Xebera
ku ew jê ditirse hat. Gotin: "Keçika te çû"
.
Zewo
her roke xwe bi tirs, bi xof derbas dibû, digotin "keçika
tê here, ê di nav tiştî
bi dişkî,
xeter da ye". Lê dîsa jî Zewo bawer nedikir,
digot "keçikek nare tu dera, ne tişte
ku cara bûye"
Dema
ku ew xebera hat, Zewo li ber male rûniştibû,
xebera ku li nav gund belav bûyî zû geste Zewo;
cîrana Zewo hate hêla Zewo rûnişt
û bi dengekî nizm û veşartî
go: "Li nav gund belav bûye dibênê keçika
te çû". Dema ku Zewo ew xebera bihîst xuzi
di dev da nema, dev lê miçiqî, benz lê
zer bû, mîna ku zom li seri keve ew xebera di guhê
we da deng da; "Keçika te çû!!! Keçika
te çû!!! Keçika te çû!!! "
Rabû serxwe kete hundire male û deri li ser xwe kîlît
kir, derbase oda pêşiye;
oda rûniştine
bû, li ber pencere rûnişt,
li derva meskir, mala wan li perî gund bû di hêle
mala wan ra rêyek derbas dibû; rêyeke dirêj
û zirav, rê diçû digre û li dûre,
di bergehe da zirav dibû. Zewo di pencere ra li vê rê
mesdikir, Zewo qet tu cara li vê rê ewqas mesnedikir,
niha ew rê bi Zewo dihate maneya veqetîn, dûrketin
û venegerin e. Kelgirî bû, bêdeng digirîya,
ji çavên Zewo hestirk mîna dilopên barane
dibarîn.
Gundî;
cîran, dost, heval li ber male bi kom-kom civî bûn,
dixwestin awnî bikin, lê Zewo deri venekir, nedixwest
deng bike. Li navberekê çavên we li televîzyon
ket, televîzyon ji hev bû û xeber dihatin gotin:
" Sayin seyirciler, bugün güvenlik güçlerinin
bir çok eve yaptigi baskinda, yasadişi
faaliyetlerde bulunan çok sayida ögrenci, beraberindeki
yasadişi
yayinlarla suçüstü yakalanip gözaltina alindilar"
. Zewo go: "Xweziya keçika min jî ma neçûbûya,
ma hatibûya girtine, ma hepsî bûya, hînge
min dikarî keçika xwe bibînim, zîyaret
bikim, lê niha bêxeber, bêedres, bêsûn
ew kî dizane li kudere ye!". Rabû serxwe, derbase
odeke din bû; oda keçika xwe, oda ku keçika
xwe lê ders dikirî, lê radiketî. Ode da
masek hebû, li ser mase pirtûkên li ser hev, li
hêla pirtûkan resimek; resime keçika xwe; ew
resima ecer kisandibûn, di resim da jî ruken bû
keçika xwe, li ser ruyên we tim ken hebû, di
navbera wan da bû; navbera dî û bavê xwe,
her destekê xwe liser milên dê û bavê
xwe bû. Keçika wan bi qîmet e li ba wana, bi
tene ye, bê xung û bê bira ye, loma jî navê
keçika xwe kiribûn Yekpare. Zewo çavên
xwe ji resim heynan, li dîwaran mes kir, li refên dîwaran,
ref ji pirtûkan tiji bûn, pirtûk di rêze
da bûn, Zewo xwendî nedizanî, gotina Yekpare hate
bîra we, Yekpare digo "di van pirtûkan da, ji sîyaset,
felsefe, ekonomî heta dîrokê her tişt
heye" . Zewo di dilê xwe da go "van pirtûkan
bûne sebebê keçika min" . Teqata wî
nemabû zêde li oda Yekpare bime. Resim ji ser mase heyna,
kire pasila xwe û ji ode derket. Deriye male l'eadiket, mêrê
Zewo bû.
Zewo
derî ji hev kir, gundîyên ku li ber male civîbûyîn
belavbûbûn, kes tunebû. Mêrê Zewo
serî di ber da derbasî odê bû, qet deng
nedikir, Zewo jî derbase ode bû, perdeyên pencera
kisandin, hundirê odê şevereş
bû, bê ronahî di odê da rûniştin,
mala wan bêronî bû, dinya li wan tarî bû,
bavê Yekpare li ser mîndere seri di ber da, xwe topuhev
kiribû, bi hêrs û bi dengekî kelgirî
li jina xwe xulî bû û go " tu bûyî
sebeba Yekpare, min go em nesînin universîte, keçikek
bi tenê li bajarên dûr, nenas, tu çi dizanî
a çi bike? Xelasîya welat ji keçika te ra ma
ye? Ma here, bela serê xwe bibîne, ez qet hestirkekê
ji van çavan nakime xware" . Dema ku bavê Yekpare
van gotinan digotin, ji xwe bêxeber, hor-hor digirîya,
hestirk ji çavên wî mîna dilopên
barane dibarîn. Zewo li merê xwe mês kir; li girî
û nalîna wî, ew jî hate ber mêrê
xwe rûnişt,
ji paşila
xwe resime Yekpare derxist, tev hev girîn, lê Yekpare
ji wan bêxeber hîn di resim da dikenîya. Zewo
li resim mês kir û go: "Yekpare! Min heta hiro
bi te qet tu kar nekir, min destê te sil-zîyo nekir,
me bi xwe nexwar, venexwar da te, me go ma tu nebî bermalîyek,
me tu şandî
unîversîteya bajaran, emsalên te gîşk
ji merên xwe ra bûne kole, bûn bermalî,
ew çi serê we yê bêaqile, bi derketina
ser çîyan tu çi xelas bikî?".
Zewo
resim ji dest xwe avêt ser erdê, li mêrê
xwe mês kir, li çavên wî yên tiji
bûyî, li çavên wî yên kûr-kûr
difikirin, li bêdengîya wî, li keser kişandina
wî. Di dilê xwe da go: "Ew çi hezkirina
welate ku, keçik û xortan ji mal dûr dixe, ji
dî û bavan vediqetîne, welatparêzîya
ku keçik û xortan ji malbatan dûrdixe, diêşîne
hisê min qebûl nakin. Merî nikare bêderketina
çîyan têkoşîna
xwe bike? Yekpare çiqas pirtûk xwendibin jî,
ew hîn pir tiştî
nizane, fam nake" .
Ro
çû ava, sev bi ser gund da dihat. Lê dinya ya
dê û bavê Yekpare di ber seva ku bi ser gund da
hatî tarî bûbû. Îdî tiştê
ku ew bikin tunebû, bêdeng, bêxwarin, bêvexwarin
ew şeva
bi ser wan da hat. Bi xeman, bi keseran serê wan di ber da
rûniştibûn.
Li derva baran dibarî, dilopên barane dipisqîn
cama pencere, brûskan vetenîn, tarîtîya
ode pê ronî dibû, dengê brûskê
dikete guhên wan. Zewo go:"Yekpare li van baranan bêwar,
bêmal çi dike". Teqeta Zewo û mêrê
wê nema bû, bi xew va diçûn. Bêcî,
bêlihêf ketine xeweke kûr.
Di
şeva
tarî da, di nav dengê baran û brûskan da,
di nav xewa ku Zewo tê da dengê lêxistina derî
dihat. Zewo rabû serxwe berve deri çû. Derîyê
wana qet tu caran li van sihetan lênediket. Bi meraqeke mezin
derî ji hev kir. Kes tunebû li ber deri, Zewo serê
xwe dirêj kir, qeratîyek xay dikir, berî di we
alkiribû, di şeva
tarî da nedihate naskirin, qoçikekî qut lixwekiribû,
yaxa qoçik li ber çexkiribû, bejin zirav bû,
por sitîl bû, giran giran berê xwe çerx
kir; Yekpare bû, Zewo ew zû naskir, rukenîya we
dîsa mîna bere li ser bû, dilopên barane
li ser ruyê Yekpare bû. Qîrnî kete Zewo,
bang kir: "Yekpare! Keçika min! Rindika min! Delala
min! Min dizanî tu me cînanî, terk nakî"
. Zewo bi hêrs Yekpare kire hembêza xwe, seri da ser
sîngê xwe û horîna we dinya heyna û
go: "Te çima em veng êşandinî,
tu dizanî hebûn û tunebûna me tu yî"
Serê Yekpare li ser sîngê Zewo û di navbera
her du destên we da bû. Zewo destê xwe li nav
porê Yekpare digerand, por sil bû, go:" Delala
minê were em derbasî malê bin, ta veng nexwes
bikevî, ez te ra zîyo bikim, xwarineke germ ji te ra
bikim". Yekpare serê xwe heyna ji sîngê dayika
xwe, bi rukenîya xwe li dayîka xwe mêskir û
go: "Ez nakevim malê, ezê herime, hevalên
min li benda min in! Dayê ez dizanim ji bo te zor e, welate
me jî mîna te dinale, bi sedan salane ew dinale".
Zewo dibê: "Delala min! Te ez gêj kirim, tu dixwazî
min dîn jî bikî? Oda te, masa te, pirtûkên
te gîsk li wir in, li benda te ne! Li van baranan tu herî
ku?" Yekpare destên dayîka xwe ji nav porê
xwe giran-giran derdixe û dibê: "Bi xatire te be
daye!". Zewo biqesî quweta xwe bang dike: "Mere!!!..."
," Mere!!!..."
Dema ku Zewo bang dikir "Mere!!!..." çavên
xwe ji hev kirin, sibe bû, tiji xu bûbû û
merê Zewo bi ser we ra dawestî bû. Zanî
ku xevn e. Yekpare di xewnêda jî neketibû mal.
Bejna Yekpare ku di xevna Zewo da tim dihate ber çavên
wê û di guhên wê da gotina Yekpare; "Bi
xatirê te be dayê!"
[email protected]
|