Dengbêjê
qedirbilind Mihemed Şêxo, bi hunerê xwe eş
û keserên gelê xwe anî ziman. Mûzîka
kurd bi dengê xwe yê delal da nasîn.
Mihemed
Şêxo sala 1948 bajarê Qamişlo
li gundê Gîrbanîn hate dinê. Navê
wî Mihemed Salih Şêxmus e. Zaroktîya wî da malbata wî koçber
dibe û diçe li gundê Xecokê cîh dibe.
Li vir mirêbetîyê dike. Şêxo mezinê yanzdeh bira ye. Sala 1959 da dest bi xwendinê
dike, lê sê sal şunda
dest ji mektebê ber dide. Salên xweyê mektebe
da Mihemed Sêxo gelek hunermendên kurd nas dike. Ji
tesîra wan nêzikî muzîkê dibe û
sala 1969’ê da dest bi dengbêjîtîyê
dike.
1970’ê
da diçe Lubnanê, li Berûdê duh sal dersên
muzîkê digre. Sala 1972’an da bi hinek hevalên
xwe ra bi navê “Serkeftin” komek muzîkê
saz dike.
Piştra
vedigere Iraqê û di radyoya Bexda ê da dixebite.
Paşê
diçe Şamê, li wir kaseta xwe ya bi navê „Ay Gewrê“
derdixe. Lê li wir dewleta Surîyê rihat nade Mihemed
Şêxo. Gelek caran tê binçavkirin. Ser wê
yekê carek din berê xwe da Iraqê û di nav
refên pêşmergeyan
da cîhê xwe digre. Bi wan ra derbasî Iranê
dibe. Li Iranê xêncî karê xweyê muzikê
çend sala mamostetîyê jî dike.
Zemanek
şunda
rejima Iranê jî Şêxo wek muhalifê rejimê dihesibîne û
derheqê wî da biryara binçavkirinê digre.
Sedem wê yekê Mihemed Şêxo pistî 11 salan şunda
carek din berê xwe dide Surîyê
Li
wir hurmetek mezin dibîne. Dewleta Surîyê ji têkilîya
Mihemed Şêxo û gelle Kurd aciz dibe û wî digrê
davê hapisê.
Lê
ev biryar jî dengê Şêxo nade birîn. Ew kilamên xwêyê
herî baş
li haps û zindanan da dibêje û di kilam û
stranên xwe da derd û kulên gelê xwe û
daxwaz û bawerîyên wan bi hunermendîyek
bilind tîne ziman.
Deng
û avazên wî, klam û stranên wî
jîyana gelê kurd dewlemend kir. Bi tesîra vê
rumetîye Mihemed Şêxo 14 kasêt çekir. Ew kasêtên wî
hemû parçeyên Kurdistanê da hat belavkirin.
Mihemed
Şêxo, 9’ê Adarê 1989’an da çû
ser heqîya xwe. Li Qamislo ser destê 70’ê
hezar kesî da dest bi rêwîtîya xwe ya dawî
kir.
Ew bi bedena xwe ji gelê xwe qetîya, lê kilam
û stranên wî, deng û awazên wî
bi gelê wî ra îro jî dijî û
tu car nayên ji bîrkirin.
"Gava
ez mirim gelî zindîya
Min nevesêrin wek we hemîyan
Gora min çêkin
li bin sîha çîyan
Kêlên min çekin ji dur kezîyan
Hemî adaran
hûn min sîyarkin
Da bikime sênî bo me hemîyan..."
10'ê
Adarê 2005
|