‘Aşiqê nazik û mehbûban im
Tu mebîn bê ser u bê saman
Gûlê Baxê İremê Bûhtan im
Şebçiraxê şebê Kurdistan im
Çî tebîet beşer û insan im
Lîllahîl hemd çî alîşan im.’
Şêx Ehmedê Cizîrî, yek ji baştirîn şairên rojhilata navîn e kû,
Dîwana wî, ji nêzîk 2500 beyta pêk hatîye. Eger kû em bêjin şairek
millî ye; bi cî ye. Lewra, ewî, him ji Serayê re û him jî, ji
xelkê ahalî re, helbestan nivisîye. Tiştê ku bala mirov dikşîne,
helbestên serayê u yên xelq u ahalî; ji alîyê zmên ve, ji hev
cûda hatine nivsandin. Zimanê helbestên ku ji bo Mîr u Beglerên
Navçe bikar anîye, bi wezna arûzê ne u bi xeml u rêz u kûr u
berîn in. Zêdetir pesindan di van helbestan de cîh girtîne. Wekî
ku dibêjê:
’Ji Mîr u begler û çîran
Xulamê Mîr Umadîn im.’
Dîyare ku Mela ji vî Mîrî, gelek qaîl bûye, ku hestên xwe bi vî cûreyî anîye
zmên. Helbestên Mela, bi tevahî kêşesaz in(bi kafîye). Di
helbestên ku ji bo gel u ahalî hatine nîvîsîn de, zmên êdî sade
u zelal e. Lewra Mela xwestîye ku her kes ji helbestên wî, yanî,
ji hewar u gazin u şîretên wî fêm bike u bizane ka gelo Mela
çî dibêje.
Herçend di dema Melayê Cizîrî de Şairên mîna ŞÎRAZÎ
U, CAMÎ, bi nav u dengin u Mela ji wan tesîrek mezin jî dîtîye,
lê dîsan jî Mela, ne kêmî wan e. Her weha di şîretek xwe
de dibêje ku:
’Ji Hafiz Qûtbê Şîrazî Mela er fehm bikî razî
Mehbûbî bi dil bit me bi efrazî çî hacet.’
Dîsa di qesîdeyekî de:
’Ger lû’lûê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şî’rê Melê bin te bi Şîrazî çî hacet.’
Baş xûya dike ku Melayê Cizîrî pîştî Seîdê Şirazî u Mewlana Camî
u Hafizê Şîrazî, di dema xwe de, li nav Kurd u Ereb u Ecem
an de, şairê herî bi nav u deng bûye. Di helbestên xwe de,
hinek caran bi navê Ehmed’, hinek caran jî, ’Nîşanî’ bi kar
anîye. ‘Mela yan Melê’u ‘Şêx, Şêx Mela di her alîyên
jîyanê de helbestannivsandîye. Sîyaset, civat, tebîet, eşq
u evîndar, Îslamîyet u Tesewûf, pesn u payedarî, lome u hîcîv,
rewşa Kurda u ya navçe, zilm u zordarîya hikimdara, merhemet
u qencîya Mîr u Bega, başî u xirabîya nava civatê. Mîna me
li jor qal kir ku pesnê hikûmdarê Mûsilê İmadedîn Zengî daye,
her wiha pesnê Hakimê Tewrêzê Xanêxanan ji daye u jêrê dûa kirîye.
Xanêxanan lamiê necma te her pûr bi nûrî bî
Ne tenê Tebrîz u Kurdistan li ber hûkmê te bîn,
Sed wekî Şahê Xûrasanê di ferwarê te bî.
Mela ji Mîrê Cizîrê ( Şerefxanê Cizîrê) re jî dûa dike u dibêje:
Ey şehînşahê mûezzem, heq nîgehdarê te bî.
Sûrreê înna fetehna dor u madarê te bî.
İro ji şehkasa surê mey hate fincana sedef.
Xef wan reşandin dil xedeng, teşbîhê tîrên Xanşeref.
Mela delalîya evîndara xwe u bengînîya xwe wiha tîne zimên:
Nûn u dalan, zîlf u xalan, wan dil ji min bir bi talan, goşeyê qews u hilalan,
dil ji min bir dil ji min.
Nazenînê, zar şêrînê, kûştime u nakit yeqînê, wê bi
çengala evînê dil ji min bir dil ji min.
Mela di beytekî mayîn de jî wiha dibêje:
Çî hedde sed hezar can bin,di fitreqa hebîba min.
Ku sed Cimşîd u Keyxûsro, xulam in ser di vê rê de.’
Mela ji destê firqet (cûdabun.tenêman) ê jî gelek kêşandîye
ku wiha hewarê dike.:
Pûr zer kirin wek zerî mam
Çehvên di lutfê pêrî mam
Daîm li rê çavnêrî mam
Feryad ji destê firqetê…
Vê firqetê pur dil şewand
Cerhên qedîm dîsa kewand
şîşên di sor tê de tewand
Feryad ji destê firqetê.’
Lê yek ji helbesta delal u pir alî eve ku Mela bi navê: ‘BİLBİL’ nivisandîye.
’Sar dibit ma dil bi sed cewr u cefayên zerreyek
Eşqê tebîet nare, hîngî tê biçît dijwarî bit.
Leşkerê alem meger yekser te dijmin bin Mela.
Xem bi mûyek nakşînî, ger te dîlber yarî bit.’
Dîyare mirov dikare van nimûneyan zêdetîr jî bike. Lê bê gûman Mela,dengê dildar
u evîndara ye u kesên ku bi mirazê xwe şa nebûne berê xwe
dane jîyana Mela u xwe bi serborîyên wî mijûl kirine. Lewra ye
ku îro jî Merqeda wî menzîlê dildara ye.Nîha jî gelek kes diçin
ber Medresa Sor u xwe davêjin tor u bextê Melayê Cizîrî ku were
hewara wan u bibe dermanê dilê wan. Qebra Mela buye zîyaretek
mezin u qaîm di nav xelkê de u bi hezaran kes diçin tewafa Mela,
gilî u gazinên xwe pêşkêşî wî dikin.
Ezê li dawîya beşa destpêka vê nîvîsarê helbestekî xwe ji pêşkêş
bikim u paşî emê werin ser jîyan u kesayetî ya Melayê Cîzîrî.
Melayê Def’a Belayê
Ey Melayê melayan, bernavê te Nîşanî
Ji destê evînê te çî kişand tu dizanî
Bê gûman ji te girt feyzê Ehmedê Xanî
Çendîn sale ku tu serwerê dildaranî.
Ne Hafiz, ne Seîd li rojhilat ku hene Şîrazî
Tu ji wana baştirî mixabin Kurd u bê mirazî
Mîr bi te kûbar bun xasima Şerefxanê Cizîrî
Ey Ehmed şagirtê Taha, li ba Mîr mîna Wezîrî.
Te feryad kir bi hewar ji destê firqetê bi ax u fîgan
Dîsa dil ji te bir bi talan dîlberan bi fetl u taban
Merqeda te Medresa Sor ku îro jî, menzîlê neçaran
Jîyanek dijwar te borand, heyfa serê te mij u moran.
Hemû şair li cîhanê, êsîr ketin di destê wezn u kafîyê
Lê wezn u kafîye belengaz u êsîrin di destê Ehmedê Melê
Hisret ma bi dîdara yarê ,heftê u pênç sal wiha borî omir
Wek bilbilê îremê baxê Botan helbest lorand te wer bi sebir
Bûyin, Xwendin û Perwerdeya Mela
Melayê
Cizîrî, di sala 1589 li bajarê Cizîrê hatîye dinyayê. Navê wî
yê esli Ehmed e. Ji eşîra Bextî ye. Mirovek bi şens
u nesibe ku li vî bajêrê qedirbilind ji dayîk bûye. Lewra Cizîr,
yanî Cizîra Botan wê demê navenda zanîyarî perwerdegarîyê bûye.
Gelek zanîyar u ulimdar u sîyasetzan ji vû navçê der ketine.
Bi cîye ku em bêjin Cizîr wê demê paytextê Kurdayetîyê u qibleyê
zanistîyê buye. Cizîr zêdetir bi birca belek tê naskirin. Navê
wî yê din Nîşanî ye ku ev nav bi armanca hedef u menzîlê
lê hatîye dayîn. Ew bi xwe hedefa evînê bûye. Lewra Mela bi xalên
ser rûyê xwe jî, gelek pesnê xwe daye. Heye ku Nîşanî bi
vê maneyê j ili xwe danîbî. Malbata Mela, malbatek hişyar
u zana bûye. Navê babê Mela jî, Şêx Ehmed e. Mela 75 sal
jîyaye. Di sala 1664 ji Dînyaya bê wefa koçebar bûye. Ewil di
nav gel u ahalî de maye. Pîştî ku nav u deng daye,Mîrên navçe
bi destê wî girtine u wî kişandine nêzî xwe, ango koşk
u serayê. Jîyana Mela ya di serayê de bi pesindarîya Mîrekan derbaz
bûye. Mela di koşka Mîrande qesîdebêjî u dengbêjî kirîye
u dîwana wan şên kirîye. Helbete ew Mîr û Beg kesên baş
u welathiz bûne, yanî Mîrên kurdperwer bûne. Ji wan yek jî bê
gûman Şerefxan e. Paşî wextan qesîdebêjî u dengbêjîyê
bê mane dîtîye u dev ji vî karî berdaye, dîsa daxilî nav milet
bûye. Pêrê ji Cizîrê derketîye çûye Dîyarbekir u li wir 30 sal
maye. Li wir dersdar u îcazedarê mela, ûlimdarek bi navê Mela
Taha buye. Mela li gûndekî Dîyarbekrê bi navê Sitrabas medreseyê
kûta kirîye u paşî jî ji vê medreseyê destûra melatîyê wergirtîye.
Mela demeke dirêj li gûndê Sirba melatî u dersdarîya Medresê kirîye.
Paşî jî li Hesenkeyfê bûye dersdarê medreseyê. Ew qas zû
payebilind bûye ku ew jî, li dawîyê bûye îcazederê melatîye u
ewî jî îcaza melatîyê daye gelek kesan.
Du dewreyên Melayê Cizîrî hene. Dewra yekem feqîtî u melatî ye,
ku ji vir gehîştîye merteba melatîyê u ji wir jî, bilind
bûye hetanî nîşana melayê melayan.ango bûye îcazedarê Melatîyê.
Dewra didûyan ya Mela jî,lê peydabûna eşqa platonîk u xwedê
ye. Mela di vê dewra axir de,êdî,şairê tesewuf u rûhanîyê
ye. Eşqa xwedê ya Mela eşqek platonîk e. Yanî wî ji
kesan u xwedê hezkirîye, lê ne vaye ku bigêje eşqa xwe. Lewra
wer zanîye ku eger geyîştin pêk were,wê eşk kûta bibe
u eger eşq kuta bibe wê jîyan ji bi qede. Mesela ,dibêjin
ku Mela dil ketîye jinekî. Mêrê jinê bi vî halî hisîya ye. Ji
ber rêz u sîyanet u merîfeta Mel aya di dil de, ji mela re gotîye
ku: ez hazirim jina xwe ber dim kut e bi vê li xwe mar bike. Mela
bi vê gotinê gelek hêrs bûye u bersîv daye ku eşqa wî ne
eşqa nav nîvînane. Ew eşqek rûhanî û xûdayî ye ku ji
nefsê dûr e. Mela li dawîya aşîqî ya xwe ya Tesewufîyê carekî
din vegerîyaye Cizîrê u hetanî dawîya emrê xwe li wir maye.
Mela yek ji wan şairane ku ji xwera dibêjin ‘Şairên Wehdeta Wûcût’
Yanî xwe u hezkiryên xwe wekî yek bedenek di bînin. Ji xwedê hez
dikin lê naxwezin ku wî bibînin u nas bikin. Lewra ji wan were
ku wexta ew Xwedê nas bikin wê eşqa wan kûta bibe. Yan jî,
ji, jinek hez dikin lê naxwezin pêra bizewicin. Lewra wer dizanin
kû zewac li eşqê dawî tîne. Di edebîyatêde navê ev cûre eşq
‘eşqa platonîk e. ’Salên axir yên Mel abi vê cûre eşqê
derbaz bûne. Lewraye ku Mela mirovek pîroz e.Mela Zimanên Tirkî,
Erebî, Farisî u Kurdî gelek baş zanîye u bi van hemû zimanan
helbest nivisîye.
Mel adi nav ahalî de mîna şexsîyetek rûhanî u bimbarek hatîye qebûl kirin.
Dibêjin ku sikanek hebûye li bajêr ku Mela her tim diçû pal dida
wêderê u diketa mitala. Goya bi spartina Mela ew sikan (kevir)
sor dibû, germ dibû. Pîrejinek bi vê rewşê hisîya bu. Dema
ku Mela ji ber kevir diçû, ewê jî, hevîrê xwe dibir li wî kevirî
dixist u di peht. Tê zanîn ku îro jî, Medreseya Sor ku li Cizîrê
ye, cîyekî pîroze ku lewra Şêx Ehmedê nemir tê de razaye,
ew mirovê zanîyarê İslamê u rêçenasê Kurdayetîyê vaye çarsed
sale ku ne hatîye jibîr kirin.
Feqîyê Teyra û Melayê Cizirî:
Feqîyê Teyra ji şairek bi nav u denge ji hêla Bedlîsê, navçeyê
Hîzan. Yan hinek kes dibêjin Feqî xelkê Miksê ye. Ev ne babeta
miqaşa vê miqalê ye. Lê tê z anîn ku Feqî di axirîn salê
Mela de mirovek şareza bûye u hayê wî ji Melayê bi nav u
deng hebûye. Dema qiyasa herdu şairên bi nirx hatîye kirin
bê şik navê Mela zêdetir derketîye pêş u tê qebul kirin
ku Mela ji Feqî zanatir u ûlûmdartir bûye.
Li gor ilmê îslamê Merteba Melatîyê serdestê Feqîtîyê ye, Lewra
Feqî şagirtên Melan e. Sedem vê yekê ye ku Şairê mezin
Mihemmed beramber bi Şêx ehmed navê feqîtîyê ji xwe re minasib
dîtîye u hevderdê teyr u tûra bûye ku bernavê wî maye ‘Feqîyê
Teyra’. Ew jî bi qasî Mela navdare li herêma Botan. Lê Mela fîlozofek
mezin yê İslamê ye. Feqî jî, şairek navdare lê bi qasî
Mela ne ûlûmdar e. Lewra Mela li gor lêkolînvanên bîyanî jî, şairek
Fenafîîlah(Xwedaperest), Fenafîresûl (Pêxemberhiz) e. Hinek alim
dema ku behsa benga (eşqa) Mela dikin, dibêjin ku Mela aşiqê
buka Mîr e, bi gorî tesewûfkaran ev eşq, eşqa tesewûf
u nûranîyê ye, mirovên welathiz jî, dibêjin ku eşqa di mela
tenê eşqa welat e. Ev hemu danasîn jî rast in. Lewra eşqa
Mela ev hemû tiştên navbirî ne. Kî bi çî çavî bixwaze Mela
bibîne Mela bi wî şiklî lê xûya dibe. Ji bo Feqîyê Teyra
evqas wesif nayên jimartin.
Feqî bi xwe jî,xwe bindest u şagirt u pêrevê Melayê Cizîrî
hisab dike. Mela çawa ku bi navê ‘Mîr u Mela ‘helbestan nivîsîye
,her wiha bi navê ‘Mela u Feqî’ jî helbestan nivîsîye. Jimara
van helbesta ji 50 yan jortir e. Di dîwana Mela de, tenê 25 u
di dîwana Feqî de jî, tenê 50 helbest têne xûya. Lê tê gotin ku
jimara van helbestan zêdetir e, Feqî ji van helbestan di helbesttek
de wiha dibêje:
Eşqê me/dûrim ji sîha bihan/dizanim medahê kê me/di
’Birîndarê hezar u yek u sihan/senexwanê Melê me/li hemu erd u
cîhan..’
Dîyare Feqî şairek gelêrî ye lê Mela şairek piralîye. Zimanê Feqî
ji yê Mela zelaltir e. Feqî qet li koşk u seraya ne jîyaye.
Lê Mela demekî dirêj di serayê de dengbêjîya Mîra kirîye. İro
li hîzan kanîyek heye ku jêre dibêjin: Kanîya Feqî. Li cizîrê
ji merqeda Mela Medresa Sor cîyek bi pîroz e ku hemu kesên navçe,
îro jî rêz u hirmetek mezin jê re digrin. Sedem ku Feqî ne şairek
pesindar bûye ji serayê tû alîkarî u yarmetîyek wernegirtîye u
jîyana wî di nav xêzanî u perîşanîyê de derbaz bûye. Lê him
binemala Mela dewlemend bûye u him jî dîwana Mîra xelat u arîkarîya
dane Mela. Lewra ew pesindarê Mîr u Siltana bûye u her wiha qesîdebêj
u dengbêjê wan bûye.
Ew jina ku ji mela dil revand gelo
kî bûye?
Sedem
ku hate bîramin lazime ku ez bêjim, hinek lêkolînvan di derheqê
yara Mela de dibêjin ku goya yara mela Bûka Mîr e, hinek dibêjin
navê wê ‘Selma’ ye, u keça melîkê Heskîfê (Hesenkêf) ye. Goya
ku fesadek mîna Bekoyê ewan li Mela jî peyda buye u ixbara Mela
ji Melîkê heskîfê re kirîye. Lewra Melîk jî rêya Heskîfê ji Mela
re qedexe kirîye. Mela di helbestek de navê Selma hil dide u wiha
dibêje:
‘Ger çî, her daîm ji mihrê neynika
dil bedre min
Wek hêlalê sûbhê têm ez carînan bim napedît
Ma bi le’lên canfeza navê me bînit
carekî
Biddûa belix tehiyatî li Selma ya berîd.
Pîremêrdim,aşiq im,îro mûrada min bibexş
Ya hebîbî,ya mûradî,ya mûney qelbil murid.’
Li gor rûniştevanên Cizîrê jî, yara Mela ‘Xatûna Biskkesk ‘e. Ku Mela
hemu rojan çûye ber pencera vê xanimê, helbesta xwendîye u nivisandîye.
Her wiha agirê bedena mela wî tehtê ku xwe spartîyê, mina tenûrê
germ kirîye. Yan ku dem ali ser wî kevirê ber derê Xanimê rûniştîye
kevir di bin Mela de livîyaye u ji cîyê xwekîşîyaye çûye.Mela
di helbestek de wiha gotîye:
‘İro ji nû pir atêşim, dîsa ji remza dîlberê
Mecrohê qewsê pûr weş im, tîr dane nîva cîgerê.’
Mîr, li Mela dikeve şikê ku gelo aşîqê vê Xatûna navdar e yan na.
Li ser vê yekê rojekî Mela dixe odeyek u paşî jî gazî xatûnê
dike wê jî dîşeyîne oda Mela u li pişderê dibe guhdarê
Mela u xatunê.Lê dema xatun diçe odê, Mela ji ber ve radibe pê,
u ji Xatunê destûra rûniştinê dixwaze. Xatûn jî, rêz u sîyaneta
Mela ji xwere fersend dibîne u ji Mela helbestek dixwaze li ser
xwe. Mela wê naşkêne u kurte helbestek wiha jê re dinivsîne.:
‘Sebahul xeyr u xanima min
şehê şêrîn zebanê min
tû yî ruh u rewanî min
bibît qurban te canî min.
Tealellah çî zat î tu
çî wê şêrîn sifatî tu
ne wek qend u nebatî tu
yeqîn ruh u heyatî tu…
heyat u reheta canim
sebahul xeyr ya xanim
were bînahîya çehvan
bibînim bejn u balayê.’
Mem
û Zîn berhema Ehmedê Xanê ye yan pêşîya wî ye..?
Ehmedê Xanê rêçenas u ewlîyayê kurda ye. Bê gûman ew Piştî
Melayê Cizirî mezintirîn şair u fîlozofê Kurda u her wiha
yê rojhilata navîn e.Ehmedê Xanê, piştî Mel abi sed sal hatîye
dinyayê. Ewî Mem u Zînê bi cîhanê daye nasandin. Di dîwana xwe
de derheqê vê berhemê wiha gotîye:
‘Ev mewve eger ne avdar e.
Kurmancî ye,ev qeder li kar e,
Ev tifle eger ne nazenîn e,
Nûbar e bi min qewî şêrîn e
ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifle bi min qewî ezîz e,
Mehbûb libas u goşewar e,
Milkê di min e,ne mistear e,
Elfaz u meanî u îbarat
İnşa u mebanî u îşarat,
Mewzu u meqasid u hikayat,
Mermûz u menaqib u dîrayet
İslûb u sifat u mana u lefz,
esla ne kirin me yek ji wan qerz,
Bilcûmle netayicî di fikrin,
Dûşîze û nû erûs u bikr in.’
Li gor van gotinên Ehmedê Xanê, Mem u Zîn, ji zen u fikr u ramana wî bi xwe
afirîye u her wiha ji tu demekî nehatîye qalkirin u pêra nivîsandin.
Em hemu jî hetanî îro baş dizanin ku derhênerê vê destanê
Şêx Ehmedê Xanê ye. Lê Mela ku sedsal berî Ehmedê Xanê, li
navçe bi xebat u ûlimdarîya xwe bi nav u deng bûye, di helbestek
xwe de wiha dibêje:
‘Mûyekî ez ji te nadim bi sed Zin u Şirînan
Çî dibit ger tu hesêb kî me bi Ferhad û Memê.’’
Xûya
dike ku bûyera Mem u Zîn, ji Melayê Cizîrê jî kevintir e. Lê çima
Ehmedê Xanê tiştekî wiha nivsandîye. Ev tişt ji kîjan
ihtîyacî hatîye pêş..? Bila ev babet jî, bibe mijara nivîsek
din.