Nîzamettîn
Ariç (Feqîyê Teyran), roja 9’hê Nîsanê
li bajarê Ludwigsburg, Restauranta MaVi de resîtalek
da.
Gelek
zeman bû, me hinek hevalan dixwest ku carcaran bi hunermendên
kurd ra wek bi rewşek
cuda, bê slogan û bê protokol werin ba hev, li
alikî xwarin û vexwerinê bixwin, alîyê
din klam û stranên xwe bi hevra bêjin.
Ji
bo cara yekemîn niyeta me ew bu ku, em vî daxwaza xwe
roja Newroza 2005’an da bînin cîh. Lê belê
ew hunermendên ku me dixwestin, wê demê li gelek
deran bernamê wan hebun. Ji bo vê yekê, hevalê
hêja Ali Riza Sever pêşnîyar
kir kû ewê bi Nizamettin Ariç re bi axife û
di rojên pêşî
da wî dawet bike. Ser vê pêşnîyarê
em gelek kêfxweş
bun û me ew kar hewaleyî wî kir. Bi rastî
wî jî, tenê bi serê xwe, alîkî
bi Nizamettin re, alîye din bi xwedîyê restaurantê
re axifî û ji bo 9’hê Nisanê biryar
da û dest bi hazirîya bernamê kir.
Ne hewce bu ku em jê ra alîkarîyê
bikin, ji bo serfirazîya wî telefona wî û
navê Feqîyê Teyran tenê bes bûn. Wusa
jî bû.
Êvara
9’hê Nîsanê hemu kesên ku me dixwest
werin, hatin di restaurantê da cîyê xwe girtin.
Piştî
xwarin û vexwarinê, hunermendê hêja Fêqîyê
Teyran li sahnê cîyê xwe girt û dest bi
klam û stranan kir.
Destpêka
bernama xwe da, bi hunermendîya xwe, di mêjuyê
me da bi Selehaddînê Eyubî û Seydayê
Cegerxwîn re rêwîtîyek dîrokî
kir. Rêwîtîya wan ji Samê destpêkir,
ser Qamişlo,
Amed, Dersim, Mehabad û Helepçeyê de derbas bun,
hatin li ba me, li bajarekî bîyanî bun mêvan.
Bi kilama “Lo Mîro”, ruhê
mîrê mîran, kumandarê mezinê bi nav
û deng Selehaddinê Eyubî sad kir, lê ji
bo rewsa ku îro kurd tê da, jê gilî û
gazinê xwe kir.
Bi
kilama “Zînê”, Zîna zêrîn,
Zina ku sala 1988’an da li bajarê Helepçe, bi
çekên kimyewî ve hati bu birîndarkirin,
trajedîya ku gelê kurd derbaskiri bu, carek din nîşanî
me kir.
Repertuvara
xwe, bi helbestên Seydayê Cegerxwîn, helbestên
ku tê da bîr û bawerîya wî hatibun
nexşkirin,
xemiland.
Dawîya
bernamê da bi peyvên şair
û nivîskarê kurd Eskerê Boyîk, mizgînîya
kurdistanek azad da me û waha got;
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Azayî beyreqa wê be,
Edilayî tfaqa wê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Tavê qelema wê be,
Çavê alemê lê be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe,
Lawê kurd-egîtê wê be,
Îro be, yanê sibe be,
Ez zanim Kurdistanê çêbe
Bi
vî bîr û bawerîyê program qedîya,
lê dilşahîya
guhdarvanan berdewam kir. Wan bi dilên şa
û bi ruyên ken berê xwe dan malên xwe.
11’ê
Niasanê 2005
|