|
Kurdeki dilsoz
yê dema xwe: Seîdê Kurdî |
|
 |
Seîdê Kurdî; Bedîuzzeman Seîdê Norsî û navê herî naskirî
ya dûmahî jî Saîd Nursu...
Herdû navên pêşîn, navên ku Kurd lê daniye,
ew in. Navê dûmahiyê jî
yên ku xwestinê wî ji Kurdbûna wî dûr bixin, wana lê danînin.
Mixabin, yên ku navê wî danînin Saîd Nursu, bi ser jî ketine.
Welê bi ser ketine ku, niha li Tirkiyê ji terîqatên herî mezin ku
pêşengiya wî nijadperestên Tirka dikin yek jê jî Nurcî (Nurcu
Tarikatı) nin û ev terîqata navê xwe jî ji Seîdê Kurdî girtiye.
Navgirtina ev terîqatê ne girîng e; lê ew
bi xwe bêhurmetî li Seîdê Kurdî kirine û wî tehrîf kirine; ji Kurdayetiyê
dûr xistine. Bi raya min yê girîng ev e.
Seîdê Kurdî, merivekî xwende û pispor û ilmdarekî herî pêşketî
yê dema xwe bûyî. Her weha mafperestekî qenc ya
gelê xwe jî bûyî. Lê li hember vê şarezayî û zanabûna
wî, gelek Kurdên dilsoz, bi taybetî jî Kurdên me yên sosyalîst hê
jî yan Seîdê Kurdî nasnakin, yan jî wî tenê bi nasnama wî ya Islamî
dinasin û ew jî bi vê nêrîinên xwe ve wî ji Kurdbûna wî bêpar dikin;
ji mafperestiya Kurdî û ji Kurdayetî dûr dixin.
Bêgûman, her kes û her dîtinek, pêwîst e bi gor dema xwe bê şirovekirin.
Seîdê
Kurdî û xebatên wî yên li ser Kurdayetiyê jî, pêwîst e li gor dema
xwe û şert û mercên jiyana wê demê û jiyana ew
bi xwe têde bû bê şirovekirin. Ezê jî heta ji min bê,
weha bikim. Lê berî ku ez dest bi mijara xwe bikim,
dixwazim Seîdê Kurdî ji xwendevanan re bidim nasandîn.
Seîdê Kurdî, di sala 1881an de, li gundekî Bêdlîsê
ku bi ser Hîzanê ye, ango li gundê Norsê hatiye dinê. Navê
bavê wî Mîrza ye. Heta neh saliya xwe li
gund, li cem bavê xwe dimîne. Di neh saliya
xwe de ji gund vediqete û tê gundê ‘Tax’ ku dest bi xwendina xwe ya
medreseyê bike. Lê li medreseya Mele Mihemed Emînê ya li Taxê zêde namîne.
Bi feqiyên medresê re şer dike û vedigere gundê xwe. Demekî ji birayên xwe yê mezin dersan werdigre; dûra dere li gundê
Pîrmîs çendekî di medresa gund de dimîne û ji wê derê jî tê li cem
şêxên Hîzanê dersên xwe didomîne. Lê
xwendina xwe ya ku piştî wî îcazet werdigre, li Beyazidê, li
cem Şêx Mihemed Celalî temam dike.
Wekî tê zanîn ku feqiyên medreseyan ji bo
îdara medreseye û her weha ji bo îdara jiyana xwe ya rojane zekata
berhev dikin. Xwarinên xwe yên rojane, ango ratibên xwe jî ji gundiyan werdigrin.
Lê Seîdê Kurdî, yekî bi têrxîret e. Ji ber vê yekê jî berhevkirina
ratib û zekatan li xwe danayne. Tu car li nav gund li pêy ratiban nagere
û li pêy zekatan nakeve. Ev têrxîretiyê wî, heta dawiya jiyana wî
jî pêsîra wî bernade.
Seîdê Kurdî, di medresan de xwendinekî pir bi lez didomîne. Ango ji
xwendina xwe re gelek zîrek e; dikare pirtûkên herî bi rûpel ya medreseyê,
di nabeyna hefteyekî de jiber bike. Heta welê zîrek e ku, meleyên
ku ders didin wî demekî şunde dest pê dikin ji Seîdê Kurdî dersan
jî werdigrin.
Yek ji derdên Seîdê Kurdî jî ew e ku, ji bo Kurda medreseyekî bi nefşê
zankoyê (unîversîte), ango zankoyekî wekî El-Ehzera Misirê amade bike.
Xebata Medreseya Zehra ya li Wanê, xebatekî weha bûyî. Lê Dewleta
Osmanî ewil car îzna vê yekê nade. Pişt re Sultan Reşat
îzna vekirina Zankoya (Medreseya) Zehrayê dide. Lê wê demê jî Şerê
Yekemîn a Cîhanê destpê kiribû. Di şert û mercên dijwar ya wê
demê de, Zankoya Zehra jî demekî kurt dijî û dûra mecbûr dimîne deriyê
xwe digre.
Seîdê Kurdî berî ku Zankoya Zehrayê veke, tê Stenbolê jî. Li Stenbolê,
her çiqas li hember Saltanatê, dilxwazê azadî û serbestiya gelê Osmanî
be jî, dîsa li hember Jonturka radiweste; rexneyên tuj li Jonturka
digre. Sedemên rexneyên Seîdê Kurdî, dijwariya Jonturka ya li hemberî
dînê Islamê ye. Ew, dijwariya Xîlafet û Islamiyetê ji hev û du vediqetîne,
her du naxe, kefeyekî.
Seîdê Kurdî piştî ku tê Stembolê, daxwaznivîsekî dide Mabeynê
(nivîsgeha serayê) ku bigîje destê Abdulamîdê duyemîn. Ev daxwaznivîsa
Seîde Kurdî, di rojnama ‘Şark û Kurdistan’ de jî bi sernivîsa
“Kurd dîsa muhtac in” tê çapkirin. Daxwaznameya Seîde Kurdî bi Tirkî
hatiye nivîsîn û ew di daxwaznama xwe de bi taybetî li ser rewşa
hînkariya Kurda rawestiyaye. Seîdê Kurdî bi vê daxwaznameya xwe, hem
daxwaza hînkariyekî pêşketî
ya hemdem dike û hem jî hînkariya bi zimanê Kurdî derdixe pêş.
Seîdê Kurdî di daxwaznameya xwe de, ji Abdulhamîdê duyemîn daxwaza
vekirina sê medreseyên Kurdî dike û bi kurtî weha dibêje: Di medreseyên
Kurdistanê de incax zarokên ku bi Tirkî dizanin dikarin îstîfade bikin.
Mamosteyên ku hatine şandin, zimanên mehalî nizanin. Ji ber vê
yeke gelek zarokên Kurda ji xwendinê bêpar in. Ev jî dibe sedema tevlîhevî
û wahşetê. Ji bo vê yekê pêwîst e li Kurdistanê
sê medreseyên Kurdî bê vekirin. Qe nebe di van medreseyan de
xerca 150 xwendekar ji alî dewletê ve bê dayîn.
Lê Seîdê Kurdî çi dike xwe nagîhîne Abdulhamîd. Heta ji ber ku gotinên
‘bêperwa’ li hember Abdulhamîd serf dike, wî davêjin timarxaneyê û
dûra çendekî di zîndanê de jî dimîne. Piştî timarxanê û zîndanîkirin
û gelek teşqeleyên hwd. li Stenbolê dijî, carekî din vedigere
Kurdistanê û ev car destpê dike li nav eşîrên Kurda digere. Tiştên
ku niha wekî ‘Rîsale-î Nur’ tê zanîn, piranî axaftinên Seîdê Kurdî
ya wê demê nin.
Seîdê Kurdî, di Şerê Yekemîn a cîhanê de Cepha Şerqê de
beşdarî şer dibe. Di vî şerî de, ango di sala 1914an
de leşkerên Rus wî dîl digrin û nêzîkî du sal û nîvan li Rusyayê
girtî dimîne. Pişt re ji Rusyayê direve û carekî din tê Stembolê.
Seîdê Kurdî, li hember fetwayê Xîlafatê, dîsa jî alîkariya tevgera
Enadoliyê dike. Qasî ku em zanin, di sala 1920an de Mistefa Kemal
ji bo Meclîsa yekemîn banga Seîdê Kurdî jî dike. Lê ew demekî kurt
di Enqerê de dimîne û wazîfeyekî hilnagre; ango ew û Mistefa Kemal
bi hev nakin.
Piştî Enqerê, Seîdê Kurdî carekî din vedigere Kurdistanê û xebatên
xwe yên nav Kurda didomîne. Lê ev car ji ber Serîhildana Şêx
Seîd, wekî gelek pêşketiyên Kurda ew jî di sala 1925an de surgunê
Rojavayê dikin. Seîdê Kurdî, demekî dirêj li nahiya Isparta li Barlayê
dimîne. Axaftinên berê ya Saîdê Kurdî, di vê surguna wî de dibin ‘Rîsale-î
Nur’ û derbasî ser kaxizê dibin. Piştî nefîkirina Ispartayê,
ev car bi tawanbariya “daxwaza hilweşandina dewletê”, wî li Eskîşehîrê
dikin zîndanê û piştî zîndanê jî wî surgunê Qastamoniyê dikin.
Nêzîkî heşt sala li Qastamoniyê dimîne. Ji wir jî rêdikin zîndana
Denîzliyê û piştî çend mehan jî wî surgunî Emîrdaxê dikin.
Piştî surguna Emîrdaxê çend salekî serbest dimîne. Lê di sala
1948an de carekî din tê girtin û ev car wî dixin zîndana Afyonê. 20
mehan li zîndana Afyonê dimîne. Hukumeta Menderes, wî ji zîndanê derdixe. Lê Seîdê Kurdî
ji ber ku zor û zilma hukumeta Menderes jî tawanbar dike, zîndanîkirin
û surgunên Seîdê Kurdî carekî din destpê dike. Ev zîndanîkirin û surgunkirina
Seîdê Kurdî, heta sala 1960an didome.
Seîdê Kurdî, piştî jiyanekî dijwar, 23ê Adara 1960an de, dema
li Rihayê surgun bûyî jiyana xwe temam dike û diçe ser heqiya xwe.
Lê dewletê piştî
mirina wî jî wî rehet nahêle. Cuntaya leşkerî ya 1960an, gora
wî ya li Rihayê vedike û cesedê wî ji gorê derdixe dibe li ciyekî
ne diyar vedişêre. Ciyê gora Seîdê Kurdî heta niha jî naye zanîn.
Bêguman, Seîdê Kurdî ilimdarekî musluman e û di tevayî jiyana xwe
de, nêrînên xwe yên Islamî derxistiye pêş. Lê ew, herweha Kurdekî dilsoz jî bûye.
Her çiqas gelek nivîs û nêrînên wî ji alî nijadperestan ve bê tehrîbkirin
jî, îro em pê zanin ku, Seîdê Kurdî di gelek nivîsên xwe de mafê gelê
xwe jî parastiye û ji bo azadiya Kurdan xebitiye. Ango ew tu car,
Kurdbûna xwe ji nasnama xwe ya Islamî paşda negirtiye.
Wekî tê zanîn, Rojnama Hevkarî û Pêşketina Kurdan (Kürd Teavün
ve Teraki Gazetesi) di dawiya sala 1908an de dest bi weşana xwe
kiriye. Ev rojnama ku
bi pêşengiya Seyîd Abdulqadir ve li ser navê Komela Hevkarî û
Pêşketina Kurdan (Kürt Teavün ve Teraki Cemiyeti) hatiye çapkirin,
bi tevayî neh jimar derketiye. Jimara yekem ya rojnamê de nivîsekî
Seîdê Kurdî jî heye. Bêguman, ji bilî vê nivîsê gelek nivîsên wî yên
din jî ya li ser gelê Kurd henîn. Lê bi raya min ev nivîsa Saîdê Kurdî,
ya herî balkêş e.
Seîdê Kurdî, di vê nivîsê xwe de hem sê cewherên Kurda û hem jî sê neyarên
Kurda radixe ber çavan. Nivîs weha ye:
“Ey gelî Kurdan, îttîfaqê de qewet, îttîhadê de heyat, di biratiyê de seadet,
hukumetê de selamet heye. Kabika îttîhadê
û şerîta mehebbetê qewî bigirin, da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ez’ê tiştekî ji we ra bibêjim: Hûn bizanin
ku sê, sê cewhera me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yek Islamiyet,
ku hezar hezar xwîna şehîdan buhayê wê dane.
Ê diduwa însaniyet, ku lazim e em xwe nezera xelqê de bi xizmeta aqilî,
ciwamêranî û însaniyetê xwe nîşanî dinê bidin. Ê sisiyan mîlliyeta
me ye, ku meziyetê da me; ê berê, ku bi qenciya xwe sax in, em bi
karê xwe, bi hifza mîlliyeta xwe rûhê wan qebra wan de şad bikin.
“Piştî wê, sê dijminê me hene, me xirab dikin.
Yek feqîrtî ye, çil hezar hemalê Stembolê delîlê wî ye. Ê diduwan cehalet û bêxwendinî, ku hezar ji me da yek ‘qazete’ nikarin
bixwînin, delîla wê ye. Ê sisiyan dujminî û îxtîlaf e, ku ev
edawet qeweta me winda dike, me musteheqê terbiye dike û hukumet jî
ji bêînsafiya zulm li me dikir.
“Ku we ew sehkir, bizanin çara me ew e ku
em sê şurê elmas bi destê xwe bigirin, ta ku em her sê cewhera
xwe ji destê xwe nekin, her sê dujminê xwe ji ser xwe rakin.”
Seîdê Kurdî, dumahiya nivîsa xwe de bangekî li gelî Kurd jî dike û
di bangê de daxwaza hînkariya hemdem û hevgirtina hev û dû derdixe
pêş.
Ev Seîdê Kurdî ku me jê behskir, li Tirkiyê ji alî gelek kesan ve
tê naskirin. Li ser navê wî şev tên amadekirin.
Her sal roja mirina wî de mewlûdên mezin tên danîn.
Panêl, semîner û konferans tên çêkirin. Lê van çalakiyana,
piranî ‘Nurcu’yên Tirk ku her weha bi nêrînên xwe yên nijadperestî
ve jî tên naskirin, amade dikin û di van çalakiyan de yek peyvekî
li ser Kurdbûna Seîdê Kurdî nayê gotin. Qasî ku ez zanim, li nav Kurda
jî tenê derdorên kovara Nubiharê Kurdayetiya Seîdê Kurdî derdixe pêş
û ev derdora çend pirtûkên Seîdê Kurdî ku ji alî nijadperestên Tirk
ve hatibûn tehrîbkirin jî, wekî orjînala wî çapkirine.
Kî çi dibêje bila bêje, nêrîna kî çi dibe bila bibe, xwedî derketin
ne parastina ray û raman e. Lê tiştekî din jî heye ku, bingeha
herkesî ji pêşiyên wan tê. Seîdê Kurdî
jî, bingehekî Kurda ye. Ango Şêx Seîd, Seyît
Riza, Ihsan Nurî Paşa, Seyît Abdulkadir, Qazî Mihemed, Mele Mistefa
Barzanî ji bo Kurdên îro çi îfade dike, Seîdê Kurdî jî lazim e ji
bo Kurda wê îfade bike.
Çavkaniyên Nivîsê:
1. Kürt Teavün ve Teraki Gazetesi, Wergêra M. Emîn Bozarslan,
1998, Stockholm.
2. Peyîvên Pîçûk, Seîdê Norsî, Weşanên Nubihar, 1992, Stembol.
3. Bediüzzaman’ın Hayati,
Abdurahman Nursî, Weşanên Nûbihar, 1997, Stembol.
|
|
|