Sultan
Selahaddîn, sala 1138 li bajarê Tikrît hatîye dinê. Navê bavê wî
Necmeddin el-Eyyubî bîn Şadî bin Mervanî ye. Malbata wî ji
eşîreta Revadî ye û Revadî jî digihîjin Hîzbanîya.
Derheqê piçuktîya wî da zêde tişt nayê zanîn. Gorî lêkolîna
Dr.Ahmet el-Bilî, bavê Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Şerko
ji Tikrîtê diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Imadeddîn el-Zengî
dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Sala 1140’î da wexta ku Imadeddin
el-Zengi Baalbekê zeft dike, bavê Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê.
Piştî mirina El-Zengî, dibe qumandarê ordîya Şamê. Wê
demê birê wî, Şerko jî qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn
bin Imadeddin el-Zengî ye.

Zarokatîya Sultan Selahaddîn li Baalbekê derbas dibe. Xwendina
xwe li wir diqedîne. Piştra bi bavê xwe ra diçe Şamê,
li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Piştî xwendina xwe
gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di demek kurt da jî dibe walîyê
Şamê. Sala 1164’an da bi apê xwe Şerko ra diçe Misrê.
Li wir têkilî şerê Bilbîsê dibe. Sala 1168’â da li dijî hukumdarê
Filistîn Amorî ra şer dike û bajarê Iskenderîyê digre. Dijî
êrişên ordîya Frenkan berxwe dide. Piştî lihevhatînê,
bi apê xwe Şerko ra vedigere Şamê.
Piştî vegera wîya Şamê, ordîya Filistînê dikeve
Misrê. Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar
Sultan Nureddin, carek din Serko û Sultan Selahaddîn berê xwe didin
Filistînê. Serko ordîya Frenk teslim digre, Savar dikuje û dibe
wezîrê Adidi el-Fatim. Duh meh şunda piştî mirina Serko,
Sultan Selahaddin 22 salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê
El Fatimî. 25’ê Adarê sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El Melîk
el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn lê dike û ordîya
Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan Selahaddîn berê êrîşa
Sudanî ya ku li ser welatê wi da hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya
birayê xwe Turanşah bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê
El-Quddus’l Şerîf û Filistînê.
Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra gilîyê Sultan
Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin navbera wî û Sultan Nureddîn
xirabikin. Sultan Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim
li ba Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.
Sultan Selahaddîn, piştî mirina El Xelîfe el-Adid, sala 1172’an
da dibe hukumdarê Misrê. Du sal şunda, sala 1174 da Sultan
Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji Sultan Selahaddîn re ve
dibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn
dihesibîne.
Sultan Nureddin li ser erişên birê xwe yê bi navê El-Emîr Seyfeddîn
el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan Selahaddin dixwaze. Sala 1175’an
da Sultan Selahaddîn bi ordîya xwe êrişî Şamê dike, Şam,
Humus û Hamayê digre û davê ser Halebê. Ser vê yekê El_Emîr Seyfeddîn
bi Frenkîya ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît dike.
Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê berî ordîya wan dide. Hemû
bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da hene, digre û vedigere Şamê.
El Xelîfe el-Bagdadî, sala 1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn
dike. Bi navê wî pere derdikeve û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir
Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.
Bi alîkarîya birê wî Turanşah Yemen û Aden jî dikeve bin hukumdarîya
Sultan Selahaddîn. Sala 1178’an da bi Frenkîyan ra dikeve şerekî
giran û bi zaîyatek mezin şer winda dike. Lê di zemanekî kurt
da ji bo heyfa xwe carek din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê
berî Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piştî wî
şerî sunda berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li hukumdarîya
xwe girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite.
Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve. Carek din dîsa berê xwe
dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar
û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide. Digihîje Enteb û Halebê.
Sala 1185’an da cara duduya êrişî Musulê dike. Piranîya Mezopotamyayê
û Kudistanê dike bin hukumdarîya xwe. Nav hukumdarê misilman da
dibe xwedî cîyê herî bilind. Lê dilê wî da daxwazek wîyê girîng
dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.
Sultan Selahaddin li Filistîn e
Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve çêbibu, dide
alikî û sala 1186 da erişê hecîya dike. Ser vê yekê Sultan
jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe dide Filistînê. Salek
şunda, sala 1187 da li Hutînê ordîya Frenk ji hev bela dike
û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û
Surê li hemû Filistînê dardixe. Meha Recebê sala 1187 Qudusê jî
bi hukumdarîya xwe girê dide û digihîjê miradê xwe.
Di bin hukumdariya wî da cihuyên ku di Filistînê da dijîyan, bê
tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên
Frenkan jî, derheqê Sultan Selahaddîn da gelek tiştên baş
dinivîsînin.
Ser girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê Fransayê
bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade dikin û berê wî didin
Filistînê. Ordîya wan wexta ku êrişî Filistînê dike, ne Xelîfe
ne jî sultanek misilman ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiştek
nakin.
Ordîya Frenk, serîda tê Akkayê û wir işgal dike. Ordîya Sultan
jî, alîkîda dijî wan berwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî şunda
dikişe. Dawîya şer da Akka dikeve destê Frenkan. Frenkan
li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetildikin. Ser vê
yekê hemu dinê da ferqa Sultan û ya Frenka jî eşkere tê xuyakirin.
Şerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc
sal berdewamdike. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe.
2 Ilonê sala 1192 an da navbera wan da peyman çêbdibe, gorî wê peymanê
Sultan Selahaddîn ji şer muzzafer derdikeve û vedigere Şamê.
Ser hatina Hacac ya Şamê, Sultan diçe pêşîya wî, lê di
rê da nexweş dikeve. 4 Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya
xwe da wefat dike. Sultan Selahaddîn li Camîya Ummeyê de tê definkirin.
Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji van 17ê wan kur
yek jî qîz bû.
Kirinên
wî:
1- Şerê dijî ordîya Frenk qezenckir û yekitîya emirên misilmanan
çêkir.
2- Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du
dewlet alî meshebê da bi hev ra dijminatî dikirin.)
3- Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heya
Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi rewşek baş domand.
4-
Ew, sultanek adîl bu, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek
mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê
xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wek mina hev didît. Derê wî
ji hemû kesan ra vekirî bu.
5- Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîyê. Wexta
ku walîyê Şamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan qonaxê dibîne, weha
dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê
ku mirina wî nêzik buye, nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta
Xwedê be, ne ji bo jîyana koşk û sera be.“ Wî ji mal û milkê dinê heznedikir. Tim wiha digot; „mal,
milk û xwelî wek mîna hev in.“
Prens Muhammed Ali dibêje; „Piştî mirina wî, di berîka
wî da 47 Dirhemê wî tenê hebû. Ev ji, ji serweta ku mirovek feqîr
dihêle, gelek kêmtir e.“
Mirovên di bin hukumdarîya wî da dijîyan, wî wek mirovek bi
şewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl dizanibun. Ew ji
bo refah û emnîyeta gelê xwe xebitî. Pistî mirina wî hemû kesên
di bin hukumdarîya wî da, şînek mezin kirin.
Jiyana wî di şer da derbas bu. Di saxî û nexweşîya xwe
da tim li ser pişta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek
peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku
pîyê min dighêjin erdê, ez xwe nexweş dihesibînim.“
Wesîyetê
wî
Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik
el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje:
„Ji
rêça Xwedê dernekeve. Ez serfîrazîya xwe deyndarê Xwedê me, ji bo
vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne
û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê
bi xwe re tîne. Zilma xelqê xwe neke, ji bo emnîyeta mal û milkê
wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê
mirovên ku dibin destê te da ji bo îdarekirina dewletê
dixebitin, qezençke. Em hemu mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza
gel qezenç nekî, ya Xwedê nikarî qezenç bikî. Ser vê yekê têkilîya
xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew
Kerim û Qadir e“
Berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi şûrê
min ve defin bikin ku bila roja mahşerê tevî min rabe û li
hizura Xwedê ji min re şahidîyê bike.“
Gotinên ji bo wî:
Imparatorê Alman, piştî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret
dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xweya vir gelek kêfxweşim,
ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê
hempa û kahramanek mezin bû.“
Berî şerê navbera wî û Xaçlîya, Qumandarê ordîya Xaçlîya
Richard (Richardê dil Şêr), ji eskerê xwe ra dibêje;
„Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê
we mezintir e.“
Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin.
Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî
tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“
Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wîyê baş tên rêzkirin.
Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn
quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer
çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê kû dest pê
kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla
wî bû“.
Jiyana Selahaddîn Eyubî di şer da debas bu.
Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.
1-El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka
tirba Imam Şafii hatîye avakirin.
2- El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
3- Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina
dînî hatîye avakirin.
4- Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye
avêtin. 5- Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye
inşakirin. 6- Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li başurê Kahirê li ser bilindayîyek
mezin wî daye çêkirin.
Amadekar. İkram Oguz
Cavkanî: 1-Mehmet
Emîn Zekî Bey: Meşahîr-î Kurd û Kirdistan (Kürt ve Kürdistan
Ünlüleri);
Apec & Öz-Ge yay.İkinci Bas. 1998
---------------------------
Selahedîn*
neviyê
necmedîn
lawê eyûb
biraziyê şêrko me
ji mîrektiya şedadiyan
kurdekî çiyayî
eslen serhedî me
kekê adil
xalê teqyedin
bavê ezîz
ji malbata eyûbî me
sultanê împeratoriya eyûbiyan
ji kahîre heta bi wan
hukumdarê dadperwer ez im
şûrê mahîr li dest
yê li sînayê hespê xwe dibezîne ez im
li rex mamê xwe şêrko siwarê mehîna boz ez im
li deşta hîtîn ez im fermandar
li hember min sekiniye firengê dijwar
lek bi lek têne siwarî û peyar
kela kela germê diqijilîne çol û beyar
li ber şewqa rojê dibiriqin rim û şûrên neyar
halan didim dost û yar
germ e
kela kela rojê ye
erd sincirî ye
sebir û zanîn bi pîvan e
ordî li hember hev in
qet tune eman e
siwar û peyarên min bi hêvî ne
dijmin li deşta hîtîn bi kîn e
roj roja mêran e
şerek li me çêbû halan e
halana mîrên di wan e
halana peyar û siwariyên kurdan e
siwar:
eskerê ordiya eyûbî ez im
siwarê hespê boz ez im
bi tîr û kevan ez im
şûrê di kalan ez im
neviyê kurdên merwaniyan ez im
hîmdarê kela farqînê ez im
danerê burca amedê ez im
ji bav û kalan hûrî ez im
li ber şewqa rojê bi bawerî ez im
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
peyar:
ez im dest bi şûr
cotkarê gundê hûr
ez im dest bi rim
serbilind im tim
lek bi lek dimeşim
tîran li dijmin direşim
ez im şivanê berxan
ez im kesaxê rezan
ez im ji gundê xerzan
ji çiyayê berzan
daketim ji welatê teyr û bazan
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
mîr:
ez im mîrê hekariyan
xwedî tac û kelehan
ez im mîrê botan
xwedî medrese û dîwan
ez im mîrê kela xoşav
li behra wanê dikim temaşe bi çav
ez im mîrê farqîn
dijmin li ber min teriqîn
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
welat:
dîcle û firat ez im
cîlo û sîpan ez im
agirê dilê agirî ez im
keştiya cûdî ez im
keleha hewlêr ez im
seyrangeha nemrûd ez im
sûra diyarbekir ez im
deşt û çiya û zozan ez im
ez im xaka kurdistan
ez im dayika selahedînê sultan
selahedîn:
ez im ji xaka kurdistan
ez im serhedî ji bav û kalan
hikumdarê qudsê ez im
di nav cerga dîrokê de
dadmend ez im
qet fikar nakim bi xirabî
mirovperwer ez im
yê ji bawermendên cuda re
deriyê qudsê vekir ez im
li rojava şovalyeyê bê qisûr
li rojhilat mêrxas û comerd im
xwedî soza xwe me
bipirsin ji rîkardê dilşêr
bipirsin ji metranê îsevî
bibirsin ji qiralê freng
bipirsin ji mirovên hemî reng
bipirsin ji hahamê cuhî
difirandin jibo dîn serî hîn duhî
min anî aştî û wekhevî
bila ew ji we re bibêjin neviyê xaka kurdistan
sultanê imperatoriya eyûbiyan
Nivîskarê şiîrê: SERDAR ROŞAN
Payîz-2003
* Ji bo 865 salîya Selahedînê Eyûbî
Têbinî:
Ev şiêr ji malpera Nefel hatîye girtin.
|