye ku hûn
fikara bikin.
Lewra mirovek wiha
pir deng û pirreng û hertim bi şer û ceng, ne zû û ne dereng, divê mirov lê
bikeve şik
û gumana. Lê nebî
nebî jê nekin
lomana. Lewra
barê wî gelek
giran e. Şev
û roj xew lê heram
e. Ew di xem
û xeyala gelê xwe
de ye, ewil
derd û kulên Kurdan
paşî ji,
yê heftê û du milletên
dunyayê hemû
li situyê Keleş
de ye. Keleş
çar û yarê mirovantîyê
ye. Parêzgerê
heq û edaletê ye.
Keleşo ne xeberbêj
e, ne rojnamevan û ne jî
nuçeger e. Lê hemû
rojname û kovar
û radyo û televîzyon, li du wî ne, lê
digerin ka gelo serborîyek wî jê bigrin
û çap bikin.
Paparazî, gelek cara li ber
derê wî, radizên ka gelo
jê kelamek bigrin li ser
hal û ehwalê
dunyayê.
Me goti bû
Keleş hozan
û temburvan e. De temaşe bikin ka Keleşo
çawan dilewrîne,
çawa dilê mirovan
dişewitîne.
''Ey keleş wisan
bi çar gav
Bi ku de diçi
meş bi meş
Ma tu nabînî
ku tu peya yî
Lê hemû hempayên
te siwarê hespên beş
Raweste tasek
ava zelal vexwe
Ku em bêjin
noş be
sihet xweş
Gelo dîsa çi bû kî
kete tengasîyê
Ku te tevr
û bêra xwe hilgîrtîye
Li sengerê şer
de, dikî mêrxasîyê,
Xem nekin heja dilê xalê
xwe Keleş
Hetanî baş sor
nebe ne xweş e zebeş
Payê wan sosîn û beybûn û nêrgiz bin
Çima bavêjine
ber me gîya
û kelbeş
Ma em hemî
ne ji dê û babek in
Ku xwedê me xulqand ji
Adem û Hewwa
Em çima birçî
ne ew dixun
goştê bet û kewa?
Ev dewran wiha naçe, lê
nizanim çawa
Ezê malikê li wan wêran
bikim,
Ser û malê wan bidim badilhewa.''
Keleş dema hêrs dibe çavên wî
tarî dibin,
nizane ka çî
dibêje. Sedem
ku ji mala
Elo ye lewra
ji berê ve
bilûrvan e. Keleş
hinek caran jî,
diçe cem Wefayî û pêre şêwr
û mişêwre dike.
Wefayî, dostekî wî yê herî
baş e. Dema ku
zemanê wî were,
emê behsa Wefayî jî bikin.
Lê niha emê
fesla Keleşo
û Wefayî daynîn ser
dikê hetanî
çend rojan, ezê
taqîba Keleşo
bikim, bizanim ka çî bi serê
wî ve hatîye
û soz be carek din ezê
ji were qal
bikim. Niha
bimînin di xweşîyê de.
|