Akadaemîya Swedî xelata Nobelê ya Edebîyatê
da nivîskarê Ingilîz ê bi nav û deng
Harold Pinter.
Nivîskarê Ingiliz Harold Pinter sala 1930’î da li Londonê hatîye
dinê. Ew li Ingilîstanê nivîskarê herî mezin yê tîyatroyê tê
qebulkirin. Berhemên wî bi gelek zimanên cîhanê hatine wergerandinê
û ew li seranserî dinê nivîskarekî bi nav û deng tê nasîn.
Harold Pînter di nav Kurdan da bi
pîyesa xwe ya bi nave “Zimanê Çîya” tê naskirin.
Ew û nivîskarê amerîkî Arthur Miller sala 1985’an da hatibun Tirkiyê û
zilm û zordarîya li ser gelê Kurd bi çavê xwe dîtibun. Pîyêsa bi navê “Zimanê Çîya” piştî
vê wegera xwe nivîsand.
Wê demê dewleta Tirk hebûna Kurdan înkar dikir û wan wek Tirkên
Çîyayî bi nav dikir. Sedem wê yekê Harold Pinter, ji bo piştgirîya
zimanên bindest vê pîyesa xwe wek “Zimanê Çîya” binavkir.
Nivîskarê Kurd Mehmet Uzun jî ev pîyes wergerand zimanê Kurdî û
sala 1990’î da bi teref weşanxana Xanî & Bateyî li Swêd
hat weşandin. Weşanxana Doz jî wî sala 1991’î da li Tirkîyê
cara duyem weşand.
Mehmet
Uzun di pêşgotina xwe da derheqê Harold Pînter da wuha dibê
jê:
„Nivîskarê ingilîz Harold Pînter wekî nivîskarekî pêşverû
û şervanekî demokrasîyê tê nasîn. Ew bîr û bawerîyên wî di
hemû berhemên wî da baş dixuyên. Lê belê, di ev deh salên dawîn
da şerê wî yê li dijî dîktatorîyê û antîdemokratîzmê hîn xurtir
bûye. Hemû berhemên wî yên ev deh salên dawîn li ser zordarî, hovîti
û kedxwarîyê ne.“
Gor pêşgotona M. Uzun, Harold Pînter sala 1989’an da
li Kanadayê beşdarî kongra PEN-Kluba Enternasyonal ya 54-an
buye û bi hevra peyivîne. Harold Pînter di warê babetên xwe da weha
gotiyê: „Ez ingilîz im. Rewşa demokrasîyê li Ingilsitanê
ji gelek cîhên cîhanê hîn çêtir e. Û zordarî û terora dewletê jî,
rasterast li ser min û nivîskarên din tune. Lê digel vê hindê, ez
xwe azad û serbest nahesibînim. Ji ber ku sedan birayên min yên
nivîskar li derên din yên cîhanê di bin teror û zulm û îşkenca
deweletê da ne. Ew li girtîxana dirizin, dengê wan hatîye birîn,
devê wan hatîye kilîdkirin, pênusa wan hatîye şikestin. Ez
xwe azad nahesibînim . Ji ber ku gelekî ji 20 milyona zêdetir, yanê
gelê Kurd li ser axa xwe, li welatê xwe nikare bi zimanê xwe bipeyive.
Zimanê wî qedexe bûye... Mixabin ku dinya bûye cehennem... kirine
cehennem. Di vê cehennemê da zebanî, mêrkuj, xwînrêj li milekî ne.
Em li ku dibin bila bibin, divê em li dijî xirabî û kirêtîyên wan
dengê xwe bilind bikin. Aha berhemên min, nemaze yên dawîn, celebeke
dengbilindkirinê ne...“
„...Cehennem û zebanî li wir, li Kurdistanê, li ber çavan
in. Pir vekirî, aşkera û tazî... Min xwest, ez jî bi awayê
xwe, vê yekê salix bidim...“
|