Çewa tê zanîn welatê me Kurdistan di nav çar dewletên gelek dijwar da hatîye parkirin.. Di van deman da tê dewleta Iraqê çewa sazbibe hê eşkere nîne. Li Başûrê Kurdistan, Kurd azad in û dikarin zimanê Kurdî bi pêş va bibin. Belê hê yekîtîya wan bi temamî saznebû ye û xîmê pêşerojê saxlem nehatîye avêtin. Li her sê parçeyên din hal û pergala zimanê Kurdî di astengîyek xirab da ye. Ji bo ku ez ji Bakûrê Kurdistan im û Bakûrê Kurdistan qenctir nasdikim dixwazim li ser rewşa vî beşî bisekinim.
Li jor jî min fesil kir ku dewleta Tirk bi çî awayî dixwaz e zimanê Kurdî û Kurdan bide pişaftin, ji ortê rake. Dewletê, perwerdeyîya zimanê Kurdî di dibistanan da û di her warên jîyana civakî, sosyalî, aborî, ticarî û ên din da ji zarokên Kurdan û ji Kurdan ra qedexe kiri ye. Nahêle ji bo perwerdeyîya zimanê Kurdî tiştek çêbibe. Heta sala 1993’yan zimanê Kurdî di nav malbatê da jî peyvandin bi fermî û qanûnî qedexe bû. Îro jî Kurd nikarin navên Kurdî li zarok, gund, kolan û zabokên xwe kin. Nikarin bi navên Kurdî cîyê karek ji xwe ra vekin. Belkî hin xwendewanên hêja bêjin ev gotin ne rastin. Ji bo van xwendevanên hêja pirsek min he ye. Heke ne rastê bila navê zarokê xwe Newroz, Xecê, Xulam, Qereman, Rewşen, Xelat, Ordîxan.... danin. Bila navê gund û bajarên xwe bi Kurdî bi kar bînin. Bila navê welatê xwe biserbestî, bê tirs bêjin û li herderî biemilî nin.
Perwerdîya zimanê Kurdî ji zarokên Kurdan ra, di dibistanan da qedexe ye. Bele çawa min li jor nivisand “Mal dibistan e” û perwerdîya zimanê Kurdî di vê dibistanê da destpê dike û nikare sinorê xwe fire bike. Sinor firekirin bi awayîkî çêdibe ku temamîya Kurdan di her warê jîyanê da zimanê xwe pêk bînin. Ev perwerdî ya di nav malê da, ji nav gelek malan jî hatîye rakirin. Nexasim di nav malên xwendevan û sîyasetmedaran da qet nemaye. Pêwiste Kurd di her warî da li ser perwerdîya ziman bisekinin, heta ji wan tê tesîra qedexekirina perwerdîya zimanê Kurdî kêm bikin.
Di hêla zimên da pergala siyasetmedar, rêzan, rewşenbîr û pisporên Kurd
Dema gel ji zimanê xwe ra bibe biyanî, dikeve nav jiyanek tarî û tevlîhev. Nizane bi kîjan alî va here û xwe ji bîr dike, xwe nasnake û heyîtîya xwe winda dike, dibe koleyê nexêrxwaz û dijminê xwe. Kesê ji xwe ra bibe bîyanî û xwe nasneke û azadîya wî ji destê wî hatibe sitandin, bibe koleyê kesên din, nizane ku kole ye, ji xwe û gelê xwe qed nikare hayîdar bibe û hayîdar namîne...
Çawa rehmetîyê Mîr Celaled Alî Bedirxanê nemir dibêj e, ziman sîlehê azadîya gelên bindest e. Herwiha eker gelên bindest bixwazin azad bibin pêwiste xwedî li zamanê xwe derkevin û di jiyana xweya rojevî da, di nav mala xwe da bi zarûk û zêçên xwe ra bi zimanê dayîka xwe bipeyîvin.
Li bakûrê Kurdistan, di hêla zimanê dayîkê da pergala sîyasetmedar, rêzan, rewşenbîr û pisporên Kurd rewşek zelal nîne.Ger pirr rewşenbir û welatparêzên miletek bindest, di mala xwe û jîyana rojevî da bi zimanê xwe ne peyivin û ne nivisînin nikarin bêjin em rewşenbîr û welatparêzên gelê xwe ne!.. Ew rewşenbîr û welatparêzên gelê ku bi zimanê wî dipeyivin in û dinivisînin…
Gelo rewşa sîyasetmedar, rewşenbîr, welatparêz û pisporên me Kurdan di çî halî da ye, li mala xwe, di civînên xwe da bi kîjan ziman dipeyîvin û berhemên xwe bi kîjan zimanî pêktînin?..
Kesên ne xwenda û cahil gelek caran rewşa sîyasetmedar û rêzanên me, rewşa xwendevan, ronakbîr û rewşenbîrên me wek sîleyêk (şemaq, tokat-şamar) li rûyên me didin!.. Dibêjin kesên ku rêzanîya gelê Kurd dikin û dixwazin Kurda azad bikin di malên xwe û jîyana xwe ya rojevî da bi Tirkî dipeyivin. Ev gotina kesên ne xwendevan, lê belê ku di malên xwe da bi zarokên xwe ra bi zimanê Kurdî di peyivin û xizmetek giranbiha ji zimanê Kurdî ra dikin, di van gotinên xwe da heklî ne. Gelek sîyasetmedar, rêzan, rewşenbîr û pisporên me yên Kurdistana Bakûr di malbatên xwe da bi zimanê dayîka xwe na peyivin. Sîyasetmedarên me di nav hêz û alîkarên xwe da, di nav gelê xwe da civînên xwe bi zimanê Tirkî pêk tînin û bi zimanê Tirkî di axifin. Hetani di nav malbatên xwe da, bi zarokên xwe ra bi Tirkî dipeyivin, zarokên wan bi zimanê Kurdî nizanin. Gelek sîyasetmedar, rewşenbîr û pisporên me Kurdan bi kesên Tirk ra zewicîne, bi salan jîyana xwe bi hev ra didomînin, belê jina xwe an jî mêrê xwe ji binî fêrî zimanê Kurdî nekirinê, ev bi zarokên xwe va bûne Tirk. Em gilî û gazinan ji dewleta Tirk dikin ku zimanê me qedexe dike, me asîmîle dike, me dipişêfe. Başe, emê ji van kesên ku bi dil û can di nav malbata xwe da bi Tirkî dipeyivin û malbata xwe asîmîle dikin ra çî bêjin?.. Ji bo van kesan ez dikarim „zimanfiroş“ bêjim. Zimanfiroş peyvek giran e, bele ji bo van kesan di cîyê xwe da ye. Heke gelek kes ji min acizbibin, bi qehirin jî ez vê pêyvê himkûf dibînim.
Li bakûrê Kurdistan di rêzname û programên tu partîyê Kurd da beşek vekirî li ser zimanê dayîkê nîne. Temamê pertîyan dibêjin tê li Kurdistanê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û bi vê gotina xwe bawerdikin ku astengîya zimên şareser dikin. Gelo tê ev partî kengê Kurdistan azad bikin û bêne ser hikmê ku bikaribin zimane Kurdî bikin zimanê Fermî. Gotinek he ye dibêjin: „K…nemire heta buhar tê.“ Gelo kî dizane kengê bihara me Kurdên bakûrê Kurdistan tê û partîyên me hakimîyeta welêt dikin destê xwe?.. Heta bihara me bê, tê zimanê me jî winda bibe. Zimanê dayîka sîyasetmedar, rêzan, ronakbîr, rewşenbîr û pisporên me yên ku di nav malbatên xwe, civînên xwe û jîyana xwe ya rojevî da bi zimanê dayîka xwe napeyivin, ji niha va winda bû ye, zarokên wan asîmîle bûne, di nav malbata wan da xizmeta asîmîlasîyonê pêk hatî ye. Hinek ji van merivan dixwazin gelê Kurd azad bikin, bêle ji xwe ne hayîdarin û bi rastî hê xwe ji bin bandora zimanê dijminên xwe azad nekirine, xizmetê ji dagirkerên xwe ra dikin, dibin alîkarê dijmin ku gelê Kurd ji hole rabe.
Rewşenbîr, ronakbîr
û pisporên Kurd kîne?.
Di nav her gelî da sîyasetmedar, rêzan, rewşenbîr,
ronakbir, niviskar û pispor hene ku ji bo bextîyarbûn,
pêşvaçûn, serbilindî û jiyanqençkirin
û xweşkirina gelê
xwe kar û barên hêja dikin. Temamîya
xwebatên xwe di rêya gelê xwe da dikin, berhemên
xwe ji bo jîyanxweşîya gelê xwe di nav
gel da belav dikin. Rêya gel ronahî dikin, gel dikin
rêya rast û rewşa wan xweştir û geştir
dikin. Wekî tim gelên cîhanê rewşenbîr,
ronakbîr, niviskar û pisporên di xizmeta gelê
Kurd da ne jî hene. Ev kes kîne?..
Dewleta Kurdan nîne ku xizmetek ji Kurdan ra bike. Zimanê
Kurdî di bin dijwarîya dijminên xedar da ye.
Bêjeyên nav ziman hin car bi zanebûn, hin car
jî bê zanebûn hatine tevlihevkirin. Yek radibe
gotinek davêje holê, kes li ser mana vê bêjeyê
nasekine û bi hezaran mirov vê bêjeyê
bi manayek xelet, çewt û nerast pêktînin.
Mînak: serokê
netewî, sîyasetmedarên Kurd, niviskarên
Kurd, ronakbîr, rewşenbîr û pisporên
Kurd.
Serokê partîyek Kurd dibe serokê netewî,
kesek ku bi eslê xwe Kurd e û tu sîyasetek ji
bo Kurdan nake dibe sîyasetmedarê Kurd, kesên
ku bi eslê xwe Kurd in
û niviskar, rewşenbîr, ronakbîr
û pispor tên hesibandin, belê ji ziman, çand
û gelê Kurd ra tu xizmetek nakin, ji bo ziman, çand
û gelê serdest ra xebat û xizmetên girabbiha
dikin, ji nişk va Kurd wanan niviskar, ronakbîr, rewşenbîr,
hozan, sinetkar û pisporên Kurd nîşan didin,
bilind dikin, datînin serserên xwe. Ez dixwazim hinek tiştan li
ser vê xalê bînim zimên ku qenc bê
famkirin kî, kî ye û çî, çî
ye?
Tê gotin ku Bülent Ecevit (wîtwît Bilo)
bi eslê xwe Kurd e. Em dikarin ji wîtwît Bilo
ra bêjin ku sîyasetmedarê Kurd e? Dîsa
Ismet Înonu bi eslê xwe Kurd bû. Xirabîya
herî mezin ewî bi Kurdan ra kir. Em dikarin bêjin
ku ew sîyasetmedarê Kurd e? Em dikarin
bêjin ku kurê wî Erdal sîyasetmedar û
pisporê Kurd e? Hikmet Çetin Kurd e û em dikarin
bêjin ku sîyasetmedarê Kurd e. Bi sîyaseta
xwe xizmet ji dewleta Tirk ra dike û tu xizmetek ji gelê
Kurd ra, ji welatê xwe Licê ra jî nekirî
ye û nake. Welatê wî Licê di çî
halî da ye, iro herkes dizane.
Kesê ku Mistefa Kemal ji bo wî
„ Bavê fikra min Zîya Gökalp
e.“ gotîye jî Kurd bû û ji Çêrmukê
bû. Zîya Gökalp temelê milîyetçîtî
û Turancîtîya Tirk avêtî yê,
esasên Tirkçîtîyê nivisandî
ye û vî xîmî di nav Tirkan da bi cî
kîrî ye û Kurdîtîya xwe jî
inkar kirî ye, Kurdê Amed- Çermukê ye.
Dema fesla wî dibe hin Kurd dilşahîya xwe nîşandidin,
dibêjin „Zîya Gokalp Kurd e.“ Ji wan were ku Zîya
Gokalp feylozof, niviskar, hozan, zanyar û pisporek Kurd
e, ew Zîyayê ku xîmê esasên Tirkçîtîyê
avetî ye, Kurd dihesibînin. Ew Zîyayê
ku gotî ye ”kokê min Kurd be jî ez bi
ruhê xwe Tirk im û demarên dilê min xwîna
Tirkîtîyê pimpe dik e, davêj e gewde û
kezeba min.” Hin Kurdên me vî Zîyayî
rewşenbîrek Kurd dibînin. Zîya Gokalp ji bo
kurdîtîyê çikirî ye? Rêya
kurdan an rêya Tirkan ronayî kirî ye? Evî
xizmet ji gelê Tirk, ji eslê Tirk, ziman û çanda
Tirk ra, ji pêşvabirina jîyana Tirk ra kirî
ye. Kî dikar e bêj e ku Zîya Gokalp pisporê
Kurd e?.. Bitenê ew kesên ku bêjeyên Kurdî
tevlihev kirine, ew kesên ku serokê netewî dîtine,
ew kesên alekî nû ji Kurdan ra peyda kirine
dikarin Zîya Gokalp jî pisporê Kurd îlan
bikin.
Niviskarê hêja Yaşar Kemal ku bi eslê xwe
ji Erdîşe ye û Kudîya xwe inkar nake, ji
bo heqê Kurdan hewl dide xwe, niviskarê Kurd e, an
niviskarê Tirk e? Yaşar kemal di hin berhemên
xwe da çiqas jî fesla Kurda kiri be û pirsgirêkên
wan anîbe zimên jî, berhemen xwe bi temamî
bi Tirkî nivisandî ye. Xizmet ji ziman û çanda
Tirkî ra kirî ye, bi ramana min kesek nikar e wî
niviskarê Kurd bibîne û bihesibîne. Yaşar
Kemal Kurd e belê em nikarin bêjin niviskarê
Kurd e. Ji bo ku berhemên wî xizmeta ziman û
çanda Tirkî dikin, ji bo ku ew bi zimanê xwe
û zimanê berhemên xwe di xizmeta ziman û
çanda Tirki da ye.
Cîyê wî buhişt be Ehmet Qeya sinetkarek-
dengbêjek Kurd bû an Tirk? Ew kesê ku di civînek
da got: „Kurd hene,
ez jî Kurd im û ezê rojek di televizyonên
Tirk da bi Kudî sitranan bêjim, tê ev roj bê
„ û sedem van gotinên xwe mecbûr ma
welatê xwe terk bike û li xerîbîyê,
bi hisret û kesera welat û dostên xwe ço
ser dilovanîya xwe, bostek axa welatê wî jê
ra nebû qismet, di goristanê welatêk bîyanî
da hat gorkirin. Ew bi eslê xwe Kurdek zana û şîyar
bû. Ewî sitranên xwe bi Tirkî digot û
sitranên bi Kurdî nizani bû. Xizmetê ji
muzîq û çanda Tirkî ra dikir. Piştî
mirina wî di medya Kurdî da gelek tişt li ser
hatin gotin, fort û pesnê xizmetên wî
ji bo çanda Kurd bê salixdan hat kirin. Ji her alî
va hozan, dengbêj û ronakbîrê Kurd hat
hesibandin û nîşandan. Gelo rastî ye ku
Ehmed Qeya hozan, dengbêş û ronakbirê Kurd
e?. Bi ramana min ev ne rast e. Ehmed Qeya Kurdek hêja ye,
belê ne sitranbêj û hozanê Kurd e. Sinetkar,
hozan û dengbêjê Tirk e, ji bo ku xizmet ji
ziman û çanda Tirkî ra kiri ye.
Tiştê ku Ehmed Qeya dixwest bike û sedem vê
yekê mecbûr ma welatê xwe terikand çû
welatê bîyanî, di van demê dawî
da gelek kesên din dikin. Hin kesên ku xirabîya
herî mezin bi gelê Kurd ra kirin e û dikin di
televizyonên Tirk da sitranên Kurdî dibêjin,
xwe bi Kurdan didin şîrînkirin, xirabîyên
xwe didin windakirin. Bi rastî gelê Kurd jî
ji van hin kesan gelek hezdikin, mala xwe bi qaset û sîdîyê
wan ku hemî bi zimanê Tirkî ne tijî dikin,
heroj guhdarî û temaşa deng û filîmên
wan dikin. Yek wekî Birahim Tatlises ku bi sala ne xizmet
ji ziman, çand û sîyaseta Tirkî ra dike
û belê di dilê piranîya Kurdan da quncikek
herî mezin girtî ye. Gelek Kurd, vî insanê
ku di xizmeta asîmîlekirin û ji holê rakirina
gelê Kurd da ye, ji insanek welatparêz, ronakbirê
Kurd Şivan Perwerê hêja zavtir hezdikin. Ew Şivan
Perwerê ku jîyana xwe di rêka gelê xwe
da berdewam dike û bi salan e nikare here welatê xweyê
dewlemend. Welatê xwe kirî ye rihê xwe û
rihê xwe danîye ser rêka gelê xwe, wek
Birahîm Tatlises heznakin, di cîyê qeset û
sîdîyên wî da ên Birahîn dikirin.
Birahim Tatlises û gelek kesên wek wî
usa xizmet ji ziman û çanda Tirkî ra
dikin ku milîyetçîyên Tirkan jî
nikarin usa bikin. Gelo em dikarin ji Birahim Tatlises û
kesên wekî wî ra bêjin dengbêj,
sinetkar û hozanê Kurd in?.. Ew Kurd in û hin
ji wanan bi Tirkî jî qenc nizan in, belê dîsa
xizmet ji zimanê dayîka xwe ra nakin..
Rewşenbîr û ronakbîr ew kesin ku gel rewşen
dikin, rêya gel ronahî dikin. Bi destê gel digrin,
dikevin pêşîya gel û wan ji nav tarîyê
derdixin ronahî ye.
Bi fikir û kiryarên xwe rêya rast nîşanî
gel didin, dibine sebebê guhartina jîyana gel, rêzanîya
sîyasetmedarên welêt dikin, dibin e sebebê
pêşvabirin û bilindkirina welatê xwe, dibin
e sebebê bextewarkirina gelê xwe. Di nav me Kurdan
da kî radibe du gotinan dibêj e, an du rêzan
dinivisîn e, xwe reweşenbîr û ronakbir,
xwe zanyar û pispor dibîne, gelê Kurd dixapîn
e û li du xwe dibe rêya xelet, wan dike nav tarîyek
zelemat ku nikarin derkevin. Em bi sedan kesên wiha nasdikin
ku bûne rêzanên sazûmanên Kurd û
di her warî da zimanê Tirkî bikartînin.
Berî çend salan Serokê Pena Kurd ku pêwiste
di her war û awayî da di xizmeta ziman û çanda
Kurd da be, di rojnameyêk ku ji alîyê Kurdan
va tê çapkirin da, ilanek ji bo civîna (qongera)
xwe bi zimanê Tirkî da bû. Kesê ku seroktîya
Pena Kurd dikir di rojnaman da bi Tirkî dinivisand. Rojnamevanek Tirk, di rojnama xwe da nivisandi
bû û serokên partîyên Kurd rexne
dikir ku Kurdî nizan in û nivisên xwe bi zimanê
Tirkî dinivisînin, zimanê Tirkî pêktînin.
Ev serokê Pena Kurd ku bi Tirkî dinivisand û
bi Tirkî dipeyivî û ji bo civîna Pena
Kurd bi Tirkî ilan dida, wî rojnamevanê Tirk,
di rojnama tê da dinivisand, dîsa bi Tirkî rexne
dikir. Digot heke serokên partîyên Kurda zimanê
xwe nizanibin, heke Kurd zimanê xwe jibîr kiribin
yek sucdar he ye ew jî dewleta Tirk e. Ev kesê ku
wiha digot serokê Pena Kurd bû û ji bo civîna
Pena Kurd ku gelek endamên vê penê bi Tirkî
nizanin bi Tirkî ilan dida rajnaman. Min û wî
qenc hev nasdikir û min nameyek xisûsî jê
ra bi Kurdî nivisand got:
„ Kesê serokê Pena Kurd be
rûreşîyek giran e ku bi Tirki bipeyive, di rojnaman
da bi Tirkî binivisîne û ji bo civîna
Penê bi Tirkî îlan bide. Rast e ku dewleta Tirk
dijminîya zimanê Kurdî dike û bi her awayî
dixwaze zimanê Kurdî ji binî rake. Belê
esker û polasên Tirk nehatîyê li Elmanya
jî li derê mala me bi sîlehên xwe ne sekinîne
û zimanê me di mala me da qedexe nekirin e. Gelo dewleta
Tirk nahêle ku tu niha zimanê Kurdî fêr
bibî, bipeyîvî?“
û derengî şevê min vê
namê jê ra fakskir.. Siet di 03,00´yê şevê da telefon da min û
got ku ew nizan e bi Kurdî bixwîne. Pêwist e
ez vî mektûbî jê ra bi zimanê Tirkî
binivisînim. Ji bo ku bikaribe fam bike min name car din
bi Tirkî nivisand û jê ra faks kir. Belê
ewî çikir?.. Ewî dîsa jî nama min
fam nekir û di rojnama xwe da nivisand û got:
„Mirovek bi navê K. Ö.
abuqatîya dewleta Tirk dike.“ (Min di heqê vî hevalî
û malbata wî da lêkolînek kir ku di nav
malbata wî da kesek bi zimanê Kurdî nizane û
zimanê nav malbatê Elmanî û Tirkî
ye.)
Kesên bi zimanê dayîka xwe nepeyîve an
nikaribe bipeyîve, binivisîne, gelo meriv dikare bêje
ku ew rewşenbîr, û ronakbîrên gele
xwe ye?... Kesê xizmeta zimanê dayîka xwe neke
û ji zimanê dayîka xwe hezneke, gelo meriv dikare
bêje ew kes di xizmeta çanda gelê xwe da ye,
ew kes ji dayîka xwe hezdike? Kesê rewşenbîr
û ronakbirên gelê xwe, di her warî da,
bi her hal û karên xwe gelê xwe ronahî
dike, rewşen dike, bi pêş va dibe, nabe koleyê
dijminê xwe, nabe koleyê mafê xwe, nabe koleyê
serok û serbazan.
Gelo pêwiste Kurd çi bikin?
Yek tiştek mayê di destê Kurdan
da ku dijî vê zilmîyeta li ser zimnê xwe derkevin, çewa rehmetîyê
Celadet Bedirxan dibêj e, bidil û can bi zimanê xwe va bizeliqin
û di nav malbata xwe da perwerdeyîya ziman bidomînin. Dev ji peyvandina
zimanê xwe bernedin. Bi sebir û bi înat zimanê xwe di her warî
da bixemilînin. Di nav malbata xwe da, bi zarokên xwe ra bi zimanê
Kurdî bipeyivin. Heke ji dê û bav yek Kurd nebe, pêwiste ê Kurd,
ê/a nekurd fêrî Kurdîyê bike. Belê ehleqek me Kurdan heye, dema
bi yekê/yeka nekurd ra dizevicin em diçin ser dînê kesê/kesa pê
ra zewicîn e, dev ji zimanê xwe berdidin, xwe û zarokên xwe jî
asimîle dikin û wekî wî hevalê ku min ebûqatê dewleta Tirk nîşan
dida sûcê vê asîmîletîyê didin dewletek an jî kesêk ku dev ji
zimanê xwe bernade ebûqatê dewletê ilan dikin.
Pêwiste Kurd, navên coxrafî ku ji alîyê dewletê va hatine guhartin
û dewletê van navan kirî ye Tirkî, van navên Tirkî bizanebûn ne
emilînin. Pêwiste dema herin dayreyê fermî jî, navê gund û bajarên
xwe bi Kurdî bêjin bi emilînin. Berî çend salan ez çûm welat,
wê demê li her cî qontrol hebûn. Navbera Sêrtê û Hawêl (Baykan),
li hêla gundê me cendirme û qoricîyan kontrol dikirin. Gundê me
li ser rêya Sêrtê û Hawêl nîne. Ji rê bi qasî 7 km. dûre. Belê
li vê nixteyê cendirmeyên qereqola gundê me û qorîcîyên gundê
Hingêz û gundo qontrol dikirin (di gundê me da kes ne bû qoricî).
Di nasnameya (kimlikê) min da navê cîyê xwedêdana min gundê me
Minar hatîye nivisandin. Cendirme mêzeyî nasnameya min kir û pirisî
got :
- Cîyê xwedêdana te kêder e?
Min jê ra got
- Ma tu cendirmeyê kêder î ?.
Ma cîyê tu li wê
cendirmeyî dikî nasnak î ?. Li ser nasnameya min ciyê
xwedêdana min Minar dinivisîne, ku tu Minar nasnekî ez jî nabêjim
ku cîyê xwedêdana min kêder e...
Pêwiste Kurd navên Kurdî li zarokên xwe kin. Navê zarokên xwe
Yüksel, Yücel, Bilge, Savaş, Bariş, Yayla, Aslan, Ceylan,
Songül ... daneynin. Di cîyê van navan da navê Serbilind, Zana,
Şero, Şerzat, Aşît, Şêro, Xezal, Paşgul,
Dumayîgul, Dawîhat ... li zarokên xwe kin.
Pêwiste Kurd, navên Kurdî li cîyê kar û dikanên xwe kin. Di dan
û sitandinê da, li çarşîyê (çarsîyê, sûkê) bi Kurdî bipeyivin.
Li zaboq û kolanan dev ji Kurdîya xwe bernedin. Divê Kurd ji beşa
welatê xwe ra, a ku bi Tirkîyayê va ye, nebêjin Dogu û Güneydogu
Anadolu (Rojhilat û Rojhilata Başûrê Anadolê), rast û rast
bê tirs bêjin Kurdistan.
Divê Kurd nebin heyranên taximên futbolê ên wek Fenerbahçe, Beşiktaş
û Galatasaray. Çiqasî erzan bin jî cil û libasên bi rengên van
taximan li zarokên xwe nekin. Cil û libasên bi rengê Kurdî li
zarokên xwe bikin.
Divê serok û meclisên şarên ku di destê Kurdên demokrat danê,
navê zanyar û pisporên Kurd wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Mela
Xelîl, Mela Mistefa, Şerefxan, Bedirxan ... li zabok û kolanên
şarê xwe kin. Pêwiste Kurd hewl bidin xwe xwendin û nivisandina
Kurdî fêr bibin. Bi kurtayî Pêwiste Kurd di her warî da zimanê
xwe bikin rêzanê xwe û bi zimanê xwe va bizeliqin, bibin gewdeyek
ku kes nikaribe wan ji hev cûda bike. Divê bizanibin ku armanca
dewletên kolonyalîst ev e ku Kurdan ji zimanê wan bide cûdakirin.
Binêrin serokê MIT a Tirk Şenkal Atasagun di raporê ku di
roja 27.11.2000 an da nivisandîye çî dibê je :
“ Binêrin insanên hêlê (anî
hela Bakûrê Kurdistana) di maçên navnetewî da taxima me ya neteweyî
digirin û dema taxima neteweyî bi ser dikeve, derdikevin kûçe,
zabok û kolanan kêf û şayî dikin.”
Dîsa serokê MÎT’ê Atasagun û cîgirê wî Mikdat Alpay di raporek
xwe da wiha dibêjin :
“Cumhurîyeta Tirkîyayê dayîkên
wêderê qezenc nekiriye. Zimanê dayîkê astengek mezin e. Me sîstemek
dananîye ku dayîkan kazanc bike. Ev dewlet, zanîna ku li dayîkan
denk bike fêrnebû ye. Pêwiste em bikaribin dayikan qezenc bikin
û zimanê dayîkan bidin guhurandin. Ji sed jinan 60 jin li wê hêlê
bi Tirkî nizanin. Çewa ku em Abdullah Öcalan di rêya armanca xwe
da diemilînin, pêwiste em zimanê Kurdî û dayîkên Kurdan jî wîsa
biemilînin.”
Di vir da eşkere dibe ku dixwazin emilandina zimanê Kurdî
di televizyonan da di rêya armanca ji holê rakirina Kurdan da
tê pêkanîn û zimanê me wek sîlehek dijwar dijî mê tê emilandin.
Pêwiste Kurd vî bizanibin û zimanê xwe di rêya azadîya xwe da
bi pêş va bibin. Heke Kurd bi zimanê xwe va bizeliqin kolonyalîst
çîbikin bila bikin dîsa jî rêya pêşveçûn û dewletmendbûna
zimanê Kurdî nikarinbûn bidin sekinandin. Herwiha bi vî awayî
nikarin rêya azadîya gelê Kurd jî bidin sekinandin.
Ez dixwazim li vira gotinek li ser dayîkên Kurd bêjim. Dayîkên
Kurd ên ku di dibistanên kolonyalîstan da nexwendin e û mane bê
nivisandin û bê xwendin, xizmetek gelek mezin ji zimanê Kurdî
ra dikin. Ez li himberî van dayîkan ihtiram digirim û ji wan ra
deyndar û minetdarim. Ewan zimanê Kurdî bi xwîn û goşt hîştine,
bi can û zindî didomînin. Hezar car silav li we, dayîkên Kurd !...