Mirovek
rojekî pir birçî dibe. Lê ne pere û
pulê wî ne jî kar û barê wi he ye.
Difikire nafikire tu çarekî li birçîbuna
xwe nabîne. Wexta ku derê loqantekî da derbas
dibe bîhna xwarinê dikeve pozê wi. Hinek difikire
û xwe ra dibêje, lê qiyamet neqetîya ye.
Ezê herim hundir zikê xwe têr bikim û paşê
bêjim perê min tune. Tu ewê canê min ji
min bistînin?
Diçe
hundir, li ser masekî rudinê. Kîjan xwarin xweş
e, ji wî dixwaze. Zikê xwe têr dike. Paşê
jî gazî xwediyê loqantê dike û jê
ra dipirse:
- Bira,
mirovek were, loqanta te da xwarinê bixwe û paşê
bêje perê min tune, tu yê wî waxtê
çi biki?
Xwediyê loqantê dibêje:
- Ezê peînek li quna wî xim û
têkim der.
Mirovê birçi hêdi hêdi
ji cîyê xwe radibe, quna xwe berbi xwediyê loqantê
dike û dibêje:
- Ê wele perê min tune. De xêra
xwe rabe peinek li quna min xe, ez derengi ketim.
***
Çeko
û Afo
Destê
yeki da lome
Destê yeki taşqiran
e
Li hevxistine Çeko û
Afo herdu bira ne
Min
got:
- Xwiçka min li vê taxê mêr hatin e kuştin
yan jin revîyane
Got:
- Na welle bend û polikê punikê me qetîyane
Du hev hêkê me di punikê da şikîyane
***
Sîn
bi sewite li pola zinar e
Bavê Evdî tiving li ser milaye
Ji wêda tê hêr e hêr e
Lêxistiye kuştîye
kera mê
Kor kirîye ocaxê kerê nêr e
***
Divê
em çun li Sînê bikin nêvîn e
Me li derî xist, ji mal derket pîrekî gewer hêşîn
e
Lêvekî wî li erdê, yek jî li ezmîn
e
Di mal da kopekê mêrê wî xist hurmîn
e
Mêrê wî qêrîya û
got:
- Qîzê ew mêvanê me kî ne
Pîrê ziviri ser da got:
- Ji Kinaqoyê cînarê mala Nîyazî ne
Mêrê
wî jî got:
- Bi dara lêxê, bi çoya derî bi qewtîne
Wan gelek ji van çîya pez û dewarê me dizîn
e
|