Hê jî dema li ser Kurdî û hebûna Kurda tê axaftin,
hinek hene dibêjin ku, “Eger Kurd doza mafê xwe dikin, wê çaxê ka
ziman û edebiyata wan, ka dîroka wan?”. Bê guman amanca vê nivîsê
ne ew e ku em îsbata Kurdî û dîrok û edebiyata Kurda li wan kes
û der û doran re bikin. Ji xwe ew jî ne bi awayekî zanyarî, lê bi
piranî awayekî siyasî ev pirsgirêka han dinirxînin. Eger di şirovekirina
dîrokê de esasekî zanyarî bê bijartin, an jî di lêkolîna dîroka
ziman û edebiyata Kurdî de rêberê lêkolînvanan zanistî be, ewê jî
bibînin ku, dîroka ziman û edebiyata Kurdî ji gelên dîn yê herêmê
ne kêmtir e; heta ji gelekan jî pêştetir e.
Tiştekî din a balkeş ev e: Her çiqas em
rexne li nêrînên ‘biyaniyan’ bigrin jî, lêkolîna edebiyata klasîk
a Kurdî, dîsa ewil car bi destê biyaniyan hatiye çêkirin û nivîsandin.
Yên lekolîna ziman û edebiyata Kurdî çêkirine, belge û destnivîsên
kevin ku cara ewil derxistine holê, lekolînvan û nivîskarên wekî
Alexander Jaba, Albert Socîn, M. B. Rudenko û Mînorskî nin. Helbet
pêwîst e bê gotin ku, ev tiştên em dibêjin piranî ji bo dema
destpêka sedsala 20a ye. Lê bi piranî ev 40-50 salên dawiyê, gelek
lêkolînvan û siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî li ser dîroka
ziman û edebiyata Kurdî xebitîne û gelek tiştên hêja jî afirandine.
Ev nivîsa jî, berhevkirinekî kurt yên ev hêjayan in ku berhemên
wan jî wekî çavkanî li jêr nivîsê hatine berçavkirin.
Tesîra ziman û çandê ya li ser edebiyata klasîk
Berhemên edebiyata klasîk di jiyana dîrokî
ya hemû gelan de bi ziman û çanda wî gelî ve pêşketiye û bi
parastina ziman û çanda wî gelî ve jî gêhîştiye roja me. Edebiyata
klasîk a Kurdî jî, ji vê yekê bêpar nîne. Ji alî din, dîroka destpêka
klasîkên Kurdî herî kêm dighîje hezar salî û gelek klasîkên Kurdî,
bi axaftin û gramera nivîsandina Kurdî ya bi roja me jî tê famkirin.
Wekî tê zanîn zimanê Kurdî beşekî zimanê Hînd
û Ewropayî ye û bi zimanê Farisî û Belucî û Afganî ve jî di nav
komekî de cîh digre. Ev koma zimanên navkirî, her weha wekî zimanên
Iranî jî tên zanîn. Di navbera Kurdî û zimanên herêmê yê serdest,
wekî Erebî û Tirkî de tu nêzîkbûnekî jî tuneye. Erebî, şaxekî
zimanê Samî ye; Tirkî jî di nav zimanên Ural-Altayê de cîhê xwe
girtiye.
Zimanê Kurdî bi çar zaravayê esasî gêhîştiye
roja me. Di nav van zaravayan de yê herî zêde tê axaftin, Kurmancî
ye. Zaravayên din jî Soranî, Zazakî û Goranî nin. Ev zaravayên Kurdî
ya bi navkirî, di hin herêman de bi navên din jî tên zanîn. Di van
herêman de ji bo Kurmancî, Bahdînî, Kurmanciya Jorîn û Şikakî
jî tên gotin. Her weha ji bo Zazakî, Dimilkî, Kirdaskî û Kirmanckî;
ji bo Soranî, Kurmanciya Jêrîn; ji bo Goranî jî Lurî, Lekî û Sincabî
tên gotin.
Berî ku em behsa edebiyata klasîk a Kurdî bikin, bi
awayekî kurt li ser pêşketina ziman û çandê û tesîra wî ya
li ser edebiyata klasîk a Kurdî jî rawestin. Tê zanîn ku, di pêşketina
ziman û çand de, tesîra herî mezin, dewletbûn e. Ji alî din hebûna
dezgeyên navendî jî li pêşketina ziman û çand re tesîrekî mezin
dikin. Mixabin, Kurd di vî alî de bêşans in. Dema Selehaddînî
Eyyûbî ne têde, di nav van hezar salî de tu dewletekî Kurda çênebûye.
Dema Eyyûbî de jî pêşketiyên Kurda bi piranî ji ola Islamê
re xebitîne; ev yeka li ser edebiyata Kurdî tesîrekî negatîf nekiribe
jî tesîrekî pozîtîf jî nekiriye. Ji ber tesîra ola Islamê, klasîkên
dema Eyyûbiyan her çiqas di nav wan de yên bi Kurdî jî hebin, bi
piranî Erebî nin. Ji bilî vê yekê, tesîra nedewletbûnê jî Kurda
girtiye bin bandora xwe. Meriv dikare serdestiya zimanên Erebî û
Farisî ku klasîkên Kurdî de jî ev serdestiya bi eşkereyî tên
dîtin, bi awayî me li jor jê behskir, şirove bike. Ji sedsala
10an heta îro ev tesîrên dewletên serdest û zimanê wan hê jî astengekî
mezin e, li ser ziman û çanda Kurdî. Heta gelek kesên navdar ku
Kurd in, ji ber vê tesîrê bi Kurdî nenivîsandine; berhemên xwe jî
bi piranî Erebî, Farisî û Tirkî afirandine. Wekî mînak; Ebûl Feda,
Ibn’ul Esîr û Ibn Xelîkan bi Erebî; Şeref Xan û Mewlana Xalid
bi Farisî û yên wekî Nefî û Nabî jî bi Tirkî nivîsandine. Iro jî
gelek Kurdên navdar henin ku bi Tirkî, Erebî an jî bi Farisî dinivîsînin.
Ev yeka tenê bi zexeliya Kurda nayê şirovekirin.
Bi taybetî ji dawiya sedsala 19an û vir de, zext û zilma li ser
Kurda rênedaye ku Kurd bi zimanê xwe binivîsînin û biafrînin. Berî
sedsala 19an jî, ji bilî nedewletbûn, her weha tunebûna dezgeyên
navendî û zimanê ola Islamê, ango Erebî jî tesîrekî negatîf li ser
ziman û çanda Kurdî çêkiriye. Lê Kurd li hember hemû tesîrên negatîf,
ziman û çanda xwe parastine û wê gîhandine roja me. Iro jî li hember
ewqas xeterên mezin, dîsa jî Kurd bi zimanê xwe dinivîsînin û diafrînin.
Destpêka edebiyata klasîk
Li ser destpêka edebiyata klasîk, ango li ser berhemên herî kevin
a bi zimanê Kurdî, hin nêrînên ji hev cuda henin. Bi raya Alexander
Jabayê ku li Erzeromê Konsolosa Rusyayê bû, şaîrê klasîk a
Kurda yê ewilîn Elî Herîrî ye. Hinek lêkolînvanên Kurd jî Baba Tahirê
Hemedanî ewil şaîrê klasîk yê Kurda qebûl dikin. Her weha lekolînvanên
wekî Enwer Mayî jî, Ibn Xelîkan ewil şaîrê klasîk yê Kurda
qebûl dike. Tu berhemên Ibn Xelîkanê ya bi Kurdî negihiştiyê
roja me. Her weha Ibn Xelîkan û Baba Tahirê Hemedanî, şaîr
û nivîskarên demekî nin. Baba Tahîr bi hesabê ebcedê ya Mînorskî,
di navbera salên 938 û 1010an de jiyaye. Ibn Xelîkan jî kengî ji
dayîk çêbûye, nayê zanîn. Lê tiştê tê zanîn, sala mirina wî
1020 e.
Baba Tahîrê Hemedanî, bi leqabê Baba Tahîrê Uryan
jî tê zanîn. Wekî ji navê wî diyar e, ji bajara Hemedanê ye. Di
Ansîklopediya Islamê de, agahdariyekî li ser Baba Tahîrê Uryan jî
heye. Di Ansîklopediya Islamê de li ser wî tê gotin ku, ew li Medresa
Hemedanê dest bi xwendina xwe kiriye. Leqabê “Uryan” jî ji wê demê
pêve hatiye danîn. Ew, şevekî sar û cemed de rût û tazî dikeve
avê û sibetirê jî dighîje merteba welîtiyê. Ji ber vê yekê leqabê
wî yê “Hemedanî” bûye “Uryan”. Wekî tê zanîn “uryan” peyvekî Erebî
ye û bi mana “rût û tazî” tê karanîn.
Elî Herîrî jî di navbera salên 1009/1010 û 1078an
de jiyaye. Ji navça Şemzînanê ji gundê Herîrê ye. Dîwana wî
heta niha nehatiye dîtin. Cara ewil di sala 1887an de Albert Socîn,
helbestekî Herîrî di pirtûka xwe de bi karaniye. Sediq Bahadîn jî
di sala 1980an de di pirtûka xwe ya bi navê “Hozanêt Kurdî” de cîh
dide çend helbestên Herîrî. Her weha em ji M. B. Rudenko jî dizanin
ku, çend destxetên helbestê yê Elî Herîrî di pirtûkxana Lenîngradê,
di Saltîkov-Şêdrînê de ye.
Klasîkên me
Alexander Jaba di pirtûka xwe de, behsa 8 şaîrên Kurda dike.
Yên Jaba behs dike ev in:
Elî Herîrî (1009/1010-1078),
Melayê Cizîrî (sedsala 12a, an jî sedsala 15-16),
Feqiyê Teyran (1307-1375 an jî 1590-1660),
Melayê Batê (1417-1491),
Ehmedê Xanî (1650-1706),
Ismaîlê Bazîdî (1654-1709),
Şeref Xanê Hekarî (1682-1748) û Murad Xanê Bazîdî (1736-1778).
Ji xeynî Jaba, Celadet Bedirxan jî di hejmara 33 a Hawarê de, nivîsa
xwe ya ku bi mahlasê Herekol Azîzan nivîsandiyê de şexsiyetên
klasîk yên bi Soranî û Kurmancî nivîsandine dijmêre û li derhaqê
wan de agadarî dide xwendevaran. Yên Bedirxan bi nav kirine ev in:
Nalî, Hecî Qadirê Koyî,
Şêx Riza Telebanî, ku evana berhemên xwe bi Soranî afirandinin;
Axayê Bidarî,
Siyahpûş,
Axayok,
Mewlana Xalid,
Mele Yehyayê Mizûrî,
Mele Xelîlê Sêrtî,
Şêx Ebdilqadirê Geylanî,
Hecî Fetahê Hezroyî,
Şêx Mihemedê Hedî,
Şêx Evdirehmanê Taxê,
Şêx Nureddînê Birîfkî,
Şêx Evdirehmanê Axtepî,
Mela Unisê Erqetînî û Melayê Erwasê, ku vana jî berhemên xwe bi
Kurmancî afirandine.
Mele Xelîlê Sêrte, Nehcel Enam nivîsandiye; Şêx
Evdirehmanê Axtepî du dîwanên Kurdî û du jî Erebî nivîsandiye. Bi
gor agahdariya Celadet Bedîrxan, Mele Unisê Erqetînî pirtûkekî gramerê,
Melayê Erwasê jî pirtûkekî tibbî nivîsandine.
Dîwanên Kurdî yê Şêx Evdirehmanê Axtepî, “Dîwana
Ruhî” û “Rewdneîm” in; yên Erebî jî, “Kîtabû Keşfîz’zelam”
û “Kîtab-ûl Ebrîz” in. Şêx Evdirehman li gundê Çinara Amedê,
li Axtepeyê, di sala 1850an de hatiye dinê. Bi gor agahdariyekî
roja 29ê Adara 1910an, bi gor agahdariyekî din jî 5ê Sibata 1905an
de çûye ser heqiya xwe. Gora Şêx Evdirehmanê, li Axtepeya Çinarê
de, li turba bavê wî Şêx Hesenî Nuranî de ye.
Di nav klasîkên Kurdî de yên ku bi Goranî jî nivîsandine
henin. Ehmedê Textî, Şêx Mistefayê Beseranî (1641-1702), Xanay
Qubadî (1700-1759), Feqî Qadirî Hemewend, Mewlana Xalid (1777-1826)
û Mahzûnî berhemên xwe bi Goranî afirandine. Pirtûka Xanay Qubadî
ya bi navê “Şîrîn û Xusrew” û dîwana Kurdiya Goranî ya Mewlana
Xalid di destpêka sedsala 20an de li Stenbolê jî hatine çapkirin.
Selîm Silêman (dawiya sedsala 16an an ji destpêka
sedsala 17an), nıvîskarê “Leyl û Mecnûn”ê ji manzuman pêkhatiye,
Xaris Bedlîsî (1758), Pertew Begê Hekari, Alî Teremoxî (sedsala
16 an ji 17) jî bi berhemên xwe yên hêja ve di nav edebiyata klasîk
a Kurda de cîhê xwe girtine. Lê belê şaîr û zanyarên di nav
klasîkên Kurdî de tên zanîn ne tenê zilam in. Her weha ya jin jî
di navbera wan de hene. Mahşeref Xanima Erdelanî ku bi navê
Mestûre Xanim jî tê zanîn, her weha ji xeynî şaîriya xwe dîrokzanekî
naskiriye. Mestûre Xanim di sala 1800an de li Erdelanê hatiye dinê
û hê di 47 saliya xwe de, ango1847an de çûye ser heqiya xwe. Sirre
Xanima Amedî, di navbera salên 1814 û 1865an de; Mîhrîbana Berwarî
jî di navbera salên 1858 û 1905an de jiyanin.
Klasîkên Kurdî yên navkirî û gelekên mayî, di hejmarên
din ya Tîrojê de wê wekî rêzenivîsê bêne çapkirin. Di nivîsa ewil
de li ser agadariyekî giştî hate rawestin. Wê di hejmarên din
de, bi piranî li ser şexsiyetên edebiyata klasîk a Kurdî û
berhemên wan bên rawestin. Her weha bila bê zanîn ku, nivîsên ku
di hejmarên din de wê bên çapkirin, ji rêzekî kronolojîk wêdatir,
bi piranî ji şexsiyetên kêm tên naskirin an jî yên ku heta
niha bi awayekî têr û tije li ser wan nehatine nivîsandin, destpêbike.
Çavkaniyên
Nivîsê
1. Geçmişten Bugüne Kürtler ve Kürdistan, Kemal Burkay, Weşanên
Deng, Stenbol, 1992.
2. Tarîxa Edebyata Kurdi, Prof. Qanatê Kurdo, Weşanên Oz-Ge,
Ankara, 1992.
3. Mem û Zîn, Ehmedê Xani, wergêr M. Emîn Bozarslan,
Weşanên Deng, Stenbol, 1996.
4. Hayat Hikayem, Cegerxwîn, Weşanên Evrensel, Stenbol, 2003.
5. Antolojiya Helbestvanên Kurd, Berhevkar A. Bali, Weşanên
Pelê Sor, Stenbol, 1992.
6. Rewdneim, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Amadekar: Zeynel Abidîn
Zinar, Stockholm, 1991.
|