Lo
lo Nêçîrvano, Sekvano bihare li vî berî
ha li vî berî
Avdalo gelo vê sibengê li vî berî ha li
vî berî
Sekvano, hey malmîrat tu çawa ji xwedê diwêrî
Tu ji malê sar dibî Bozî Çaçanî
Kapresî çavreş
bêşlike
Romê davêjî milê çepê
Cotê tajîyê kemê resê xezalî
davêjî merezê
Gidî gelo tu sêhr bike li qarişi
konê mala bavê min rebena xwedê dajo li vî
henberî Sekvano
Hey malmîrat tu nizanî vê sibengê ez Xezal
im, Xezal a Egit im
Gerdena min zer e, çepilyê min dirêj e, porê
min kej e
Nava min qendîl e, zenda min bazin e, tilya min bi gustîl
e
Sî û sê gulî ser namilya min bune çîte
Tu dêna xwe bidê di dêrisê gundê me
da bîst û çar eşîrin
Hela bala xwe bidê îro çendê me tamam bû
bê bextîya meke
Vê sibengê ser milê xwe ê çepê
bizvire ser ucan li gencê xelkê mêze ke
Tu bala xwe bidyê seva xatirê çav û biryê
minê reşû
belek
Di dêrisê gundê me da ketine dawê, wê
hê bist û çar serî
De lo lo ê lo ê lo lo Nêçîrvano way
ez nemînim gidyano lo Sekvano
De
lê lê lê lê Xezalê
Ez bi heyran gelo sibe bû tu nizanî ez Şemo
me hê hê hê ne Şemo
me
Hey malmîrat tu bala xwe bidê vê sibengê
ez Şemo
me
Xwedanê heftsed mîyê serê di çîyê,
danzdeh keêlê serê tewlê me
Li malê sar dibim ji Bozî Çaçanî
Kapresî çavreş
Bêslîkî Romê davêjime milê çepê
Ji jor da tajîyê kemê xezalî davejime merezê
Berê xwe didime bêranê bilind nêçîra
van Xezal a
Tu bala xwe bidê di dêrisê gundan da tu sêhr
bike
Ji xênî muhuba dilê xwe ne bi aşiqê
qîz û bûkê di xelkê me
De ancax bi aşiqê
rihma ha di Xwedê me
De
lê lê lê lê Xezalê wax ay
Bejn ziravê, çepil dirêjê, por kejê
Nav qendîlê, suret sorê, rû bi xalê
Ezê li Birca Belek runiştîme,
Qasekî were li kêleka min runê, li yalî
malê
Lo
lo Nêçîrvano lo lo lo lo...
Lo Sekwano bihare malê me danî zozanî jorîn
ber beleka
wê hê hê hê ber beleka
Hey malmîrat te anîye serê pir û pir gelekan
Bi malê dinyaliga derewîn bawer me be vê sibengê
Tim û tim caran poşmanîye
te yê têda hebe
Tu bala xwe bidê vê sibengê ezê tu nifirê
li te nakim
Belkî hêvî gumana min heye ji Xaliqê Alemê
rebê jorîn,
mîrê ji mîra, ji şêxê
melekan
Tu sêhr bikê vê sibengê malxirabo, tu bala
xwe bidê belkî vê sibengê
Tu qir bikî hefsed mîyê serê di çîyê,
danzdeh keêlê serê tewlê
Di darê biharê ra bi hasilê dewê heft çêlekan
De lo lo lo loy Sekwano wêy axa
Lawiko serê min bi heyran canê min bi qurbano
Ş
|