Îro
mîna miryê ku serê wî li bergorê keve
wek dîwarekî ji heriyeke bê ka herderê wî
terikî, ji xwere got wax ev çi bû? Bi melûlî
li dor xwe dinerî hundirê ku bi hemû awayî
hatibû xemlandin lê bû wek kavilekî, wek
gayekî ser jêkirî xwe berda ser kursiyê
xwe û mîna qulingekî birîndar ku ji refê
xwe mayî, serê xwe berda nav destê xwe, gotinên
lawê wî cardin hatin bîra wî dema ku got..
- Tu dizanî yabo weke ku îro ne daweta
min e, ez gelekî xemgîn im… Wî ji xwere
di got heger ez ji kurê xwe bipirsim ka sedemê xemgînya
te çi ne? Ji sedî hezar wê bêje ku va ez
zewicîm û êdî ezê bi hevala xwe dakevim,
û ezê hinekî dûrî te bim bavê
hêja… Berî kulawê wî sedemê
xemgîniya xwe bêje.
Bavê mino qet xemgîn nebe, berê
te li meheke hingivîne, bi destê hevala xwe bigre û
here, qet xema min meksîne. Lê bersîva kurê
wî mîna birûskeke serê biharê bû,
dema ku got… Yabo ez ne xemgîn im ku ezê dûrî
te kevim, her gav tu dikarî bi telefhonê li min bigerî
heger tu bixwazî… Xwêdana xwe paqjkir pistî
vê bersîvê xweziya xwe daqurtand... Kurê
min, min jî dixwest ku rehemtya diya te nuha li gel meba,
lê emir di destê xwedê deye. Kurê min, ji
ser kursiyê xwe rabû û berê xwe da oliya
bûk û zavê ku li kosekê bi cih bibûn,
cardin dengê kurê wî hat … Yabo ma tu ewqas
min nezan û zarok dibînî? Ez dizanim ku ev deh
salin ku dayika min çûye ser dilovanya xwe, sed rehme
lê be te ew anî bîra min… Pistî vê
bersîvê herderê wî hejiya û di dilê
xwede got gelo çi ji kurê min kême, ta ku di
roja daweta xwede xemgîn be, min rojekê ew ji tistekî
mehrûm nekir ye, berya her kesî ji yê ku di temenê
xwede, bû xwedî tirimbêl, berî her kesî
bû xwedî telefona destan û her meh jî dughere
Ûûûûû… bi tirseke mezin mîna
ku bi mayînekê bilîze, lêvên wî
wek pelê daran dilerzîn û pirsî... Çima
tu xemgînî delalê min? Zimanê xwe gez kir
lê çû pirs ji devê wî derket, çimkî
bersîva kurê wî jiyana wî tev ser û
binî hev kir… Dema ku jêre got. .Yabo ma ezê
çawa ne xemgîn bim û yê ev jiyan bi min
xwes kir û dilê min tije hêvî kir îro
ne li kêleka min e …Bavê wî li hemû
mêhvanan bi deh çav nerî. .û got kurê
min li gor ku ez dibînim hevalê te tev li virin.. Û
min jî yek ji merivan ne histye ku min ew vexwedeyî
dawetê ne kirî ye, û tev jî hatine... Yabo
ev tev li alîkî û ew li alîkî…
Jibo ku xwe ji vê dan û standina kambax rizgar bike,
hinekî bi hêris pirsî… Erê kurê
min evê ku nehatîye. Û te evqasî xemgîn
kirî ye kîye?.. Bi vê bersîvê yek
car sasomaso bû dema ku kurê wî got…ez xemgînim
ji ber ku apê min TOFO ne li vire… Mejiyê wî
çelq bû û sere xwe guvast, malbata xwe û
ya xezûranê xwe ji heft bavikan de dest pêkir,
kir û nekir ku yek ji malbatê navê wî TOFO
be were bîra wî nehat, ji lewra jî ji kurê
xwere got.. Tê biborîne kurê min, xuyaye ez êdî
pîr bûme, ê min dara malbata xwe û ya xalanê
te tev dawesandin lê yekî ku navê wî TOFO
be nehate bîra min, ev ciwamêr kîye? Apê
TOFO yabo, tê bira te, te ew nedîtîye ji carekê
pêve, ew car jî te dilê wî sikand mîna
zarokekî sêwî girîya, ez qet wê rojê
jibîr nakim, dilê te ji kevir bû ez nizanim çima
te wiha kir. .Êdî arama wî nema, gotin ji devê
kurê xwe girt, de bêje law mêvan li hêviya
minin ha. .Ev TOFO kîye …mîna ku bavê xwe
gunehbar dike…TOFO yabo TOFO yê tembûrvan …Bivê
bersîvê xwêdana jineke ku diber zayînê
debe ji aniya wî hat, mîna ku deh mirov destê
xwe têxin qirika wî bi zorê deng jê derket...
TOFO yê tembûrvan, ev gotin wek dewlek ava sar bi ser
serê wî de hate xwar. Kabokê xwe bi dûv
xwe de kiskisandin xwe gihande kosekê û zimanê
wî bi heft girêkan hate girêdan, ew tembûrvanê
gemarokî wek pîrabokekî hat ber çave wî,
roja ku li ber derîyê hewsê bi kurê wî
re rûnistî bû û jêre li tembûrê
dixist, bê hisê xwe tembûra wî ji dest derxist
û li nav sere wî xist parçeparçe kir bi
qîr û serê xwere çend pere avêtin
nav cavê wî.
Ez careke din te li vir ne bînim, em xwedî
esîrin ji xwe serim dikin, ev tembûr karê we qereçiyane.
.bilez xwe avête tirimbêla xwe bêyî ku li
çavê kurê xwe temase bike… Lê xatir
xwestina kurê wî ew ji van sawêran vegerande nav
daweta kurê wî, lê bi dawî bibû. Çavê
wî çû ser wê diyariya di destê kurê
wî de, hinekî bîna wî hate ber wî,
ji xwere got xuyaye bûk û zave bîna agirê
nava min kirin ji lewra diyarî bo min anîne, ew hîn
jî di xweskirina dilê xwe deye... Yabo va emê
herin lê ji kerema xwere tê vê diyariyê
bide apê min TOFO ez dizanim wê were. bi destin lerizî
ew diyarî girt, bûk û zava mîna rewrewkê
ji ber çavê wî wenda bûn, hîn jî
ew diyarî di dest deye,bi dilekî tije ax û keser
berê xwe da wê fotografa xweyî ku bi dîwar
ve hatye daleqandin, teqeziyê bi fotoya xwere dike. Erê
tu avokatî tu kurmikê zagonanî, lê tenê
zagonê dadgehan, di dadgeha jiyanê de, tu ne fereke
sola temen bûrî ye, ev bîst salin te roj û
sevê xwe kirine yek ji bo ku kurê te dilxwes be, di
dawî de kurê te di rojeke wiha pîroz de te jibîr
dike û tembûrvaneke zingarî di bala wî deye.
Li der û dora xwe temase kir bi çavê xatir xwestinê
li her tistî nerî, çavê wî çû
ser wî hasinê ku bi zikê xanî ve daleqandî
ye, bilez û bez bazda pirtûkxana xwe û bi qevdan
pirtûk bela kirin. Û di got zanyarî û zanebûn
nikarin xwesîyê bînin, her tist ne bi pînakî
ji çakêtê wî tembûrvanê zingarî
ye. Ew mal ser û binî hev kir mîna gayekî
ji westandinê li erdê ket …Bihnekê ma û
biryar da ku wê xwe daleqîne, girafêta xwe vekir,
xwest ku xwe bighîne wî bizmarê ku bi zikê
xanî ve hatye daleqandin, ji ber bejna xweya kin kursî
jî miradê wî bi cih ne anî, ji lewra ew
pirtûk tev dan hev û kire mîna holikekê
û gihiste wî bizmarî, bi destin lerizî girafêta
xwe pêve sidand... berê wî kete wêneya xanima
wî, bi kesereke dijwar jêre got, delala min va ez tême
cem te, lê tu minzgînî di pasila min de tunene
bi parsiwên sikestî ez tême cem te, û ji
tere dibêjim ya mafdar tuye. Demekê te di got xwesî
bi peran nayê û min jî digot her tist bi peran
tên, xwesî, azadî, bedew bûn her tist bi
perane. Lê weke te derket, îro kurê minî
ku min her tistê xwe da wî bê xatir ji cem min
çû.. Ji lewra ez tême cem te, bi vê xirecira
ku bi jina xwere dike dengê mirovekî ku dibêje
roj bas weke mîxekî kete guhê wî…
Mîna ku deh kes bi paxila wî bigrin û ew di diziyekê
de be, wisa veciniqî li xaçîrêka ku deng
jê hat temase kir, hema dît ku TOFO yê tebûrvane.
Xwîna canê wî tev di kevçika çavên
wîde civiya, çav lê bûn wek du fincanê
xwînê, mîna ku pêwistyê nabîne
ji bo ser û gazinan, di dilê xwe de got ma ezê
çi ji tere bêjim te ya xwe kir, bi vî darikê
xweyî rizayayî te kurê min ji min sitand.
Tembûrvan
bi vê rewsê pir xemgîn bû, ew gotinên
mîna xenceran dema ji devê vî zilamî li
dilê wî ketin jibîr kir. Hema di sûna xwede,
xwe berda erdê û dest avête tembûra xwe,
mîna ku tika û hêviyê jê bike da çarakê
ji vê rewsê re bibîne… Awaz li dû
awazê nuhirand, ji bavê Seyro dest pêkir: hey
lolo delal/bavê fexriya... tembûr di nav teliyê
wî de lal bibû, awaz li dû awazê. Bi dengê
tembûrê re mîna ku deh zilam bi lingê wî
bigrim û bi kiskisînin, wek zarokekî ku ev gelek
salin li sînga dayika xwe digeriya. Hêdî hêdî
ji ser wê koma pirtûkan xwe berda, mîna berxika
ku dayika xwe bibîne, berê xwe da tembûrvan, dixwest
lêborînê jê bi xwaze, lê TOFO bi tembûra
xwere li dunyake din bû, wî jî sere xwe danî
ser kaboka tembûrvan û kete xeweke kûr ku ev 45
salin lê digere. ji dema ku ji hembêza dayika xwe bi
dûr ketî ye, ev 45 salin ku li vê ewlekarî
yê digerîya digeriye…
|