Di
dîroka gelanda gelek gernasên bênav hene. Bêdengin, meriv gelek
caran wan nabînê. Xebat dikin, bi şev û roj wek mêrûyan, bêwestan.
Kevirên havînê tim tavêjine kadînê. Ku rojêk bê, meriv bikar bî
sebra xwe bi wan bînê.
Lê
ku qeyd û bendên başvemayî yê civatê zebt û rept kiribin, gelek
caran hinêk tişt wate ya xwe winda dikin. Wate tên gûhastin,
yan jî berevacî dibin. Wê demê jî kedera bindestî û başvemayî
yê, teklîhevî destpê dike. Sedem vî jî
pirs û pirsegirikan bi hêsanî napişkifin.
Başe çîye gernasîya bênav ya gel? Ev dema ku gel û welat me trajedîyek
dijî pêwîste pirs bi hêsanî bê zelal kirin. Eger ku zelalbûn cênebî,
bandora Donkîşot’an tê tim û tim xetma xwe li civatê bide.
Şik nîne tê wê demê jî kambaxî dom bike û bi xwe ra trajedîyên
nûh bîne.
Pêwîste edî em jî wek netewên cîhanê, nûjen bifikirin. Dev ji gotinên
vale berdin. Em tenê darek nebînin, dehla mezin bibînin. Dev ji
tiştên piçûk berdin, li pey projeyên mezin bin. Pêwîste her
tişt ji bo mafê gel û welat bî. Tim û tim em li
şasîyên hev negerin, piçêk jî qencî û başîyên hev
jî bibînin. Bûyeran bi eynî standart binirxînin. Kî şaşî
û xeletî bike em li dijê wî bisekinin. Xwedan tolerans bin, bikarbin
hevûdu bibexşînin. Em bizanbin bexşandin, mezinayî û şanazî
ye. Û em tu car jibîrnekin,
azadî û rizgarî ya me girêdayîye bi evînî û yekîtî ya me va.
Vêca em dikarin bêne bersiva pirsê; gernasên gel yên esl; bêdengin, kesayetîya wan tijî ye, li pey navê xwe
û tiştên piçûk nagerin. Tim hûr, kûr û dûr diremînin. Rêyek
danîne ber xwe, rêyeke dûr û dirêj. Bêwestan dimeşin heya dawîya
temena xwe di vê rêda. Bêguman rêya wan wusa hêsa nîne, bi asteng,
eza û sitrînan va tijîne. Dişkên, lê tucar natewin. Neynika civatê ne, rehjana civatê digrin. Rewş û mercên
ku gel û welat têda derbaz dibin baş dizanin. Moral û menevîyata
wan tim bilinde. Cirûskên evînî û aramîyê belavdikin li dor û alîyên
xwe. Bi rabûn û rûniştinên xwe rêz û evîna dostan jî û ya dijminan
jî qezenc dikin.
Nûr dibarê
ji rûyê wan. Kanîya evîn û delalîyêne. Bi sebir û sebatin. Pêwîstîya
wan bi meth û xwe nişandanê ra tûne. Na
bêjin « ez » , tim dibejin « em » .
Tenê nahêrin lê diefrînin jî. Dîrokin, helbestin, xetîbin,
zmenin, çandin, pêşengên esl yê bêdengin.
Mixabin piranîya kesên ku dibêjin ; em ji bo civateke
adil, wekhev û azad têdikoşin agahdarê van merxasên gel yên
esl û bêdeng nînin. Yan jî lêvên xwe pê hildikin û derbaz dibin,
wana nabînin. Li pey fantazîyên xwe ne. Ji derveyê roj û
tava wan kes tine. Ji nav her du lêvên tim gotinên« serok »
yan jî « abê » tibijiqê. Bûne dîlê îdeolojîyeke bêwate.
Û mixabin, li cem wan hêja jî qîmeta îdeolojîyê ji insan bilintir
e.
Waye êşa me ya salan
eve. Em qedir û qîmeta heyînên
xwe nizanin. Em dikarin li ser xelqê û pêşengên wan
bi rojan qisebikin. Wana ji xwe ra pêşrev bizanin yan jî serokên
xeyalî di mejîyê xwe da bixulqînin. Dermanên wana yên ku bi kêrî
birînên me nayên, em ji xwe ra dixine melhem. Lê em dermanên xwe
yên esl bi destên xwe berevacî def didin. Yanî bi kurtasî, em ji xwe dûr ketine, ji
xwe ra bûne bîyanî. Ji dîroka xwe ra, ji axa xwe ra, ji çand û zmanê
xwe ra û ji hêja yên xwe ra.
Heyhat! Gelo li ser rûyê cîhanê kesêk wek me hebûye, yan heye?
Dizanim, wê dîsa gelek kes li himber wan gotinan nerizayî ya xwe nîşan
bidin û dij derkevin. Wê dîsa rastîyan bi tiştên sûnî siwax
bikin. Lê
ne xeme. Rastî nayê veşartin û li gor dilê meriv nayêne dûruvdan.
Êşa herê mezin eve ku pirî me gernasên sexte û pêşengên
sunî afirand em malwêranbûn, kambaxbûn.
Êşeke dîn yê giringtirîn jı heye ;
dema gernasên gel yên esl, ji nav me bardikin û diçine heqî ya xwe,
wê demê ax û waxên bêwate destpêdikin. Vêca em li çokên xwe didin
hawar û gazî dikin. Cîyê mixabinîyê ye ku gelek kes jî li ser van
şexsîyetên paye bilind, ji xwe ra şexsîyetan
avadikin.
Nizanim, hun qet fikirîne, yan jî ji kerema xwe
ra dikarin piçêk bifikirin. Sedemê esl ya trajedîya me çî ye ?
Li gor min bersiv vekirîye ; bê evînî, bê evînî… Yanî em li
himberî evînîyê tavandarin, deyndarin. Em rûmeta evînê nizanin.
Di mala xwe da, di karê xwe da, di jîyana rojane da û di sîyaseta
xwe da me bi inyad evînê mihandî ye. Sedem vî ye ku di her warî
da rewşa me bûye mina gilokek benik, bûye mîna girîya kor.
Binerin, evîn li ku şîn
bûye, derîyê serketinê li wê vebûye. Eger ku hun jî bi hêsayî fikirîn
û gîhîştine pêwîstî ya encama evînîyê, verin em evînê şin
bikin û himbêz bikin. Belkî evîn ji bo qedrê mezinayî ya xwe me
bibexşînê.
|