Di Kovara ''Tîroj''
u malpera ''Amîdakurd''de, paşî jî, di ''Navkurd'' de; bi
navê ''Melayê Def’a Belayê, Bilbilê Koşk û Serayê': Şêx
Ehmedê Cizîrî'' nivîsarek min çap bu. Jîyan u serborîya şairê
me yê qedirbilind, Melayê CÎZIRI, bi qederê zanîn u karîna xwe,
me raxistibu ber çavan. Di vê nivîsarê de, tiştê here berçav
ew bu ku, me lî dawîyê pirsekî kiribu. Ew pirs, li ser Mem u Zîna
Ehmedê xanî bu. Eger em bînini bîra xwe, me li fawîyê bi kurtahî
gotibu: Mela, berî Ehmedê Xanî, bi sed sala jîyaye u xalek helbesta
xwe de behsa Mem u Zînê kirîye. Başe çawa dibe ku Ehmedê
Xanî, di sereka Mem u Zînê de, deibêje me vê meselê ji tu kesî
negirtîye, ev bi tevahî, eserê min e.
Me vê pirsê kir,
lê tu camêrek bersîv neda u ez mame li ser ya xwe. De min jî got,
qet nebe ez bersîva xwe bidim. Ka gelo Ehmedê Xanî, çima weha
gotîye, bi çî mexsedî, hewcehîya gotinek weha buye. Pêş hemu
tiştî lazime ku em bêjin, Xanî, ulumdarek mezin e. Ewî, paşeroja
Kurda, hêj di wê demê de dîtiye. Şîret u têbînîyên ku Xanî
di wan roja de kirîye, iro mewweyê wan tê ditin. Lewra Xani, giringîya
serxebun u ziman, ji wan rojan ve gelek baş dîtîye. ''Aqîda
Îmanê'' nivsandîye ku, di paşerojê de, neslek bi îman u aqîde
u bi bir u bawerî, rabe. Lewra, bê îqade u bawerî, tu armancek
naçe serî. Ku mirov jî bawerîyê u jî îmanê mehrum bî, siuda mirov
çiqas jî, baş be, dîsa jî, serkevtin, nakeve dest. Eger me
bivê ku em, miletek derheqê jîyanê de, perwerde bikin; her weha
di vî karê xwe de jî, muafiq bibin; lazime pêş hemu tiştî
em rêya bawerîyê nîşanî milet bidin, paşî em tiştan
jî wanre bêjîn, yan şîreta lî wan bikin ku ew bime bawer
bibin. Destpêka zanînê, heta binyata zanînê, bêy bawerîyê nayê
danin. Lewra zanîn li ser xîmê bawerîyê tê avakirin. Civatek,
ku mehrumê rohê bawerîyê be, xwe nasnake u Ehmedê Xanî, di rastîyê
de, hemu heyîna Kurda jî nu ve daye destê xwe u li serî xebitîye.
Ka gelo Kurd çî kes in u xasyetên wan yên berçav çî ne. Hal u
ehwalê civata Kurda, jî alîyê sosyolojîk u psîkolojîk ve çîye,
çawane. Dîtîye ku Kurd gelek nezanin, bindestin,
lewra nezanin, nezanin lewra bindestin. Wekî welathizek
paye bilind, nezanî u bindestiya Kurda jî xwe re kirîye kul u
derd u hemu jîyana xwe bexşandîye vê mijarê. Xwestîye ku
Kurd, zane bin, u jî tarîtî
u cehalet u nezanîyê xelas bibin. Lewra nezanî, serkanîya hemu
xirabî u nedelalîyan e. Lê Kurd, layîqê başî u delalî u rîndîyê
ne, u gereke ku wisan bin u wisan bijîn. Ji bona xemla zanînnê
bawerî lazime. ''Aqîda Imanê'' bi min, bi vê mebestê hatîye nivsandin.
Xanî, gelek umud
u hêvîyek mezin, yanî qedr u qîmetek mezin daye zarokan. Xasima
Zarokên di Kurmancan. Her weha, gelek pêwîstîyek mezîn daye zimanê
eslî, ango zimanê zîkmakî. Sedem ku, zarokên Kurda bi zimanê xwe
bi karibin bi xwînin u binivsînin, ''Nubar a Piçukan'' ku wekî,
ferhengek e, u bi terhek helbestvanî hatîye nivsandin. Eger mirov
zanînê bi zimanê xwe ne tamîne, tu lezetek nabîne. Yanî, ziman
hacetê ramanê ye u pêş hemu tiştekî, divê ziman were
ajdan ku mirov bikaribe bi zimanê xwe hertişti hîn bibe.
Lewra zimanê mirov ji hemu tiştî xweştir u baştir
e. Wisane, yek: bawerî, didu ziman. Ev herdu tişt binyata
hemu pêwîstîyan e. Xanî, van tiştan, di wan rojan de dîtîye
ku iro jî, pirsa here giring a serxwebun u serketînê, pirsa ziman
u bawerîyê ye.
Felsefeya
Ehmedê Xanî û hewcedarîyên kurda di rojê ayende de
Ehmedê Xanî, filozofek here mezin ê dema xwe ye ku Kurd pê çiqas
kubarîyê bikin, heqê wan e. Babeta felsefeya Xanî, insan e, yanî
milet e, bi taybetî, miletê Kurd e. Xani jî Eflatun u zanayên
dema xwe istîfadeyek gelek mezin dîtîye. Bê guman Xanî, zanîyarek
hevdemi u pêşketîye. Ew bi buyerên cihanê agadar u haydar
e. Zanîye ka gelo, çî jî bo insan lazime u Kurd hewceyê çîne.
Ewi gelek bi başî, kemasîya Kurda dîtîye u lî ser vê yeke
sekinîye. Dewlet, adelet u hurîyet. Yanî, serxwebun, dadî u wekhevî
u azadî. Ev tişt di felsefa Xanî de gelek bi başî xuya
dikin. Ewî dîtîye u hewce u maqul pejirandîye ku kurd, jî serxwebun,
adalet u azadîyê bê parin. Her weha mina kaxîsek spî ne jî. Siti
u Zînê, gustîlên ku Xanî xistîye tilîkên wan, Mem u Tajdîn, kesên
mayîn u rolên wan ên di Mem u Zînê de, yer yek agadarî û mesajek
in.
Almast u Yaqut du
madenên XWEDI XASYET ÎN KU HERDUK JÎ, DÎ TEBIETê DE GELEK ZEHMET
BÎ DEST DÎKEVÎN. Bi kurtahî; her xeml u remz u nîşanek ku
di Mem u Zînê de hatîne xal kirin, her yek gelek bi zanîyarî hatine
bijartin. Ew rol u lîyaqat, ne tesadufî ne. Civata kurda, mihtacê
mesasjan buye. Xanî, vê yekê zanî ye u diema van rola dabeş
kirîye, van hewcehîyan li ber çavan girtîye.
Xanî, ulimdar e,
zanîyar e, pispor u lêzan e. Bê guman ewî çîroka Memê Alan bihistîye.
Ew destanek Kurdî ye. Destanek gelek xweş u navdar e. Gelek
ji vê destanê hezkirîye. Dîtiye ku xelq jji vê destanê gelek hez
dike. Vê fersendê Xanî, gelek bi başî, karîye bike pergal
jî bo armancên xwe. Sedem vê yekê em dikarin bêjin ku destan u
çîrok Memê Alan e, lê Mem u Zîn, navê ruyê felsefeya Xanî ye u
di rastîyê de, çirokek bi vî navî tune ye. Vê çîrokê Xanî, ji
ber xwe ve çêkirîye. Lewra ew idel u nîzama Xanî ye. Ehmedê Xanî,
di vê berhemêde, dîtinên xwe, anîye ziman. Yanî, ev têbînî u serborî,
rohê felsefeya Xanî ye. Tiştên ku Xanî di Mem u Zînê de anîye
zimên, di rastîyê de ne qewîmine. Yani Mem u Zîn, ne destanek
wisaye ku jîyabe. Lê ew tişteke ku çawa hatibe jîyandin.
Xanî bi hostayî, vê kitêbê nivsandîye, lê wexta ku nivsandîye,
wê jî tama destanê dur nexistuye. Ew kitêbek felsefeyê ye ku bişiklê
destan hatîye amadekirin. Destê te xweş bî, Xanîyê nemir.