PDKTê di 11 yê tîrmeha sala 2005an de, 40 mîn salvergera xwe diqedîne. Ez jî
yek ji wan
6 kesaným ku
me vê partîyê
avakir.
Ji destpêka
avakirina partîyê heta operasyona sala 1968 an ku em hatin
girtin rol
û xebata min a partiyê serkeftî û bergirtî bû. 13 mangên ku
em li
hepsa Amedê
û Antaya yê razan
û li bajarê
Antalyayê hatin mehkemekirin jî
dîsa bi parastina
siyasî û mîllî û bi helwesta berevanîya mafên rewa û
huqûqî yên
neteweya Kurd, bi ezm û îrade û raman
rawestîyam.
Bi minasebeta 40 salvergera
Partî min vê
parêznameyê, bi pêşgotin û
Qerarên
mehkemê û programa
partîyê ya orjînal
û 40 heb bîrhatinên xwe
va çap kir
û
wecîba xwe
anî cîh.(1)
Ez mieŞekî
partî, Azayê Koma Navkom, mihasebê giştî û mesûlê tenzîma herema
Amed, Sasun
û Serhedê bûm. Ev
her sê komîteyên
heremî bi min ve girêdayîbûn.
Herema Amedê,
bajarê Diyarbekirê bi navçe û hemî gundan,
herema Sasun,
navçeyên Hezzo
(Qozloq) û Baykan dihingavta. Herema Serhadê ji Bedlisê
heya
Qersê dida
ber xwe.
Partî,
li Amedê ava bû. Çawa ku di binê programê partiyêda em imzayên
muesiŞan dixûnin,6 kesan vê partiyê ava kirin. Yekemin car
bu kû rêxistinêk siyasi ser navê kurd u kurdistanê, bi bername
û daxwazên milli hate sazkirin. Di sazkirina vê partiyê da bi
çend rewşembir u ronakbiran ra istişare û munakaşe
çêbûn, lê gava hate nokta paşi em mane 6 kes.
Bi rasti parti avakirin ne hêsaneye. Fedekari ji vê yekê ra diva.
Ez wê gav
avêtina piroz wek şoreşa eylûnê gaveki cesûr o pêşverû
dibinim û damezrenêran vek pêşmergên welat dinirxinim.

Li binê programa partiyê pêşnavê rehmetiyê Said Elçi, Peşmergeyê
welate.Ew
yekeha ji nişan dide ku me xwe weka peşmergeyek
amade kiriye.
Wek program û pêşnavên me, hemi tevger, xebat û munakaşeyên
me bi kurdi
bun. Programa partiyê vê riye dabu berme u helwesta me ev bu.
Zimanê zikmaki
sutuna herê giring ya milliye û me vê xalê ji xwe ra kiribi
destur.
Em her 6 xwedi iş û kar û kom u kuflet bûn. Temenê
kesi ji me ne kêmi 27
salan bû. Em dû mahami dû muhasebeci u dû memur bun. Em her yek
di ware
branja xwe da serkefti bûn, bi şol, kar û malbat û dor û
tarefên xwe em ser
bilind bûn.
Pişti keredengiya salên 1938-58 ê bi inkilaba Abdulkerim
Kasim ya bexdayê û
vegera Mela Mustafa yê nemir, kurdên hemi parçan hêdi hêdi hatin
ser hiş û
hemdên xwe. Zamanê şiyariya kûrdên bakur, pişti şoreşa
Şêx Said efendi û
Seyid Riza yê qehreman di sala 1958'ê da dest pê kir.
Di sala 1959 ê da 49 kes hatin girtin û ew kes hemi xwendevan,
rewşembir û
welatperwer bûn. Sala 1963 da 23 kes hatin berdest kirin.
Said Elçi di wan
her dû operasyonan
da bi ser bilindi û baweri
kurdayetî parast.
Faik Bucak bi
55 şêx û axayên
kurd va 1960 da hate girtin û surgun
kirin. Surguna
kekê
Faik di rojnamên
Turkiye da gelek deng da û Faik Bucak dûr û drêj
heqsiziya
dewleta nejadperest
di wan rojanda ani
ziman.
Di
sala 1960 ê da bi navê (27 mayis Inqilabi) cuntayekê militarist
hate ser
hukum. Wê cuntayê anayasayek (Destur)demokrat çêkirin û dane qebûlkirin.
Di
wê desturêda heqên rêxistinên sosyalist û dezgehên komelî serbest
kirin. Ji
bo turkîye li warê azadiyêda ew tiştekî giring bu.
Di intîxabata1961 ê da Dr.Yusuf Azizoglu bi 92 kursîyan partîya
xwe ya bi
navê YTP ê bire parlamentoya Enqarê û bu şirîkê iktidarê.
Di meclis û senato
ya wê demê da giraniyekê Dr Azizoglu hebû û endamên wi bi pirani
kurd bûn.
Kemal Badili û Abdullatif Aykut 2 kes ji wan endaman bûn.
Di 1965 ê de Partiya Karkerên Tirk (TIP), 15 heb perlemanter li
gora sistema
hilbijartina milli bakiyê birin parlemento. Vê partiya sosyalist
ji bi
gelenperi bi dengên kurdan xwe gehandin wê merhelê û me welatperweran
ji
dengên xwe da vê rêxistinê.
Ku em rojek beriya 11 yê tirmeya 1965 ê li rewşa tirkiye
û kurdên bakur mêze
bikin, li xwar û jor rewş ev bû. Şerê germ 4 salin ku
li başur dest pê
kiribû û serdarê wi şerê piroz Generalê Mahabad ê Barzani
yê mezin bû.
Pirestija Mella Mustafa yê nemir gelek xurt û bilind bû û moralêkê
mezin
dida hemi Kurdan. Artêşên Iraqê bi hemi hêzên xwe û alikariya
artêşên
yekitiya Misir û Suriyê va nikariyan rêbaza azadixwaza serokê
nemir
bişkênin.
Umida
me xuwrt pêşiya me ronahi û mêjiyen me zelal bû. Xortên kurdan
bi
hezaran ketibûn zangoyan û li Stanbul û Enqere dixwendan. Kurd bibun tirsa
dilê neyaran.
Me, di vi niri da pêvisti dit, biryar da û Partiya Demokrata Kurdistana
Tirkiyê ava kir. Me xwest ku vê dema şiyariyê û xwendevaniyê
da kurd bi navê
rêxistinêk netewayi bêne cem hev û li mafen xwe yên rewa
û insani xwedi derkevin.
Me xwest ku ew problema dijwar di xetteki aşiti û demokratik
da û bi
siyasetêki rast û durust çareser bibe. Me xwast ku ideolojiyen
biyani û
berevaji xwendevanen kurd şaş ne kin û rêka wanê netewi
li ber wan hunda
nekin û me xwast ku kurd qedera xwe bi destên xwe tayin
bikin. Me ji ber
wan sebeban ihtiyaca partiyê dit û avakir.
Her sê perçeyen din partiyên xwe hebûn. Bi navê kurd û kurdistanê
û
programên kurdi 20 sal beriya me partiyên xwe ava kiribûn. Pişti
rexistina
Azadi ya Xalit Begê Cibri û hevalên wi yên gorbehişt, kurdên
bakur bê
dezgeyên siyasi kerredeng mabûn.
Partiya Demokrata Kurdistana Tirkîye çi dixwest ?
Parti, beri her tişti daxwaza xwe ew bû kû li destûra bingehi
ya Tirkiyê da
milletê kurd bide tescilkirin. Di xwesta ku li serecema anayasaya
Tirkiye da
bê keydkirin ku Kurd û Tirk di vi welatida şirikin û ew her
dû millet di her
delavida wek hevin.Parti di xwsta ku sinorê Kurdistanê bê kifşkirin,
muhacir
li Kurdistanê neyên cihkirin, navên gund û baJarên Kurda neyên
guhartin û
ewên hatibin guhartin carêk din navên xweyên qedim bistînin.
Daxwazên porograma Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiye ewbûn
ku, li
kurdistanê zimanê resmi bi kurdi bi. Ji dibistanên seretayi heya
universitan
hemmi xwendin û perwerdeyi bi Kurdi be. Memur û karmend
û Vali û hemmi
rêvebir û muwazzaf ji Kurdan bin, kurd li gora nufusa xwe
li parlaman û
encumenê weziran bêne temsilkirin.
Di warê siyasî aborî û çandi da, programa Partîya Demokrata Kurdistana
Tirkîyê, bê tawîz û bê minnet daxwazên xwe rêz kiriye.(2)
Ez iro wan daxwazên beriya 40 salan ji otonomiye wêdetir wek federasyonê
xetteki bergirti konaxe kî ji daxwazên siyasetmedarên kurdan yên
vê rojê
qenctir û pêşwatir dibînim.
Di wî konaxide me xwastiye ku sinorê kurdistanê bê kifşkirin.
Îro li ber
çavane ku problemên federasyona ê heri giring sinorin û ew pirsgireka
Kurdistana başûr li ber çavane. Milletek heya cografya xwe,
zimenê xwe û
idara xwe azad neke ew millet nikare ji xeteran û endişan
xwe bi parêze. Îro
siyaset û siyasetmedaren kurda bi gelenperi hêvi û gumana
xwe bi yekitiya
Avrupayê va giredane û ev yek şaşiyeki mezine. Kurd
wê bi çend kriterên
basitê kopenhangê xwe di Avrupêda hunda bikin, divê tirk hê neketibin
nav
rêxistina yekitiya Avrupê, em heq û mefên xweyên siyasi bistinin
û wek
milleteki xwadan erk û statu wek şirîkê ki vî welatî,bi nasnama
xweya xweza
bikevin wê teşkîlatê.
Weka ku her kes vê rastîyê dizane ku Partîyên Demokratên her çar
perçan,
emanetên Qazî Mihemed, Barzanîyê mezin, Idrîs û Mesûd Barzanî,
Fehmîyê
Bîlal, Faîq Bucak û Nureddîn Zaza nin. Gelo ne şerme ku em
li pêy şopa wan
qehremanên qedirbilind û bê henpa xwe sistkin, xwedbînî ezezî
û çavnebarîyê
bikin. Bila hemî pêşkeş û endam û berendamên PDKTê sê
tiştan tu caran ji bîr
nekin ku ew her sê tişt fedekarî fedekarî û fedekarî ye.
Ev sedsala 21ê
sedsala Kurda ye. Kirasê fedekarîyê li xwekin û dersê ji serokê
nemir
Barzanîyê mezin bigrin.
Di dinyayê da bo rizgarîxwazîya miletekê bindest tu hereket weka
rêbaza
rizgarîxwazîya Mela Mistefayê nemir ne bi rêk û pêk û dersdar
e. Îro roja me
ye. Me di 65ê da li ser esasekê rast û dirist xîmê rêxistinek
azadîxwaz bi
bîr û daxwaza Fehmîyê Bîlal û di bin serokatîya Faîq Bucak da
ava kir. Lê ji
ber hinek sebeban partî li paş ket û negîha qonaxekî pêş
û bilind.
Di van rojan da bayê azadîxwazîyê di saya serê serokê nemir Barzanîyê
mezin
xweş dilibitîya. Îro jî dîsa dewlet li serê şerê korfezê
û sîyaseta rasteqîn
ya serokê Dewleta Federala Kurdistanê Mesûd Barzanî û Yekitîya
Netewî a PDK
û YNK bayê siyasetê gurr digere. Hêvî û gumana hemî Kurdan xurt
bûye. Ba
dilibite lê em nalibitin. Em bi hidikayî rast nalibitin. Em tê
negîhiştine
ka barê Kurdistanê çiqas giran e û mesela Kurdan meseleyekî hûr
û kûr û dûr
e.
Şiûra netewî şiûra îqtisadî û şiûra serxwebûnê
serî da ye. Bi rîya
rojanmevanî û televîzyon û hat û çûnê, êdî Kurd ne Kurdên berê
ne. Kurdên
Bakur li seranserê Tirkîyê û Ewrûpa û Emerîqa şax dane û
dikarin dengên xwe
li hemî deran bilind bikin. Emerîkan û Brîtanya di Ýraqê da bo
çareserîya
demokrasîyê şerê diktator û terorîstan dikin. Di gel van
merc û zûrûfan 20
mîlyon Kurdên Bakur yên azadîxwaz bê rêbaz û bê siyasetin. Pêvîstîya
rêxistineke azadîxwaz bê hed û hesabe. Lê çewa û bi kîjan kadroyan?
Li gora dîtin û bawerîya min îdî dewr û zemanê xebatên bi dizî
û veşartî
borî ye.Me 40 sal berê bi dizî siyaset dikira, Ji ber ku me nikarîya
eşkere
dengên xwe hilda. Lê îro şert û mercên dinyayê wan probleman
pûç
kirîye.teknolojî bi serê xwe îdî rê nade zilm û zorbeyîyê. Tirkîye
namzetendamê Yekitîya Ewrûpa ye. Awrên Ewrûpa û amerîkan li ser
serê wan e.
Îdî tu dewlet û tu dîktator nikarin dengê azadîxwazan biçikînin.
Ji ber vê
yekê divê hemî rêxistin, hemî siyaset û siyasetvan destên xwe
bidin hev,
fikra xwe bikin yek û bi talebên pêş û eşkera dengên
xwe bilind bikin.
Yekitî bi fedekarîyê tê holê. Mesûd Barzanî got; " Mam Celal
fermo here bibe
serok komarê dewleta federala Ýraqê." Mam Celal jî got; "
Fermo Mesût
Barzanî tu jî serokê herema Kurdistanê." Ev ne tenê fedekarîye,
ev siyaseta
rast û dirist e. Ev berjevendîya netewîyetê ye.
Niha îro ku ez pêşkeşekê Kurdan bým, ezê deng li hemî
pêşkeş û giregir û
cîgiran bikim, bêjim hey gelî serok û cîgir û lîderan! Ev siyaset
û helwesta
me ya heya îro berjewendîyekê biçûk neda miletê me.Ya em xelet
dimeşin, ya
miletê me hê tê nagîhê ka em çi dixwazin. Werin em xwe bighorînin.
Em hemî
bibine nefer. Bi hezaran rizgarîxwaz û demokrat werin cem hev
û bo xwe
serokatîyek hilbijêrin. Heya ku meriv lîderên bê nefer bin, bila
neferên
xwedî pêşkeş û lîder bin.
Rîya aqil jî yeke û rîya pêvajoya sîyaseta dirist jî eve. Gava
ku bi hezaran
xwenda û xortên Kurdan li hev civîyan û ji van pêşkeşên
qedirbilind yekî
dane pêş, wê qima herkesi bi vi bijareyi bê û êdi kes
nikare bêje ew
hereketêkê tenge. Kurd iro bi 5 keŞan yan bi 500 keŞan
divê dernakevine
meydana siyasetê.
Di sala 1965 an da Li Amedê jimara mihamîyan û dixtor û mihendîsan
nedigîhiştane 20 kesan. Îro ji 50 hezaran zêdetir mezûnên
zankoyê li vî
bajarî dijîn.Îdî şivan û gavan jî dizanin azadî, demokrasî,
otonomî an
serxwebûn çiye. Tevgerek ku xwe dabi pêş û nikaribi 1000
xwendevan ji bajarê
amedê bine cem hev,bila rê bidin şexsiyetten din.
Îro yek çareyek ji kurdên bakur re dibînim ku dive ew keŞên
xudan misyon û
şexsîyet pirsa Kurdan teslimê kadroyên xwendevan û civan
bikin. Tenê
ixtiyaci bi tecrubeyên wan şexsiyetan heye û di vê ku wan
tecrubeyên xwe
bixin xizmeta wan kadroyan. Pêviste ku serokayetiya wan kadroyan
xwedi
misyon, karizma u vizyon bin. Divê ku qima kurdan û dinyaya demokrat
bi wê
kadroye bê.Li gor ditina min ew kadro li Kurdistana bakur hene.
Bila ev lîderên bênefer bêne cem hev û ji Kurdan ra deklere bikin
ku di
xizmeta Kurdistanê da neferin, li kursî û meqam û mebûsîyê nagerin.
Eva ez
kefîl ku wê bi hezaran xwendewan û ciwanên Kurd, bi mêr û jin,
bi xort û qîz
bên cem hev û kadroyekê teze, dinyanas, zimanzan xwedî mîsyon
û karîzma û
vîzyon bidin pêş. Divê armanca siyasetmadaran ne makam û
mebusi u
kariyerizim be, ez disa dibêjim; fedekari, fedekari u fedekari....
ewên ku
nikarin fedekari bikin bila li mala xwe runin. Ez 67 sali mê u
heqê min heye
ku ez vê daxwazê ji siyasetmadarên Kurd bikim.
Divê Kurd vê yekê ji bîr nekin KDP li Tehran û Bexda û Şam
û Enqerê venebûn.
Cîhê partî danîna Kurdan Diyarbekir e. Bi vê dîtin û bawerîyê
hemî endam û
berendamên vê rêxistina mirov perwer pîroz dikim. Hevalên me yên
ezîzên ku
40 salvergera partî nedîtin, çi şehîd û çi hevalên ku çûne
dilovanîya heq,
ji wan ra rehmet û mexfîreta xwedanê mezin daxwaz û nîyaz dikim.
Bi vê
wesilê revebir û endamên heya iro li ser xeta ve rêxistinê bi
sabr û semax û
fedekari meşiyanê û ala vê partiyê hilgirtinê anine vê rojê,wan
ji dil û can
teqdir dikim û rêz û hurmeta xwe teqdim dikim.
Bi vê minasebetê, vê sala 2005ê ya bi xêr û bereket, ji bo hemî
Kurdan û bi
taybetî bo perçê başûr pîroz dikim. Yekitî yekrêzî, yekbendî
û yek armancîya
ramana azadîyê dixwazim û dibêjim her bijî Kurd, her bijî Kurdistan.
Roj roja me ye û sadsala 21ê sedsala Kurda ye.
Dereng nemînin...
Şakir Epözdemir
1)- Çapxana Peri - Stanbol TKDP Antalya 1968/235 Dawasi-(Parezname)Savunma
176
sayfa Şakir Epözdemir - 2005
2)- Hun Program u Nizamnama PDKT ya orjinal u bi Kurdi dikarin
di kiteba min a
bi nave Savunma-PDKT-1968/235 Antalya Mahkemesi-Peri Yayini-Istanbul
2005 e da
bixunin