Albûma
Nilüfer Akbal, ya bi navê Sewa/Gece derket. Di vê
albûmê de jî wek mîna xebatên wî
yên berê xêncî kurmancî, zazakî
û soranî, duh kilamên tirkî, kilamek jî
asurî he ye. Di nav kilamên kurmancî da kilameka
hunermendê bi nav û deng Tehsîn Taha heye; „Min
xem derya“.
Salên 70' yî de Ibrahim Tatlises, wî bi navê
„Ayaginda Kundura“ wergerandi bu Tirkî û
bi vê kilamê navdar bibû.
Min
salan berê bi albûma wî ya bi navê „Mîro“
Nilüfer Akbal naskir û ji dengê wî û
muzîka wî gelek hezkir. Wê demê min wê
albûmê, şev
û roj guhdarî dikir, hê jî guhdarî
dikim.
Piştî
vê albûmê, sala 1998’an de bi navê
„Rewingî“, sala 2002’an de jî bi navê
„Raye“, duh hev albûmê wî yê
din jî derketin. Lê bi rastî wek mîna albûma
wî ya „Mîro“ li min xweş
nehatin.
Min
Nîlüferê, gelek caran di konserê wî
yê dervayî welat de jî guhdarî kiri bû.
Ya dawîyê, di meha Cirîya Paşîn,
sala 2004 an de li bajarê Stuttgart bû. Ew û Ciwan
Haco bi hev re hatibun û programekî gelek xweş
pêşkêşî
me kirin. Di wê konserê de kilamekî Nilüferê
gelek bala min kişand.
Navê wî „Ez Taze me“ bu. Li wir min biryar
da ku, kingê albûma wî derkeve, tenê ji
bo wê kilamê be jî ezê wî bistînim.
Çend
meh şunda
ew albûm derket, min jî ew histand. Bi rastî ev
albûm, ji ya bi navê Mîro derketi bû, zêdetir
li min xweş
hat. Ji bo vê yekê, van rojên dawî de li
mal û di erebê de em xêncî wê kesî
guhdarî nakin.
Wexta
ku kilama „Ez Taze me“ dest pê dike, keçika
min a çar salî Kejal, ji cîyê xwe radibe
û bi alikî dilêyze, bi alikî ji bi wê
ra kilam dibê je.
Gelek
zeman bû, Kejalê bi me ra kurdî ne di peyivî
û bersiva me jî bi almanî dida. Lê hingî
ku Nilüferê guhdarî dike, hêdî hêdî
zimanê wî dîsa vedigere ser kurdî.
Ji bo vê yekê jî ez dikarim bêjim, hun ji
muzîka kû Nilüferê di vê albûmê
de icra kiriye, heznekin jî, ez bawerim zarokên we yên
piçûk jê hezbikin û bi wê ra kurdîya
xwe jî pêşta
bibin.
Ji
bo vê yekê carek din, spasiyên xwe ji Nilüfer
rê ra dişînim
û dibêjim, dengê te xweş
be.
8 Gulanê
2005
|