Li
gundekî Kurdistanê mirovekî feqîr û
belengaz hebû. Navê wî Xalit bu, lê gundîyan
jê ra Galo digotin. Di cêbika Galo da qurişik
pere tune bû, lê rojê pakêtek titun dikişand.
Havîna ji gundîyan ra paletî dikir, lê pere
nedigirt. Suna peran da titun distand ku zivistanê bê
cigare nemine.
Berbi biharê tituna Galo xilasbibu. Ne di gunda dikanek hebû
jê titun deynkira, ne jî pere di cêbika wi da
hebu ku biçuya bajêr.
Tunebuna cigarê rojekî zaf tesîrek
mezin li Galo dike. Galo diçe alî malê û
lavayî jina xwe dike.
- Keçê,
li malê tiştek
tune, ez bibim bifroşim
û ji xwe ra hinek titun bistînim.
Jina Galo dest bi nifira dike û ser Galo da
diqêre:
- Ma
tu rewşa
malê nizanî, nan tune ez bidim zarokan, tu bi derdê
cigara xwe ketî yî.
Galo
li ser gilî gazinên jina xwe hêrs dibe, ji malê
derdikeve û diçe nav Gund. Lazek şunda
dîsa vedigere tê malê, histîyê xwe
xwar dike û dîsa lavayê jina xwe dike:
- Ma
tu hergav hirîyê dirêsî. Qe gilokek rîs
jî tune, ez bibim bajêr bifroşim
û ji xwe ra hinek titunê bistînim, ez bê
cigare perîşan
bum.
Jina wi carek dîsa ser Galo da hêrs
dibe û dest bi gilî û gazinan dike.
- Mala
te serê te da xirab nebe, pêşîya
me zivistane. Gore di lingê zarokan da tu ne. Tu ji xwedê
natirsî rîs ji min dixwazî. Ez heta gilokek rîs
didim te, ezê bikim gore û têxim lingê zarokan.
Lê
Galo dest ji lavakirinê bernade. Ji bo vê yekê
jina wî zêde tamul nake, radibe gilokek rîs tîne
li pêşîya
Galo datîne. Galo gilolka rîs digre û radibe,
bê xatir dikeve rê û diçe bajêr.
Rê da hem diçe, hem jî giloka rîs hêdî
hêdî diteqilîne. Mêze dike giloka wî
gelek sivik e. Hinek difikire û bi xwe bi xwe ra dibêje:
- Hewce nine ku ez, ji bo vê gilokê
ewqas rê biçim.
Ser
vê gotina xwe dîsa berê xwe dide bajêr û
çend gava davê je, piştra
mêze dike ku li ser rê kusî kî li xwe civîya
ye û cîyê xwe da sekinîye. Galo li ber Kusî
hinek disekine û difikir e. Paşê
giloka xwe ya rîs digre û li kusî dialîne.
Kusî di nav rîs da winda dibe. Galo, giloka rîsê
xwe dike hembêza xwe û tere nav bajêr. Nav bajêr
da rasti miroveki qelew tê.
Galo, giloka rîs a ku di hembêza xwe
derdixe û ravayê mirovê qelew dide û jê
dipirsê:
- Birayê
delal, ez vî risê xwe li kuderê dikarim bifroşim.
Mirovê qelew li Galo mêze dike û
dilê xwe da dibêje ezê vî mirovî bixapînim
û risê wî erzan jê bistînim.
Pistra divê:
- Ka ezê risê te bistînim..
Galo kêfxwes dibe û dibejê:
- Madem ku tu dixwazî rîsê min
bistînî, emê berê biçin dikanekî
gloka xwe biwezinînin.
Mirovê qelew:
- Ma
ev ne tiştekî
zor e.
Dikanek nêzik ravayê Galo dide û
dibêje:
-Keremke, em herin vê dikanê. Di wêderê
da gere terazi hebe.
Herdu bihevra dikevin dikanê, ji xwedîyê
dikanê misadê dixwazin û giloka rîs diwezinînin.
Mirovê qelew ji Galo ra dibêje:
- Ez
ji bo kiloya risê te panzdeh wereqa zêde qurişek
nadim.
Galo:
- Bas
e, lê biryarek min heye. Ez ku tiştekî
bistînim jî, bifroşim
jî, serî da xêr dikim.
Galo destê mirovê qelew digre hem dihejîne
hem jî bi xwe bi xwe dibêje:
Bazar
heye bi hizn û riza ye
Qeregoz di navda raza ye
Ez terim tu dimînî, tu vedîkî dibînî
Paşê
li min digerî nabînî
Vê çar rêzê sê cara
li ser hev dibêje û destê xwe berdide. Perê
xwe digre, dijmêre dike cêbika xwe û gloka rîs
a ku kusî di nav da, dide destê mirovê qelew.
Xatirê xwe jê dixwaze û zorê dide gava û
ji wir dur dikeve..
Mirovê qelew giloka risê xwe digre û
berê xwe dide malê. Dikeve hundir, ser jina xwe da diqêre
û dibêje:
-Te hertim rîs ha rîs digot û
guhê min dibir. A han ji tera gilokekî rîs. Hezdikî
ji zarokan ra bike gore, hezdikî bike cil.
Jina wî ji bo rîs sa dibe û dibêje:
- Lolo, ev gilok him mezin e, him jî gelek
giran e. Were alîkarîya min bike, em vî bikin
du gilok. Bila hevekî sivik be ku ez jî bikarim pê
ra bi hêsanî kar bikim.
Mêrê wi zikê xweyê ter mizdide
û dibêje:
-Tu çi dixwazi bike. Rîs jî rîsê
teye, kar jî karê teye, çawa dixwazî wisa
bike.
Jinik
gumana xwe ji mêrê xwe di bire û serê rîs
dide destê xwe, hêdî hêdî giloka xwe
vedike. Giloka rîs hê nîvî nabe, mêze
dike fişe
fişa
kusîye û di nav rîs da raza ye. Jinik gilokê
qildike davêje û direve tere ba mêrê xwe.
- Malxirab, kî te xapand, rabe pê keve.
Nav giloka rîsê te da kusî kî derket.
Li ser vê gotina jina xwe mirovê qelew
li çokê xwe dixe û dibêje:
- Wele
waxta ku me bazara xwe xêr kir, xwedîyê rîs
him jî sê cara ji got, "di nav da raza ye".
lê min tiştek
jê fêm nekir. Ma
min tilîya xwe bihn kiribu ku di nav rîs da kusî
raza ye. Lê ez ji kusî naqahirim, ez ji wê yekê
diqahirim ku, kurê kerê min xapand serda jî qilfê
xwe bi min kir, lê dîsa jî min jê tiştek
fêm nekir.
|