Sebrê sibeye dilê rezîl
li wê ma ye hê hêy hê hêy…
Yadê mahrumê sibeye vê sibengê dilê
bê qewl û bê qirar ji xwe ra ca li wê ma
Ha û rebenê belekê berfê di helîyan
îro ji êvarda li quntarî çîyê
ma
Yadê min qederê xwe dane li jorê dinivîse
li jêrê li serê me hemuya ne
Sêhr bikê vê sibengê malxirabo gelo li jêrê
li hevîya maqulkî çê ma
Sê
dîtikê dinyayê herdu dilê maşuqê
dil di hevda ji hevdu biqetin
Sebrê bihare yek derkeve zozana wax, yek dêrisê
gundan da’l ber germê ma
Ax zerî welato welatê me nîne wax way
Gidî welatêkî gêwir e tu dêna xwe
bidê her çî kesê dêrisê gundan
da,
yar û dosta wî tune be
Ez ji tera sond bixwim bê qedr e bê
rûmet e,
wax
sebrê qedr û qimeta wî tunîne way ax hay
Sebrê,
gelo li bilinda ha li bilinda hayyyê hê hêy hê
hêy...
Yadê mahrumê tu sêhr bike min ji te ra nego li
bilinda ha li bilinda
Bihare welatê me hatî pelê gulê û
sosin û rihan û leymun û dar û darçînê
li me ve bû
Qedera min bi res bû, şansê
min tune bû, berfekî li me barî
Gidî gelo tu sêhr bikê pelê gulê û
sosin û rihanê ma di binda
Lo bêbexto çi bêbextî bû
ji kavlê gund da gundê xirab da te yê
derbekî xençerê
cal i min da
Ezê
rabim bi destê kubara şêrîn
bigrim bi kêfê ra bimeşime
dêrisê gunda
Bi nava dêreçîta mêzerhêsîna
kofî kêla gerden zera
na wele çepil dirêja bejn bilinda
Lo bêbexto gelo qasekê dewranekî derbasbikim li
kavlê gund da
Hewara me xwedê kêf dikî li dinyayê herdû
dilê masuqê dil di hevda
ji hevdu biqetin
Ca bihare yek derkeve zozana wax,
yek bimîne li germ û germistana kavlê gund da
Ax de zerî tu sêhr bike kesera malê dinyaliga
derewîn ninê kedera dilê rezil e
Berxê kedera giran, mereqa xirab, bê derdê dila
ma di dil da
Ax de zerî welato welatê me nîne ax way
Gidî welatêkî gêwir e tu sêhr bike
herçî kesê dêrisê gundan da,
yar û dosta wî tune be
Bê
qedr e bê rûmet e ma sebrê qedr û qimeta
wî tunîne way ax hay
|