Bajara Sêrtê, berî 40-50 salan bajarek piçûk bû. Di xilazya rasta bine bajêr
da, girekê gelek ne bilind belê berwarî dest pêdikir. Bajar
di palê vî girî da cî girti bû. Ji serê vî girî, mirov dikarîya
bajar bi temamî kontrol bikira. Li serê gir meqerê esker cî girti
bû. Ev meqer bi temamî hakimê bajêr bû û bajêr kiri bû bin qontrola
xwe.Di rasta binê xilazîya gir da, çend xanî hebûn. Yek ji wan
xanîyan jî mala walî bû. Xanîyê walî li hindava Şêx Wefa,
li serê qoqikekî (pozikekî) bû. Rîya ku ji Dîyarbekir, Wan, Batman
û Bedlîsê dihat û diket nav bajêr, di binê qoqik(girik) da parîkî
pozê girik qet dikir û derbaz dibû. Di binê rê, di nava rastê
da jî darekê pir mezin ku bi sedsalan kevnar bû, bi heybetî cih
girti bû. Gumbeta yanî qebra Şêx Wefa li bin vê darê bû.
Roja înê pir Sêrtî dihatin ser gumbeta Şêx Wefa û dûa dikirin.
Bihar û havînan jî Şêx Wefa bibû cîyê seyrangehê. Pirr kes
dihatin ser Şêx Wefa, li bin sîya darê bi zarok û zêçên xwe
va rûdiniştin, xwarinan dixwarin, roja xwe bi kêf û sefa
derbaz dikirin. Ji darê wêdatir dîsa 4-5 xanî hebûn. Di xilazîya
xanîyan da kanîyek hebû. Jê ra digotin „Kanîya Şêx Wefa“.
Ji kanîya Şêx Wefa heta xanîyê hikûmatê di binê cadê da tu
xanî nebûn. Heta serê berjêrê ku diçe ser çemê Botan deştek
vala bû. Xaniyê hikûmatê di xilazîya rastê da li pişta cadê
bû. Yanî li milê rastê bû. Hawîdorê xanîyê hikûmatê vala bû, xanî
nebûn. Jê wêdatir hin xani û dikan hebûn. Bi qasi 200 mîtro ji
xanîyê hikûmatê wêdatir, hevrazê girê ku bajar di palê wî da bû
sûk û dikanan bi teybetî dest pêdikir. Tam di xilazîya rastê da,
ciyê ku niha Özgen Palas Otelî û dikan û liqunte tê da ne qişleyek
esker hebû. Belê ev qişle biçûk bû. Qişla mezin li xilazîya
Sêrtê serê milê bû û jê wêdatir bajar ne bû.
Niha xanîyê walî di nîvê bajêr da maye. Ji xanîyê walî virdatir
tu xanî ne bûn û ew erd û ax dihat cot kirin. Genimek zaf delal
diket wê rasta bê ser û ber ku li ber Sêrtê bû. Rast heta Serê
Qesrikê û binê gundê Ciwanika û ber gundê Eyberan dom dikir. Ji
serê Qesrikê virda newal û girik çêdi bûn. Serê Qesrikê navê girikê
hafa Sêrtê bû. Piştî salan, li Serê Qesrikê hê ku mirov dernediket
hafa Sêrtê, xanîyek hat avakirin. Ev xanî xistibûn benzînxane.
Di wê demê da motor tinebûn ku mirov wek îro benzînê bikşîne,
bixe depoya ereban. Bîdon ango fiçîyên pirr sitûr û mezin hebûn.
Benzîn, mazot û qazyax di wan fiçîyan da bûn. Ji wan bîdonan,
bi tenekeyên dev vekîrî mazot û benzînê dixistin depoyê kamyonan.
Wê demê teksî û dolmîş ne bûn. Kamyonên Auston, Şawrolet,
Doc û ên din hebûn. Paşî ji bo kişandina benzînê motorên
bi qeweta dest û milan dihatin zivirandin derketin. Dema depoyê
qamyonan tijî menzîn an jî mazot bikirin, mecbûr qulpê(milê) van
motoran badidan, dizivirandin.
Niha serê Qesrikê jî mayê di nava bajêr da. Niha Sêrt hatîye heta
ber Çemê Kezer. Barnês û Sêrt bû ye yek. Barnês ji Sêrtê 10 km
dûr bû û berî 30 salan li wê ji bo mêjî şûştina -asimilasiyona-
zarokên Kurd dibistana mecanîya heremê -Yatili Bölge Okulu - hate
ava kirin. Çemê Kezer di binê Barnês da derbaz dibe û erd û axa
Barnês pirr dewlemend û bi bereket dike.
Meydana balafirê li deşta Kezer û Erbinê, li hêla gundê Hacîhoz
hatîye çêkirin. Qereqola Barnês jî, ji serê girikê pişta
ceda Sêrt-Bilîs-Dîyarbekir û Batmanê, ji cîyê xweyê kevin rabû
ye, hatîyê nava rastê cem meydana balafirê, cîyê herî xweşik
û giranbiha girtî ye. Li her bajarî eskerîye cîyê her tim qenc
û giranbiha girtin e. Li Sêrtê jî wisa ye. Li Sêrtê berî salan
eskerîye li xilazîya bajêr, li serê milê bû. Dema bajar dest bi
mezinbûnê kir, eskerîye jî hat deşta navbera xanîyê walî
û Serêqesrikê. Dema esker hate cîyê niha, ev ciyê qenc, ji bajêr
parîkî dûr bû û bajêr qontrol dikir. Berpirsîyarên eskerîyê û
dewletê bawer dikirin ku eskerî parîkî ji bajêr dûr bimîne tê
ew ji dervayê bajêr, bikaribin bi hêsanî bajêr kontrol bikin û
di teklîhevîyek da xwe qenctir piparêzin. Belê niha ew jî mane
di nava bajêr da.
Berî sala 1950`yan ava Sêrtê nebû. Di bajêr da sê-çar kanî hebûn.
Kanîya Şêx Wefa, li taxa Babilderbê kanîya Mizgefta Babilderbê,
li Taxa Cembê kanîya Sorê û li nêzîkî serê milê, bindestî eskerîyê
jî kanîyek din hebû. Belê ev kanî pirr hindik av jê dihat. Esker
ava xwe ji kanîya Şêx Wefa dibir. Dema mirov diço ser kanîyê
erebeyên hespan ên esker li ser kanîyê bûn û eskeran her tim fiçîyên
xwe ên avê tijî dikirin. Dora kanîyê tijî hesp û erebe bûn. Cuwarê
hespan di serê wan da êma (ka û ce) xwe dixwarin. Rê nebû ku mirov
cengek av vexwe. Ji vî qasî sivîl kêm diçûn vê kanîyê avê. Kanîya
ku sivîl diçûn ser, kanîya Babilderbê û kanîya Sorê bûn. Ava van
kanîyan jî tim Şorik bû. Hin bîrên din li malan hebûn, ava
van jî Şor bû, nedihat vexwarîn. Bîrek li hewşa mizgefta
mezin jî hebû. Belê ava vê bîrê jî Şor bû. Dema mirov li
mizgeftê destmêj digirt û dest û rûyên xwe dişûşt, ger
peşkek an dilopek av biket çavên meriv, çav pir dişewitîn.
Niha Mizgefta mezin jî pelişandine. Cîyê mizgeftê dibe çî,
bi rastî ez nizanim.
Me gundîyan fêkîyên xwe bi ker û hêstiran dibirin Sêrtê. Zoqeydî,
Cemzerqî û Babosî dexil û fêkîyên xwe bi extan(1) tanin Sêrtê.
Wê demê ez zarok bûm. Zarokên Sêrtîyan ji me zarokên Kurdan ra
digotin: „Helew Şîrîn e, Kurmanc dîn e.“ Li Sêrtê sûka helewçîyan
hêbû. Li vê sûkê pirr dikanên helewçîyan hebûn û helev çêdikirin.
Helewa dimsê û helewa şekir çêdikirn. Me pirr ji helewê hezdikir.
Dema em diçûn Sêrtê, miheqeq em diçûn dikana Hemedê Helewçî û
me bi 5 an ji bi 10 quruş nan û helewê dikirî, dixwar. Kîloya
helewê bi mecîdîyek(2) bû. Bi rastî kêfa Kurdên gundîyên Sêrtê
zaf ji helewê ra dihat. Di dikanên helewçîyan da penîr, jajî û
sîrik jî dihatin firotin. Sîrik, penîrê hûrê sîrik kirî bû. Sîrik
û penîr nîvî li nîvî bûn. Dema zarokên Sêrtîyan ji me zarokên
gundan ra digotin „Helew Şîrîn e, Kurmanc dîn e.“ Me jî ji
wan ra digot: „Sîrik Şor e Sêrtî Kor e.“ Zarûkên Sertîyan
ji vê gotinê pirr diqehirîn. Ji bo ew bajarî bûn û em gundî bûn,
ew Ereb, em Kurd bûn, kêfa me ji hev ra nedihat. Bi rastî ne ku
kêfa me ji wan ra nedihat, kêfa wan ji me ra nedihat. Ji bo çi
wan ji me an jî me ji wan heznedikir, bi rastî ez nizanim. Pêwist
bû me ji hev hezbikira. Em jî, ew jî kêmketî bûn. Ew her çiqas
jî bajarî bûn û xwe ji me mezintir dihesibandin, dîsa jî em her
dû alî jî wek hev kemketî bûn. Me û wanan carnan jî li hev dixist.
Ger em zarokên gundî zaf bûna, wana belayê xwe li me ne didan.
Belê em yek an dû zarûk bûna û kesên mezin bi me ra nebûya, li
me dixistin. Dema me li hev dixist, adetê Sêrtîyan bû, mezin û
biçûk kî dihat li me dixist. Bi dehan zarûk li ser û guhên me
dicivîyan û herkes derba xwe davêt me. Ji hev ra digotin: „Viribû,
viribû, evî Kirdî!.. - Lêxe, lêxe, ev Kurde!.. „ Zarûk an jî hin
zilamanên gelaş, dema vî dengî his dikirin, bazdidan, dihatin
cîyê şerr, „tep û rep“ li ser û guhên me dixistin. Kesên
mezin dihatin alîkarîya zarûkên Sêrtiyan dikirin. Carnan hin kesên
mezinê bi wicdan û xêrxwaz hebûn, dihatin me ji hev vedikirin.
Bi pirrani ewan me perîşan dikir. Bi rastî em parîkî jî ji
zarûkên Sêrtîyan ditirsîyan, ji bo ku tim û tim em diçûn bajêr
û ew ne dihatin gund, rîya me bi ser wan va bû. Anî ew xancî û
em jî yolcî (rêwengî) bûn. Me ji wan kêm dikişand. Dema firsend
biket destên me, me jî evd û gerewa xwe ji wan qenc hiltanî.
Bi rastî di wê demê da li Sêrtê pirr kesên kor hebûn. Hêja jî
pirr kesên korê kal hene. Anî ji kesên wê demê ku niha kal bûne
û hê li Sêrtê dijîn, di nav wan da hê kor pirrin. Wê demê li Sêrtê
nexweşîya çavan hebû. Trahom pirr bû. Ava şîrîn jî li
bajêr ne bû. Ava şor nexweşanîya çavan xirabtir dikir.
Pirr zarok, dema çavên wan bi êşê diket û mecbûr bûn ava
şor biemilînin û dest û rûyên xwe bi ava şor bişon,
ava şor diket çavên wanê êşayî û êdî çavên wan qenc
ne dibû û kor dibûn. Me ji zarokên Sêrtîyan ra digot „Sîrik şore,
Sêrtî kor e.“ belê Sêrtî ne ji sîrikê kor bûn, ji tirahom û ava
şor kor dibûn. Iro ev nexweşanî rabû ye û ava Sêrtê
jî pirre. Ji sala 1952`an vir
da şor nîne. Di sala 1952`an da ji Çemê Botan av anîn Sêrtê.
Ewil di her zaboqî da kanîyên av mijandin û kişandinê çêkirin.
Wek borîyên zaf sitûr danîbûn û qulpekî ku radibû û rûdinişt
di nava borîyê da bû. Mirov bi destek vî qulpî hiltanî û datanî
yanî bi jor va hildida û bi jêr va berjêr dikir. Evê borîyê jî
avê jidîyayî dikişand. Av ji kanîyê dihat û miiov bi destê
din firaqê xwe li ber avê digirt, tijî dikir. Ev kanî, kanîyên
pimpan bûn. Paşî ew kani rabûn û kanîyên din ên bi çirikê,
dîk kirî (çirav-qurne) hatin çêkirin.
Wê demê heykelê Mistefa Kemal li Sêrtê nebû. Ez bawerim heykelê
Mistefa Kemal piştî sala 1960`àn hat çê kirin. Heykel li
binê gir, di xilazîya rastê da, li cîyêk ku kesê here nava bajêr
mecbûre di ber da derbaz bibe, hatîye danin.
Dema heykel hat çêkirin min dixwend û ez ji bajara Sêrtê dûr bûm.
Belê piştî heykel hat danîn, pirranîya kesên wê hêlê tiştek
wiha nedîtibûn, mabûn ecêb û matmayî. Pirr mesele û metelok li
ser vî heykelî tê gotin. Ez dixwazim çend ji wan meselan li vir
binivisînim.
Li gundê me mirovek pirr xweşik hebû. Xwedê wî birehma xwe
şabike, navê wî Resûl bû. Merivek kal bû. Hevalê babê min
bû. Pişitî 70 salîya wan, wî û bavê min xwestin esker. Ji
bo di dema Osmanîyê da bi salan eskerîya eşîretan û Alayîyên
Hemîdîye kiribûn, dewleta nû a cumûrîyetê eskerîya wan qebûl ne
dikir û digot bila car din herin eskerî bikin, perwerdîya eskerîya
Kemalîstî fêr bibin. Bavê min qise dikir ku ewi 15 sal zêdetir
eskerî kiri bû, ketibû Şerrê Cîhanê ê Yekem, wî biribûn Şerrê
Balkan, belê ew ji hêla Anedolê revîya bû. Çend car ji esker revîya
bû, ewî jî nizanîya. Di Alayên Hemîdîyê da eskerîya eşîrtîyê
kiri bû. Digot ku kumandanên wan Simeîlê Mamê û Cemîlê Çeto bûn.
Carnan dibû eskerê Simaîlê Mamê Elê û carnan dibû eskerê Cemîlê
Çeto..
Min ji Resul ra digot Kirîvê Resûl. Min nizanî bû malbata min
û wanan kengê kirîvatî danî bûn, belê me bi kirîvatî mêze hev
dikir. Belkî kirîvatîyek pirr kevin be di navbera malbatên me
da. Pirr navên Kirîvê Resul hebûn. Navê dîya wî Dirrê bû. Ji vî
qasî gundîyan jê re digotin „Resulê Dirrê.“ Hin kesan digot „Resulê
Ehmed“. Kesên ji gundên Hingêz, Gundo û Kikan jê ra digotin „Resûlê
Gobel.“ Guhên Kirîvê Resûl bel nebûn. Ez nizanim çima jê ra wiha
digotin.
Dema gundîyên me diçûn Sêrtê, xwe wisa eyar dikirin ku sehûra
serê sibê, kazibê digihîştan bajêr. Irase(3) sibê zû vedibû.
Piştî nimêja sibê tim dikandarî dihatin irasê. Li ber irasê
mizgefta mezin hebû. Pirranîya dikandarîyan dihatin mizgeftê,
nimêj dikirin û ji mizkeftê derdiketin, dihatin irasê. Gundîyan
jî fêkîyên xweyên terr û hişk, dexil, rûn, qelî û tiştên
din ji bo firotinê zû tanîn iraseyê, cîyek qenc ji xwe ra digirtin.
Mêmil(4) hebûn, malê gundîyan difrotin. Di irasê da cîyê her mêmilek
kifş bû. Mêmilê gundîyên me Hiseyno, Sedîqo û Cemîl Xayîno
bûn. Mêmilê min jî ewil Cemîl Xayîno di dû da Sedîqo û di salên
paşî da jî Hiseyno û kurê Hiseyno Kendo bûn. Fêkîyê kî heta
tavdanê nehata firotin ji rûmetê diket û çend quruş erzan
diçû. Dikandarîyên keysteng bi zanebûn heta tavdanê tiştek
ne dikirîn. Dema irase nêzîkî valabûne dibû, dihatin û fêkîyê
me erzan dikirîn.
Kirîvê Resul rojek diçe bajêr. Dixwaze di demê da bigihîje irasê
û fêkîyê xwe parîkî biha bifroşe. Dema digihîje bajêr mecbûr
di ber heykelê Mistefa Kemal da derbaz dibe, dibîne mirovek wek
mêrê şevê li wê sekinî ye. Silav lê dike. Belê mirov silava
wî lê nazivirîne û di mine bê deng. Çend car silav lê dide, deng
ji mirov dernakeve. Gundî ji paş va tên, digêhîjin Kirîvê
Resûl. Kirîvê Resûl berê xwe dide gundîyan û dibêje :
- Ez çend care silav li vî sebabê kurê sebaban dikim, belê ev
kûçik bav silava min nagir e û deng nake. Ev ne Misilmane, kafire,
çî ye?..
Gundî wezîyetê ji Kirîvê Resûl ra qise dikin û wî bi xwe re dibin.
Rojek gundîyek dema wî heykelî dibîne pirr di qehire û kevirek
ji erdê hiltînê hicûmî dike.
Dibêje:
- Hey Sebabê kurê sebaba! Te kokê me ji binî rakir. Me dizani
bû ku tû mirî. Kuro em nikarin ji te xilaz bibin. Tu dîsa hatî
welatê me, çi ji me dixwazî?..
Kevir davêje qafê wî. Polos, gundî digirin, dibin dadgehê. Gundî
derdikeve mehkemê. Hakim dibêje:
- Te ji bo çî heqaret li Mistefa Kemal kir?.. Te hicûm dayê û
kevir li qafê heykelê wi xistî ye...
Gundî dibêje:
- Haşa hakim Beg!.. Ez çewa dikarim hekaret li Mistefa Kemal bikim?. Ji min zêde ye...
Hakim dibêje:
- Te bi kevir hicûmê wî kirî ye. Kevir li serê wî xistî ye. Ma ev derewe?..
Gundî
wiha bersiv dide:
- Hakim Beg, ne derewe, belê ji te ra ne rast qise kirine! Min
xwest ez qencî pê ra bikim. Ma vî zemanî qencî dibe xirabî?..
Ez dibînim ku vî zemanî qencî jî nema ye... Min hicûmê Mistefe
Kemal nekir. Çivîkek li ser serê wî danî bû. Tê pê va çîrt bikira.
Min kevir li çivîkê da ku bi serê Mistefa Kemal va çîrt ne ke,
serê Mistefa Kemal nebe bi çîrt, pîs nebe. Başe çivîkê bi
serê Mistefa Kemal va çîrt bikira, tê polosa çivîkê banîna mehkemê,
an jî tê polosa wê çîrtê bişûştan, paqij bikiran?..
Polos qencîyê jî dikin xirabî!...
Hakim jî gundî serbest berdide.
Li Sêrtê cejna Cigûrê(5) pirr bi rûmet tê pîroz kirin. Sêrtî xwarinên
bi tam û lizet çêdikin. Xwarinên şêrîn, celeb celeb tên amade
kirin. Baqlewe, qedayîf, esîd, hewdel, helewoka dimsê û ên din.
Belê xwarinekê pirr bi nav û deng heye ku di her malî da tê amade
kirin. Navê vê xwarinê Zimbiloq e. Zimbiloq, ji sicûqan anî ji
rîvîyên (rodî-rovî) pez ên helal tê çêkirin. Nava rîvîyan tijî
birinc, filfil û qerenfîl dikin û dipêjin. Dema em zarok bûn,
roja cigûrê diçûn Sêrtê, li nav malan digerîyan û me xwarina dicivand.
Ji xwarina tev, me ji zimbiloqan hesdikir.
Roja cigûrê yekê Sêrtî mêze dike herkes li mala xwe xwarinên xweş
dixwe, belê heykelê Mistefa Kemal li nîvê meydanê sekinî ye. Ji
xwe ra fikir dike ku ev mirov birçî ma ye. Diçe mala xwe, zimbiloqek
dirêj tînê, dike sitûyê heykelê Mistefa Kemal. Sibê hin kes dibînin,
xeber didin polos. Polos silmek tînin datînin ber heykel, derdikevin
ser silmê û zimbiloq ji sitûyê Mistefa Kemal derdixin.
Dema cejnên netewîyên Tirka, karbidestên bajêr, esker û kesên
din li pêşîya heykel kom dibin û cejna xwe pîroz dikin. Çîçek
û kulîlkan datînin ber Heykelê Mistefa Kemal, axaftin dikin, pesnên
xwe û ên Mistefa Kemal didin, heta ji wanan tê wî bilind dikin,
pê kubarî dikin û her wek serketinek pirr mezin kirine dest bi
ser û poz bilindî diçin malên xwe. Di cejnekî Tirkan da yekê gundî
diçe Sêrtê û dibîne ku gelek kes li dor mirovekî li jor sekinîye
kom bûne û qirika xwe di çiritînin axaftinan dikin. Ew jî diçê
ji dûr va temaşe dike, belê ji bo bi Tirki nizane ji axaftinên
wan tiştek fam nake. Piştî demek her kes bela dibe,
diçe mala xwe. Mamosteyek Tirk bi navê Bînalî Seferowlu ku li
dibistana mamostan li Sêrtê Mamosteyî dike, tê cem û ji gundî
di pirse:
- Te demekî dirêj guhdarîya insanan kir. Gelo te çî fam kir?
Kesê gundî heykelê Mistefa Kemal nîşan dide û wiha dibêje:
- Ma ezê belengaz çi fam bikim. Tu dibînî, ev mirovê ha derketî
ye ser cîyek bilind sekinîye û xwe qed nalebitîne. Insan li dorê
kom bûn. Hin gîya û çilo anîn danîn ber. Pirr kesan berê xwe dan
vî mirovî û mijûl bûn. Hin xeberan ji vî mirovî ra gotin. Belê
min fam nekir çî gotin. Dengê wan bilind bû û xwe di qehirandin,
aciz dikirin. Belkî xeberên ne qenc jî ji vî mirovî reben ra digotin.
Belê evî mirovî belengaz qet dengê xwe dernexist. Gelo ev mirov
lale an kerre?.. Ew kesên kom bibûn, dîsa çûn malên xwe. Ew mirov
ma li vir bi tenê...
Mamosteyê Tirk jî, vê serbihorîya xwe di civînek da qisedike.
Gilîya wî dikin. Momeste davêjin girtîxanê. Di mehkema diduwan da hakim ji mamoste ra dibêj e:
- Heker tu inkar bikî û bêjî „Min tiştek wiha negotîye.“
Ezê te berdim.
Mamoste
jî ji hakim ra dibêj e:
- Wele ez înkar nakim. Ma min gotîye gîya û çilo danîne ber Mustafa
Kemal. Mêrikê gundî got. Eker sûcek hebe, herin gundîyê ku gotîye
bibînin, ceza bikin.
Mecbûr
hakim wî di vê mehkemê da jî bernade. Piştî demek ku mamosteyê
Tirk ji girtîxanê derdikeve wî ji Sêrtê sirgunê qezayê Mûşe
Bilanixê dikin...
Bajara Sêrtê niha pirr mezin bûye. Ji alîyê rîya Bedlîs, Dîyarbekir
û Batmanê va gihîştî ye ber çemê Kezer. Berî 50 salan ji
xanîyê walî û virda qet xanî nebûn û ew erd û ax tim genim, ceh,
nîsk û kizin bûn. Di dû da li serê Qesrikê xanîyek ji bo istasyona
benzîn, mazot û qazyaxê hat avakirin. Ji serê qesrikê ba istasyona
benzînê newalokek dest pêdikir. Li wê newalokê niha cîsekna otobosa
heye. Otobosên ku di navbera bajaran da kar dikin, li wê disekinin
û ji wê radibin. Newalok berjêr diço û kûr dibû ya. Rîya Bedlîs,
Batman û Dîyarbekirê di newalokê da derbaz dibû. Newalok fetlek
çêdikir. Fetil li serê berjêrê newala Sarincê xilaz dibû. Di xilazîya
berjêrê newala Sarincê da fetlêkê din dest pêdikir. Di nîvê fetlê
da newalek kûr hebû û pirikek li ser newalê hatibû çêkirin. Newalokek
jî, ji serê Gorîjoka derdiket û diket ser vê newala kûr. Ev nawalok
tev diketin ser hev û dibûn şaxek ji Newala Qesaba. Bi rastî
newala Qesaba ji girên navbera Sêrt û Tilo derdiket û bi alê çemê
Kezer va fetlo fîlo dibû, di binê gundê Fiskin û Degala da diçû,
li navbera Gundênû û gundê Serpirê diket ser çemê Kezer. Newalên
ku ji serê Qesrikê, ji fetla Sarincê û serê Gorîjoka derdiketin
û diketin serhev, şaxêk ji newala Qesaba tanîn meydanê. Belê
kesên ku gundê wan li hêla Kurtalan, Baykan, Qubîn, Xerzan û Qabilcevz
bûn û ji hêla serê Qesrikê va diçon Sêrtê, vî Şaxê Newala
Qesaba, heqîqî Newala Qesaba di hesibandin. Bêlê şaxê mezin
ji navbera Sêrt û Tilo derdiket. Newala Qesaba newalek kûr, bi
tirs û saw bû.
Dema ez zarok bûm me fêkîyê xwe bi ker û hêstiran dibir Sêrte.
Zivistanan jî, me dara dibir li Sêrtê difrot.
Havînan em sibê zû digihîştin irasa Sêrtê û zivistanan jî
piştî nîvro digihîştin bajêr. Me zivistanan barê dara
li nava bajêr û li nava mihelan digerand, darên xwe difrot û tembîhên
ku li me hatibûn kirin tanîn cî, tiştên ku lazim bûn dikirî.
Ew şev diman li Sêrtê. Dora rojê zû em diketin rê, diçûn
gund.
Em li Sêrtê li xanan diman. Gundîyên me li xana Xelîl Hindo diman.
Me 10 kuruş heqê xanê dida. Heywanên me li menzela binî diman.
Li ser cîyê heywanan textan pismar kiribûn. Mirov jî li ser wan
textan radizan. Hin texte şikestî bûn. Carnan em di cîyên
şikestî da diketin nav heywanan. Hin kes birîndar jî dibûn.
Çend car ez jî ketim. şansê min hebû, tiştek bi min
nehat. Em zarok nerihet bûn, dileyistin û dikenîyan. Kesên mezin
xwe ji me dixeyîdandin.
Şevek, kenek me zarokan girt û me da û ne da nikaribûn kena
xwe bidin sekinandin û bigrin. Kesên mezin xwe pirr ji me xeyîdandin.
Rabûn ku li mexin. Nîvê şevê bû. Me got werin em herin gund.
Em rabûn me heywanên xwe hazir kir û ji bajêr derketin. Em gihîştin
Newala Qesaba. Şev tarî, zelemat bû. Mirov tilîyan bixist
çavên hev, nikarîbû hev bibîne. Demsal zivistan, mehan Çileyê
paşî bû. Li Newala Qesaba tirsek me girt. Em çar zarok bûn.
Me ji hev ra digot:
- Çile ne û gur birane ne. Niha gur bên me emê çî bikin?..
Em li çareserkirina
paraztina xwe digerîyan. Her wek dengê me hiskiribe, li jêrê Newala
Qesaba, ji nişka va bû zûrêna gurekî!.. Bi zûrêna wî gurî
va, li çar alîyên me, bû zûrêna guran. Me heywanên xwe rakir ser
çar lingan rehwanî û heta ji me hat, wan bi bazdan ajot. Gur her
tim nêzîkî me dibûyan... Em direvîn û dengê gura li dû me dihat.
Di jîyana xwe da ez tucar hewqasî ne tirsîya bûm û bi rastî heta
îro jî belkî ez tucar hewçend ne tirsîya bim. Min wê tirsê qet
jibîr nekir û ez heta mirinê jî, jibîr nakim. Heta serê hevrazê
Kertirê dengê guran ji dû me hat.
Li binê hevrazê Kertirê li Barnês ser benda ceda erebe û qamyonan
havînan qehwekî dixebitî û zivistanan girtî bû. Em gihîştin
ber wê qehwa bê kes. Camek şikestî bû. Me heywanên xwe li
derva bi pencerê va girêda û di camê da ketin hindir, heta sibê
di qehwe da man. Ji tirsan em nikarîbûn razên û xew bi çavên me
neket.
Gurên hov li Newala Qesaba dan dû me û bi zor em ji wan xilaz
bûn, neketin ber diranên wanê wehş. Belê nexapin, ji guran
hovtir û wehştir jî hin kesên du ling hene, ku ji wan ra
insan tê gotin, di şiklê insanan da bi rê va diçin û ji wan
ra insan dibêjin, belê ji heywanan wehştirin... Bi rastî
ji wehşan wehştirin, belê ji wan ra insan tê gotin û
ew insan tên hesibandin. Ev kesên ji guran hovtir û wehştir
îşkencecî ne, cinawirin, katilin, çete ne... Belê em dirêj
nekin. Ev hov û wehşên ku di nav insanan da, bi navê insanan
digerin û gelek car ji rûmeta wan li cem insanên, yanî wehşên
wek wanan gelek e, bi salan piştî vê serbihatîya me ketin
dû Kurdan... Gûrên ku li Newala }esaba berî 50 salan dan dû me
û me ne xwarin piştî 50 salan gurên du ling ku ji gurên çar
ling hovtir ji vê bûyêrê wehş û zalimtir dubare kirin û ketin
nav Kurdan, zarok, keç, xort, mêr, jin, pîr û cuwanên Kurd perçe
perçe, parî parî kirin, avêtin sergoyê newala Qesaba...
Newala Qesaba, di nav Sêrtî û gundîyên Sêrtîyan da newalek bi
nav û deng e. Berî 50 salan li Sêrtê sergo yanî çoplik nebû. Makînên
qirş û qal paqijkirinê, makînên çopê jî ne bûn. Kesên ku
qirşûqal, pîsîtayîya nava bajêr paqij dikirin ango çopçî
hebûn. Sandoqa datanîn ser kerên xwe û bi meknesan-gezikan- qirş
û qalê nava Sêrtê, sergîn û rêxa li ser rê û dirban, bi meknesên
xwe yên dûv dirêj baqij dikirin û bi bêrikên xwe yên ji bo vî
karî xisûsî hazirkirî, dixistin wan sandoqên ser pişta keran
û ji xanîyê walî wêdatir ku niha jê ra Evren Mahallesî tê gotin,
li cîyêk parîkî kûr bû û bihara ava baranê diketê, dibû gol, vala
dikirin. Bi dehan ker, wezîfa makîneyên çopê didîtîn. Dema sandoqên
ser pişta keran tijî qirş û qal, qirêjî û rêx dibû,
keran dixistin dû hev û dajotin sergo.
Di sitûyê keran da zengil hebûn. wek orkestrayek dibû şirq
û terqa zengilên di sitûyê keran da û bi ahenga rêveçûna keran
va her zengilî dengek derdixist, mûzîqek wek taxima bandoya ku
rojên şemîyan ji bo merşa netewiya Tirkan „Netirse,
natefe..(korkma, sönmez..)“ tê gotin dihat çêkirin, guhên mirov
ji dûr va aciz dikirin. Dema di cem mirov da derbaz dibûn, êdî
kesî nikaribû dengê ê din bibihîsta, mirov mecbûr dima, bikeve
rawestina ihtiramê, çewan dema merşa netewîya Tirkan tê gotin
û her Tirk dev ji kar û xebata xwe berdide, dikeve rawstina ihtîramê,
dema kerên sitû zengilkirî di ber insanan da derbaz dibûn ew jî
wisa diketin rawestinê. Eh ev jî tiştek xirab ne bû(!)..
Madem bando derbaz dibû û mûzîka merşa netewî lêdixist, rawestina
ihtiramê jî pêwist bû.. Ji alîkî va dengê zengilên mezin û zengilên
biçûk, ji alîyê din va dengê nalên kera li ser erda hişk,
eynî wek dengê potînên leşkerên taxima bandoyê „terp-terp“,
„rip-rip“ dikirin, hin ker bi ser bilindî û hin ker jî bi serên
nizim, wek leşkerên di ber kumandar da derbaz dibin, ker
jî di ber mirov da usa derbaz dibûn, diçûn... Bîhnekî xirab, genî
û gemar li dû xwe dihiştin... Piştî derbaz bûna wanan,
mirov ji rawestina ihtîramê derdiket, dîsa dixwest dest bi axaftina
xwe bike, belê ew bîhna gemar ji pozê mirov dernediket, bîhna
mirov dima çikandî, nikari bû berdewama axaftinê bike. Cûda bûna
di nav dengên lingên kera û ên eskeran da jî, cûdabûna dengê dû
ling û çar ling bû... Belê meriv dikare bêje ku feyda van çar
lingan ji ya du lingan qenctir bû. Çar lingan pîsîtîya insanan
dibirin sergo û dû lingan îşkence bi insanan dikirin, potînên
wan erda welatê van insanan pîs dikirin, van insanan û erda welatê
wan bihev ra di bin potînên xwe da diperçiqandin...
Du sergoyên
çopê hebûn. Yek ji xanîyê walî wêdatir, li dervayê bajêr bû,
ê din jî, ji xilazîya taxa Babilderbê wêda, li ser rîya Dihê(5)
bû. Ji sergoyê ser rîya Dihê wêdatir, çîyayên asê dest pêdikirin
û heta ber çemê Botan teht û zinar bûn.
Piştî salan Sêrtê fire û mezin bû. Ker teqewit bûn, makîne
ketin cîyê wanan. Ji alîyê paqij kirinê va cîyê xwe dan makînan
û ji alîyê mûzîqê û terp û repê va jî cîyê xwe dan taxima bandoyê...
Bi ferqekî, kera ji xeynî roja şemî û yekşemê, heroj
bi zengil û dengên nalên lingên xwe vî karî dikirin, taxima bandoyê
jî, di rojên şemî nîvro û yekşeman hêvarê bi dengê aletên
mûzîqê û tepa-repa potînên xwe vî karî dikin.
Cîyê sergoyê Sêrtê têra bajêr nekir. Newala Qesaba newalek kûr
û fire bû. Bi salan dikari bû tim pîsîtayî û çepelîya Sêrtê di
nav xwe da bi veşêre, winda bike. Kesên ku dixwestin pîsîtayî
û çepelîya xwe, qirêjî û mirdarîya xwe biveşêrin, xwe bi
ava zemzemê şûştî û paqij nîşanî gel û kesên din
bidin, Newala Qesaba ji bo sergoyê Sêrtê hilbijartin. Ewan bawer
dikir ku êdî bi awakî hêsa dikarin neqencî, zilm û xirabî, qirêjî
û pîsîtîya xwe di nav qirşûqal, ango çopa Newala Qesaba da
veşêrin. Belê ew xapîyan. Wanan nizani bûn ku xirabîya kesî
nikare ji dîrokê bê veşartin û hela Newala Qesaba pîsîtîya
kesî naveşêre, na temirîne. Newala Qesaba kûr û fire bû,
belê têra veşartina pîsîtîya wan nedikir. Ne newala Qesaba
bi tenê, behra Wanê, çîyayê Sîpan û
Araratê jî nikaribûn, pîsîtîya bê dîn û îmanan biveşartan...
Namdar û Newal ji gundêkî Dihê bûn. Ji gundê Kîwerê bûn. Dewletê
navê gundên Kurda tev guharti bûn. Navê Kîwerê jî kiribûn Cintepe.
Cintepe bi Kurdî Girê Ecinîya ye. Ger navê gund, Girê Ecinîya
be, pêwiste li vî gundî bi vî navî pirr ecinî jî hebin...
Namdar hê 19 salî bû û Newal jî 17 salî. Dema Namdar ji dîya xwe
ra bû, bavê wî hêvî dikir ku ew di mezinîya xwe da navekî bi deng
bide. Bi vê hêvîya xwe navê wî danî “Namdar.“ Newal, pismamê Namdar
bû û bavê her dû ciwanan kurmam(6) bûn. Dê û bavê Newal ji bo
zivistana heywanên xwe li hêla binê gund, li newala Kûr, gîya
didrûtin dema Newal hat dinya yê. Dîya Newal bi zaro, li ser rojan
bû. Sancûrek dîya Newal Besê girt û Besêya belengaz nikari bû
here gund. Xwedê keçikek da Besê. Navika wê birîn, di nava qumatokê
da pêçan û Besê, keçika xwe di nav qumatokê da, da bersingê xwe
û berê xwe da gund, hat mal. Ji bo ku Xwedê li newala Kûr vê keçikê
da, navê wê danîn Newal...
Namdar û Newal bi hev ra çûn dibistanê. Li gundê wan dibistan
ne bû. Li Dihê dibistana mecanî ku bi Tirkî jê ra yatili bölge
okulu dibêjin, hebû. Dewletê li her bajarê Kurdistanê dibistanên
mecanî ava kiri bû û dixwest zarokên Kurda mejîpişaftinî
-mêjûşûştî- anî asîmîle bikin. Dibistan li Dihê bû.
Gundê wan jî nêzîkî Dihê, di çiyan da, li serê girikek wek pişta
masîyê, kes nizane ji alîyê kê va hatibû ava kirin. Namdar û Newal
jî çûn vê dibistana mejîpişaftinê. Dîsa jî mêjûşûştî
nebûn û Kurdîtîya xwe jibîr nekirin û qenctir fam kirin.
Van her dû ciwanan ji hev hezdikirin. Bavê wan roja cejna Newrozê,
wan nîşan kirin. Hazirîya xwe dikirin kû payîzê dîlana xwe
bikin. Ji alîkî va Newal cihazê xwe û ji alî din va jî Namdar
mesrefê dîlana xwe hazir dikirin.
Bihara ku were tê Namdar biçû eskerîyê. Belê bi rastî ewî ne dixwest
eskerî ji dewletek zalim ra bike û hazirîya xwe dikir, bi Newal
ra derkeve çîyê, bigîhêje gerîllayên şervan. Namdar pêwendî
bi „hevalan“ va danî û alîkarîya wan dikir. Di nav „hevalan“ da
xayîn û MIT hebûn. Dewlet bi vê pêvendîyê hisîya û li hicetan
digerîya ku wan bigre, ceza bike.
Havîn bû. Germekî xedar hebû. Leşkerên Dihê disa hatin gundê
Kîwerê. Lîstekî di destê wanan da hebû û nava xwendin. Vê carê
navê Namdar û Newal jî di lîsteyê da bû. 11 kesan ji gund birin
Dihê. Ji Dihê jî birin bajara Sêrtê...
Bavên wan li dû wan çûn Sêrtê. Ebûqat girtin. Belê Ebûqat nikaribû
wan bibîne. Roj derbaz bûn, meh derbaz bûn, tu dengek ji Namdar
û Newal derneket. Dewletê inkar dikir, digot: „Haya me ji wanan
nîne.“ Navê gundê wan kiribûn Cintepe. Girê Ecnîyan. Ma navê gund
Girê Ecnîyan be, ev gund dikare bê ecinî bimîne?.. Pêwiste di
vî girî da gelek ecinî jî hebin, paşayê ecinîyan jî hebe...
Pêwiste leşkerê ecinîyan, kumandarê ecinîyan, diz, bê namûs,
teklîhev, fesat, bê bext, bê ol, bê wicdan û merhemet, sêpelikkar,
xapandkar, rezîl û çeteyên ecinîyan ji hebin. Van ecinîyan
Namdar û Newal winda kiribûn...
Polos û cendirman digotin:
- Me Namdar û Newal nebirî ye.
Halkî eskerê Dihê hatibûn gund û li ber çavên tim gundîyan wan
bi 9 kesên din ra biribûn. Bi sedan gundîyên Kîverê bibûn şahidê
birina wanan..
Dewletê digot:
- Haya min ji wanan
nîne. Belki terorîstan wan biribe. Belkî ewan kumikê ecinîyan
dabin serên xwe û ji me winda bûne...
Navê gund Girê Ecinîya (Cintepe) bû û ecinîyan Namdar û Newal
ji nedî va biri bûn. Dê û bavên wan digotin:
- Eskerên Dihê hatin gundê me û bi Namdar û Newal va 9 kesên din
jî, ji gund birin. Temama
bihev ra birin Dihê û ji wê jî birine Sêrtê. Birine qişla
eskerîyê. Sê kesên bi wan ra biribûn, berdan. Ew kes hatin gund.
Ew kes şahidin ku heta qişla eskerîyê bihev ra çûne.
Gelo ecinîyê gundê me çûne ketine qişla eskerîyê jî!..
Ew kesên hatibûn berdan, digotin ku heta qişla eskerîya Sêrtê
bihev ra bûn... Belê kesek ji berpirsîyarên dewletê guhdarîya
wan jî ne dikir...
Dê û bavê Namdar û Newal hevar kirin, gazî kirin, girîn kirin,
şîn kirin, belê çareserî nedîtin... Ecinîya
wanan biribûn. Erd û ezman qelîşî bû û ev her dû ciwan di
nav da winda bibûn... Kesî gumana wanan ne girt. Car din ne zivirîn, nehatin gundê Girê Ecinîya, Cintepe!..
Payîzê dîlana wan tê bihata çêkirin. Payîz derbaz bû, zivistan hat. Zivistan pirr xedar bû. Berfek ecêp hat. Berf
heta biharê, meha Newrozê ma li erdê. Di meha Newrozê da berf
helîya.
Li Sêrtê pir kûçik hene. Kûçikên
du ling û kûçikên çar ling hene. Kûçikên dû ling, ji kûçikên çar
ling dijwartir û hartirin. Dema kûçikên çar ling zikê xwe têr
dikin, xwe didin cîyek tenha û ji kesî ra deng nakin. Belê kûçikên
du ling tucar têr nabin, tim birçîne û harin... Insanan perçe
dikin, goştê insanan dixwin, dîsa jî têr nabin... Gotinek
pêşîyan heye, dibêjin „Kûçik Goştê Kûçik Naxwe!.“ Belê
ev rast e. Kûçik bi rastî goştê kûçik naxwe. Kûçik insanan
digre, gez dike, perçê goşt ji leşê wan radike, belê
kûçik goştê insanan jî naxwe...Ema dema em binihêrin insanan
ku çewan goştê hev dixwin, çewan insanê wehş û hov henê,
mirov şaş û matmayî dimîne...
Kûçikên bê xwedî li nava bajara
Sêrtê pirrin. Li nava sûkê ji xwe ra li hestî û xwarinê digerin. Pirranîya kûçikan
li newala Qesaba ser sergo zikên xwe têr dikin. Iro jî wek heroj
kûçik li newala Qesaba, dor alîyê sergoyê Sêrtê ji xwe ra li hestîyan
an jî xwarina bermayîyê insanan digerîyan. Kûçikek hestîyek dîtibû,
bi eşk û madekî xweş dixwar. Kûçikêk ji hevalên wî di
tenişt da, di binê qirş û qalê sergo da solêk dît. Dev
avêt solê ji bin sergo kişand. Lingek di nav solê da bû.
Kişand dît ku ranek insana ye. Kûçikên din jî hatin balê.
Sergo vedan. Gewda insanek din dîtin... Wêdatir nihêrîn, destê
mirovek dîtin. Baqek por ket ber devê kûçikek. Kişand. Serê
keçek derket. Kûçikek din, serê xortek derxist ji bin sergo...
Kûçik mabûn şaş!.. Nizanibûn çibikin. Çend gez avêtin
perçe û pariyên leşên insanan. Pê hisîyan ku goştê insana
ye. Tama goştê ku heta niha xwaribûn ne dida... Tamek din
ji vî goştî dihat. Nikaribûn bixwin... Kûçikek xwe ji ser
serê keçikê da paş û li ên din mêze kir... Kûçikên din jî
yek bi yek xwe dan paş û tûtîk dan erdê. Kûçikê ku bi kêf
û eşk hestîyê xwe dixwar, bê kêf bû, madê wî nema. Nikarîbû
xwarina xwe bi domîne... Dev ji xwarina hestî berda, hat cem kûçikên
din, tind da erdê. Bi aqilê xweyê kûçiktî fikir kirin. Ji xwe
ra gotin:
- Gelo ev insan çî mehlûke?.. Di insanan da çiqasî zilm û wehşayî
heye?.. Em kûçikin û nikarin goştê hev bixwin. Tucar kûçikek
goştê kûçikêk din nexwarî ye. Insan bixwe dibêjin ku kuçik
goştê kuçikan naxwe... Dev ji goştê kûçikan berde, em
nikarin goştê insanan jî bixwin. Ew kesên ku dibêjin „Kûçik
goştê kûçikan naxwe“ çewa dikarin goştê hev bixwin?..
Çewa insan dikarin hev bi vî awayî piçik-piçik, parî-parî, nîçik-nîçik
bikin û bavêjin sergoyan?.. Ev mehlûk çî wehşin gelo?.. Çî
cinawir û hovin? Çi zalim û zordestin?.. Ya Rebîşikir ku
em ne insan in. Em li ber hovîtîya van insan gelek ji wan bi rehmettir
û wijdantirin. Kûçiktîya me gelek xweştir û qenctire.
Kûçik li perçeyê insanan mêze kirin, li hev mêze kirin. Gotin
:
- Xwedaho ji te ra hezar car şikir ku em ne insanin û kûçik
in. Kûçiktîya me, ji vê wehşetê û hovîtîyê pirr qenctir e!..
Şofêrê makîna qirşûqal bi makîna xwe hat sergo ku makîna
xwe li sergo vala bike. Kûçikan dît kû insanek bi makîna xwe va
hat sergo.. Kûçik ji her carî zaftir ji vî insanî tirsîyan û ecele
xwe ji sergo dûr kirin, her wek xwe diparêzin xwe qenc dan ber
hev, kom bûn.. Şofêrê makinê dît ku kûçik ji sergo derketin
revîyan û li dûrî sergo kom bûn.. Şofêr tim dihata sergo
û tûcar ne didît ku tev kûçik bi hev ra direvîyan. Dema ew dihat
kûçik diman di nava sergo da. Vê carê çima revîya bûn û ji sergo
dûr bibûn.. Cîyê ku kûçik revîyan, hin tiştan bala wî kişand...
Peya bû, bi alîyê wan tiştan va çû. Ew tişt di navbera
şofêr û kûçikan da bûn. Kûçik li binê sergo, bindestî parçeyên
leşên insanan, bi qasî 10 metro li hev civîya bûn... Kûçikan
dit ku ev insan bi aliyê wan va diçe. Ji hov û wehşîtîya
insanan zaftir tirsîyan... Tev bi hev ra dîsa reviyan, dûrtir
bûn û sekinîn, li şofêr mêze kirin... Şofêr parçeyên
leşên insanan dît.. Serê keçek dît.. Serê xortek dît.. Destek,
gewdeyek, ling û ranek dît... Şaş bû, matmayî ma!...
Cemidî, nikari bû gav bavêje!.. Çok da erdê, aqilê wî ji serê
wi çû. Nizani bû çî bike, wekî dîna û gêja bû... Demekî wisa ma...
Hêdi hêdî rabû, li makîna xwe suwar bû, makinê vala nekir, paşkî
zivirî, makînê ajot, ecele çû Sêrtê...
Di demekî kin da li bajara Sêrtê bû deng ku parî û parçeyên leşê
insanan di nav sergo da hene. Serê sergo bû wek heşir. Parçeyên
leşên insanan yek li dû yekî ji sergo derketin. Dest, ling,
ser, gewde... Destê ciwanan, ser û singên keç û jinan, ling û
ranê xort u mêran!.. Milê bebekek hat dîtin... Zaf gerîyan parçê
leşê bebek nat dîtin... Milek bi tenê bû.. Parçe û parîyên
din gelo li kubûn, kesî nizani bû?... Dema milê bebek dîtin dilê
herkesî jan da. Hin polosên Tirk jî li serê sergo bûn û li parçê
insanan digerîyan. Dilê hinan ji wan jî jan da. Yekê xort ji polosan
nikari bû li ser lingên xwe bisekine. Rûnişt, bû hîqêna wî
girîya... Polosêkê navsere nêzî 50 salî di nav polosên Tirk da
hebû. Ev polos jî xwedî zarok bû.. Nevîyê wî hebûn. Ji nişk
va nevîyê wîyê delal û xweşik Bariş ket bîra wî... Bariş
jî bebek bû. Wî milê bebek, xiste cîyê milê nevîyê xwe Bariş...
Serê keçê, xiste cîyê serê keça xwe Özlem ku hê 18 salî, xwame
bû û li dibistana bilind dixwend. Nikari bû vî dert û kulê giran
ragire... Ji dil çû, teyîşî, kete erdê!.. Wî xistin ereba
polosan, birin nexweşxanê...
Kes dernexist kî van parçê insanan avêtîya sergo... Kes nizani
bû ev parçeyên leş û bedena kîne?... Belê herkes dizani bû
kîja qewet, kîja zilimdar van insanên be guneh xistî ye vî halî
û qebrek jî ji wan ra layik nedîtî ye...
Keçika Kîwerî Newal, li newalek hat dinyayê... Li newala Kûr ji
dîya xwe ra bû. Li newalek jî parîyên leşê wê hatin dîtin!...
Li Newala Kûr hat cîhanê û parîyên leşê wê, li newala Qesaba
hatin dîtin... Qedera wê li newalek hat nivisandin û li newalek
din ev qeder bi cî bû, dawî lê hat...
Namdar dixwest payîzê dîlana xwe û Newalê çêke. Ji hev hesdikirin
û dixwestin bigihîjin miradê xwe... Zaliman, wehşan û kûçikan
nehiştin dîlana xwe çêkin... Wanan parçe û parî kirin avêtin
sergoyê newala Qesaba... Di meha Newrozê da dîya wan û bavê wan
parîyên wan dan hev, Şîna wan kirin... Qebra wan li gundê
Kîverê, li cem hev çêkirin...
Bavê Namdar dixwest dema Namdar mezin bibe, di nav insanên xwe
da tiştên pirr qenc bike ku nav û dengê wî derkeve, wek navê
xwe bibe navdar.. Namdar, di newala Qesaba da bi perçeyên leş
û cesedê xwe deng deranî ku tucar nikaribe bê jibîr kirin... Perçeyên
leşên insanan li newala Qesaba, ji nav sergoyê bajara Sêrtê
wisa dengek dan, ku ev deng ji hidûdên Tirkiyayê derket û bi Tirkiyayê
va tim dewletên dinyayê şermezar kir!...
Newala Qesaba nikari bû parî û parçeyên van keç, xort, mêr û jinên
Kurd biveşê re. Ger Newala Qesaba leşê wan biveşarta,
dîrokê vê newalê ne di bexişand û tucar efû ne dikir.
Gura berî 50 salan, li newala Qesaba dan dû me û dixwestin me
parçe bikin. Gurên hov dîtin kû em insan in û em zarok in, gunehîya
wan bi me hat û ji dû me qetîyan, me parçe nekirin... Belê gurên
wehş ku bi rastî ji guran, hirçan wehştir, ji berazan
beraztir, ji cinawiran cinawirtir in; Namdar, Newal û 6 kesên
dî bi zilmî û zelaletî, bi hovîtî û wehşîtî, bi bê bextî
û xayîntî, bî bê wijdanî û bê merhemetî, bi bê ol û bê îmanî parî-parî,
parçe-parçe kirin, avêtin sergoyê newala Qesaba... Bi vî awayî
newala Qesaba kete tarîxa Kurdan!.. Nawala Qesaba, ku ji alîyê
Sêrtî û gundîyên Sêrtê va dihat nas kirin, bi vî awayî di Kurdistanê
da, di Tirkîyê da û di Cihanê da jî hat nas kirin, bi nav û deng
bû... Kesê insan be newala Qesaba tim jibîr nake... Pêwiste tu
Kurd, tu insan newala Qesaba jibîr neke!...
(1). Exte ; Hespê nêr ê xesandi ye. Dema hespek xesandî be dibe
exte.
(2). Mecidi ; ji 20 qurûşan ra dibêjin mecidiyek. Ji pereyê
ziv ra ê ku ji aliyê Sultan Evdilmecît va derketi bû digotin Mecîdî.
Îro jî Kurdên hêla Sêrtê ji 20 qurûşan ra dibêjin mecîdîyek.
(3). Irase ; ji cîyê ku jê ra pazar dibêjin, li hêla Sêrtê dibêjin
irase. Gundi li wê fêkiyên xwe difroşin.
(4). Mêmil ; kesên ku qebzimalîya firotana fêkîyên gundîyan dikin
û ji gundîyan ra fêkîyên wan difroşin, simsarî dikin.
(5). Cigûr, li hêla Sêrtê cejnêke ku di meha Adarê da tê çêkirin.
Li her malî xwarinên celeb celeb tên çêkirin. Zarok diçin dervayê
gund û xwarinan dipêjin, dixwin.
(6). Dihê, navê Eruha kevne.
(7). Kurmam; kurap, kuram