Hin merc û şert hene ku xerca hebûna gelan in. Gel bi van tiştan tên holê û hebûna xwe didomînin. Em li vir dikarin çend mînakan (mistiran, nimûneyan) ji wan tiştên ku hebûna gelan tînin hole bidin. Welat, çand (kultir), al, merşa netewî, cejnên netewî û ên din...
Gelek cewherên (elementên) çandê (kultirê) hene. Ji ziman heta cil û libas, (helbest, edebîyat, bacî-kilam û dilok, dîlan û govend, wêne, mîmarî, hal û hereket, xwarin û vexwarin, irf, edet, ol û ên din...) cewherên çandê ne.
Ji bo insan bikaribin bi hev ra ragihên sistema dengê ku diemilînin ra ziman tê gotin.
Di jîyana xwe ya rojevî da her dem em rastî hinek işaretan didin û van işaretan dibinîn an jî dibihîzin. Mînak: Dema em derdikevin der va dibînin ku dinya ewr e û em famdikin ku tê baran bibar e.
Em dibînin ku dar û ber dihejin, em dizanin ku ba tê.
Em li ber lampeyên tirafîkê li gorîya rengên kesk, sor û zer hereket dikin. Dema lamba kesk dibe, em derbazî alîyê din dibin.
Dema hekemê toplîstikê li fîtika xwe dixe lîstikvan disekinin û dizanin ku lîstik hat sekinandin.
Dema yek bangê me dike û dibêj e bisekin e, em disekin in. Ji me navnîşanek pirs dike, em jê ra bi zimanek rêzanî, navnîşanê terîf dikin, an jî dibêjin ku em jî vê navnîşanê nasnakin.
Herdu mînakên ewil nikarin mirovan bi hev bidin ragîhandin. Mirov bi hinek işaretan dikarin ji hev fahm bikin, belê nikarin ragîhandinê pêk bînin.
Heywan jî, hinek dengan derdixin û bi van dengan ji hev fahm dikin. Kew an mirîşk hin deng dertêxin, çêlikên wan dizanin taloke he ye, xwe diparêzin, ji talokeyê vedişêrin. Ku em bi kurtî bêjin zimanê heywanan jî he ye. Bi hinek deng û işaretan heywan ji hev fam dikin. Belê insan nikarin sirf bi dengên bê manê û işaretan jîyana xwe bi pêş va bibin.
Ziman, bi rastî temamîya pêyvên ku nesne, lêker, pêkhatin û hîsan işaret dikin e. Gelekî alim û ilimdaran terîfa ziman kirin e. Gelek kes dibêjin ku insan heywanekê bi ziman e û dikare bipeyîve. Belkî heywan jî di navhev da bihev ra dipeyîvin û em ji zimanê wan fam nakin. Belê ev tişt eşkere ye ku zimanê heywanan, ji hinek işaretan tê holê û nikar e jîyana heywanan biguhurîn e. Belê insan bi ziman dikarin jîyana xwe biguhurînin û bi pêş va bibin. Em dikarin bêjin ku ziman di nav insan da aletê hev famkirin, pêşva birin û jîyan guhartinê ye.
Berî bi hezaran sal zimanê heywanan aletê ji hev ra işaret danê bû û îrojî bê guhartin eynî tişt e. Dema talûkeyek hebû berî bi hezaran sal çûkek dengê eynî işaretî, kuçikek eynî deng û marek jî eynî deng dertêxist. Îro jî eynî deng dertêxin û bi vî dengî ji hev fam dikin. Berî bi hezaran sal çûkek hêlîna xwe çewa çêdikir îro jî dîsa wisa çêdik e û tu guhartinek nekirî ye. Belê zimanê insanan aletek wisa ye ku her gav, her siet û her roj insanan diguhurîne, bi pêş va dibe. Beri bi hezaran sal insan tazî bû, bi nêçîrê jiyana xwe berdewam dikir, di şikeftan da xwe ji berf, baran, serma û talûkan diparast. Îro bi saya zimanê xwe insan hatiye merhaleyek wisa ku nayê salixdan. Di apartmanan da, di nav konfforek mezin û fire da, bi her imkan û hebûnê jîyana xwe didomîn e û her dem guhartinên ji hev mezintir çêdike. Dinya jê ra teng bû ye li dinyayên dî digere, diçe hîve, marsê û sitêrkan.
Ziman, ifada jîyana civakî û sosyalê ye. Ziman lihev hatin, bihev ra dan û sitandin, bihev ra zanayî û diltepîn guhartin, dîrok naskirin û çand (kultur) belavkirin e. Bi rastî ji bo insanan zimên xwe xuliqandin, xwe nasîn e. Bi saya zimên mirov dikare xwe û hawîdorê xwe nasbik e, xwe nû bike, bi xemilîn e. Zimanê heywanan jî heye, bele ev xisûsîyetên ku me li jor eşkere kir nîne. Ji bo vê yekê ye ku heywan nikarin xwe nû bikin, jîyana xwe bi pêşva bibin.
Ziman serkanîya çandê ye. Ger em çandê wek baxçeyêk bi hesibînin, çewa tê zanîn baxçe bi fêkî, zerzewat gul û kulîlkan di xemile, her texlîd û celeb fêkî, zerzewat, gul û kulilk di baxçe da hene. Ji bo ev fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên baxçe dewlemend bibin, ji baxçe ra av lazim e. Ger ava baxçe zuwa bibe û baxçe bimîne bê av, bê şik tê fêkî û zerzewatên vî baxçeyî hişk bibin baxçe, ji baxçetîyê derkeve û bibe erdek bê zerzewat, fêkî, kulîlk û gul, hişk û zuwa dibe. Ava fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên baxçeyê çandê jî, zimanê dayîkê ye...
Dema baxçe bê av biminîne çewa fêkî, zerzewat, gul û kulîlkên darên fêkî û zerzewatên baxçe hişk dibin û baxçe dimîne erdek hişk û rût, her usa çand jî bê ziman bimine baxçeyê çandê hişk dibe, çand ji ortê radibe. Bi orterakirina çandê va jî gel asîmile dibe, ezîtî û xisûsîyeta gel namîn e, gel dibê koleyê kes û gelên din, xisûsîyetên gel dibin xisûsîyetên zimanê nû û gel winda dibe, gelîtî ji ortê radibe. Em dikarin bêjin ku ziman ne serkanîya baxçeyê çandê bitenê ye, her wiha serkanîya hebûna miletan e jî.
Zimanê dayîkê
Xisûsîyêtên – işaretên - her zimanekî li gorîya zimanên din cûda cûda ne. Di her zimanî da her tiştek nav lê hatîye danîn û ev navdan bi xisûsîyeta wî zimanî çêbû ye. Ev xisûsîyet zimanê dayîkê tînin hole û zimanê dayîkê jîyan, dîrok, çand, hemî merc û xisûsûyetên civakî eşkere dike. Zimanê ku di nav famîlê û di nav civaka xwedîyê eynî çand, dîrok û jîyana sosyalî da tê pêyvandin jêra zimanê dayîkê tê gotin. Hin kes ji zimanê dayîkê ra dibêjin zimanê zikmakî. Ez vê bêjeyê xelet dibînim. Zimanê zikmakî ev e ku meriv di zikê dayîka xwe da fêr dibe. Dema zarok di xuliqe di zikê dayîka xwe da 9 mehan dimîne û dengan dibihîze. Belê bihîstina van dengan fam nake û nikare bipeyîve. Piştî zarok ji dayîka xwe dibe û dikeve nava jîyanê hin dengan derdixe ku kesek ji bilî dengê girînê pêda tiştek ji van dengan nikar e fam bike. Zarok di nav jîyanê da bi ceribandinên xwe ziman fêr dibe û kesên din êdî jê fam dikin. Yanî bi kurtî zarok ziman ji hawî dorê xwe, berî herkesî û her tiştî ji dayîka xwe fêrî peyvên bi manedar dibe û van peyvan di emilîne. Ji vî qasî meriv nikare bêje zimanê zikmakî. Ez bawerim ji bilî hinek Kurdan bêtir kes ji zimanê dayîkê ra nabêje zimanê zikmakî. (Elman dibêjin Muttersprache=zimanê dayîkê, Tirk dibêjin anadil = zimanê dayîkê)
Zimanê dayîkê çî ye?
Zimanê dayîkê bi kurtî ew zimane ku insan bi hatina xwe ya cîhanê û pê da ji dayîka xwe, ji malbat û famîla xwe, ji havîdorê xwe ji jîyana xwe fêr dibe. Zimanê bîyanî jî ew zimanê ku ne zimanê dayîkê ye û insan piştî fêrbûna zimanê dayîkê fêr dibe. Belkî hin kes bêjin, hinek zarok hene ku di eynî demê da fêrî du, an sê zimanan dibin û bi van zimanan mezin dibin. Gelo ev du an jî sê ziman tev bi hev ra zimanê dayîkê ne?.
Me çar zarokan mezin kir. Sê zarokên me di eynî demê da bi du zimanan mezin bûn. Zarokê herî piçûk ji bi sê zimanan. Nevîyeka me du salî he ye û bi dû salîya xwe bi sê zimanan (Kurdî, Tirkî û Elmanî di peyive. Bi dê û bavê xwe ra, bi me ra peyvên ku bi Kurdî dizane dipeyive. Bi jinmama xwe ya ku qenc bi Kurdî nizan e, bi zimanê Tirkî dipeyive. Bi Elmanan ra peyvên ku bi Elmanî dizanê dipeyive. Niha li vira zimanê dayîkê jê ra kîjan e. Helbet kî gelek peyvên zêde bi Kurdî fêrbû ye û bi Kurdî qenctir fam dike. Zimanê ku ji dayîka xwe jî fêr dibe, zimanê Kurdî ye. Ji bo vê nevîya me û ji bo her çar zarokên me Kurdî zimanê dayikê ye. Zarokên me her çiqas zimanê Elmanî ji zimanên Kurdî, Tirkî, Inglizî û Firansizî qenctir jî bizanibin dîsa Kurdî ji bo wan zimanê dayîkê ye. Çimkî ji malbata xwe, ji dayîka xwe zimanê Kurdî fêr bûn e û di nav malbata xwe da bi Kurdî dipeyîvin. Di welatê bîyanîyan da şert û mercên jiyana dor terefên wan mecalê ji wanan sitand ku di mezinîya wan da zimanê dayîkê bi ser zimanê din bikeve. Jîyana sosyalî û civakî ku di navê da jîyana xwe didomînin zimanê Elmanî hakim e û wanan jî vî zimanî qenctir fêr bû ne.
Eyaleta Saksonî ya Jêrî (Niedersachsen) ji bo di dibistanan da dersdana zimanê dayîkê, di sala 1984’an da zagonek (qanûnek) deranî û di vê zagonê da zimanê dayikê bi vî awayî hatibû salixdan:
„ Di nav dewletên karker şandine Elmanya, ew zimanê ku fermî hatîye qebûlkirin û di fermîyetê da tê peyvandin zimanê dayîkê ye.“
Ev salixdan, salixdanek ne ilmî ye û dijî beyana heqê mirovatî ye. Ev rê, rêyek ne rast e, politik e û polîtîkek sextekarî ye. Bi salan kesen pispor, zimanzan û sendîqa dijî vê nemirovatîyê derketin. Belê tu dengek ji kesekê zana, zimanzan û pisporên Tirkîyayê derneket û gelek jî li xweşê wan hat, ji bo ku kesên vê zagonê derxistibûn, rê ya dersa zimanê Kurdî girtibûn. Ev zagon di sala 1993’an da ji alîyê koalîsyona partîya SPD û Keskan va hat guhurandin û zimanê dayîkê bi vî awayî hat salixdan; „Zimanê dayîkê ew ziman e ku di nav malbatê da tê peyivandin.“ Rastî ji ev e.
Giringîya zimanê dayîkê û ziman paqijkirin, xwerûkirin
Temamîya dewlet û miletên cîhanê giringîya ziman qenc dizanin, lewra hevçend mesrefan dikin, dibistan û zaningehan vedikin, mamosteyan perwerde dikin û di vê rêyê da ne bi hesab peran xercdikin.
Zimanzan û welatparêzê hêja Mîr Celadet Alî Bedirxan giringîya zimanê dayîkê wiha eşkere dike, dibêje: „ Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qewetan û çekan dikarin biparêzin. Yek ol û ê din jî ziman e. Lê heke ku ola miletê serdest û miletê bindest yek be, hingê çek dimîne yek bitenê û ew çekê bitenê jî zimanê dayîkê ye. „
Zimanê dayîkê ezîtîya merivan tîne meydanê û hevîrê şexsîyet, qerekter, şiûr, edep û çandê ye. Şiûrek mezin dide merivan û tim hal û hereketên di nav civakê da dike nav tendurustîyê. Ziman hezkirina eşq, hîs, raman (fikir) û merheza insanî û mirovatîyê ye. Aletê armanca hevrabûnê, xweşîyê, şîn û şayîyê ye. Zimanê dayîkê di be aletê famkirina çandê, geşkirina hevhatinê, pêşvaçona jîyana merivan, yekîtîya civakê û sazkirina neteweyî. Xisûsîyêtên netewî û civakîyê bi zimanê dayîkê tên biriqandin û xemilandin. Jibo azadîya gelên bindest zimên cîyek gelek girîng digir e. Zîman, zadê dema berê û tovê dema pêşeroja gela ye. Yekîtîya gelemperî, neteweyî, şirîkatîya têgihandin û dîtinîyê bi axftin û pêşvebirina zimanê dayîkê tê bi cîkirin. Ziman nasname ye û herkes bi zimanê dayîka xwe tê naskirin.
Her millet li ser zimanê dayîkê bi girîngî sekinî ye. Gelên ku xwedî dewlet in, dewleta wan zimanê wan di parêz e û ji bo firekirin û pêşveçona zimên bê hisab peran xerc dike, di her fersend û warî da ziman ji gel ra amade dike. Zana, ronakbîr, pêşverû, zanyar, pispor û feylozofên gel li ser pêşvecûn, zelal û xwerûkirina ziman disekinin, rûmet û qîmet didin zimanê xwe. Ziman bi pêş va dibin û di nav gelê xwe da bi rûmet dikin, bi eşq û can bi gelê xwe şîrîn dikin. Gel ango milet ji zimanê dayîka xwe hezdike, dizivir e serkanîyên zimanê xwe û ne ava kanîyên gemar, ava kanîyên zimanê dayîka xwe diemilîne. Ava xweş a paqij, cemidî û zelal... Yanî zimanê dayîkê bi serê xwe cewherekê hebûna miletan e. Di dîrokê da tim miletên azad û xwedî dewlet berî her tiştî gelek qimet dane ziman û bi awakî gewre û dewlemendî xwedî li zimanê xwe derketine...
Di dîrokê da, cara yekem Cîceron dîtina zivirandina serkanîyên zimanê dayîkê avêtî ye ortê. Cîceron, di nava zimanê Latînî da têgihîştinên yewnanî avêtî ye û di cîyê wanan da têgihîştînên ji kokê zimanê Latînî kirî ye cîyê wan.
Li Evropayê piştî nû kirinê (ronensasê) rêzanê zivirandina şopa zimanê dayîkê Dante ye. Destpêka şopa zivirandina xwerûkirina zimanê dayîkê bi Luther destpêkirî ye û hereketê yekem Incîl bi zimanê Elmanî hatîye guhartin. Di demekî kin da ev şop li temamîya Elmanya hatîye firekirin. Di pêşîyê da Wolf û di dû da pispor, ronakbîr û zanyarên Elman vê şopê meşandin e û firetir kirin e, xwestine zimanê Elmanî ji peyvên bîyanî paqij bikin û di vê rê da xebatek giranbiha pêk anîn e.
Di rojhilatê da paqijkirina peyvên bîyanî ji zimanê dayîkê Şairê Îran Firdewsî rêzanî û rêberî kirî ye. Şahname ji 30 hezar beytan tîne holê û peyvên farisîya kevin ên ku hatibûn jibîrkirin di Şahnamê da bikar tîne.
Pêwiste ku di nav zimanê dayîkê da peyvên bîyanî neyêne bi cîkirin. Ji peyvên bîyanî paqijkirina zimanê dayîkê wezîfeyek gelerî ye. Şopên milîyetçîtî ya gelerî a ku rêya azadkirina gelan ji bin zordarîyê vekirî ye bi paqişkirina zimanê dayîke va hatine avêtin. Pêwiste her gel zimanê xwe ji peyvên bîyanî paqij bike û ji bin tesîr û bandora zimanê biyanî derîn e. Insan, peyvên di zimanekî da fêr dibe û di ihtîyacîyên wê çandê da kîjan raman û fikir hene têdigihîje. Insan bi fêrbûna peyvan girîngîya raman û fikran famdike û li wê gorîyê fikir û ramanên nû pêktîne.
Ji Feylozof Konfîçyûs pirskirine:
- Ger tu qiral bûwayî teyê karê yekem çi bikir.
Konfîçyûs vê bersivê dide:
- Ger ez qiral bûma, minê karê yekem ziman rast bikir.
Kesên di çivatê da dimînin şaş dibin û dibêjin:
- Me tiştek fam nekir.
Konfîçyûs wiha bersiv dide:
- Dema ku qusûr di ziman da hebe, têgihîştana peyvokan nayên famkirin. Dema têgihîştina peyvokan neyên famkirin pêkanîna şixul, xebat, kar û bar bi tenduristî nayên pêk anîn. Dema kar û bar, şixul û xebat bi tenduristî neyên pêk anîn, çand, anjî kultir xira dibe, anarşî derdikeve, xelk nizane wê çi bike, gêj, şaş û faş dibe. Ezîtîya xwe winda dike, dibe kole. Ji bo vê yekê ye ku tu xebat, tu tiştek wek ziman û rastkirina ziman girîng nabe.
Ziman, hevhatin û geşbûnîya merivan pêk tine. Jiyana merivan bi hevhatinê geş dibe. Hevhatin jî bi zimanê dayîkê tê pêkanîn. Zimanê dayîkê ezîtîya merivan tîne meydanê û hevîrê şexsîyet, qerekter, şiûr, edeb û çandê ye. Şiûrek mezin dide merivan û tim hal û hereketên di nav jiyana civakê da dike nav tenduristîyê. Ziman hiskirina, eşk, his, raman (fikir) û merheza insanî û mirovatîyê ye. Aletê armanca hevrabûnê, xweşîye, şîn û şayiyê ye.
Perwerdîya zimanê Dayîkê
Perwerdîya zarok û ciwanan bi zimanê dayîka wan tê amadakirin. Zimanê dayîkê serkanîya baxçê hebûna insan e. Ger ev serkanî bê ziwakirin, ezîtî û hebûna gelan jî tê windakirin.
Ev tiştê kû ji hebûna gelan ra hevçend girînge bi tiştekî dikare xwe bi domîne. Ev tişt jî perwerde ye. Serkanîya çandê ziman e, herwiha em dikarin bêjin ku serkanîya baxçê ziman jî perwerdeyîya ziman e. Perwerdeyî yekitiya gelan bi kar tîne û bi pêş va dibe. Hevhatin û geşbûna civakê, xusûsîyetên gelemperî û xemilandina netewetîyê, bi perwerdeyek rast, zexim û fire derdikeve hole û jiyana civakî dibiriqîne.
Bi rastî perwerdîya ziman di malê da dest pê dike û di her warê civakê da didomîne. Gotinek di nav Kurdan da heye, dibêjin “Mal dibistan e”. Kî, çî bibêje bila bêje, perwerdîya rastî û girîng di dibistanan da tê pêk anîn. Perwedîya ku di dibistanan da tê amadekirin, dikare gelan bi pêş va bibe û jiyanê bi neqişîn e, pir xweş bike, rastî, tendirustî bike nava civakê û dikare gelan bi paş va jî bibe, jiyana civakê, teklihev û xirab bike, wan ji orte rake.
Li her alîyê cîhanê dewletên gelên serdest gelek qenc dizanin ku ji hole rakirina zimanê gelê bindest, ji meydanê rakirina gelê bindest e.
Sedem vê yekê perwerdeyîya zimanê gelê bindest di her warî da ditefînin, zimanê gelê bindest qedexe dikin, serdestîya ziman û çanda xwe bi cî dikin û herwiha gelê bindest asîmîle dikin.
Di vî warî da Makyavel ji bo windakirina gelên ku welatê wan ji alîyê dewletê va hatîye zeftkirin, pirr şîretan li dewletê kirî ye. Di van şîretan da cîyek firre daye windakirina ziman ku em jê ra helandin, asîmîlasyon dibêjin.
Hinek ji van şîretan evin:
Makyavel, ji dewletê ra gotî ye, ger dewlet bixwaze miletek ji ortê rake, divê berî her tiştî zimanê wi miletî pê bide jibîrkirin.
Bi qanûn ziman qedexe bike, di vî warî da dest bavêje her rê û bendî ku bikaribe pêşîya berdewama ziman bide girtin. Heker nikaribe bi ser bikeve, wê deme dikare bi rêya qencî û xapandine milet ji zimanê wi bide dûrkirin. Milet bi zorê surgûn bike an jî milet bi dilê milet belê bê hay û gumana milet wî ji welatê wî, bi dilê wî bide derxistin. Mînak; wek van salên dawî ku Kurd bi dilê xwe welatê xwe terk dikin, diçin metropolên Turkîyayê an jî dewletên Ewropayê, lê nizanin ku welatê {@e vala dxkxn û xizmetê ji dijmin ra dikin. Makyawel gotî ye ku dewlet ji miletê serdest kesan bîne di nav gelê bindest da bi cî û war bike û di vî cî û warî da ji kesên miletê serdest ra çare û imkanên pirr qenc amade bike û belê ji bo bi peşveçûna aborî, civakî û çandîya gelê bindest ra tu tiştek neke û imkanên ku hene jî bide birrîn. (Minak, wek Bismil û hawîdorê Dîyarbekir ku maciran ji Bulgaryayê, ji Afganistanê anî li wir bi cî û war kir.Gundên macir û ên Kudên bi cî, wek tav û sî ye, ronahî û tarîyê ji hev cuda ne).
Dema dewlet vê sîyasetê bide ajotin, tê gelê bindest bimîne bê çare, erd û axê xwe bifroşe gele serdest û ji welatê xwe bê zordestî koçber bibe, welatê xwe ji gelê serdest ra berde. Heke hin kes dîsa di welatê xwe da bimînin, pêwiste dewlet wan bi her awayên din, an jî bi zorê ji welatê wan koçber bike. (Mînak; wek GAP ku çewa bendên avê çêkirin ku gund di bin avê da dimînin û gundî koçber dibin).
Makyavel, di vî warî da pirr tiştên din jî gotî ye û şîretên din jî, li dewetê kirî ye, belê ez bawerim ev gotinên jorîn ji herkesên ku xwe rewşenbîr û bi aqil dihesibînin ra besin.... Belê dewletên kolonyalîst ji Makyawel jî borandine. Dewleta Tirk bi her awayî, di wî warî da ji bo pişifandina gelê Kurd çî ji dest bê dike. Ji xeynî zorî û zordestî, ji xeynî kanûn derxistin, emir û fermanan gelek tiştên din bi zanebûn dike, di her warî da Makyavelîzmê pêk tîne. Ji bo pişaftina Kurdan bi zanebûn modern makyavelizmê bi şeklên nû pêk tîne ku piranîya Kurdan ji van kiryaran qed hayîdar nabin û bixwe nahisin, bi dil û can ji bo pişifandina xwe hewl didin.
Dewleta Tirk dixwaze bikev e Yekîtîya Ewropî û ji bo Ewropîyan bixapîne hin zagonan derxist û li gorîya xwe ji xwe va zimanê Kurdî serbest kir. Ji bo ku Kurdan ji hev cûda bike, zaravayên Kurmancî û Kirmanckî mîna du zimanên ji hev cûda da nîşandan. Rojên Çarşem û Îna, di kanalê televizyona dewletê da her yekê nîvsiet, bi temamî heftîyê sietek bi van du zaravan program diweşîne. Her wek Kurd gelek dewlemendin û derdê wanê herî mezin li cîyê turizmê seyrankirin e, naskirina jîyanê bajarên kevin e, xerabe û dîroka bajarên kevin ku niha bune kavil nîşanê temaşevanên Kurd dide. Ji alîyê din va di nav xwe da nahêlê dengek ji bo heqê zimanê Kurdî derkeve. Dengê ku derdikeve digre bi qirika xwedîyê vî dengî û wî difetisîn e. Minak Egitim-Senê ku di dibistanan da ji zarokên Kurdan ra xwestina heqê zimanê dayîkê kir û ji alîyê dadgeha bilind va hat qedexekirin.
12.06.2005