Wekî tê zanîn îsal sed saliya
Cegerxwîn e. Li gelek deweran, sed saliya dayîkbûna Cegerxwîn tê
pîrozkirin. Her weha li ser nivîskarî û helbestvaniya Cegerxwîn
tên axaftin. Bi ne tevayî be jî siyasetmedariya wî jî tê şirovekirin.
Bêguman, Cegerxwîn helbestvanekî
mezin e. Lê her çiqas dernekeve pêş, ango li paş helbestvanî
û nivîskariya wî de bimîne jî, tê zanîn ku ew siyasetmedarekî xurt
e jî. Ne tenê li hember nijadperest û kolonyalîstan, di serî de
axa û beg û şêxên Kurda, hema bêje li hember hemû paşverûyên
Kurda jî siyasetekî xurt û dijwar ajotiye.
Tiştê balkeş a din
jî ev e ku, Cegerxwîn berî ku sosyalîzmê nasbike, ango piştî
bi ray û ramanên Kurdayetî derketiye meydanê, bê rêxistin nemaye.
Lê di jiyana xwe ya rêxistiniyê de her çiqas yek ji endamên herî
pêşketî a partiyê be jî, tu carî ji berpirsiyariya herêma xwe
wêdetir neçûye; pêşketiyên partiyê tu caran di serkirdeyatiya
partiyê de, bi gotinekî din di ‘komîteyê navendî’ de, cîh nedane
Cegerxwîn. Cegerxwîn li hember van kiryarên ‘rêberên’ xwe dilşikestî
bûye, lê dîsa jî ji tekoşîna birêxistinî durneketiye. Baweriya
wî ya tekoşîna birêxistînî neşikestiye. Wekî tê zanîn
ew di serî de endamê Xoybûnê û demekî dirêj jî endamê Partiya Komunîst
a Surî bû. Piştî ji komunîstan qetiya jî heta çûyî ser heqiya
xwe endamê ‘Partiya Pêşwerû û Demokratên Kurd a li Surî-PPDKS’
bû û ji 76 salî heta 81 saliya xwe jî li derveyî welat berdevkê
partiyê bû. Bi gotinekî din, li derveyî welat jî tenê berpirsiyarê
‘herêma’ xwe bû.
Çavkaniya siyasetmedariya
Cegerxwîn bîranînên wî bi xwe ye. Bîranînên Cegerxwîn ewil car di
sala 1995an de, bi navê ‘Jînenîgariya Min’ li derveyî welat ji alî
Weşanên APECê ve hatibû çapkirin. Ev bîranînên Cegerxwîn, li
Tirkiyê jî ji alî Weşanxaneya Evrenselê ve hate wergêrandin
û îsal bi navê ‘Hayat Hikayem’ gêhîşte destê xwendevanan. Çapa
Kurdî ya bîranînên Cegerxwîn min berê jî xwendibû. Ji ber ku redaksiyona
çapa Tirkî ji alî min hate çêkirin, min çend cara çapa Tirkî jî
xwend.
Yekê/î ku Cegerxwîn nasneke
û bîranînên wî bixwîne, wê bêje qey Cegerxwîn ne helbestvan e. Bi
rastî jî Cegerxwîn, di bîranînên xwe de kêm cara behsa helbestvaniya
xwe dike. Ew, di destpêka bîranînên xwe de behsa jiyana xwe ya malbatî
û herêma têde jiyayî dike û bi piranî jî li ser naskirina xwe ya
pirsa Kurdî û pêşketiyên Kurda disekine. Piştî koça wî
ya Surî jî, jiyana wî ya bi rêxistinî destpê dike. Ango piştî
koçkirina wî, li pirtûkê de bîranînên siyasetmedariya Cegerxwîn
li pêş e.
Rastî çî ye, nizanim. Ango
rastî dilxweşkirina dilan be, bêguman tiştên Cegerxwîn
nivîsandiye ne rast in! Ji ber ku bîranînên wî bi taybetî ne bi
gor dilê netewperest û paşwerûyên Kurda ye, hem jî heta tu
bêjî dijberiya Kurda(!) bi xwe dike. Na eger rastî bîr û rayên mirov
be, ango ezmonên ceribandî û dîtînên her du çava be, bêguman Cegerxwîn
tam li nîvekê xistiye û gotinên wî rast in!
Her Kurdekî me dema bi pêy
nasnama xwe ketiye, bi gotinekî din di nav siyaseta Kurdî de cîh
girtiye, hema bi piranî bi mezinahî û qehremaniya kesên di serîhildanên
Kurda de cîh sitendine, hevnas bûye. Min ku heta bîranînên Cegerxwîn
nexwendibû, ji kiryarên van qehremanên Kurda (!) ne hayîdar bûm.
Li ser Serîhildana Şêx Seîd bi dehan pirtûkê lêkolînê û bi
sedan miqale hatine nivîsandin. Lê di tu pirtûk û miqaleyan de,
min behsa talangeriya serkirdeyên Serîhildanê ya bi vî rengî nexwendiye.
Ewil car min di bîranînên Cegerxwîn de xwend ku, piştî Serîhildana
1925an têk diçe, Kurdên ku beşdarî serîhildanê bûne berê xwe
didin hêla binxet û di rê de jî çi gund tên ber wan, talan dikin.
Piştî derbasî Surî jî dibin, car car li sînorê dixin
û diçin talanên gundên Bakûr. Belê, yên talanê Kurda dikin, dîsa
Kurd bixwenin.
Talangeriya Kurda ewil car li
Başûr derketibû pêş min. Piştî 1994an ku PDK û YNK
carekî din bi hev ketin û şerê birakujî di navbera wan de destpêkir,
hêza herî mezin a sêyemîn jî hêza talangeran bû. Pêşmergeyên
PDK û YNK şer dikirin û hêza sêyemîn jî pirî cara li navberên
wan de bûn. Kî ku serdiket bila bikeve, piştî pevçûnê hêza
sêyemîn dest bi kar dibûn û talan destpê dikir. Heta bi hesinê xaniyan
jî dibirin. Lê ev talangeriya li Başûr, talangeriya kesên feqîr
û bêçareyan bû. Încax talana ku Cegerxwîn jê behs dike, ne talangeriya
feqîr û bêçareyan e; talangeriya serkirdeyên Serîhildana 1925a ye.
Ev serkirdeyên mezin (!) ji talangerî û kuştinan Kurda re sedem
jî dîtine: “Kesên ku em talanê wan dikin beşdarî serîhildanê
nebûne…”
Di bîranînên Cegerxwîn de, ne
tenê behsa talanan tê kirin. Gelek mînakên ku ne bi dil in
jî tên kirin. Lê tiştên hatiye nivîsîn ne bi dil bin jî rast
in.
Wekî li jor hate gotin, Cegerxwîn ji
helbestvaniya xwe wêdetir, siyasetmedarekî xurt e jî. Ewil car bi
kesên ku ji ber destê Tirka reviyane hatine Surî, bi wan re di damezrandina
Xoybûnê de cîh digre. Lê hê ku Xoybûn hilneweşiyaye ji Xoybûnê
vediqete. Sedema veqetandina wî jî, destê Ermeniyên ku yên di nav
Xoybûnê de nin. Bi gor gotina Cegerxwîn, hêzên Ermenî alîkariya
Xoybûnê dikin; gelek pere didin Xoybûnê. Lê ev alîkarî ne ji bo
xatirê du çavên şîn in. Ermenî doza welatê xwe dikin û gelek
axên Bakûr jî wekî axa Ermeniyan didin naskirin. Xoybûn dijayetiya
vî raya Ermeniyan nake; heta hin cara alîkariya raya wan dike.
Cegerxwîn gelek salan di nav Partiya
Komunîst a Surî de jî xebitiye. Bi riya komunîstên Surî, bi taybetî
li Lûbnanê beşdarî gelek konferans û komcivînên komunîsta jî
bûye. Ji bîranînên wî diyar e ku, ji raya komunîstî wê de, tu car
ew û komunîstan bi hev nekirinin. Komunîst xwe enternasyonal dibinîn
û dixwazin Kurdîtî û pirsa Kurdî jî bi nêrînên xwe yên enternasyonal
ji ber çavan dûr bixin. Dîsa jî ew xwe wekî komunîstên Ereb didin
naskirin, lê ku Cegerxwîn an jî komunîstekî din a Kurd xwe bi nasnama
xwe bide naskirin, dijberiya wî dikin. Ji alî din Cegerxwîn her
çiqas li herêma xwe komunîstekî yekane be jî, komunîstên Surî dev
ji serkirdayetiya partî berdin wî nakin berpirsê herêma wî jî. Ji
ber Kurdbûna wî, tu car bawerî bi wî naynin. Lê li hember ewqas
nexweşî û nebaşî, Cegerxwîn heta ku di nav rêxistinekî
çep a Kurda de cîh bigre dest ji Partiya Komunist a Surî nakşîne.
Cegerxwîn, di Şoreşa 1958an
de çend salan li Bexdayê jî dimîne. Piştî ku Ebdilkerîm Qasim
berê xwe dide netewperestên Erebên Misrê, Cegerxwîn mecbûr dimîne
derbasî herêma Kurdistan dibe û çendekî li cem Mele Mistefa Barzanî
cîhwar dibe. Bi taybetî di vê demê de û dûra jî, yên ku rexneyên
tûj ji Mele Mistefa re kirine, yek ji wan Cegerxwîn e. Cegerxwîn
tu caran ji Mele Mistefa re bêhurmetî nake, di gelek helbestên xwe
de pesna wî dide, lê li hember kiryarên wî yên çewt jî bi xurtî
radiweste.
Cegerxwîn di bîranînên xwe de behsa
vê yekê nake; lê tiştê tê gotin, di serkirdayetiya PDK-Iraqê
de hin endamên pêşketî ji ber rexneyên tûj a Cegerxwîn dixwazin
ji bo kuştin an jî zîndanîkirina wî biryarekî bigrin. Mele
Mistefa dijberiya van kesan dike. Tiştê tê gotin ev e ku, Mele
Mistefa ji wan kesên pêşketî re dibêje, “Ew helbestvanê hemû
Kurdistanê ye. Çi bêje serbest e. Têkilî wî nebin.”
Cegerxwîn, piştî ji komunîstan
vediqete tevgera xwe bi Hemîdê Hecî Derwêş û hevalên wî re
dimeşîne û bi damezrandina PPDKSê ve jî dikeve nav refên PPDKSê.
Heta diçe ser heqiya xwe jî, di nav PPDKSê de dimîne. Lê di nav
refên PPDKSê de jî, li Xoybûnê, li cem Mele Mistefa Barzanî, li
nav Komunîstên Surî de çi dike, heman eynî tiştan dike. Ango
dilê tu kesî xweş nake. Baweriya wî bi çî ye, rasteqîn eşkere
dike. Bi gotinekî din, li hember hemû kiryarên nebaş mûxalefetekî
xurt dimeşîne.
Cegerxwîn di bîranînên xwe de piranî
li ser endametiya xwe ya di nav komunîstan de radiweste. Behsa xwe
ya Mele Mistefa û PPDKSê zêde nake. Lê di nav rêzên nivîsaran de
diyar e ku, Cegerxwîn û pêşketiyên PPDKSê jî pirî caran bi
hev nekirine. Wekî gelek partiyên Kurda, PPDKSê jî ji endametiya
şaîr û hunermendan xweş bûye; lê tenê endametiya wan daxwazkiriye;
wekî partiyên din a Kurda, axaftin û berhemên van hunermend û şaîran
li xweşa wan jî neçûye.
Cegerxwîn jî yek ji wan e ku, li hember
serkirdeyên partî û rêxistinan siyasetekî populîst neajotiye. Ray
û ramanên xwe bi awayekî rasteqîn eşkere kiriye. Ji ber wê
yekê jî heta ku derketiye derveyî welat, ango hetanî 76 saliya xwe
di nav zor û zehmetî de jiyaye. Derketina wî ya dervayî welat jî
ne bi biryara partî ye; ew êdî mecbûr maye û bi biryara xwe derketiye
çûye li Swêdê cîhwar bûye. Jiyana wî ya bê zor û zehmetî jî ev 5
salên wî yên li Swêdê ye.
Cegerxwîn tu car ji kiryarên dijminên
xwe eciz nebûye. Wan kiryarana ji dijminên xwe re wekî heqekî dîtiye.
Lê kiryarên paşwerû û xweperestên Kurda û her weha bihevketina
çep û sosyalîstên Kurda jî her daîm di dilê wî de bûye êşekî
mezin.
|