Roja
22’ê Adarê li bajarê Pforzheimê konserek
Ozan Şêxo û hevalê wî yê Alman Mikeljî
hebu.. Konser, teref komelek Almanî va hatibu organîzekirin.
Sedem wê yekê xênci min, sê-çar kesê
kurd beşdar
bibun. Ê din hemû Alman bun.
Min
gelek caran Şêxo guhdarî kiri bu, lê yê ku wê
êvarê kilam digot, Şêxo yê berê ne bu. Wî bi kilam û
stranên xwe, bi hunermendîya xwe ne tenê min,
hemû guhdaran bir Kurdistanê, me bajêr bajêr
gerand. Em bi kilamên wî, bi ava Xebur ra herikîn,
bi Nemrut ra temaşa
avabuna rojê kir. Vê rêwîtîyê
da Mikeljî jî bi enstrumanên xwe yê ji hev
cuda cuda, bi me ra hevaltî kir û muzîka Şêxo bi rewşek
din xemiland.
Li
derveyî welat gelek hunermendên kurd he ne. Piranîya
wan bi nav û deng bin jî, tenê di nav kurdan da
tên nasîn. Hemû guhdarvanên wan jî
tenê kurd in. Lê Şêxo ne wusa ye. Di nav hunermendên dervayî welat
da bi rastî cîyê Şêxo, cîyekî gelek girîng e. Ew bi hunermendîya
xwe li ba gelê Alman jî gelek bi nav û deng e.
Ew bi salan e bi vî karî muzîka kurdî ya
dewlemend dide nasîn û me hemû kurd a gelek baş
temsîl dike.
Li alîyê din cara yekem bû ku
programa hunermendek kurd di zemanê xwe da destpêkir
û bê qeza û bela qedîya. Ew jî hunermendîya
Almanîyan bu.
Belê,
me roja piştî
newrozê, bi organizasyona Almanîyan, bi hunermendîya
Şêxo û Mikeljî êvarek gelek xweş
derbas kir. Dest û devên wan xweş
be!
25'ê Adarê 2005
|