MELAYÊ
CIZIRÎ (1570-1640) - yek ji helbestvanên
mezin yên kurd e.
Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an şahir
û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan:
Mela
li cem hemî kurdmancan, nemaze li cem feqehan ewçend nas
e ko ne hewce ye ez wesfê wî bidim. Mela şahirekî
mitesewif e, dîwana wî di sala 1919 an de li Stenbolê ketiye
çapê. Beriya wê li Petresbûrgê jî hati bû çap kirin. Min
ji vê çapê nisxeyek li şamê
di taxa kurdmancan de dîtiye. Çapa Petresbûrgê çapeke lîtografîk
e.
Melayê Jaba di heqê Melayê Cizerî de dibêje: »şahirê
diwê Melayê Cizerî ye. Eslê wî ji Cizîra Bihtan e. Navê
wî şêx
Ehmed e. Di tarîxa pansed û çilî de di nêv Cizîrê de peyda
bûye. Di wî wextî Mîr Imadedîn li Cizîrê mîr bû û xweheke
mîr hebû. Ev şêx
Ehmed li xweha mîr aşiq
bûye. Xezeliyatine zehf gotiye û diwançeyek tertîb kiriye.
Dîwana Melayê Cizerî dibêjin qewî dîwaneke misteleh e, û
zehf li nik ekradan meqbûl e. Paşê,
Mîr Imadedîn ew şêx Ehmed ceribandiye ko aşiqê
heqiqî ye û xweha xwe da ê. şêx
Ehmed qebûl ne kiriye. Ev şêx
Ehmed jî di tarîxa pansed û pêncî û şeşê
de merhûm bûye û di nêv Cizîrê de medfûn e, û ziyaretgaha
xelkê ye« .
Herwekî melayê Jaba gotiye tirba Melayê Cizêrî ziyaretgah
e. Ji xwe hêj di saxiya wî de welayet bi aliyê wî ve didan.
Dibêjin ko mela li Westaniyê, li ber şetê
Cizîrê, li ser kuçekî rûdînişt
û şihrên
xwe dinivîsandin. Ji cizba wî kuç welê disincirî ko piştî
ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan
û dipijandin.
Ji dîwana melê me xezala jêrîn bijartiye. Heye ko di dîwana
melê de jê spehîtir xezel hene.
Îro
ji husna dilberê
Îro ji husna dilberê
Dîsa helak û serxweş în
Remzên di wê şîrînsurê
Sohtim bi pêta ateşîn
Sohtim
bi berqa lami' e
Ew necm û bedra tali' e
şemsa
semayê rabi' e
Lew pir ji şewqê
şewwişîn
Pir
şewwişandin
wê dil e
Zulfên siyah ser dan mil e
Tora muxalif silsile
Selwa 'eqarib lê meşîn
Selwa
'eqarib lê weten
Ew nazika nûrînbeden
Qendê dirêjin guft û ken
Biskan di lê kir baweşîn
Biska
siyah re'na ye mest
Yek dî bi heyran pê ve dest
Hemyan bi mestî helqe best
Derbendê ew zulfa reş în
Êsîr
kirim zulfa çelek
Ew horiya şubhet melek
Tîr dan ji reştûzên helek
Mecrûhê qewsê pirweşîn
Tîr
dan ji qewsê malzirav
Ew gewhera pir şewq
û tav
Sotin li min cerg û hinav
Lew têk ji cergê herişîn
Cerg
û cesed têk sohtine
Lew xef xedengan nuhtine
Ji qewsê hilalê jih tine
Heyranê dêma mehweş
în Hem
bedr û hem Zuhra ye dêm
Ji wê 'alema kubra ye dêm
Xweş destxet û tuxra ye dêm
Herfan ji miskê lê nişîn
Lewhê
ji nû sîqal bidin
Herdem ji nû ve xal bidin
Da dil bi yek dî pal bidin
Nuqtan ji zêrabê weşîn
Zulfa
siyah 'enber bike
Xemlê ji zêrê zer bike
Zerbaf û dîba ber bike
Misk û gulavê lê reşîn
Mawer
ke terh û bişkoyan
Cîranê berg û lû'lûyan
Ew 'er'er û selwa ciwan
şetrî
bi mestî lê xwişîn
Şetrî
we tayên sor û zer
Bayê nesîm lê da seher
Li wê cebhetê hijiyan dû per
Lewra sekara bêhiş
în Meşha
seher yarê şefîq
Da min bi enguştên
'eqîq
Ji wê badeya nûrîn rehîq
Mexmûrê xemra bêxiş în
Mexmûrê
bê camê ez im
Yexmakirê ramê ez im
Çavnêrê peyxamê ez im
Perwaneyê şem'a
geş
în
Perwaneyên
sotî kebed
Dilber ji ber Birca esed
Tîr dan ji reştûzên semed
Lew têk ji xwînê neqqişîn
Kuştim
bi qewsê 'enber e
şoxê
ji dil mil dan ber e
Êxiste dil sed pencere
Evrenge em mihnetkeş
în
Mihnetkeşên
roz û şebê
Der firqeta şêrînlebê
Zulma ji ber destê te bê
Ew 'edl e em pir pê xweş
în Zulma
tu kî pir pê xweş
im
Sohtîdilê hicrankeş
im
Mislê perengê ateş
im
Rûhek mucerred bêleş
în
Min
dî sehergaha elest
Camek ji kewser dost di dest
Jê da Melê lew maye mest
Hetta heyatê serxweş
în

EHMEDÊ
XANÎ (1651-1707) yek ji helbestvanên
herî mezin ên kurd e. Ji
meqeleya Klasîkên me – an sahir û
edîbên me ên kevin ya Celadet Alî
Bedirxan:
Mela
Camî di heqê Mewlana Celaledînê
Rûmî û kitêba wî »Mesnewî«
de gotiye:
Men
çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.
Yanî:
Ez di heqê wî alîcenabî de çi
bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba
wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi
her awayî li bejna Mewlana têt. Di
heqê Ehmedê Xanî û kitêba
wî »Memozîn« de, bi min be, mirov
dikare jê bêtir jî bibêje. Belê
Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî
pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta
me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.
Xanî
di wextekî welê de rabû ko - beriya niho
bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê
li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û
li nijadê xwe hişyar
ne bû bûn û zelamên ji yek miletî
hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê
dikuştin.
Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra
miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û
ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî
kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin
û bindestiya miletên din mekin. Melayê
Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Sahirê
pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê
wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta
xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa
hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî
de Memozîn nav kitêbek aşiq
û maşûqan
gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî
û erebî gotiye, navê wê Nûbihar
e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî
Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat
û esharan û beyt bi zimanê kurmancî
gotiye. Û di zimanê erebî û farisî
û tirkî jî qewî mahir û sahibi
irfan e. Û ji sierayê di Kurdistanê hemûyan
jî meşhûr
û faiq e, belkî ji hemû şieran
meqbûl û memduh e. Û dii hezar û
şêst
û sê da jî merhûm bûye û
di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî
bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî
li kenarê mizgeftê medfûn e« .
Xanî
herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û
şêst
û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.
Lewra
ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst
û yek bû
Kengê
emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê
gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar
salî bû.
Îsal
gehişte
çil û çaran
Ev pêşrewê
gunahkaran
Ehmedê XanîXanî ji Memozînê
pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke
menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo
Nûbiharê dibêje:
Ji
Eqîda îmanê: Sifatê
di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî,
şîn
û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam
Xanî
li Beyazîdê dibistanek jî danîbû
û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot.
Di pey mirina wî re şagirtê
wî Smaîn bîst salên din li wê
dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî
tê de gotin.
Li
gora tiştê
ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê
jî çêkiriye û tê de qala
ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek
lê geriya bim jî ev kitêb neket destên
min.
Ehmedê
Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn
ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê
kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê
xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.
Mem
û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên
Kurdistanê, rêzikên welatê wî
ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin,
kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin,
bi rêzikên miletên din ve diçin,
belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin,
dikevin rengên miletên din û bi vî
awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda
dibêje: Sazi
dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi
Zîn û Mem bit
Serha
xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane
Nexmê
we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim
Derman
bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim Meşhûr
bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb
Ewreng
bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî
nezerbaz
Dilber
li Memî bikin girînê
'Aşiq
bikenin bi derdê Zînê
Ev
meywe eger xirab e ger qenc
Kêsaye digel wê me dused renc
Ev
meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e Ev
tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî sirîn e
Ev
meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e
Mehbûb
û libas û gûsiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e
Ez
pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me
Kurmanc
im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarîMemozîna
Xanî di sala 1919'an de li Stenbolê hatiye çap
kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên
Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek
nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî
Nûbara xwe di sala 1094'ê hicrî de nivîsandiye.
Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê
bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha
xelkê ye.
FEQIYÊ
TEYRAN (1590-1660) yek ji helbestvanên mezin
yên kurd e. Perçeyek
ji meqele "Klasîkên me – an sahir
û edîbên me ên kevin" ya Celadet
Alî Bedirxan:
Melayê
Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê
siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî
Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye,
welatê hekariyan e. Di tarîxa heft sed û
diwê peyda bûye. »Hikayeta şêxê
Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî«
jî mewzûn gotiye û »Qewlê
hespê reş«
jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt
û eshar jî qewî mileme û rengîn
gotine. Û navê wî jî di sihrê
da »Mîm û Hey« e, û miqdarê
heftê û pênc salan emir kiriye û
di tarîxa heft sed û heftê û heft
da merhûm bûye û li Miksê jî
medfûn e« .
Gelo Feqehê Teyran kî bû? û navê
wî, çi bû? Ji ber ko Feqehê Teyran
leqeba sahir e û ne navê wî ye. Ji eserên
wî »Wesfê şêxê
senhanî« nik min heye.
Yê
ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî
gotiye: »Qesîda wesfê şêxê
senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam
bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqehê
Teyran meşhûr
e« . Li gora vê serhê Feqehê Teyran
mîr bû û navê wî Mihemed bû.
Lê mîrê kîjan welatî? Heye
ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji
eserên Feqeh min ji »Wesfê şêxê
senhanî« pê ve tu jî ne dîtine.
Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî«
bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê
»Qewlê hespê şes«
bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta
hespê şes«
jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên
wî ên peregende jî dîtine.
Dibêjin
ko Feqehê Teyran şagirtê
Melayê Cizerî bû û li ber destên
wî xwendiye. Feqeh di wefata Melê de jê
re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata
Melê tê de bi ebcedê işaret
kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê
di dema nivîsandina vê bendê de ne bi
min re ye.
Lê
qenc tête bîra min ko Feqeh di mersiya xwe de
dibêje »Heft eyn û lam ji hev bûn
cida, sîn û girî dîsa tê da«
. Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê
hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê
xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête
zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê
Hêsetê ye. Ji ber ko Feqeh dibeje:
Îro
werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.
Herçî
»eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan
di »Wesfê şêxê
senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî
ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eşqê
sihtiye
Ev sihir vi şêx
ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê
[1]
Feqeh qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqeh
ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra
Botan maye û tê de xwendiye.
Gelo
leqeba Feqehê Teyran çawan bi vî sahirî
ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran
dizanî bû ji lewre navê Feqehê Teyran
lê kirine. Di vê babetê de min ji şêx
Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn
bihîstiye.
Feqehê
Teyran diçû Cizîrê. Bi rê
ve rastî kesekî hat; pev re hevaltî kirin.
Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha
darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin
û veniştin
ser darê. Çûk pev re diştexilîn
û Feqeh dikenî. Kesê ji Feqeh pirsî
û got ê: Ma tu çire dikenî?
Feqeh
got: Ev adeta me ye, em feqeh holê dikenin.
Kese:
Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb
nakene.
Feqeh:
Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu
bêbextiyê li min bikî û belakê
bînî serê min.
Kese
soz da yê ko nabêje tukesî. Feqeh rabû
mesela xwe jê re qise kir û got:
–
Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên
ser darê dibînî, yekî ji ê
din re dibêje, ev feqehê ha diçe Cizîre,
lê nizane ko li Cizîrê serê wî
dê bête êşandin.
Kese
deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi
rê ketin. Gava gehiştin
Cizîrê Feqeh çû Medresa sor, kese
çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk
giha bûn hev û wek mirovine ko li tiştekî
digerin diçûn, dihatin û li erdê
fedikirîn û dipeyivîn. Kesê sehîtî
kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di
erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê
nikari bû cihê wê şanî
bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê
digere.
Vê
carê, kese kenî û çû nik
mîr; mesela feqeh û çûkan jê
re got. Mîr şande
pey feqeh. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê
derînim, lê para xwe jê dixwazin.
Mîr
jî sertê Feqeh pejirand, yanî qebûl
kir. Feqeh jî çû hinek zad anî
û resand nava Westaniyê, û xwe li paş
kevirekî veşart.
Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re ştexilîn.
Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:
–
Ma kê ev zad reşandiye
vê derê?
– Feqehê Teyran ev zad reşandiye,
seba xezînê.
– Ma tu nizanî xezîne li kû ye ?
– Belê dizanim, sibehî wextê roj
hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî
lê didit xezîne di bin wî kevirî
de ye.
Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû
rabû çû Westaniyê û piştî
ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr
û gote wî:
Ezbenî min xezîne bi cih kir.
Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê,
erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî
zehf derket. Mîr ji feqeh pirsî: Para te çi
ye bêje...
Feqeh
got: Beramberê serê kesê bidin min.
Mîr
got: Serê kesê bi laşê
wî ve ye, em çawan beramberê wî
bidin te. Feqeh got: Rahet e, serê kesê ji laşê
wî vekin.
Anîn
serê kesê jê vekirin û danîn
ser sehînê û li milê din hêdî
hêdî zêrên xezînê êxistin,
hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê
serê kesê ne hatin.
Mîr
enirî û gote feqeh: Te zanî bû ko
serê kesê hinde giran e, ji lewre te ev şert
bi min re kir.
Feqeh
deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û
çend kulm ax avêtine şûnê.
Milê axê daket, serê kesê rabû.
Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got
ê:
–
Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te
re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan
î. Mexseda min ew bû ko ez şanî
we bidim ji serê insên girantir ax heye, û
insan bi tenê bi axê têr dibe.
Ev
her sê sahirên ha yanî Elî Herîrî,
Melayê cizerî û Feqehê Teyran bivê
nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko
Xanî qala wan dike û dibêje:
Min
dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar
Ezê niho hin sihrên Feqehê Teyran bidim
zanîn. Ji Wesfê şexê
senhanî:
Van
qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hişyar
bikim
Da ez ji şêx
dim wesfekî
şêxek
hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
şêxek
hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan
Ji qesîdeke wî:
Bizan
ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuştim
yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wi
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Mistaqi rindî ez im
Aşiqê
cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweş
qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Sûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.

CEGERXWÎN
Jidayikbûn
û Zaroktî
Cegerxwîn bi navê şêxmûs
ji dê û bavekî gundî-cotkar-belengaz
di sala 1903'an de li gundê HESARÊ hatiye cîhanê,
ji (11)de xuşk
û bira tenê sisê mane: Sêxmûs,
Xelîl, Asya. Di sala 1918an de bavê wî
Hesen li bajarê Amûdê serê xwe danî
û çûye ser heqiya xwe. Di sala 1919'an
de li gundê Bêdir-Memo diya wî Eyşan
ya heftê salî jî serê xwe danî
û çûye ser heqiya xwe. Cegerxwîn
pêlakê li cem xuşk
û birayê xwe maye.
Jiyan
û xebata li Binxetê (Kurdistan a Sûriye
yê)
Di sala 1920an de çûye xwendegeha olperestî
û çend salan li ser hev li Kurdistana Sûrya
yê, Îraq û Îranê jî
li xwendinê geriyaye û rewşa
gelê Kurdistanê baş
nas kiriye.
Di
sala 1927'an de keça xalê xwe Kehla Selîm
ji gundê Hesarê ji xwe re tîne û
li Amûdê bicî dibin.
Di
sala 1928'an de xwendina xwe qedand û îcaza
xwe wergirt û bû melayê gundê Hazda
jorî û di wê salê de dîwana
xwe ya yekemîn nivîsiye, ev dîwan winda
bibû û berî 3 ê salan ketiye destê
me û heta îro nehatiye çapkirin.
Di
sala 1936'an de, Cegerxwîn bi çend malên
gundiyan ve du gund li jêrê avaniyê avakirin(Çêlek
û Cehenem).
Di
sala 1937-1938'an de, Cegerxwîn û hevalên
xwe Nadiyek-Komelak li bajarê Amûdê ji
xortên kurd re vekirin û komela wan gelek berepêşçû,
lê bi navtêdana hin mirovên nezan û
dijminê miletê kurd Firansizan ew komele girt.
Di
sala 1946'an de Cegerxwîn mala xwe ji gund guhaztiye
bajarê Qamişlo
û ketiye nav pêlên rêzanî
û siyasetê û di wê salê de
Civata Azadî û Yekîtiya Kurd hate çêkirin:
Dr. Ehmed Nafiz serok û Cegerxwîn sekretêr...
Di
sala 1948'an de Cegerxwîn bûye hevalê
Partiya Komunîst a Sûrya yê. Di sala 1949'an
de cara yekemîn bû ko Cegerxwîn hatiye
girtin. Di sala 1950'an de Cegerxwîn dikeve Civata
Aştîxwazên
Sûrya yê û di hundirê wê de
kar dike. Di sala 1954'an de Cegerxwîn ji hêla
komonîstan ve bû namzadê perlemana Sûriya
yê.
Di
sala 1957'an de Cegerxwîn ji komonîstan dûr
dikeve û di wê salê de Cegerxwîn
û hevalên xwe rêxistina AZADÎ sazdikin
û piştî
pêlakê Cegerxwîn û hevalên
xwe rêxistina xwe fesix dikin û bi Partiya Dîmoqratî
Kurdî re dibin yek.
Di
sala 1959'an de Cegerxwîn direve Îraqê
û sê salan li wir dibe mamosteyê zimanê
kurmancî li Zanîngeha Bexdayê perçê
kurdî. Di sala 1962'an de hukûmeta Îraqê
bera Cegerxwîn dide û ew û zarokên
xwe vedigerin Sûrya yê, Cegerxwîn tê
girtin û piştî
pêlakê tê berdan.
Di
sala 1963'an de dîsa Cegerxwîn tê girtin
û dikeve Zindana Mezê li bajarê Samê,
lê piştî
pêlakê tê berdan lê wî nefî
(Surgun) dikin û dişînin
bajarê Siweyda nav Durziyan, lê piştî
pêlake ne dirêj tê berdan û vedigere
bajarê Qamislo yê.
Di
sala 1969'an de Cegerxwîn diçe Kurdistana Îraqê
nav şorişa
kurdî û nêzîkî salekê
li wir dimîne. Di sala 1970 yî de Cegerxwîn
ji Kurdistana Îraqê vedigere Sûrya yê.
Di sala 1973'an de Cegerxwîn direve Libnanê
û dîwana xwe ya sisyan KÎME EZ? Û
çîroka Salar û Mîdya li wir çap
dike. Di sala 1976'an de Cegerxwîn vedigere Sûriye
yê û heta sala 1979'an li wir dimîne.
Li Swêdê
Di sala 1979'an de Cegerxwîn ji Sûrya yê
direve û diçe Siwêdê û pênc
salên xwe yên dawî ji jiyana xwe li Siwêdê
derbas dike. Di 22-10-1984'an de li bajarê Stockholmê
Cegerxwîn serê xwe danî û çû
ser heqiya xwe. Cegerxwîn di hewşa
xaniyê xwe de li bajarê Qamişlo
yê hatiye veşartin.
Zarokên wî yên ko li dû xwe hiştine
du kur û çar keç in: Keyo, Azad, Gulperî,
Rojîn, Beniye, Selam. Neviyên wî 26 kes
in.
Sala
bîranîna Cegerxwîn
Cigerxwîn, dengê êşû
azara gelê Kurd di têkoşîna
azadiyê de, di sala 2003'an de kete sedsaliya xwe
de. Cigerxwîn ku navê wî yê birastî
Sexmûs Hesen e, di sala 1903-an de li gundê
Hesarê girêdayî navçeya Kercosê
ye, ji dayik bû. Piştî
ku di temenekî biçûk de dê û
bavê wî çûne ser dilovaniya xwe
xwîşka
Cigerxwîn ew bire cem xwe. Dema ku ew yanzdeh salî
bû, di destpêka şerê
yekemîn yê cîhanê de, tevlû
malbata xwîşka
xwe binxet bû û bû penaber li welatê
xwe. Ew li gundê Amîd girêdayî Qamişloyê
bi cih bû. Cigerxwîn di sala 1921-an de xwendina
xweyî medresê bi dawî kir û îcazeya
melatiyê wergirt. Piştî
vê yekê Cigerxwîn dest bi melatiya gundê
Tell Sair kir û ji ber vê yekê jî
navê Mele Sexmûs lê hate kirin.
Dema
Cigerxwîn li gelek cihên başûr
û rojhilatê Kurdistanê xwendina xwe ya
medrese didomand, wî êş
û azarên gelê Kurd ji nêzîk
ve dîtin û navê Cigerxwîn li xwe
kir. Jiyana Kurdan ya sext û zor û zehmetiyên
jiyana wî bi xwe ew xistine nava nakokiyên hundirîn.
Cigerxwîn
ji sala 1924-an û pê de dest bi nivîsandina
helbestan kir. Piştî
têkçûna serhildana Sex Saîd, heştên
neteweyî yên Cigerxwîn gurrbûn û
ew bû endamê rêxistina Xoybûn ya
ku ji aliyê rewşenbîrên
Kurd ku penaberî Sûriyê bûbûn
hatibû damezirandin. Wî di 24 saliya xwe de
dest bi nivîsandina helbestan di kovara Hawar de kir.
Dilnermiya wî û mirovaniya wî û
xwendina wî ya medresê bûn sedema wan
berhemên wî yên ku bîna berhemên
wêjeya klasîka Kurd jê tê:
Cana
xwe derîne tu ji pişta
çeperê,
Perde tu hilîne, ku li min roj bê derê,
şevreş
bike ronî, tu bi loks û fenerê,
Maçek ji du lêvan bide, ey lêv şekerê,
Ew e dermanê birînê û kul û
derd û kederê ...
Piştî
demeke kurt Cigerxwîn berê xwe da civata feodal
û paşverû.
Wî di helbestên xwe de bi tundî xwudkarên
feodal û olî rexne kirin. Li gor wî sedema
bêbextî û êşa
karker û gundiyên Kurd ev hêz bûn
û di heman demê de wa rê li azadî
û serxwebûna gelê Kurd jî girtibûn.
Ronak kirina gelê Kurd di derbarê rewşa
civakî û parvekirina hêzan de di civakê
de ji bo Cigerxwîn berî hertiştî
dihat, ji ber vê yekê jî helbestên
Seydayê mezin di destpêkê de li hemberî
hêzdarên olî, şêx
û mela bûn:
...
Hawar dikim,
Ranabî kes
Sêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xist
Û mizgevt û dêrEm xistine
Tora neyêr.
Hawar, hewar
Hawar, hewar !
Van çûçikan
Dexlê me xwar.
Sed camî û
Dêr û kenişt
Naqos û bang
Û tîr û xişt
Sed lek ji
Tîpên Lemterew
Bi kêr me nayên
Tev derew. Cigerxwîn
bi dil û can hewl dida piştgêriya
têkoşîna
azadiya gelê Kurd bike. Wek mînak di dema muxtariya
sala 1961-an li başûrê
Kurdistanê wî li zanîngeha Bexdayê
beşa
Kudiya Jorîn saz kir û ji bilî vê
wî bernameya çanda Kurd di radyoya Bexdayê
de amade dikir. Ji sala 1959 heta sala 1963-an Cigerxwîn
li Bexdayê dima. Ji bilî helbestên siyasî
(neteweyî û sosyalîst) wî helbestên
li ser evînê jî dinivîsîn,
ku pirê caran êşû jana evînê
tanîn ziman, herwiha carcaran behsa xweşî
û şahiya
evînê jî dikirin. Gelek stranbêjên
Kurd Helbestên wî ji bo stranên xwe bi
kar anîn. Heşt
dîwanên Cigerxwîn yên helbestan
hatine weşandin,
herwiha wî pirtûka bi navê “Tarîxa
Kurdistanê”, ferhengeke zimanê Kurdî
û pirtûkên li ser folklora Kurdî.
Bi kar û barê xwe û bi berhemên
xwe Cigerxwîn di ronakkirina girseyên li Kurdistanê
de rolêkî gelekî mezin leyistiye. Mirov
dikare wî mîna nîşaneke
neteweyî bibîne. Cigerxwîn parabêtir
jiyana xwe li Qamişlo
borand, lê paşê
mecbûr ma ku dev ji welatê xwe berde û
here Stockholmê. 22-ê êlûna sala
1984-an Seydayê Cigerxwîn çû ser
dilovaniya xwe. Cigerxwîn li hewşa
mala xwe ya li Qamişloyê
bi tevlîbûna dehhezaran Kurdên heskiriyê
helbestên wî hate bi cih kirin. Ev kesayetiya
mezin ya wêjaya Kurd, mamosteyê Qedrican, dikeve
sedsaliya xwe. Divê ku ew newe ji bîr kirin.
MELAYÊ BATÊ
yek ji nivîskarên klasîk yên kurd
e.
Perçeyek
ji meqele “Klasîkên me – an sahir
û edîbên me ên kevin” ya Celadet
Bedirxan:
“Melayê
Jaba der heqê Melayê Bate gotiye: »Sahirê
siyê jî Melayê Bate ye. Navê wî
jî Mela Ehmed e. Eslê wî ji Bate ye. Bate
gundek e, ji gundê di hekariyan. Di tarîxa heşt
sed û bîstî da peyda bûye, û
zehf sihir û ebyat gotine. Dîwaneke mexsûs
heye, qewî qenc e, û mewlûdeke kurmancî
gotiye. Di Kurdistanê de ew meqbûl e; û
heştê
salî emir kiriye û neh sedê hicrî
merhûm bûye. Di nêv gundê Bate de
jî medfûn e« .
Li
gora tiştê
ko min bihîstiye Bate li Behdînan û li nîzingî
Amediyê ye.
Ji eserên Batê min bi tenê mewlûda
wî dîtiye. Herçî dîwan û
sihirên wî ne, çavên min bi wan ne
ketiye. Mewlûda wî di sala 1905 an de li Misrê
hate çap kirin. Heke ez ne şaş
im ew mewlûd di sala 1919 an de li Stenbolê jî
ketiye çapê. Bi min re nişxeke
destnivîs heye. Eve çend dûrik ji mewlûda
Batê: Hemdê
bêhemd bo xudayê alemîn
Wî Xudayî daye me dînê mibîn
Em kirîne imeta xeyrel beşer
Tabihî wî miqtedayê namewer
Wî xudayî malikê milkê ezîm
Daye me mîras qurana kerîm.
Bo cemihî mislimîn û salihe
Bo feqîrê Bate jî el-fatîhe.”

 |
OSMAN
SEBRÎ - Osman Sebrî di sala 1905an li
gundê Narincê yê Kolîka Semsûrê
hatiye dinyayê. Bavê wî serokê êla
Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî
hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an
de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê
xwe yê ku bû serokê êlê, mezin
bû.
Piştî Serhildana Sêx Seîd, Osman Sebrî
jî digel herdu apên xwe Þukrî û
Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu
apên Osman Sebrî di zîndana Amedê
de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di
zindana Denizliyê de dimîne û piştî
efûyeke giştî, di sala 1928an de tê
berdan.
Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên
kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan.
Ew di 24.12.1929an de direve Sûriyeyê, du salan
dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara
Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê
dike.
Di sala 1954an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya
latînî weşand û hin pirtûkên
mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng
nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî
yên ne çapkirî jî hene.
Di sala 1957an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên
kurd, di xebata damezirandina »Partiya Demokrat a Kurdî
li Sûriyeyê« de cih digire û wek sekreterê
partiyê tê hilbijartin.
Osman Sebrî roja 11-01-1993an wefat kir. Ew li gundê
Berkevirê, li binxetê veşartî ye.
Bersîva
Hoşeng
Hoşeng!
Roniya çavê min,
Pandiyê navê min,
Hêviya min a pêşîn,
Di nav pêrêyên jîn,
Divêm çend peyvan li gel te bikim.
Bê qirên û deng
Nizanim wa ji te dipirsim;
Ka te tiştek nasiye
Wek kesên bîrbir,
Jêhatî, eznawir,
Ji êşa welat
Warê xebat
Derd û kulên min.
Nabêjim tu ne jîr î,
Ne dibêjim tu dibîrî.
Tenê sergermiya te,
Tu rojan,
Tu deman,
Nahêle ku li ci kirê hûr bî,
Û çak bibîrî.
Berî tu hebî,
Piştî tu hatî,
Gelek caran ez ketim nav
Lepên neyaran,
Tevî zor û lêdan,
Digel zirt û fortan,
Di çavên min nedîtin tirs,
Ji devê min negirtin yek pirs.
Te bi çavên xwe dît,
Carekê, du caran,
Ku zor û êşandin pir hebû.
Digel min xwe westandin,
Dawî suhna xwe revandin.
Lê serê min nizm nebû.
Bi ya Xwedê her nizm nabe,
Diviya bû dilê te bi vê yekê şa
be.
Tevî van bûyeran,
Li ser gotina tewtewe û qeşmeran,
Jehra ku berdane guhên te,
Bê raman û xweragirtin,
Bi ser min de dirêjî!
Berî vê bi sê salan,
Ji min re dinivîsî, holê dibêjî
"Bavo, dibînim di nivîsarê te
Dibihîzim ji dost û yarên te,
Þopa bêhêviyeke cankuj,
Xwe berdaye ser dilê te,
Pê sist bûne dest û milên te!.."
Delal!
Berî her tiştî,
Ew rewrewok ne dost û yar in,
Birek tewtewe, xêrnexwaz û çavnebar in.
Ji her nasî re dost û yar nayê gotin,
Holê pergela mirov tête sotin,
Ev celeb kes dema rûbarî te bin
Pir nerm û xweş in
Di paşgotiniyê wekî mar in,
Gelek dilreş in.
Naxwazin kesek paqij bimîne,
Qenciya camêran dilê wan diêşîne.
Ji bo çakan û çakiyê dij û
neyar in,
Di devavêtinê de wek segê har in,
Divê bizanî ev celeb kes wek mişkê
lûr in,
Wan bînayî nîne, li ser bênê
dimeşin.
Ji zikmakî kûr in.
Ma gelo dizanî mişkê çi teba ye?
Wek van kesan ji dîtina rastiyê
Û qenciyê dûr û cuda ye.
Lûr li ser rûyê erdê najî,
her jêrzemîn e.
Tiştên li ser rûyê erdê
Di nav ezmên yekcar nabîne.
Çiya, dar û ber û keskayî,
Çem, co û cobar û ronahî,
Asîman, stêrk, ro û hîv,
Gewher, pilatîn û zêr û zîv,
Tev jê re nas in, li nik wî ne teba ne.
Jê re ne hêjayî kêzikekê û
du kurma ne.
Kir, tevger û xebata wî di cihên teng
û tarî,
Jê re kurm û kêzik bihatir in ji elmas
û mirarî.
Navên Apolo û Kosmos wî bendewar nakin,
Xwarina çend kêzikan dikarin dilê wî
şa kin.
Ev e rê û ramana van celeb kesan,
Têgihan û bîrbirina nandoz û teresan.
Li pêş dost û yaran qurre û çalak
in.
Dema rûbarî neyaran dibin bizdok û perşikestî,
Nikarin serê xwe rakin.
Lê ji bo kurdên dilçak û doza welat,
Bê ûst ji devê wan dertên her agir
û pêt.
Nemaze ji bo kesên têkoşer û gelparêz,
Gunehan çar dikin, didin berhev, dikin rêz.
Çi kesê ji zanîn û baweriya wan
bi dûr keve
Dibêjin "şaş" e
Ji kesên wek xwe bizdok û çepel re
Dibêjin
"Têgihiştî ye, gelekî baş
e!"
Ew ne yên xebatê bûn,
Temê diketin riya xebatkaran.
Kama wan di hatina nav
Xebatê çavnebarî bû,
Sixwestin ew jî wek camêran
Bêne xuya kirin.
Xwehildana wan ne xurtî û fedekarî bû.
Zûka reviyan, dema ji wan ve xuya bû mirin.
Hinekê wan hatibûn nav xebatê ji aliyê
neyar,
Da ku bera hev din, di berhev bêxin kesên ne
hişyar.
Teqez baweriya wan bi gel nîne,
Herçî ew bi xwe ji canê xwe bê
hêvî ne.
Dijî gelê xwe tu nizanî çi pêxwas
in,
Berdestî ne wek tajiyên bi meras in.
Ji bo gel nawestînin ji xwe lingan,
Ji bo xelkê, xwe davêjin ser pilingan,
Ev e rewşa îro di nava gelê meyî nezan,
Lîwana xwe spartine noker, bêbav û xinizan.
Neyê bîra te ku rewşa Kurdên Rohilat
û Bakur,
Ji rewşa Kurdên Sûriyê durusttir û
çaktir e,
Em hin tiştan ji wan dibihîsin halê wan
Ji ê me pir kambaxtir e!..
Ev e ku nahêle em ber hev bên û bibin
yek,
Bê şerm em gunehên xwe diêxin ber
Derê koledar û felek!:
Delal:
Gava em ne çak û durust bin,
Teqez ew ji pîsî û neqenciya me ye,
Em çawa dikarin bêjin "Sûcê
felek
û kolîdar tê heye?"
Ma heya çi gavê em dê ji sûc û
gunehên xwe birevin?
Riya rast berdin, bikevin xaçerêyen, deverû
bikevin.
Riya rast şemirandin ne karê camêran e;
teqez qelsî ye,
Ji gunehên xwe revîn karê namerdan e,
bes pîsî ye.
Ji bo çi holê em pîsiyê di xwe
de tînin?
Neyar û nemerdan dilgeş dikin, bi xwe dikenînin.
Ev yek bûye nexweşiyek malkambax ketiye canê
me.
Nizanim ev çi bextreşî ye ku zanayên
me pê ketiye
pirtirîn nezanên me...
Kesin hene ji gunehên xwe direvin,
Alîkî di riya felekê re diêxin derê
Yezdan,
Aliyê din, bê şerm û fihêt diêxin
derê Þeytan.
Xwe ji guneh û kêmasiyan dişon wekî
me kurdan.
Tenê ya ku me ji vê guhertiye,
Me kolîdar xistiye şona
Þeytan!..
Wey xwelî li serê me, me riya rast şemirand,
Ew bûne pelîse ketine bin lingan..
Gelo! Ma em dê çawa xwe ji vê nexweşiyê
xilas kin?
Gunehên xwe bibînin, qencî û neqenciyê
ji hev nas kin?
Kurê min!
Wa tu li Ewrûpa yî, va me li
Rojhilat,
Teqez ne razayî me ji tevgera nav
welat
Çavdarê hemû bûyeran,
Guhdarê nûçe û xeberan,
Dibînim, dibihîsim, dêşim,
Haydar im ji hemî war û deran,
Tu tenê dibihîsî, lê ez dibînim,
Hophopa qeşmeran,
Canxulamiya nokeran,
Dûvlûçandina nandozan,
Devxumxumandina bê dozan,
Demnasiya kêsbazan,
Zimandirêjiya tolazan,
Di nav pêlên gemarî;
Di nav rojên reş û tarî,
Tertilîna gel,
Tevgerên bê vac
û çepel,
Koraniya rêberan,
Bertilîna têkoseran,
Rê li ber wan wenda,
Ji armancê cuda,
Nema dizanin
çi bikin!..
Tev mane bê war,
Nabin hişyar!
Bi tevayî ketine ber lingan
û hembêza neyar.
Hey wax û sed hey wax,
Di nav kulên kambax,
Ku her roj dibînim,
Dêşim û dilbirîn im.
Xwezî min nedîtibûya,
Çê ku tu nabînî,
Teqez tu bextiyar î,
Ne wek min xemgîn î.
Guh bide min, delal!
Ez sond sixwim bi serê te û Hoşîn
û Heval,
Ku tu caran ji xwe û gel bê hêvî
ne bûme,
Li ser şopa qelsan nehatime û tê neçûme.
Tenê hin karbidestên xêv û nezan,
Totik vala û cendek giran,
Di nav şoreşê,
Li nav niştiman,
Hineka bi serhişkî,
Hineka bi oflazî,
Hineka bi xinizî,
Hineka bi xêrnexwazî
Gelekan jî bi talankerî û dizî,
Kir, tevger û peyvên wan,
Dikarin welat û şoreşê tev têxin
bin lingan,
Bê şivîsk, ez gelekî diêşiyam
bi van kirên han,
Kesek serwext û bîrbir û hişyar,
Dikarî qenc bibîne
Çak bibîne,
Gelek tiştên ne diyar.
Ji alîkî nezaniya gel û tênegihiştina
xortan,
Ji aliyê din alozkeriya bêbavan reyin xêrnexwazan.
Me nediviyabû rê bidim devlokiya qeşmer
û tolazan.
Ji lew re diviyabû ji her kirê hûr bim
Xwe ragirim, ji her kesî dûr bim.
Heya rastî ji her kesî ve xuyabe,
Qencî û neqencî ji hev cuda be.
Heya ku bê bîra te, berî wê nameyê
di nameyek din de
Te gazind kiribû, ji bo çi xwe nêzîkî
xebatkaran nakim?!
Hîngê min ji te re dûr û dirêjnivîsîbû
ku:
"Kesên di qada xebatê de mane birek kureder
û malkambax in,
Pêlên ku radibin, tev gend û gû,
gerek û kerax in,
Ez tu caran di nav avên holê de sobahiyê
nakim."
Dawî, va ye her tişt xuya bû,
Li Rojhilat
Û li Rojava
Dijmin bi me şa bû,
West û xebata çardeh salan,
Xwîn û fedekariya gelek hevalan,
Bi bêbavî hatin firotin
Li Kurdistana nîvro
Gelek dever hatin sotin.
Rêya ku li her derê bi koranî dabûn
ser,
Bi rêberiya hin nezan û piştmêriya
hin ker!
Bê raman û hişyarî,
Em dever û dan erdê,
Gîhandin vî warî...
Ev bûyerên paşîn hîngê
ji me xweş xuya bûn,
Kesên datanîn se xebatê cankole û
ne hêja bûn.
Hinek jê xiniz, ji aliyê neyar ve hatibûn
şandin,
Gelek ramanên çepel di serê milet de
hatibûn çandin.
Li Ewrûpa, li her alî welat,
Xebat ketibû nav destên çepel û
şêt.
Xortên xebatkar, jêhatî û dilawer,
Ji xebatê, ji berpirsiyariyê dihatin dûr
xistin,
Li êrdima şoreş gelek têkoşer
Ji bo gotina "çima?"
Dihatin kuştin.
Diborin di gunehên xiniz û nokeran,
Digirtin devên welatparêz û cengewaran.
Bi tenê devekî digot, destekî dikir,
Ê mayî bê deng wek pûtên ji
kevir.
Dongiya şoreş û gel bi zarê mirovekî
ve
Hatibû girêdan,
Ji lew re şoreşa serdest hat firotin,
Qelenê wê gihaştê destê Þahê
Îranê.
Her çi êrdima şoreş,
Dema bihîstin nûçeya kambax, ji rûkî
girêdan reş.
Keç û bûkan porên xwe birîn,
Kal û pîrên kurd bi ser hev de digirîn.
Digotin: "Hey wax û her hey wax!"
Çawa dibe ku serok holê bi hêsanî,
Axa welêt û şoreş serbest berde?
Ma nizane ku Tikrîtî, neyarê gelê
kurd e?
Dê me hemiya ji welêt bi derxe û bi gerde.
Çekhilgirên me wê tevde bêne kuştin,
Lat û zinarên niştiman dê bi xwîna
wan
Bête şuştin.
Namûs û rûmeta me dê bikeve ber
lingan,
wê ku de bicin şervanên kurd ku dajotin
Ser neyar wek pilingan.
Hê tu caran ev bêbavî ne bûye,
Kesî boblatek holê nediye,
Ku welatek bê ser û ceng,
Bê qirên û deng,
Ji dijmin re
Bête berdan:
Xelkê wî wek pezê bê şivan
Tê de bê ser jê kirin,
Bête kuştin,
Jê bête gerdan!..
Piştî van bûyeran,
Em dibihîsin nexmeyeke nuh
Ji devê zirtekeran:
Binêr çi gotinek şêt,
Beredayî, bêvac û kirêt,
Hin kesên nezan û guhdirêj,
Totik vala, mejî qirêj,
Dibêjin di talde û nediyaran,
Dikin kurtepist li pêş nezanan,
Li ber dîwaran:
"Heke şoreş bimaya, welat seranser dibû
wêran,
Di nav xerîta cîhan radibû navê
Kurdistan,
Teqez dê hebin hin gotin û peyman,
Di navbera Barzanî û Þahê Îran."
Ev e gotina min, ji van celeb kesan:
"Bimirin, biqesin herin nik şeytan,
Divê hûn bizanin ku Berzanî xwe kuşt,
Xwîna cengewerên kurd bi dolaran şuşt,
Rûmeta xwe û kurdan siparte neyar,
Ji bo we keran her bindestî hişt."
Kurê min, niha dê bême ser te,
Dilê xwe vekim li ber te,
Binhêr ev e şîreta min,
Dê bêjim pir kurt û kin:
Ku di hemî kir û waran,
Di gel hemî nas û neyaran,
Bas vekî caxê xwe,
Bîr bînî sîreta bavê xwe,
Li ser her kir û gotinê hûr bî,
Ji kir û gotinên lêz dûr bî,
Heya nekevî kêmî û şaşiyê,
Fihêtkar nebî li paşiyê.
Ev e şîreta durust û çak,
Ji bo we xortan dixwazim
Pêsendeyek xweş û ronak.

ELÎ
HERÎRÎ – Di nav şahirên
kurdmanc de yên ko piştî islamiyetê rabûne û bi kurdmancî
nivîsandine; ê pêşîn Elî Herîrî ye. (Xwedê rehmeta xwe
lê erzan bike û heke di ser bihuştê re bihuşteke
din, bihuşteke bijarte heye cih û meqamê wî tê de çêke).
Li gora ko me bihîstiye gundê wî Herîr di welatê Soran de
ye û Elî bi xwe sorî ye. Lê Melayê Jaba dibêje ko Herîr
di welatê Şemdînan de ye. Me bi xwe tu esera wî ne dîtiye.
Dibêjin ko dîwana wî heye.
Melayê
Jaba der heqê Elî Herîrî dibêje: »Şahirê berê Elî Herîrî
ye. Dîwançeyek heye, şihir û qesayid. Herîr jî gundek
e, di cihê û nehya Şemzdînan, di sencaxa hekariyan de,
û şihir û ebyatê di wî jî di nêv Kurdistanê qewî zêde
meşhûr û marûf e. Texmîna ko di tarîxa çar sedê hicretê
de peyda bûye û di çar sed û heftê û yekê de merhûm bûye
û di nav Herîrê de medfûn e« .

AXAYÊ
BÊDARÎ – Me tu eserên vî
şahirî ne dîtine. Me bi tenê navê wî seh kiriye. Rawiyan
gote me ko Axayê bêdarî gelek guh daye zimên û çiqas jê
hat ewçend bêjeyên erebî û farisî ne xistine şihrên
xwe. Melayê Jaba qet qala vî şahirî ne kiriye. Dibêjin
ko Axa di pey Batê re rabûye. Ji lewra me ew daniye vê derê.

MAÎLÊ
BEYAZÎDÎ – Melayê Jaba
di heqê vî şairî de gotiye: »Şairê şeşê,
j şairê di Kurdistanê Ismaîl e. Eslê wî ji Beyazîdê
ye, ji şagirtê di Ehmedê Xanî ye. Di hezar û şêst
û pênê hicretê peyda bûye û di hezar û sed û bîst û yekê
de merhûm bûye. Kitêbeke lixetan jî »Gulzar« nav telîf kiriye
û bi kurmancî û erebî û farisî, zaro dixwînin. Bi xêrî ji
wê jî zehf xezel û eşharan û ebyat bi zimanê kurmancî
gotiye. Cehda wî meşhûr û marûf e. Û di nêv Beyazîdê
da merhûm û medfûn bûye« .
Me
Gulzara Smaîl ne dîtiye; ne jî şihirên wî. Tiştê
ko em di heqê wî de dizanin ew e ko Smaîl daye ser şopa
Xanî û di dibistana Beyazîdê de dersên zarokan bi kurdmancî
gotiye.

 |
ŞEREF-XAN
– Melayê Jaba di heqê Şeref-Xan de
gotiye: »Şairê heftê Şeref-Xan e, ji mîrê di hekariyan
e, û ji neslê Ebas. Di hezar û sed û yekê da jî li Colemêrgê
ko cihê hikûmeta hekariyan e peyda bûye. Eşhar û ebyat
bi zimanê kurmancî û farisî zehf gotiye. Di hezar û sed
û şêst û yêkê da merhûm bûye û di nêv Colemêrgê de medfûn
e«. Me ev Şeref-Xan nas ne kir. Heke jê mexsed xwediyê
Şerefnamê Mîr Şeref e, mîr Şeref ji mîrên Bidlîsê
ye, û me tu şihrên wî bi kurdmancî ne dîtine.

MIRAD-XAN –
Me navê vî şahirî jî ne bihîstiye. Melayê Jaba qala
wî dike û dibêje: »Şahirê heştê Mirad-Xan e ko di
tarîxa hezar û sed û pênciyî da li Beyazîdê peyda bûye.
Ewî jî miqderekî xezeliyat û eşharan bi zimanê kurmancî
gotiye û di hezar û sed û nehê da merhûm bûye û di Beyazidê
da medfûn e û paşî wî ji kurmancan êdî şair peyda
ne bûne, heta niha« .
Herwekî
me got di heqê Mirad-Xan de em tu tiştî nizanin. Li
gora navê wî divêt ew jî ji mîrekên Kurdistanê be.
Melayê
Jaba - em wî hergav bi vî navî bi nav dikin ji ber ko bi
navê wî nizanin piştî ko heşt şairên jorîn hejmartine
benda xwe bi gotinên jêrîn qedandiye:
»Berê
zaf medaris di wilayetê di Kurdistanê de hebûn. Dikat, bajar,
qeza û qesebe û gundan da ehlê islamê di Kurdislanê da elbete
felabid medreseyek û dido û sisê û belko êdî zêde hebûn
û bila derece diqet û ihtimam ji kenarê di hakim û ehaliyan
der heqê emrê di medaris û islaman hebûn. Li nik mezin û
piçûkê di Kurdistanê qedr û rifta ilm û ileman hebû.
Melayê
di qewî û zûfinûn di Cizîr, Amedî, Soran û Sêrt û etrafan
da zaf bûn. Lakin niha êdî medrese û ilema û xwendin di
Kurdistanê de qewî kêm bûye, nadir peyda dibe. Elbetde elametê
axirî ye ko ilm ilema niqsan dibin« .
Kitêba
kurdîzanê ûris di sala 1860î de ketiye çapê. Li gora vê
tarîxê melayê ko em bi navê wî nizanin beriya niho bi 80-90
salî şairên jorîn senifandine û di heqê ilm û zanînê
de ev tişt bi dilekî kul gotine.

SIYEHPÛŞ –
Sed heyf û mixabin ko di heqê vî şairê hêja de em tu
tiştî nizanin, ji şihra jêrîn pê ve, ya ko vê paşiyê
ketiye destên me.
Dilberek
min dî bi çavan
Sed elif pabûsî bû
Agirek berda hinavan
Şemh û der fanûsî bû.
Şemh û rihniya zilamê
Agirek berda di amê
Zilf û xalên û temamî
Qeyd kirin mehbûs bi damê
Şerbeta şîrînkelamê
Terkî min nadit midamê
Sed şikir îro selamê
Kir li min taze xulamê
Şerh û teqrîrê Isamê
Fikr û teswîrê kelamê
Reng û elwanê di Camî
Şibhetî tawûsî bû.
Şibhetî çavê duyengê
Qews û ebrûyê du bengê
Mir-reyê tîra xedengê
Zilf û xal û xuncerengê
Kes ne dî qet wî çi rengî
Neqşê maçîn û firengê
Qet ne ma qet wî çi rengî
Hikmeta Têmûr û lengî
Sifdera mêrê du cengê
Şêr û mexmûr û pilingê
Sed hezaran wek bişengê
Hikmekî kawûsî bû.
Min qebûl e hikmê rindan
Serxweş û sûretlewendan
Lê çi bêjim qewl û bendan
Ketme tora lehl û xendan
Zehmetek wan pir bi min dan
Kefşe bim wek gaz û sindan
Dil hedef kir tîr li min dan
Lê ji halê mestemendan
Bê eded cewher bi min dan
Lewmenoşê can bi der dan
Xemzeyê pir mekr û fendan
Lê li min casûsî bû.
Lê li min berda girînê
Mihbeta wê nazenînê
Bê sebeb ketme nivînê
Ax û efxan û enînê
Lê ji ber hisna şerînê
Şeq bû bedra yasemînê
Kanî hûra ser zemînê
Carekê bête girînê
Ev bi xef, hal im bibînî
Merhema bavê birînê
Zilf û xal û xemrevînê
Bo me calînosî bû.
Zilf û xal û mest û naz e
Işweyê wan xemzebaz e
Gerdenê gerdenfiraz e
Lê ji eşqa rûyê faze
Cerd dikin ehlê mecazê
Ta sedî yasî û qaze
Xef dibin esrar û raze
.......
Ez çi kim sewm û nemaz e
Kar û şixl û bê niyaz e
Min ji dest tenbûr û saz e
Dil wekî naqûsî bû.
Dil ebîr û mest û mîrê
Begler û şah û wezîrê
Da li min derbek bi tîrê
Ta li mir' nê min vebîrê
Kirme hib-ba zemherîrê
Sîne kir armanc li tîrê
Kanî mel-layê Cizêrî
Mek-kî û Elyê Herîrî
Xanî, Şêxê Babeşîrê
Bên li dengê min feqîrê
Xemrî û gîs û herîrî
Şev li min kabûsî bû.
Şev dikim nalîn û zarî
Şibhetî teyrê Biharê
Ey Siyehpûş tu xumar î
Sahibê adab û kar î
Çend Siyehpûş tu sitar î
Lê bi eşqa dil nikarî
Dir û yaqût û mirarî
Misk û enber jê dibarî
Hespê şahê şehsiwar î
Angeh ez pabûsî bûm.
Dilberê ehlê dilan bû
Qatilê cergê pijan bû
Qasidê rûh û we can bû.
Dibêjin
leqeba Siyehpûş pê ve bûye ji ber ko hewranikî reş
bi xwe ve dikir, li hespekî boz siwar dibû û kolosekî spî
li serê wî bû; û ew di nav hesp û kolosê spî de reş
dikir.
Ji
şihra jorîn em dizanin ko Siyehpûş di pişt Xanî
re ye. Jû pê ve Siyehpûş bi vê şihirê ji me re du
şairên din dide nas kirin: »Mekî« û »Şêxê Babeşîrê«
.

AXAYOK –
Gelo ev kurdê ko bi zmanê xwe bi qasî Ristemê kurd mêr e
kî bû? Belê ew axa an pisaxayek bû. Lê axayê kû derê, navê
wî çi ye, û kengê rabûye?
Disan
û dîsan em nizanin, em nizanin. Bi tenê çend dûrikên wî
ketine destên me û bi vî awayî me zanî şahirek rabûye
û leqeba wî Axayok e. Nebe ko ev û Axayê Bêdarê yek hibin.
Dîsan em nizanin. Ev in dûrikên Axayok yê ko bi dest me
ketine:
Tawûs
bi vî şiklê melîh,
Şermendeyê saqê di reş
Ew qijika gûxwer binêr
Qij qij dikit elwan im ez.
Şêrê ji heft bavê xwe şêr,
Dawayî şêrî naketin
Tûlepîsê heft kûçikan
Ewew dikit erslan im ez.
Nanê cehî têr naxwitin
Tiştek di malê da niye
Simbêl û çavan bel dikit
Zobaşiyê qewman in ez.
Fezl û terîqa neqşebend
Ger ew bi şorbe germ biya
Ew dîzika şorbe di nêv
Dê şêxê Bestamî biya
Fezl û terîqa sofîyan
Ger ew bi reh beh'ta wicûd
Ew nêriyê lehyetewîl
Dê bê guman sofî biwa
Fezl û terîqa aliman
Ger ew bi şaşa gir biya
Cismê kulindê ser mezin
Dê qazî beyzawî biwa.
Fezl û terîqa qadirî
Ger teq teq û şeq şeq biya
Ew şeqşeqa asî, yeqîn
Dê qutbê gêlanî biwa.

MEWLANA
XALID – Şêx Xalid Ziyaedîn
di terîqeta neqşibendî de şihba Xalidî daniye. Mewlana
Xalid ji kurdên Silêmaniyê ye. Şêx Xalid berî ewilî
li Bexdayê û di pey re li Şamê terîqeta xwe belav kiriye
û di sala 1242 an da li Şamê çûye rehmetê. Di çiyayê
Çilyaran de veşartî ye. Mewlana Xalid şahirekî mitesewif
e; û wî dîwaneke farisî heye. Min bi xwe dîwan ne dîtiye.
Dibêjin ko di wê dîwanê de çend qesîdeyên bi kurdî an nîvkurdî
hene. Me got nîvkurdî ji ber ko Mewlana di wan qesîdan de
kurdî û farisî tevlî hev kirine. Êdî mirov nizane ew qesîde
bi kurdî an bi farisî ne. Eve qesîdeyek ji wan qesîdan:
Çi
tedbîr ey misilmanan
Kî men xod ra nemîdanem
Ne tersa me yehûdiyem
Ne gebr û ne misilmanem
Ne beriyem, ne behriyem
Ne şerqiyem ne xerbiyem
Ne ez erkanî tebhiyem
Ne ez eflakî gerdan im
Ne ez Çîn im, ne ez Hind im
Ne ez bilxar û maçîn im
Ne ez milkê Iraqê me
Ne ez xakî Xuristan im
Ne ez av im, ne ez ba me
Ne ez xak im ne ez ateş
Ne ez dinya, ne ez iqba
Ne ez firdewsî ridwan im
Nişan im bê nişan başed
Mekan im lamekan başed
Ne ten başed ne can başed
Ne min ez canî canan im
Ne baba me, ne dada me
Ne ema me, ne xala me
Li ser wechê çiraya me
Dikim îro di efxan im
Ji efxana bes e salek
Ji maşûqan bes e yarek
Ji bo mihiban hero carek
Welî bim ez bi çeşman im.

MELA
YEHYAYÊ MIZÛRÎ – Min bi
tenê navê wî bihîstiye û ji min re gotine ko dîwaneke wî
heye. Dîsan rawiyan gote min ko Mela Yehya gelek bala xwe
daye zimên û di daira imkanê de, bêjeyên erebî û farisî
ne xistine dîwana xwe. Çiyayê mizûriyan di ser Dihokê re
ye.

MELA
XELÎLÊ SÊRTÎ – Dibêjin
ko Mela Xelîl di wextê Mela Yehyayê Mizûrî de rabûye. Evî
melayî kitêbek heye hi nnvê »Nehcel Enam« . Beytên jêrîn
ji wê kitêbê ne:
Tu
guh dêre nitq û beyana fesîh
Ji bo ferz û eynan e merdê melîh
Ko îman û islam û sewm û selat
Li ser malîdaran e hec û zekat
Li ser te ji ferzan e ey nûrî can
Bizanî tu erkan û şertê di wan
Heçî hikmê şerhê tu mihtac dibî
Ji bo zanîna wî tu minqad dibî
We lêken qe yek bê yekî nabitin
Misilmanî bê her diwan nabitin
Tû manayê şehdê ko bawer bike
Telefiz eger qadir î pê beke.

ŞÊX
EVDILQADIRÊ GÊLANÎ – Ev
kîjan Şêx Evdilqadirê Gêlanî ye? Xwedê pê zane. Yê ko
navê wî ji min re gotiye, gote min jî ko dîwana wî di gundê
Qelenderan de peyda dibe. Qelenderan di dora Mêrdînê de
ye.

HECÎ
FETAHÊ HEZROYÎ – Dîsan
min bihîstiye ko dîwaneke wî heye û herwekî ji navê wî dixuye
ji Hezroyê ye.

ŞÊX
MIHEMEDÊ HADÎ – Rawiyan
gote min ko pêşiyên Şêx Hadî ji Rewandizê hatine
û di Lîcê de cih bûne. Dibêjin ko dîwana wî heye.

ŞÊX
EVDIREHMANÊ TAXÊ – Dibêjin
ko Şêx Evdirehman bidlîsî ye. Tax çi ye? Ji gundên Bidlîsê
ye, an Şêx ji taxeke Bidlîsê e dûr e, û ji lewre jê
re Evdirehmanê Taxê an »taxî« gotine. Me dîsan bihîstiye
ko dîwana wî heye.

NALÎ –
Ji şahirên Soran e. Dîwana wî di sala 1931ê de li Bexdayê
çap bûye û yên ko dîwan dane çap kirin biserhatiya Nalî
jî tê de gotine. Jê dixuye ko Nalî leqeba şahir e navê
wî Mela Xidir e, bavê wî Ehmed Şawês e. Nalî di sala
1215ê hicrî de, li Şarezorê, ji diya xwe bûye. Di sala
1255an de çûye Stenbolê û heta dawiya emrê xwe li Stenbolê
ma û di sala 1273an de emirê Xwedê kir. Li Stenbolê di gornistana
Eba - eyûbê - ensarî de veşartî ye.

ŞÊX
RIZA – Şêx Riza jî
sorî ye. Ew jî çûye Stenbolê û li Stenbolê di civata şahir
û zanan de gelek bi qedr û rûmet bûye. Dersa efendî û beglerên
Stenbolê digot, nemaze bi farisî. Şêx Riza hecawekî
bêeman bû. Mixabin ko tu şihirên wî bi min re nînin
ko ezbelav bikim. Bi tenê çîrokoke wî dizanim.
Herwekî
me got Şêx Riza li Stenbolê dersa edebiyatê digot. Wezîrê
miarîfê gelek ji Şêx Riza hez dikir. Lê carekê wezîr
şêx xeyidand. Di mala wezîrê miarîfê de, li heywanê
postê hirçekî hebû; ev post bi kayê dagirtî bûn û li ser
lingan sekinandi bûn. Şêx Riza pişta erna wezîr,
rojekê, di dersê de qala mecaz û kinayê dikir. Ji şagirtên
xwe re heçko mîsalek anî û got: »Gava hon dikevin xanîkî
û li heywanê hirçekî dibînin divêt bizanin ko xwediyê malê
qereçî ye« .

HACÎ
QADIRÊ KOYÎ – Hacî Qadirê
koyî Xaniyê didowan e. Ew jî weke Xanî bi derdê miletê xwe
dişewitî. Şihir û qesîdeyên wî tev de li ser milet
û welêt in.
Çend
şihirên Hacî Qadir di sala 1925an de li Bexdayê di bin
navê »komela şihirên Hacî Qadirê Koyî« de çap kirine.
Di wê komelê de biserhatiya Hacî jî gotine. Li gora wê komelê
Hacî Qadir kurê Mela Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji diya
xwe bûye, û ji eşîra Zengenê ye. Lê ji ber ko di zarotiya
xwe de guhastiye Koyê navê »koyî« pê ve bûye.
Hacî
jî weke Nalî û Şêx Riza çûye Stenbolê û ketiye civata
edîb û şahirên Stenbolê. Ji şahirên wê heyamê pirê
wan farisiya xwe li ber destên Hacî xwendine.
Hacî
dîwaneke mezin heye an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnîviseke
hûr qederê 800 rûpel hebû. Hacî ji dîwana xwe du nisxe nivîsandî
bûn; heke nisxeke wê tirkan şewitandiye heye ko nisxa
din rojekê bikeve destên me.
Ezê
îro şihreke Hacî e neçapbûyî belav bikim. Herwekî me
got Hacî perestişkarê Xanî bû. Hacî li ser Memozîna
bavê min a destnivîs şihira jêrîn nivîsandiye.
Zemane
resmi caranî ne mawe
Çiraxi nazim û minşî kujawe
Le dewri ême roman û cerîde
Egerçî meqsed e, zanînî baw e
Eman qedrê bizane em kitêbe
Le dinya êstekî hemtay ne maw
Le eyamî heyati şêxi Xanî
Le ser nisxey xet ew nûsirawe
Le layî erbabi xoy bo qedr û qiymet
Xezîney gewher e, û kisey diraw e
Le mecmûhi diwel, Soran û Botan
Le sayey em kitêbe nasirawe
Le kurdan xeyri Hacî û şêxi Xanî
Esasi nezmi kurdî danenawe.
Hacî
di sala 1912ê hicrî de li Stenbolê çûye rehmetê. Bi eqlê
min li Skûdarê di gornistana Reqece-Ehmed de veşartî
ye. Ez dikarim bibêjim min Hacî dîtîye, lê nikarim bibêjim
ez Hacî nas dikim. Ji ber ko sala ko Hacî çû rehmetê ez
hêj nû keti bûm ser lingan.

ŞÊX
NÛREDÎNÊ BIRÎFKÎ – Ji eserên
Şêx Nûredînê Birîfkî di destê me de bi tenê Çîroka Siltan
Ebûbekrê Şiblî heye. Ji xwe jû pê ve min tu eserên şêx
ne dîtine. Ev in çend beyt ji qesîda Ebûbekrê Şiblî:
Ev
bendeyî şêxî cîhan
Lazim divî sira nihan
Zahir bikim qutbî zeman
Da hon bizanin qisetê
Şêxek hebû xewsê dinê
Insan hemî jê bûn xenî
Ne d'hate xab û xwarinê
Daîm bi terka lezetê
Navê ewî qutbî şerîf
Şiblî Ebûbekrê zerîf
Yekser dibû wek mû zeîf
Daîm bi tirs û xeşyetê
Eslê terîqa şêx çi ye
Ewil emîrî şahiye
Şêx hakimek farîsî ye
Siltanê mîr û şewketê
Mîr˜ê nihawendî bû ew
Şahê semerqendî bû ew.

EVDIREHMANÊ AXTEPÎ –
Kitêbeke wî heye bi navê »Rewzel Neîm« tê de qalawesfên
pêxember û mîraca wî kiriye. Kitêb mênzûm e, û 360 rûpel
in. Kitêb di sala 1302ê hicrî de hatiye nivîsandin. Evdirehman
teqlîdî Ehmedê Xanî kiriye û di şihirekê de qala kurdmancî
û kurdmancan kiriye. Evdirehman di beyteke vê şihirê
de dibêje:
Me
ev çend lefzi şêrîn çêkirin
Zimanê di tirkan me pê jêkirin.
*
* *
Heta
niho me behsa wan camêran kir ko bi nezmê nivîsandine û
xwediyê dîwanê ne. Ji van pê ve çend mirovên din hene ko
bi şihirê mijûl ne bûne lê di warên din de bi kurdmancî
nivîsandine. Emê niho qala wan bikin.
Kurdîzan
Eleksandr Jaba jî di kitêba xwe de qala wan dike û welê
dixuye ko ev tişt jî jê re ewî melayê kurdmanc bi devkî
gotine û Jaba ew bi frensizî nivîsandine.

ELÎ
TEREMAXÎ – Jaba dibêje
ko kurdmancan heta 1000ê hicretê ilmên dîn û şerîetê
bi zmanê erebî dixwendin. Piştî 1000î melayek bi navê
Elî, ji gundê Teremaxê, ji qeza Miksê rabûye û ji ber xwendinê
çû heta Bexdayê. Elî di medresên Bexda, Mûsil, Behdînan
û Soran de xwend û di nav alimên heyama xwe de bû bû zanakî
serdeste. Evî Eliyê Teremaxî piştî ko vegeriya welatê
xwe rabû di gundê xwe de medreseyek ava kir û bi zimanê
kurdmancî kitêbeke tesrîfê jî çêkir û dersa feqehên xwe
bi kurdmancî got. Hêdî hêdî ew kitêb li Kurdistanê belav
bû.

MELA
ÛNISÊ ERQETÎNÎ – Jê re
Melayê helqetînî jî dibêjin. Xuya ye ko »Erqetin« an »Helqetîn«
gundê wî ye.
Vî
melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê
bi zmanê kurdmancî nivîsandine. Min ne eserên Elî ne jî
yên Ûnis dîtine ji lewre min nikari bû ez hin tiştan
ji wan belav bikim.

MELAYÊ
ERWASÊ – Melayê Erwasê
kitêbeke kiçik lê hêja nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweşî
û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweşiyan dike û
dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanên jî dibêje.
Min bi xwe kitêb ne dîtiye, ez bi salûxdanê dibêjim. Dîsan
rawiyan gote min ko Melayê Erwasî di wextê Evdil-Xanê bavê
Bedir-Xan de rabûye. Li gora vê û bi texmîn Mela beriya
niho bi 150 salî emir kiriye. Ji kitêba wî re »Tiba Melayê
Erwasê« dibêjin. |