Îsal 73 salin ku kovara Hawar belabûye, bê gûman kovara
Hawar li koçwariyê li ser destê Mîr ê rewşenbîriya Kurd Mîr
Celadet Bedirxan hatiye çapkirin û belavkirin, di 15 gulana 1932
ê de jimara yekê li bajarê Şamê paytexta Sûrê bi ber ronahiyê
ketî.
Gava îro merov ropelên hijmarên kovara Hawar veke û bixwîne bi hêsanî
dikare bi bîr û bawariya xwe yên netewî her tîpek ji tîpên Hawarê
bike şahid ,nîşan û pê rexneya kovar û rojnameyên serdemi
bike, di der barê bîra û bawariya netewide .
Kovara Hawar rexneya pêşiyan bû lê nedihat zanîn ku wê bibe
rexneya paşiyan jî.
Celadet Alî Bedîrxan
[Wêne:
celadet.com]
Hawar belavbû wek rexneya pêşiyan bû, îro Hawar
bû ye rexneya paşiyan.
Kovara Hawar berhema şikestina serhildan, raperîn û şoreşên
Kardan bû, him jî kovara Hawar, hawariya hişyarbûna gelê kurd
bû.
Çima kovara Hawar berhema şikestina şoreş û serhildanên
Kurdan bû?
Çinkê bawariya kurd mezin hebû ku Împeretoriya Osmanî hilweşe
yekser Kurd dibin xudî dewlet, lê mixabin bi hilweşandina Împeretoriya
Osmanî re Kurdistan bû sê perçe , bi hevpeyman Saykispîko di sala
1916 ê de di navbera Înglîs û Firansa de.

Hejmara
kovara Hawar a 57
[Wêne:
celadet.com]
Kurdistana Osmanî li sê dewletan parvekirin: Turkiya nû, Îraq û
sûriyê, biryara wê hevpeymanê şikestinek mezin bû ji gelê kurd
re.
Di dû wê re jî, Kurd bûn xudiyê şikestinan li dû hev wek: şikestina
şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd li Kurdistana başûr
di sala 1923, Hevpeymana Lozan, şikestina şoreşa
Şêx Sehîdê Pîran li Kurdistan bakur di sala 1925 ê, şikestina
serhildana Agirî di sala 1930 î de bi seroketiya Îhsan Nûrî Paşa
û bi rêberiya komela Xûyabûn.
Mîr Celadet rêberekî komela Xûyabûn çalak bû, ji ber wê jî, ji şikestina
serhildana Agirî fêrî dersên girîn bû û karî nexaşiyên sernekeftinên
gelê Kurd binasîna û dest daniya ser birînê ku ji wê nexwaşiyan
yek jê nezanî û nexwendewarî bû.
Çinkê di serhildana Agirî de komela Xûya bûn biryar da ku Mîr Celadet
û çend roşanbîrên din biçin Kurdistanê li ser Eşîr û Malbatên
Kurdan bigerin ta wan bikin aligerê serhildana Agirî. Lê mixabin
li ser gotinên wan roşenbîran tûşî kêşeyên mezin
dibin digel piraniya seokên Eşîr û axayên Kurdan, ku nikarin
serhildanê bi wan bidin qebûl kirin, ji ber piraniya gelê Kurd nexwendewar
bûn, piraniya Şêx û Axayên wan jî nezan bûn. Dujmin bi derewên
Melan û ajanên xwe ew xapandibûn, ji riya netewî û welatparêziyê
bi dûrxistbûn.
Gava Mir Celadet nexweşiya gelê xwe nasî, êdî li dermanê wê
gerî, dermanê wê jî hilbijartina riya roşenbîrî bû. Loma Mîr
Celadet dest ji karê siyasî berda û dest bi karê roşanbîrî,
huşyarî û xwenasiyê kir, ew kar yek jê belavkirina kovara Hawar
û zincîra kitêban bû û dûra jî kovara Ronahî bû.
Kovara Hawar bi tenê pirojeyek roşanbîrî û netewî mezin bû,
li gor salogan, rêbazî û naveroka wê. Di jimara yekê de, Mîr Celadet
bi van peyvan Hawar daye nasîn:
Hawar dengê zanînê ye.
Zanîn xwenasîn e, xwenasîn ji me reriya felat û xweşiyê vedik
e.
Her kesê ku xwe nasdike, dikare xwe bide naskirin.
Lewra ku ziman şertê heyînê pêşin e.
Celadet
Alî BedirxanHawar jimar 1. 15-5-1932 ê.Şam
Mîr Celadet Bedirxan piştî serpêhatiyên
xwe yên siyasî, gihîşt bawariyekê ku xwe nenase, nikare xwe
bide nasin, xwenasîn jî, nasîna ziman, keltûr, mêjo û cigarafiya
gel û welatê xwe ye. Mîr Celadet ji wan şikestina fêrbû ku
gelê kurd pêwîstî bi xwe nasînê heye, ji berî siyasetê û ji ber
wê Mîr Celadet dest ji siyasetê kişandî û dest bi karê roşanbîrî
kirî. Di Hawara xwe de nivîsiye: Hawar me berî her tiştî
wê heyîna zimanê me dê bide naskirin loma ku ziman şertê heyînê
pêşin e Hawar bi her tiştê ku kurdan û kurdayetî bendeware
dê mujûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naxê siyasetê, Hawar siyaset
ji civatên welat re hiştiye emê jî di warê zanînê, huner û
senhet re dê bixebitin
Jimara hawarê 1.
Mîr celadet kovara xwe kirbû kovara
zanînê û rêbaziya xwenasinê û hişyariyê ji gelê Kurd re, pê
rexneya pêşiyên xwe kir û diyar kir ku ew ê xwe nenase, ticarî
nikare xwe bide nasîn û yek ji sedemên bin destiya gelê kurd xwenenasîn
bû. loma armanca
kovara Hawar pêşin, hawariya xwenasîn û hişyariyar bûna
gelê Kurd bû.
Ev dirşim û saloganên hawarê nerînên me bi cih tînin.
Di bin navê Armanc û awayên xebat û nivîsandina Hawarê de, di jimara
pêşin de bi ziman Kurdî û Erebî ev bend hatine belavkirin:
1-Belavkirina Elfabêya Kurdî di nav Kurdan de û hînkirina we. Sinfandina
zimanê Kurdî û hin bi hin di komelê de belavkirin û pêşdatir
di şiklê kitêbê de derxistin.
2-Sehitiya zarên Kurdî û berhevdanîna wan. Sehitiya sermirovatiya
zimanê Kurdî di gel zimanên din yên Arî. Sehîtiya ser bingehên zimanê
Kurdî, ser dîrok û awayê rabûn û pêşveketina wî.
3-Berhevkirina çîrok, çîrçîrok û her texlîd laje û stranênên Kurdî
û birêve belavkirina wan.
4-Sinfandin û belavkirina dîwanên Kurî. Bi van re jînengariyên şahîr
û mirovên bijarte dê bên belav kirin.
5-Sehitiya ser reqis û qeydên strana Kurdî.
6-Sehitiya ser her texlîd rêzikên Kurdî û Kurdistanê û Piş
û senhetên Kurdî.
7-Dîrok û Erdnîgarîya welatê kurdistanê û ser dîrokan Eşîran
berî, paşî û di wextaê Mîr-Şeref de.
Ev heft bendên ku Hawarê ji xwe re wek rêbaz danîne hemo jî
bi cih anîn e di 57 hijmarên xwe de .
Emê di vir de li ser du bendên pêşin
rawestin :
1- Belavkirina Alfebeya Kurdî ya nû di nav gelê Kurd de li gor
Fonetîk derbirîna dengên Kurdî û nîşandana wê.
Ev jî gûman li ser nine ku kovara Hawar, kovara yekê û pêşin
bû ku bi Alfebeya Kurdî nû belav bû, bitîpên Latînî.
Carna bi bîra merov tê ku Mîr Celadet di bin Pandora Dewlata Tik
de Alfebeya Kurdî kirî bi Latînî, lê wek Mîr Celadet di hawarê de
dide xuyan ku ji berî dewleta Turk alfebeya xwe bike bi Latînî,
Mîr Celadet bîr birî ku Alfebeya kurdî bike bi Latînî.
Mîr Celadet di sala 1919 ê de, bîra Alfebeya Latînî birî piştî
bûyerekê.
Di sala 1919 ê de li pêş kongira Sîverê ya ku di sala 1920
ê de çêbûye, lijnayek ji endamên Komela Tehalî Kurdistan û Hevbendiya
wê hîngê damizrandin, ta ku li nav gelê kurd di Kurdistana bin destê
Osmanî de bigerin û dengê miletê kurd komkin ka piraniya gelê kurd
serxwebûnê dixweze yan na (Rêfrandom di nav kurdan de bikin )ta
pêşkêşkin ji kongira Sîverê re.
*Ew lijna ji Pênc kesan damizrand
bûn Mîr Celadet Bedirxan, Ekrem Cemîl, Kamîran Alî Bedirxan, Faêq
Tewfîq û ji ber Hevbendiyê ve jî Mîcer Newêl. Ji ber Mîcer Newêl
bi zimanê Kurdî dizanî. Mîr Celadet û Mîcer Newel bi hev re derditin
nav millet, li Meletiyê rapirsîn dikirin bi şev jî vedigrîn
hotêlê werdigerandin, Mîr Celadet bi Kurdî nîvisand bû û Mîcer Newêl
jî bi Tîpên latinî Nîvisand bû, gava dixwandin Mîr Celadet nivîsandina
xwe bi zehmetî dixwand û ya Mîcer jî bi hesanî dixwand. Ji Mîcer
re got: Xwendina nivîsandina te bi min hêsantir e,
wê hinge Mîcer jê re dibêje: ji ber zimanê we Hind û Awripiye
Elfebeya Latînî ji dengên zimanê we re serastire ji Alfebeya Erebî.
Deham Ebdilfeteh, Rojnama Elîtîhad Jimar:451, 14.12.2001-
Silêmanî.
Celadet Bedirxan, Hawar jimara:14 ê çiriya berê 19
Ji wê hîngê de Celadet bîra Alfebeya
Latînî birî û li ser xebitiye, û di Hawrê de jî dibêje ez ji sala
1919 ê de, li ser Alfebeya Latînî dixebitim.
Mîr Celadet gelek girîngî daye Alfebeyeka Kurdî serbixwe li gor
deng û fonîtîka zimanê Kurdî. Loma jî alfebeya nû di hijmara Hawar
ê pêşin de belavkirî û dayî nasîn ji gelê Kurd re. Di jimara
Hawar ê 27 ê de, di rûpelê 6 ê de di bin nave: Sê tarîxên
Hawarê, de weha nivîsandiye: Ev roja di jîyana Kurd
a civakî û edebî de rojekeke tarîxîye. Di vê rojê de Kurd bûn xudîyê
alfebeyek serbixwe alfebeyek kurdî û ji nîrê alfebeyên miletên di,
miletên biyanî xelas bûn. Ev alfebeya aleke ala serxwebûna heyîna
me ya Kurd edebîye. Berê di ser keleha me ya edebî re alên biyaniyan
li badibûn. Di vê rojê de ew ala daxistin Çirandin û li şûna
wan ala xwe ya milî daçikandana û ji hêsîriya wan bandêran filitîn,
xwe dan ber sîha bandêra xwe û di vê qadê de bûn serbixwe. Belê
alfebeya ku ji sala hezar nehsid û nozdan ve ez lê dixebitim min
ew di wê rojê de di rûpelên Haware de belav kir.
Ji wê hîgê de Mîr Celadet bîra alfebeya latînî birî û li ser xebitiye,
pêwendiyê xwe bi roşanbîrên kurd din re kirine di der barê
Alfebeya Latînî de wek birayê xwe Dr Kamîran, Tewfîq Wehbî li Îraqê
û Elî Sîdo Goranî li Urdinê û hin din. Piştî Şakir Fetah
(Eksî sedayî Hawar) belavkirî Mîr Celadet, eynî di wê jimarê de,
babetek belavkirî bi navê: Li ser yeketiya zimanê Kurdî,
wek cewaba Pirut daye gotî: gotinên xuyayî binda(Eksî sedayî
Hawar) gelek raste û qencin,di ser wan re ti gotin nînin. Her wek
me çend caran gotiye yeketiya milete Kurd bi yeketiya ziman bi pêk
tê.
Di yeketiya zimên de gava pêşin jî yeketiya herfane. Belê
me dizanin ku ziman zanê bi qîmet û hêja mamostayê kîram Tewfîq
Wehbî beg jî bi herfên latînî alfabeyek çêkirîye, pêre me hevdu
li Şamê dît alfebeyên xwe ji hev re danan zanîn û danîn ber
hev di navbera wan de ferqin hebûn. Me dil kir di cih de em alfebeyê
bikin yek û belav bikin.
Wê hîngê destbirayê minî xuşewîst û kîram got: Divê hin
li ser alfebeya xwe bixebitim. Ew çû Îraqê di gel vê hindê min jê
re çend caran nivîsand, lê li min venegeran dibû. Vê paşiyê
me zanî ku nivîsanên min negihîştibûn destê wî, ji ber wê derketina
Hawar ê dereng maye. Hawar di manga gulana 1932 ê de derket, min
rixseta Hawar di 26 ê çirya pêşin 1931 ê de girt .
Hawar, jimara: 10 -1932
Mamoste Elî sîdo Goranî roşanbîrekî
kurdî Urdun e, xudiyê kitêba ( Min Amîdiye île Oman) û ( Ferhenga
Kurdî Erebî) ye, di jimara Hawarê 9 ê de gotarek bi navê: Ez
û Hawar nivisiye gelek pesna Hawar daye û piştgiriya Alfebeya
Latînî kirî: wekî niha, berî derketina Hawar ê mamosteya min
Pîrka min bû. Hingî min zimanê xwe bi herfên Erebî dinîvsandin.
Lê sibetir herçî ku min berî rojekê nivîsandî bû, min nikarî bû
ez bixwînim û wek e xwe bi lêv bikim. Ser vê yekê min dev ji herfên
erebî berda û ji xwe re bi herfên Latînî alfebeyek çêkir .
Êdî bi alfebeya xwe her tiştê heye min dinîvisand û ras dixwand.
Gava Hawar derket min alfebeya xwe û ya Hawarê danî ber hev û dît
ku her du alfebe gelek nêzîkî hevin. Negereke ku ez bibêjim, ev
nêzîkiya ez gelek şa û kêfxweşkirim.
Par ez çûbûm kurdistana jêrîn, li Bexdayê min Tewfîq Wehbî beg dît.
Ew jî bi alfebeyekê mijûl dibû, lê berîya wê alfebeya Hawarê derket
û me da pêy, li Silêmaniyê di çivata zanistîyê de min çend xortên
xwenda naskirin, bi tevayî digotin ku zimanê me tenê bi herfên Latînî
tête nivîsandin û ne bi hinên din.
Hawar jimara 9 ê Êlona 1932 yê
Loma jî alfebeya Latînî bi şêweyekî
zanistî hatiye dînan, ji ber wê zû ji aliyê gelê Kurd ve hatiye
qebûl kirin û kovara Hawar , kovara kurd ya pêşin û dawîyê
ye ta niha ku li seranserî kurdistanê dihate belavkirin û qebûl
kirin, ji aliyê gelê kurd ve. Çinkê li seranserî Kurdistan û dervayî
Kurdistan roşanbîrên Kurd di Hawar de nivîsandin e.Yadin jî
di abûneya Hawar ê re diyare ku hawar ta kuderê belav dibû. Di jimara
Hawar ê 10 ê de abûneya wê belavbûye: Ji bo welat (10) Santîme,ji
bo Îraq û Îran û welatanî Qafqas (150)Santîme Ev jî nîşaneke
ku Hawar ne tenê li kurdistanê belav bûye.
Ji ber wê jî kovara Hawar bûbû dibistanek milî di nav gelê Kurd
de, hemi roşanbîrên Kurd li ser rûpelên Hawarê fêrî xwendin
û nivîsandina kurdî bûn bi alfebeya Latînî.Nivîskarên hawar ê bi
xwe li ser rûpelên Hawar ê fêrî Latînî bûn û bûn nivîskarê Hawar
ê numûne wek: Qedrî Can, Cigerxwîn, Mistefa Botî, Dr Nafêz, Rewşen
Bedirxan, Refîq Hilmî,
Sibhiyê Diyarbekirî, Osman Sebrî, Qedrî Cemîl Paşa û gelekên
din. Ew alfebeya Latînî ku Hawar belavkirî. îro bûye wek alfebeyeke
resmî di nav piraniya gelê Kurd de ji ber îro piraniya gelê Kurd
wê alfebeyê bi kartînin û girîngtirîn dezgeyên Kurdî jî wê bi kartînin
wek Tv êyên ezmanî yên kurdî, çar Tv ê yên ezmanî yên kurd hene
hemî wê alfebeya Hawarê bi kartînin ji ber roj ji rojê ew alfebeya
xwe dide pêş, di nav dezgeyên Kurdî de.
Ev jî nîşana serkeftina alfebeya
Mîr Celadete
2 – Sehîtya zaravên kurdî û berhevdanîna wan , sehîtiya sermirovatiya
ziman kurdî di gel zimanên din yên Arî.
Wek
we dî, ji berî niha bi 73 ê salan Mîr Celadet di Hawara xwe de,
hawariya berhevanîna zaravên Kurdî kirî û di wê dozae de xebitiye.
Loma jî Mîr Celadet wek roşenbîrekî kurd xudî bîr û baweriyeke
netewî bilind Hawar bi du zaravên Kurdî serekî belavkirî, Kurmanciya
jorî û kurmanciya jêrî û ji zaravayên din jî çi ketiye destê wî
li kovara xwe belavkirî. Mînak di jimara Hawarê 23 ê de bi zarave
zazakî (dumilî) babetek belabûye bingeha wî zaravî daye nasîn. Di
jimara Hawarê 16 ê de jî, di bin nave yeketiya zimanê Kurdî de Hevindê
Sorî wek pirojeyekê ji bo yekîtiya zimanê Kurdî nivisîye û pêşkêşî
roşanbîrên kurd kirî û bersiva sê pirsan jî, ji wan xwestî
.Mîr Celadet jî dengê xwe daye wê pirojeyê û gotî: Hevindê
Sorî birînê şanî me dide û dixweze em tev de li dermanê wê
bigerin. Bi Kurmanciya jêrîn û ya jorîn jî li Hawarê belavkirî.
Ew pirs jî evin:
1-Çilon zimanê Kurdî saf wê pak dekrêt?
2-Çilon şiwe wê lehceya ciykanî Kurdistan le yek nêzîk derêtwe
îşîkî weha derêt ke hemû Kurdekan le lehceyî yektirî tê bigen?.
3-Çlon zimanî Kurdî pêşdikewêt we be çi corêkserdêkewêt?
Ev pirojeya di jimara 16 ê de, di
meha şibata 1933 ê de belav bûye, mideta bersivan jî ta meha
gulena wê salê danîne.
*Ez texmîn dikim ku Hevindê sorî
bi xwe Hejar Mukriyanî be,çinkê zimanê ku pê nivisandî zimanekî
zelale û nivîskarekî gelek zîrek bûye, yadin eger kesekî din bi
navê Hevindê Sorî heba sedîsed wê bihat nasîn ji aliyê gelê kurd
ve.
Berî
her tiştî mebesta Hawarê ew bû ku zimanekî xwendin û nivîsandina
kurdî avake, ji ber çend cara Mîr Celadet nîvisandî ku yeketiya
kurdan bi yekeya ziman tê meydanê.
Gelek nivîskarên kurd bi nav û deng
jî di wê demê de bersiva pirsên Hawarê dane û hemîyan piştgiriya
alfebeya Latîn kirine û doza yeketiya zimanê xwewndin û nivîsandina
Kurdî kirine, ji wan roşanbîran: Lawikê Kurdî, Cigerxwîn, Elî
Sîdo Goranî, Osman Sebrî, Lawikî Pişder, Lawikî Piror, Mamusta,
*Lacê Henê, û gelekên din.
*Bi bawariya min ku lace Henê bi
xwe , Mihemed Elî Ewnî ye ji ber wî nivîsîna xwe ji Qahirê şandiye,
weke ku em dizanin Mihemed Elî Ewnî wê hinge li Qahîra dima û wek
diyar kirî bi xwe xelkê zazaye jî.
Di
kar û xebata Hawarê re xuya dike ku Hawar xudî pirojeyeke netwî
mezin bû .loma jî hemî roşanbîrên ku Hawar hembêz kiribûn û
ketibûn bi tesîra wê ,eger we nebêdi wan salan de kovar û rojnameyên
din belav bûne mîna: Dîyarî Kurdistan, ya Sahb Quran zade, sala
1925. Ronak,
Mihemed Şêt Mistefa sala 1925, Gelewêj, Eladîn Secad 1939.
Gelewêja Mamoste Birahîm Ehmed sala 1941. Pêşkewtin, Mihemed
birîvkanî û Yûnis Alsebax,1958.
Çima Hawarê karî hemî sînor derbas kirane û ew ji sînorê xwe yî
zaravî bi derneketin?
1- Mîr Celadet bi bîr û bawariyeke zanistî û netewî Hawar derdikir.
2- Mebesta Mîr ji kovara Hawar pirojeyek netwîbû .
Ew riya Hawarê hilbijartî ji bo nêzîkbûna zaravên kurdî riyeke rast
û durist bû ji bo parastina esayîşê netewî, ya ta niha jî ku
roşanbîr Kurd ji xwe re nekiriye bar.
Çewtî ew kovar û rojnameyên berê û kovar û rojnameyên vî serdemî
ku ketine xizmeta zarav û deverên kurdistanê, ta roja îro jî çi
Kovar û rojnameyên hene, di vê serdema ku alavên ragiyandin li pêş
da jî nikarin ji sînorê xwe yî zaravî û deverî bi derkevin û tesîra
xwe weke Hawarê li ser gelê kurd bikin li seran serî kurdistanê.Sedema
wê jî ew ku: Mîr Celadet bi bîr û bawariyeke netewî Hawar derdikir
weke Kurdekî dûrî nerînên deverî û zaravî. Loma jî Hawara wî
bûye kovereka netewî li seranserî kurdistanê belavbûye û astê ziman
û roşanbîriya kurdî bilind kirî . Ji ber bîr û bawariya hawarê,
roşanbîrên Kurd li her deverek Kurdistanê beşdarî Hawarê
bûne û tê de nivîsandine wek: Tewfîq wehbî , Refîq Hilmî, Bexdad.
Ebdilxaliq Esîrî, erkok. Behmen Zerdeştî, Hêmen Mukriyanî,
Muhsin Hamidî, Kurdistana rojhilat. Fayêq Bêkes, Şakir Fateh,
Goran, Ferec Hamid, Tahir Fuad û hin din Silêmanî. Bozan Şahîn
beg, Lawê Findê, Fewzî Mistefa Şehîn, deşta Surîcê (Kobaniyê).
istefa milî, selehdîn Serhedî, Mistefayê Miksî, Sibhîyê Dîyarbekrî,
Mistefa Botî, Kurdistana bakur. Mile Elî, Îsmahîl Hebeş, Çiyayê
Kurmênc (Efrîn). Lacê Henê, Qahîra. Dr Kamîran Bedirxan, Beyrot.
Nûrdîn Zaza, Siwîsira. Elî Seydo Goranî, Urdin. Cigerxwîn, Mele
Hesen Huşyar, Ehmed Namî, Amûde. Dr Nafiz, Qamişlî. Seyd
Husnî, Rewendoz. Abdîn, Şarezor.Mamoste, Akrê û gelek deverên
Kurdistanê din.
Ez hêvîdikîm ku Îro rojnameyek yan kovarek Kurdî di destê mirov
keve ku li seran serî kurdistanê tê xwendin, û li seran serî Kurdistanê
roşanbîr tê de dinivîsin. Gelek kovar û rojnameyên niha hene
dezgeyên mezin li pişin û ta niha nikarin ji sînorên deverî
bi derkevin. Yên li Silêmaniyê çapdibin li Duhoke nayên xwendin
û yên li Duhokê belav dibin li Silêmanîyê nayên xwendin, ma perçeyên
kurdistanê din wê çawa ji hev re bixwînin. Ev sedem ji ber nerînên
teng,deverî û zaravperestiya roşanbîr û siyastmedarane. Yadin
jî rojnamevan û roşanbîrên vê serdemî xwe xudî pirojeyên netewî
nabînin. Ji ber em bawriya Hawarê bidin nasîn di derbarê yekeîtiya
zimanê Kurdî de dive em van nameyan bixwînin. Ev nameya Mîr Celadete
ji lawên Kurd ên Îraqê re nivîsandî:
Bo Lawanî Kurd le Îraq. Bo çî Lawanî Îraq wekû pêşû meqale
û şîir bo Hawar nanûsin. Belê lew rojewe ku hikûmetî Îraq çûnî
Hawar bo Îraq bendkirduwe, lawanî Kurdî Îraqiş destî xoyan
lê kêşawetewe,…….. xwe hez bike axirîş derî ehênin û heta
dest birwa be naw hemû Kurdan bilawî ekeynewe. Wekû êwedizanin ewelemîn hedefî
Hawar pêkhanîn, rêkxistin û pêşxistinî zimanî Kurdîye….Êwe
bo yeketî zimanî Kurdî û bo neweyî paşeroj binûsin…
Dîsa Celadet bersvnameyek ji lawên Pijder re nivisandî bi navê Mijde:
Mijde bo Lawanî Kurdî Pijder Hawar wekû ezanin hedefî esasî
berzbûneweyî zimanî kurdî . Yekxistinî herdu zarawayî kurdî serû
û kurdî xwarû we.
Hawar jimar: 24
Mîr Celade bersiva Hevindê Sorî weha
daye:
Va şeş mehin hukometa Îragê
kovara Hawar li Îraqê qedexekirî, me gelek xebat kirî ku em vegerînin,
me jiwan re gotiye kovara me edebiye ewan bawar nakin:
Hawar jimar: 21
Gelek helbestvan û nivîskarên wê hingê name û pîrozbayî
ji bo Hawarê şandin e û tekîd kirin e ku Hawar xizmeta berhev
hanîna zaravên Kurdî dike wek: Şakir Feteh, Hevind Sorî, Hamid
Ferec, Ev perçeyek ji nivîsîna Pirut bi nav ê Eksî sedayî Hawar:
Min amîdim weye eger Hawarî xaşewîst bo mudedekî munasib
le ser em rîgayewe brwa ewsa lihceyekî muşterek Kurdî daemzirêt
û bo le yeketî gîştin mecbûr nabên be gelek hînanî zimanîkî
Ecnebî.
Hawar jimar: 10
Ev jî perçeyek ji pîroznameya nemir Hamid Ferec sê girîngiyên vê
pîroznameya Hamid hine:
Birayê gewre û xuşewîst Mîr Celadet le paş desgûşîn
demek bû çawriwanî sitarekê gelewêjî Kurdistan dikird.
Ta ko diwênê be çawî xuman dî man ke ewêş kovarî Hawar
eke çawîhemû kurdêkî ronkirdewe………… Bi nawî geşlawekî kurdî
Îraqewe pîrozî Hawar tan pêşkêş dekên. Reca ekyn le me
û diwa hewal biden bo tewhîdî lehceta we ko hemû Kurd wek yek îstîfade
le Hawar
Hawar jimar: 3li 15.6.1933
Eynî dihijmarê de Mîr Celadet bersiva pîroznameya
Hamid Ferec daye. Ev perçeyek ji persiva wî ye:
Tu kes nikarîbû ji hawarê re diyariyek ji pîroznameya Hamid
Ferec mezintir biqedir bişîne. Diyariya Hamid diyariyek welê
ye ko bi kirînê nayê kirîn bidaxwazê nakevêt dest. Ew tiştekî
buhaye ko ji vîn û ji xurtîya di bawariya kurdaniya Hamid de zaye.
Ji me hêvîdike û dixweze ko em ji bona yeketîya zimanê kurdî bixebitin.
Hin girîngiyê vê pîroznamaya Hamid Ferc hene divê em bidin zanîn:
1- Babete pêşin e ji Îraqê gihîştiye Hawar .
2- yekem bebete bizaravê kurmanciya jêrîn li hawar belav bûye.
3- Pîroznameya Hamid Şahide ku Hawar bi lez û fere belav dibû
4- Pîroznameya Hamid bûye pirek di navbera Hawar û roşanbîrên
Kurmancên jêrî û jorî de.
Jimara kovara Hawar yekê di 15gulana 1932 ê de derçûye, pîroznameya
hamid di jimara siyê de belavbûye. jimara siyê di 15. hezêrana 1932
ê de derçûye, navbera jimara yekê û siyê mehek bûye, çinkê hawar
nîv mihane bûye. Ev di be cihê pirsê di wê dema poste û ragiyandin
qels de çawa di navbera mangekê de Hawar ji bajarê Şamê gihîştiye
bajarê Silêmaniyê û pîroznameya Hamid gihiştiye Şamê.
Bê gûman ew nameya Hamid zûtirî mangekê gihiştiye Hawar ta
ku di navbera mangekê de belav bûye. Ew babeta hamid jî babeta yekê
bûye ku di jimara Hawarê siye de belav bûye, du jimarên Hawarê pêşin
tenê bi kurmanciya jorin belavbûn e di jimara çarê de helbestek
Hacî Qadirê Koyî û babetek Hevindê Sorî belavbûne û di jimara pêncê
de jî Helbestvan Fayêq Bêkes û Goran tê de helbestên xwe belavkirine
û di pişt re babetên kurmanciya jor û jêr bûne nîv bi nîv di
Hawarê de. Hawar ta jimara 23 ê bi du alfebeya derçûye, ya Erebî
û ya Latînî û ji jimara 24 ê ta jimara 57 ê tenê bi Latînî belav
bûye. Bi derkirina kovara Hawar Mîr Celadet pirojeya xwe bi rêvebirî
û bi pêk anîye. Îro bi serfirazî û bê dudilî em Karin bêjin xudiyê
Hawarê Mîrê roşanbîriya Kurd e.
|