Gava min gulek sor
jêdikir
digiriya,
lê gava min diyarî
dilbera xwe dikir
posmam bû
û keniya .
Ba
Guvguva
bayekî tenik
xwe li tenahiya min
pêça
bi hev re
gest û seyran kirin
geh li jor
geh li jêr,
biskovên fediyê
ji ser rûyê
ewrekî avis
bi torîn û harbûna xwe
hilqopirandin.
Tazî bi bapêçê re
şerdikir
germ bû
sar bû
ta xwîn
di tamaran re
bi lez geriya .
Siwarê sevê
serî berve jor hildida
çivîkên dengxweş
jî ,
ji dila difirîn
û ezman
li ber çavan dilotikî,
netewitê
bi niçûnaleke bilind re
şeva
tarî ronîkir ,
ba ji gewdê min
wesî .
Ji nûve
ji xûdana xûlyana
ba bihevket
û ewrekî buharê peydakir;
ji lêvan
berve jêr diçû
di ser pêsîr
zik û baxçê evînê re
derbas bû
bidûr ket
winda bû
ba, bapêç û ewrekî tenik
Ro
û heyv û keçeke bedew
Ji mêj ve
bedew û bilindiya te
min diye ;
ji roja kenê te
hestên min hejandine ve
ji wê çaxê ve
xewneke kal
di sîlava seveke bî de
tajana dide xwe,
û di hêviyên nûgiha de
bi mija sibehê re
belaaaaaaav dibe .
Ji mêj ve
di bihna kulilkên
ku pelên wê
bi xunava gulanê
hatine şuştin,
û di siya ewrekî tarvara de
ez li keçekê ku ji bîranînan
xwe rizgar kirî ;
pênûs û rûpelekî sipî
ji çavên felekê wergirtine
digerim .
Bi dengê pirçepirça
îwarên fediyê re
min baskên xwe
li perdeyên nazikiya te
dixistin ,
û reseba min
ji hevdîtina çûyî ve
bi xûlyana çurûsa çavên te re
dildanewe
Erê îşev
daxwaz û mêrantiya min
di hêmeniya serxweşiya
te de
xwe vedigevzînin .
Erê îşev
siwarê harîtiya te me .
Erê îşev
te careke din
siros û Akadadka
li şûn
ewrên buharê
dihiştin
lîsk û pêmahiya kenê xwe
li zozanên bîriya min
versandî dihiştin
û hezar şûşeyê
bînê
li taximên sînga geş
min şikandin
;
hajêkê
cînciqên wan
bila bejna nazik
birîn nekin,
çunkî dixwazim
çêroka Domozo û Înene
bi êşekên
dûriyê
sar nebe ·
Ew çirçirokên şevê
li ser dengê
serçeyên sibehê
xwe mezin nekin .
Bila qircira bêdengiyê
bajarê sozan
kembax nehêle
û li nav pêmahiya
kavilekî kêrça de
li hêmanên sahiyan
em negerin .
Erê piştî
min Akadadka şewitand
tu nabê
çiqas xweşî
hene
li pis sînorên lêvgulên te
xwe veşartine
ji wê çaxa jibîrvaçûme de
xewnên min
bi tena xwe
aza dikenîn .
|